Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Adar
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo adara 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Bûyer
- 1565 – Bajarê Rio de Janeiro hate avakirin.
- 1803 – Ohio, bû dewleta 17em a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
- 1867 – Nebraska, bû eyaleta 37em a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
- 1919 – Şerîf Paşayê kurd dosyayek di derbarê pirsgirêka kurd û nexşeya Kurdistanê de pêşkêşî Kongreya Aştî ya Parîsê kir.
- 1936 – Serhildana Dêrsimê dest pê kir.
- 1963 – Mele Mistefa Barzanî, ji ajansa amerîkan Associated Pressê got ku, heke hikûmeta Iraqê otonomiyê nede kurdan, hêzên wî wê dîsa dest bi têkoşînê bikin. Berzanî herwiha got, ruxandina hikûmeta Qasim bi destê têkoşîna kurd pêk hatiye û got "Her kî li dijî xweseriya herêma Kurdistanê derkeve dawiya wan jî wê wisa bibe."
- 1983 – Filîmê bi navê "Li Colemêrgê demsalek" ku derhêneriya wê Erden Kıral dikir û lîstikvanê sereke Genco Erkal bû, li Festîvala Filîman a Berlînê çar xelat wergirtin.
- 2001 – Rojnameya Dema Nû dest bi weşana xwe kir.
- 2004 – Roj TVyê dest bi weşana xwe kir.
Jidayîkbûn
- 1864 – Frédéric Chopin, bestekarê polon
- 1922 – Îzhak Rabîn, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 – Aynur Doğan, hunermenda kurd
Mirin
- 1979 – Mistefa Berzanî, serokê nemir ê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1836 – Komara Teksasê ji Meksîkê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir.
- 1910 – Li Washingtonê du trên li hev qelibîn û 118 kes mirin.
- 1925 – Hêzên Şêx Seîd dora Amedê girtin.
- 1933 – Li Japonyayê, erdheja herî dijwar ya 133 salan qewimî.
- 1943 – Li Sûtlûceya Stembolê kargeha teqemeniyê teqiya, 27 kes mirin.
- 1945 – Li bajarê Bêdlîsê (Bakurê Kurdistanê) erdhej çêbû.
- 1950 – Li bajarê Wanê 33 kurd ji aliyê artêşa tirk ve bi fermanê orgeneral Mustafa Muğlalı ve hatin gulebarankirin.
- 1956 – Marokoyê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1992 – Ermenistan, Azerbaycan, Qazaxistan, Qirgizistan, Moldova, San Marîno, Tacîkistan, Turkmenistan û Ûzbekistan tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1994 – Darbeya parlemenê pêk hat. Parlementerên DEPê Hatîb Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Selîm Sadak, Mahmut Alinak, Sirri Sakik li meclîsê mafê destnedana wan hate rakirin û hatin girtin.
- 2017 - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê bi mezinahiya 5,4 erdhejek çêbû.
Jidayîkbûn
- 1931 – Mîxaîl Gorbaçov, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1937 – Abdelaziz Bouteflika, serokdewletê Alceryayê
- 1964 – Îsmet Elçî, nivîskar û derhênerê esilkurd
- 1980 – Zuhal Demir, parlementera esilkurd
Mirin
- 2007 – Nedim Dağdeviren, helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1845 – Florîda, bû dewleta 27em a DYAyê.
- 1878 – Bulgaristan, ji dewleta Osmaniyan cihê bû û serxwebûna xwe îlan kir. (Peymana San Stefano)
- 1924 – Ji bo cara yekê dewleta Tirkiyeyê xwendingeh û komeleyên kurdî qedexe kirin.
- 1938 – Li Erebistana Siyûdî neft hate dîtin.
- 1939 – Li Mumbaiyê, ji sedema protestokirina rêveberiya teokratîk, Mahatma Gandî dest bi rojiya birçîbûnê kir.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên hewayî yên japonan bombe li ser bajarê Awistralya, Broome, reşandin. Di encamê de bêhtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1943 – Kovara Roja Nû dest bi weşanê kir.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem; Hêzên Armia Krajowa yên Polonyayê li bajarê Pawłokomayê herî kêm 150 sivîlên ukraynî kuştin.
- 1974 – Balafireke rêhewayên tirkî li gundê Ermenonville yê Fransayê kete xwarê. Di encamê de 346 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1992 – Li bajarê Tirkiyeyê Zonguldakê, di madenekê de ji sedema teqîna grîzûyê 127 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1845 – Georg Cantor, matematîkazanê alman
- 1940 – Jean-Paul Proust, serokdewletê Monakoyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1791 – Vermont, bû dewleta 14em a DYAyê.
- 1882 – Li Îngilistanê yekemîn tramvaya bi elektrîkê hate bikaranîn.
- 1925 – Li dijî Serhildana Şêx Seîd zagona koçberkirinê ango "Teqrîr-î Sikûn" hate îlankirin.
- 1937 – Li Spanyayê ji ber kêmbûna xwarin û zad, serhildan derket.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem; Hêzên hewayî yên amerîkan dest bi bombebarandina Berlînê kirin.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem; Fînlendayê li dijî Almanyaya Nazî şer îlan kir.
- 1991 – Li navçeya Hezexa Mêrdînê xwepêşandana serhildana gel pêk hat. Hêzên tirk gule li kurdan reşandin. 2 kes mirin û 25 jî brîndar bûn.
- 1993 – Heyva Sor a Kurdistanê hate damezirandin.
- 1994 – Hêzên ewlekariyê yên tirk avêtin ser gundê Celkê yê ser bi navçeya Lîceya Diyarbekirê ve û 10 mal şewitandin.
Mirin
- 1193 – Selahadînê Eyûbî, siltanê kurd
- 1941 – Ludwig Quidde, aştîxwazê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1933 – Li Almanyayê partiya naziyan ji 43,9% deng bi dest xistin û bûne yekemîn.
- 1946 – Peyva Perdeya hesin cara pêşîn ji aliyê serokwezîrê Îngilistanê, Winston Churchill ve hate bikaranîn.
- 1950 – Li bajarê Eskişehira Tirkiyeyê lehî rabû. Di encamê de 50 hezar kes li derve ma, 2500 xanî xera bûn û 6 kes jî xeniqîn.
- 1975 – Îraq û Îranê li Cezayîrê peyman mohrkirin û li hemberî tevgera azadîxwaz a kurdan dest bi operasyonên hevbeş ên jiholêrakirinê kirin ku di encamê de hêzên Başûrê Kurdistanê ji hev belav bûn.
- 1979 – Li navçeya Sêwerega Rihayê di navbera du eşîretan pevçûn derket, di pevçûnê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
- 1993 – Mamosteyek bi navê Osman Şîmşek li Batmanê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
- 2001 – Li bajarê Mekeyê di dema hecê de 35 kesan di bin lingan de jiyana xwe ji dest da.
- 2002 – Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK li Başûrê Kurdistanê hate damezirandin.
- 2005 – Komeleya KÜRD-DERê li Amedê hate damezrandin.
Jidayîkbûn
- 1588 – Thomas Hobbes, fîlozofê îngilîz
- 1817 – Austen Henry Layard, arkeologê îngilîz
- 1871 – Rosa Luxemburg, şoreşgera alman
- 1956 – Remezan Ozturk, fotorojnamevanê kurd
- 1964 – Bertrand Cantat, stranbêjê fransî
Mirin
- 1815 – Franz Anton Mesmer, bijîşkê alman
- 1827 – Alessandro Volta, fîzîknasê îtalî
- 1953 – Josef Stalin, serokê YKSS
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1902 – Real Madrid hate damezrandin.
- 1921 – Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
- 1949 – Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
- 1957 – Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
- 1983 – Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
- 1987 – Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
- 1987 – Tirkiyeyê baregehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
- 1994 – Li navçeya Kercosa Batmanê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.
- 1995 – Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
- 2007 – Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1806 – Elizabeth Barrett Browning, helbestvana îngilîz
- 1928 – Gabriel García Márquez, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1900 – Gottlieb Daimler, endazyar û karsazê alman
- 1973 – Pearl S. Buck, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
- 2005 – Hans Albrecht Bethe, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1876 – Graham Bell, patenta îcata xwe ya ku weke telefon bi nav dikir, stand.
- 1906 – Yekem car mafê dengdanê li Fînlendayê ji jinan re hate dayîn.
- 1912 – Kesê pêşîn ê ku di cîhanê de xwe bi paraşûtê avêt kesekî bi navê Albert Henry bû. Vî mirovî li Amerîkayê li ser çemê Missouriyê xwe bi paraşûtê avêt.
- 1925 – Nêzîkî 5000 şervanên Şêx Seîd êrîş birin ser bajarê Amedê.
- 1925 – Dadgehên serxwebûnê ku gelek serok û siyasetmedarên kurd ên weke Şêx Seîd, Dr.Fuat Kemal û her wekî din bi mirinê darizand û bi darvekirin, hatin sazkirin.
- 1966 – Li Gimgimê erdhejeke bi mezinahiya 5,6 qewimî. Di encamê de 14 kes mirin û 75 kes jî brîndar bûn.
- 1973 – Ji sedema qaşo propagandakirina komunîzmê, 8 sal cezayên girtîgehê li İsmail Beşikçi hatin birrîn.
- 1989 – Îran û Brîtanyayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk, ji sedema bûyera Salman Rushdie, birrîn.
- 1991 – Serhildana li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmaniyê dest pê kir.
- 1991 – Li navçeya Mêrdînê Kerboranê xwepêşandana serhildana gel pêk hat. Hêzên tirk gule li kurdan reşandin. Kesek mirin û 25 jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1934 – Adnan Binyazar, nivîskar
- 1938 – Albert Fert, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1946 – Daniel Goleman, psîkologê amerîkan
Mirin
- 1274 – Thomas Aquinas, keşe û fîlozofê îtalî
- 1913 – Emily Pauline Johnson, helbestvana Kanadayî
- 1932 – Aristide Briand, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1997 – Edward Mills Purcell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1923 – Rojnameya siyasî û hefteyî Banga Heq organa hikumeta Şêx Mehmûdê Berzencî bû ku yekem hejmara wê li Surdaşê ango (Silêmanî) derket.
- 1924 – Komara Tirkiyeyê, dadgehên şerîatê rakirin.
- 1942 – Şerê cîhanî yê duyem; Hêzên Holendayê, li girava Cavayê teslîmî leşkerên japonan bûn.
- 1957 – Gana tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1963 – Partiya Be'sê li Sûrî darbe pêkanî.
- 1991 – Bajarê Silêmaniyê ji aliyê gel ve hate azadkirin û li bajarokê Çemçemal û herêma Şarezorê serhildan dest pê kir.
- 1998 – Yek ji komên çandî û hunerî ya bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve girêdayî, Koma Asmîn, ji hêla jinên NÇMî ve hate damezrandin.
- 2000 – Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê projeya xwe ya aştiyê li Brukselê bi civîneke çapemeniyê daxuyand.
- 2010 – Li Xarpêtê erdehejeke bi mezinahiya 6,0 a li gorî pîvanên Richterê qewimî. Di encamê de 41 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1896 – Charlotte Whitton, siyasetmenda kanadayî
- 1924 – Georges Charpak, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1929 – Hebe Camargo, aktrîs û stranbêja brazîlî
Mirin
- 1874 – Millard Fillmore, serokdewletê sêzdehem ê DYA'yê
- 1923 – Johannes Diderik van der Waals, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – William Howard Taft, serokdewletê 27em ê DYAyê
- 1964 – Franz Alexander, bijîşk û psîkoanalîst
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1916 – Almanan li hemberî Portûgalê şer îlan kir.
- 1923 – Serokê Sovyetan, Lenîn ji sedema felcê ji axaftinê ket.
- 1933 – Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Bulgaristanê û di heman demê de yek ji serokên tevgera komunîst a navneteweyî Georgi Dimitrov ji aliyê naziyan ve, bi bahaneya agirpêketina Reichstag hate girtin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Sovyetan li ser bajarê Tallinna Estonyayê bombe barandin. Di encamê de, bi giştî sivîl 800 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1983 – Sefîrê Tirkiyeyê Galip Balkar ê li Belgradê paytexta Yûgoslavyayê, tevî şoforê xwe Necati Kaya ji aliyê hin kesên çekdar ve hate kuştin.
- 1991 – Li bajarokên Başûrê Kurdistanê; Derbendîxan, Kelar û Şeqlaweyê serhildanên gel destpê kirin.
- 1994 – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê avêtin ser gundê Kiravli yê navçeya Milazgirda Mûşê û 17 mal şewitandin.
- 2010 – Yekemîn zewaca hevcinsan a li Washington, D.C.yê pêk hat.
Jidayîkbûn
- 1955 – Ornella Muti, aktrîsa îtalî
- 1965 – Elías Antonio Saca González, serokê El Salvadorê
Mirin
- 1994 – Charles Bukowski, helbestvanê amerîkan
- 1989 – Mihemed Şêxo, hunermendê kurd
- 1992 – Menachem Begin, serokwezîrê Îsraîlê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1903 – Rayedarên Akademiya Tibê ya Parîsê raporek belavkirin ku alkol zerar dide bedena mirovan.
- 1910 – Yekem filîmê Hollywoodê yê bi navê "In Old California" ango Li Kalîforniyaya kevn yê ku derhêniyariya wê D.W. Griffith dikir, hate nîşandan.
- 1945 – Şerê cîhanî yê duyem: Tokyo ji aliyê hêzên amerîkan ve hate bombekirin û bêhtirî 100 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da.
- 1972 – Parlemena tirk di civîna xwe ya 9 saet 25 deqîqe ya bê navber de biryara bi darvekirinê ku derheqê şoreşgerên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan de hatibû dayîn, li hemberî 53 dengên redkirinê û 6 dengên bê alî, bi 238 dengan erê kir.
- 1979 – Serokê bajarê Adiyemanê yê Partiya Tevgera Neteweparêz MHP'ê hate kuştin.
- 1991 – Li bajarên Başûrê Kurdistanê; Kifrî, Dûz, Rewandiz, Diyana, Xelîfan, Herîr û Koyeyê serhildan destpê kirin û ew der ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1994 – Li navenda bajarê Amedê mûxtarê taxa Alîpaşa Abdulqadir Sular bi awayekî faîlê wî ne diyar, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
- 1999 – Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Dihokê gerîlayekî kurd ê bi navê kod Akîf Kobanî yê ji Başûrê Biçûk ê Kurdistanê êrîşkeke cangorî li ser avahiya MİTê ya dewleta tirk li dar xist.
Jidayîkbûn
- 1018 – Nizam el-Mulk, wezîrê dewleta Selçûqî
- 1957 – Usama bin Ladin, damezrînerê Elqaîdeyê
- 1961 – Emily Pauline Johnson, helbestvana Kanadayî
Mirin
- 1942 – William Henry Bragg, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Frits Zernike, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z. 522 – Gomadayê medî li bajarê Payşiyavada li dijî hikûmdariya Daryûsê Mezin serî hil da.
- 1669 – Li Îtalyayê çiyayê volkanîk Etna teqiya. Di encama karesatê de 15 hezar kes mirin.
- 1917 – Leşkerên îngilîzan bajarê Bexdayê dagir kir.
- 1947 – Dewleta tirk bû endamê Fona Diravan a Navneteweyî IMFê.
- 1970 – Beyana 11'ê Adarê; Ji aliyê hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê danezanek hate eşkere kirin. Li gorî danezanê, otonomî ji bo kurdan dihate nasîn. Deklerasyona fermî ji aliyê Sedam Huseyn û Mistefa Berzanî ve hatibû îmzekirin lê ev danezan di pratîkê de pêknehat.
- 1974 – Dema ku li ser peymana otonomiyê ya Iraqê lihevhatin çênebû, di navbêra hêzên Iraq û PDK'ê de şerên dijwar destpê kirin.
- 1977 – Misilmanan li Washingtonê 130 kes rehîn girtin.
- 1985 – Li Yekîtiya Sovyetan, piştî kuştina serokê Partiya Komunîst Çernenko, Mîxaîl Gorbaçov bû serokê partiya komunîst.
- 1991 – Li bajarên Başûrê Kurdistanê; Hewlêr û Xaneqînê serhildan destpê kirin û ev bajar ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1999 – Gerîlayên kurd ên bi navê kod Ekrem Hazan, Milîtan, Firat, Îzzet, Cengiz, Laşer û Serdar li Golavê, gerîlayên bi navê kod Kendal Amed, Bager, Tayip Tolhildan, Aslan Rojhilat û Palû di navbera Sason û Golakê ya ser bi bajarê Amedê, her wiha gerîlayê bi navê kod Welat li herêma Mêrdînê di encama şerên bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest dan.
Jidayîkbûn
- 1925 – İlhan Selçuk, rojnamevanê tirk
Mirin
- 2006 – Slobodan Milošević, siyasetmendê yûgoslav
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1918 – Bajarê Moskowê bû paytexta Rûsyayê.
- 1930 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya bi navê Meşa Xwê kir. Meşa wî 350 kîlometer e bû û 24 rojan berdewam kir, bi hezaran hindî beşdar bûn.
- 1938 – Hêzên Almanyaya Nazî welatê Awistriyayê dagir kirin.
- 1971 – Li Tirkiyeyê artêşê darbeyeke leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê.
- 1991 – Li bajarokên Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Pirdê serhildana destpê kirin û ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1993 – Hikûmeta Îraqê tevkujiyek li ser gundê Ewêna yê li nêzîkî bajarê Hewlêrê pêkanî.
- 1994 – Nûçegihanê Özgür Gündemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sêweregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin.
- 1995 – Li Stenbolê gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin.
- 1999 – Dewletên Komara Çekî, Macaristan û Polonyayê tevlî NATOyê bûn.
- 2000 – Waliyê Amedê kovara bi kurdî ya qerfî Pîne qedexe kir.
Jidayîkbûn
- 1685 – George Berkeley, fîlozofê îrlandî
- 1965 – Jan Dost, nivîskarê kurd
Mirin
- 1914 – George Westinghouse, endazyarê amerîkan
- 1942 – Robert Bosch, pîşesazê alman
- 2003 – Feqî Huseyîn Sagniç, zimannasê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1781 – Gerstêrka Pergala rojê ya heftem, Ûranûs hate vedîtin.
- 1921 – Mongolyayê ji Çînê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1938 – Awistriya tevlî Almanyaya Hîtler bû.
- 1940 – Şerê Zivistanê: Bi teslîmbûna Fînlendayê şerê di navbera wan û Rûsyayê de bi dawî bû.
- 1990 – Li Bakurê Kurdistanê destpêkirina serhildanan (Nisêbîn, Cizîr)
- 1991 – Bajarên Akrê, Zaxo û Berdareş ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1992 – Li bajarê Ezirganê (Bakurê Kurdistanê) erdhejeke bi mezihaniya 6,8 a li gorî pîvanên richter rû da. Di encama vê karesatê de 653 kes mirin û 3850 kes jî brîndar bûn.
- 1995 – Mamosteyê Zanîngeha Bilind Dr. Seleh Hewramî li bajarê Hewlêrê di encama suîkastekê de jiyan xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1900 – Giorgos Seferis, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1978 – Abdusamet Yigit, Nivîskarê kurd
Mirin
- 1901 – Benjamin Harrison, serokdewletê 23em ê DYA'yê
- 1975 – Ivo Andrić, dîplomat û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1990 – Bruno Bettelheim, psîkologê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1939 – Slovakyayê di bin zexta Almanya de serxwebûna xwe îlan kir.
- 1951 – Şerê Koreyê: Cara duyem hêzên Neteweyên Yekbûyî bajarê Sêûlê zemt kirin.
- 1960 – Li Kongoya Belçîkayê rêvebiriya leşkerî hate îlankirin.
- 1962 – Konferansa bêçekkirinê ya Cenevreyê dest pê kir.
- 1978 – Îsraêlê başûrê Libnanê dagir kir.
- 1980 – Li Polonyayê, li nêzîkê Warşovayê balafirek kete xwar. Di encamê de 87 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1990 – Serhildana gel li bajarên Bakurê Kurdistanê; Şirnex, Amed, Mêrdîn, Qoser, Misirc, Silopî û gelek belde û gundan destpê kir û heta roja 22'ê adarê dom kir. Gelek serhildêr ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
- 1991 – Beldeyên Başûrê Kurdistanê, Dihok û Amêdiyê ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1992 – Civîneke bilind ya bi navê "Ji bo Rizgarkirina Cîhanê" li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîlê hate lidarxistin û serokênerdûnî, kûnbûna tebeqeya ozonê, hate destgirtin û wergirtina gelek tedbîran hate destnîşankirin, lê di civînê de di mijara "ka evê kengî û çawa werin pêkanîn" li hevnekirin.
- 2001 – Li Tirkiyeyê ku yek ji welatên pereyê wê zêde ne bi qîmete, dolareke amerîkî derket milyonek lîreyê tirk.
Jidayîkbûn
- 1879 – Albert Einstein, zanyarê alman
- 1903 – Mistefa Barzanî, general û rêberê mezin ê kurd
- 1908 – Maurice Merleau-Ponty, fîlozofê fransî
- 1942 – Emin Çölaşan, rojnamevanê tirk
- 1964 – Ferhat Tunç, hunermendê kurd
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1493 – Krîstofor Kolumbus piştî geşta xwe ya yekem a Amerîkayê, vegereha Spanyayê.
- 1564 – Ekberê Mezin baca li ser gelê ne misilman a bi navê cizyeyê, rakir.
- 1820 – Maine bû dewleta 23em a DYAyê.
- 1939 – Şerê cîhanê yê duyem: Naziyan herêmên Bohemya û Moravya yên Çekoslovakyayê dagir kirin.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên almanan cara duyem bajarê Xarkîv a li Ûkraynayê ji destê Sovyetan standin.
- 1990 – Mîxaîl Gorbaçov weke serokdewletê yekem ê Yekîtiya Sovyetan hate hilbijartin.
- 1991 – Bajarê Şêxan û gundên derdora wê ji aliyê xelkê deverê ve hatin azad kirin.
- 2002 – Bilind Salih albûma xwe yekem a bi navê Bêrîvan derxist.
- 2011 – Yekemîn rojnameya bi kirdî Newepel li bajarê Amedê derket.
Jidayîkbûn
- 1767 – Andrew Jackson, serokdewletê heftem ê DYAyê
- 1830 – Paul von Heyse, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1854 – Emil von Behring, bakteriyologê alman
- 1888 – Refik Halit Karay, nivîskarê tirk
- 1930 – Jores Alfyorov, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- BZ 44 – Julius Caesar, împeratorê Romayê
- 1921 – Talat Paşa, siyasetmendê tirk
- 1937 – H. P. Lovecraft, nivîskarê amerîkan
- 1962 – Arthur Compton, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1920 – Bajarê Stembolê ji aliyê Hêzên Hevalbend ve hate dagirkirin.
- 1926 – Profesorê amerîkî Robert Hutchinson Goddard yekem roketa ku bi şewata gaza rahn kar dike pêşxist. Roketa ku bi gaz û oksîjena rahn kar dikir 12 metre û nîv bilind bû û 56 metre rê digirt.
- 1945 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Brîtanyayê di 20 deqeyan de 99% bajarê Würzburgê bi bombeyan xera kirin. Di encamê de 5.000 kes mirin.
- 1958 – Şîrketa hilberîner a otomobîlan Fordê erebeya xwe ya hejmara 50 milyonî çêkir.
- 1971 – Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan piştî pevçûna li Gemereka Sêwasê hatin girtin.
- 1972 – Biryara dardekirina pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li parlemen û senatoya Tirkiyeyê hate erêkirin.
- 1988 – Komkujiya Helebceyê: Rejîma dagirker a Sedam Huseyn li bajarê Helebceyê (Başûrê Kurdistanê) 5 hezar kurd bi madeya kîmyewî qetilkirin û 10 hezar kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1751 – James Madison, serokdewletê çarem ê DYAyê
- 1839 – Sully Prudhomme, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1905 – Henry Fonda, lîstikvanê amerîkî
- 1911 – Josef Mengele, bijîşkê naziyan
- 1918 – Frederick Reines, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1914 – Charles Albert Gobat, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1940 – Selma Lagerlöf, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1521 – Macellan, Fîlîpîn keşif kir. Macellan ji bo li cîhanê bigere, di sala 1519´an de bi rê ket, piştî 2 salan Fîlîpîn keşîf kir.
- 1861 – Keyaniya Îtalyayê hate îlankirin.
- 1925 – Li Amerîkayê di encama bablîsok û bagerê de 900 kes mirin.
- 1948 – Wezîrê karê derve yên welatên Belçîka, Fransa, Holenda, Îngilistan û Lûksembûrgê beymana Brûkselê mohr kirin. Peymana di navbera van dewletan de tevî hevkariya civakî û çandî de parastineke kolektîf ya bi 50 sal muhdet pêş didît.
- 1958 – Fidel Castro, li hemberî rejîma Batîsta serî hilda.
- 1959 – Yekem filîma dahênerê ekola Pêlên Nûyê ya frensî, derhêner Jean Luc Godard "Evîndarên Serserî" li Fransayê hate nîşandan. Di wan salan de, di nava vê ekolê de ev filîm girîngttirîn nimune ye.
- 1963 – Li Baliyê çiyayê Agung ê volkanîk teqiya, di encamê de 11.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1994 – Li navenda bajarê Amedê karkerê TEK´ê yê binavê Mehmet Kadrî di encama êrîşeke çekdarî de bi awayekî faîlê wî ne diyar hate kuştin.
- 2004 – Li Kosovayê albanan êrîşî serban kir. Di encamê de 16 serb û 11 alban mirin. Herwiha 100 serb û 300 alban jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1834 – Gottlieb Daimler, endazyarê alman
- 1920 – Şêx Mucîburrehman, damezrînerê Bangladeşê
Mirin
- 1937 – Austen Chamberlain, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1945 – Bajarê Berlînê ji aliyê DYAyê ve hate bombebarankirin.
- 1948 – Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr NATO hate sazkirin.
- 1953 – Li navçeyên herêma Marmarayê Gönen, Pazar, Çan û Yeniceyê erdhej çêbû. Di erdhejê de nêzî 10 hezar avahî hilweşiyan û 260 kes mirin.
- 1962 – Şerê ku 7 salan li Cezayîrê domkiribû, bi dawî bû.
- 1963 – Fransayê yekem ceribandina nûkleerî ya bombeya atomê kir.
- 1965 – Kozmonotê Sovyetê yê rûsî Alexei Lenovov yekem car li ser li fezayê meşiya. Lenovov bi 2 hezar û 177 kîlometir bilindahiyê bi keştiya ezmanî ya bi navê „Voskhod" yanî „Rojhilat" bi qasî 20 deqan di valatiyê de ma. Lenovov ji vî wextî tenê 12 deqe 9 saniyan bi meşê derbas kir.
- 1979 – Di ecama êrîşeke dewleta Îranê de, ya li ser bajarê Sineyê, bi sedan xelkê bajêr yên kurd jiyana xwe ji dest dan.
- 1993 – Agirbesta ku PKKê îlan kiribû destpê kir. PKKê heta 15'ê nîsanê bi awayekî yek alî li hemberî artêşa tirk şer rawestand.
- 1997 – Balafira bi tîpa rûs AN-24 li Tirkiyeyê ket. Di encama bûyerê de 50 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1828 – William Randall Cremer, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1837 – Grover Cleveland, serokdewletê 22em û 24em ê DYA'yê
- 1936 – Frederik Willem de Klerk, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1986 – Lykke Li, stranbêja swêdî
Mirin
- 1980 – Erich Fromm, psîkoanalîst û lêkolîner
- 1996 – Odysseus Elytis, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1951 – Li bajarên Kurdistanê, Erzirom û Gimgimê erdhej çêbû.
- 1958 – Karesata herî mezin a di dîroka deryavantiya Tirkiyeyê de li kendava Îzmîtê qewimî. Keştiya bi navê „Üsküdar" lûqî bin avê bû û 160 kesên tê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
- 1965 – Li Amasyayê li kana komirê ya lînyîtê ji sedema grîzûyê teqîn çêbû, di encamê de 68 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
- 1991 – Li bajarê Kurdistanê Kerkûkê raperîn destpê kir.
- 1994 – Li bajarê Izmîrê Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇM vebû.
- 1994 – Gundê bi navê Ûranis ê ser bi navçeya Tetwanê ve ji aliyê leşkerên tirk ve hate şewitandin û valakirin.
- 1998 – Gerîlayê kurd Hüseyîn İşçan yê bi navê kod Sabrî Nurhak li Amanosê di encama şerekî bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1742 – Túpac Amaru II, serhildêrê perûyî
- 1949 – Valery Leontiev, stranbêjê rûs
Mirin
- 1406 – Ibn Xeldûn, dîrokzan û siyasetmendê misilman
- 1987 – Louis de Broglie, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z.612 – Li gorî efsaneyê, Kawayê Hesinker Dehaq têk bir. Ev bûyer bi cejna Newrozê hate pîrozkirin.
- 1345 – Gerstêrkên Behram, Keywan û Berçîs rastî hev hatin.
- 1968 – Dewleta Tûnisê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1978 – Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK bi armanca hişyarkirina faşîzmê li Tirkiyeyê çalakiyeke karberdanê ya 2 saetan li dar xist.
- 1988 – Hêzên artêşa Îraqê êrîşî çiyayê Qendîlê yê li nêzîkî bajarê Silêmaniyê kirin. Êrîş, 12 rojan berdewam kir û rejîma Îraqê li vê derê jî çekên kîmyewî li dijî xelkê herêmê bikar anî. Lewma kurdên deverê ji neçarî herêm terikandin. Ev êrîş weke enfala duyem tê bi navkirin.
- 1991 – Serhildana ku ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê di 19'ê adarê de destpê kir, 20 adarê de bi azadkirina tevahiya Kerkukê bi dawî bû.
- 1994 – Serokê Komîteya Piştgirîvaniya bo Kurdistanê Theofilos Georgeados ji aliyê du êrîşkaran ve li Nîkosiyayê hate kuştin.
- 1995 – Dewleta tirk bi 35 hezar leşkeran êrîş bi ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan gundiyên kurd hatin qetilkirin. Ev êrîşa mezin ya dewleta Tirk weke Operasyona Polayê (Çelik Operasyonu) tê naskirin.
Jidayîkbûn
- 1828 – Henrik Ibsen, rewşenbîr û nivîskarê norwêcî
- 1911 – Alfonso García Robles, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1980 – Polat Can, nivîskarê kurd
Mirin
- 1727 – Isaac Newton, zanyarê îngilîz
- 1916 – Ota Benga, mirovekî pîgme yê kongoyî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1590 – Li Stembolê di navbera Sefewî û Osmaniyan de peymanek hate mohrkirin. Li gorî vê peymanê, Loristan û Şarezor dikeve bin destê Osmaniyan.
- 1979 – Rêxistina bi navê Bizotnewey Sosyalîstî Kurdistan BSK ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK cihê bû.
- 1982 – Ji kadroyên sereke yên PKKê û di heman demê de endamê komîta navendî ya PKK'ê Mazlum Dogan di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên kuftikê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê agir berda laşê xwe.
- 1985 – Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê ERNK hate damezirandin.
- 1986 – Dewleta Sûriyê êrîşî ser xwepêşandanên Newrozê yên li Şam û Qamişloyê kir.
- 1990 – Zekiye Alkan, li Amedê xwe di roja Newrozê de şewitand.
- 1992 – Rahşan Demirel bi navê xwe yê kodî Sosin li Qedîfeqeleya Izmîrê xwe di roja Newrozê de şewitand.
- 1994 – Bêrîvan û Ronahî xwe di roja Newrozê de li bajarê Mannheim a Almanyayê şewitandin.
- 1995 – Dewleta Tirkiyeyê, ku heta wê rojê cejna Newrozê qedexe dikir û kesên rengê kesk û sor û zer hildigirtin êrîşî wan dikir, îlan kir ku cejna Newrozê ya tirkan e û ev bi deh salane tê pîrozkirin.
Jidayîkbûn
- 1949 – Slavoj Žižek, felsefevan û psîkoanalîstê slovenî
Mirin
- 1982 – Mazlum Doğan, yek ji kadroyên sereke yên PKKê
- 1990 – Zekiye Alkan, keça kurd
- 2008 – Çerkezê Reş, helbestvan û nivîskarê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1896 – Yekem bazdana Maratonê Charilaos Vasilakos qezenç kir.
- 1904 – Yekem car, li Amerîkayê di rojnameyekê de (Daily Illustrated Mirror), wêneyê bi reng hate weşandin.
- 1946 – Serxwebûna Urdunê hate îlankirin.
- 1952 – Li Frankfurtê balafireke bi tîpa KLM kete xwarê, 44 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.
- 1978 – Di berxwedana ku Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK'ê lidar xist, 88 xwendekar û 14 karker û sendîkavanek hate girtin. Piştî destpêkirina berxwedanê bi tevlîbûna hin wezîran jî Komîteya Ewlekariyê li hev civiya.
- 1979 – Parlemena Îsraîlê, bi Misirê re Peymana Aştiyê erê kir.
- 1997 – Stêrkadûmdar a bi navê Hale-Bopp, di saetê de 160 kîlometir di ber dinyayê re derbas bû. Derbasbûna Stêrkadûmdar a bi çav dihate dîtin, li hemû cîhanê ji aliyê milyonan kes ve bi baldarî hate pêşwazîkirin.
- 1999 – Weşana MED TV'yê hate rawestandin û lîsansa wê ya weşanê hate betalkirin.
Jidayîkbûn
- 1868 – Robert Andrews Millikan, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1913 – Sabiha Gökçen, yekemîn pîlota Tirkiyeyê
Mirin
- 1832 – Goethe, nivîskarê alman
- 1892 – Nîkolay Gogol, nivîskarê roman û şanoyê
- 1992 – Rahşan Demirel, çalakvana kurd
- 2001 – Sabiha Gökçen, yekemîn pîlota Tirkiyeyê
- 2011 – Elizabeth Taylor, aktrîsa îngilîz-amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1066 – Stêrkadûmdar a bi navê Halley cara hijdehemîn derbas bû.
- 1781 – Gerstêrka bi navê Ûranûs hate kifşkirin.
- 1912 – Îtalyayê êrîşî ser 12 giravan kir.
- 1918 – Lîtvanyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1919 – Benito Mussolini li Îtalyayê tevgera faşîst da destpêkirin.
- 1925 – Li Tirkiyeyê rêveberiya leşkerî meheke din hate dirêjkirin.
- 1956 – Sûdanê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1956 – Li Pakistanê jî komara îslamî hate îlankirin.
- 1999 – Sekreterê giştî yê NATOyê Solana, ji bo destpêkirina tevgera hewayî ya li dijî Yûgoslavyayê ferman da.
- 2006 – Cara yekem li Tirkiyeyê televizyoneke taybet Gün TV dest bi weşana kurdî kir.
Jidayîkbûn
- 1900 – Erich Fromm psîkoanalîst û lêkolîner
Mirin
- 1960 – Seîdê Nûrsî, rêberê dînî yê kurd
- 2002 – Seydayê Tîrêj, helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1837 – Li Kanadayê mafê dengdanê ji reşikan re hate dayîn.
- 1898 – Yekem otomobîl hate firotin.
- 1923 – Ji ber êrîşên îngîlîzan Şêx Mehmûdê Berzencî û şoreşgerên kurd neçar man ku bajarê Silêmaniyê terk bikin û herin navçeya Sûrdaşî ya li nêzîkî Silêmaniyê.
- 1924 – Li Yewnanistanê komarî hate îlankirin.
- 1944 – Îngîlîzan, bajarê Berlînê bombebaran kirin.
- 1957 – Yekîtiya Ewropayê hate damezirandin.
- 1998 – Sema Yüce li girtîgeha Çanakkaleyê ji bo şermezarkirina xiyanetê agir berda canê xwe.
- 1998 – Di pêşbirka 70em a Xelatên Oskarê de filîmê bi navê Titanic di 11 beşan de hêjayî xelatê hate dîtin.
- 1999 – Piştî talîmata sekterê giştî yê NATOyê, li ser Yûgoslavyayê êrîşa hewayî destpê kir.
Jidayîkbûn
- 1897 – Wilhelm Reich, civaknas û psîkyatrîstê ji Awistirya-Macaristanê
- 1926 – Dario Fo, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1965 – The Undertaker, gemşevanekî amerîkî
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1669 – Li Sîcîlyayê çiyayê-agirîn teqiya, di karesatê de 200.000 kes mirin.
- 1807 – Yekem trêna rêwîhilgir, li Îngilistanê dest bi seferê kir.
- 1821 – Yewnanistanê belavoka serxwebûna xwe belav kir.
- 1895 – Îtalyanan Etiyopya dagir kirin.
- 1896 – Olîmpiyatên modern, li Atînayê destpêkirin.
- 1915 – Yekem qezaya binê deryayê li Amerîkayê qewimî. Keştiya binê avê ya F-4 a amerîkan noqî avê bû.
- 1930 – Li paytexta Ermenistanê rojnameya bi kurdî, Riya Teze, dest bi weşana xwe kir.
- 1957 – Civata Aborî ya Ewropayê li Romayê hate sazkirin.
- 1976 – Serokê serhildana Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1914 – Norman Ernest Borlaug, zanistê xwediyê Xelata Nobelê
- 1969 – Beser Şahîn, stranbêja kurd
Mirin
- 1914 – Frédéric Mistral, helbestvan û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Vladîmîr Mînorskî, kurdnasê rûs
- 1976 – Îhsan Nûrî Paşa, serokê serhildana Agiriyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1668 – Li Hindistanê îngilîzan kontrola Bombayê bidest xistin.
- 1812 – Li Caracasê erdhej çêbû, 20 hezar kes di encama karesatê de mirin.
- 1910 – Henri Fabre yê fransî, yekem car balafira deryayê îcat kir.
- 1913 – Şerê yekemîn yê Balkanan bi dawî bû.
- 1942 – Naziyan, dest bi şandina cihûyan a kampa komkirinê yên Auschwitzê kirin.
- 1971 – Bangladeşê danazana Serxwebûna xwe belav kir. Lê belê piştî ku Bangladeşê serxwebûna xwe îlan kir, li Rojhilatê Pakistanê îcar şerê nav xweyî dest pê kir.
- 1975 – Melikê Erebistana Siyûdî di encama sûîkastekê de hate kuştin.
- 1979 – Di navbera Îsraîl û Misirê de li Washington D.C. peymana aştiyê hate mohr kirin.
- 1982 – Li bajarê Îdirê di encama aşûtê de 15 kes mirin.
- 1989 – Li Yekîtiya Sovyetê hilbijartina yekemîn Boris Yeltsin qezenç kir.
Jidayîkbûn
- 1874 – Robert Frost, helbestavnê xwediyê Xelata Pulitzerê
- 1905 – Viktor Frankl, neurolog û psîkyatrîstê awistriyayî
- 1913 – Paul Erdős, matematîkvanê macar
- 1938 – Anthony James Leggett, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1951 – Carl Wieman, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1914 – Yekem car li Brukselê xwîna mirovekî ji bo mirovekî din hate neqilkirin.
- 1924 – Kanadayê, daxûyakirin ku ew Yekîtiya Sovyetê bi fermî nas dike.
- 1950 – Holendayê, daxûyakirin ku bi ew bi fermî Komara Gel a Çînê nas dike.
- 1968 – Kozmonotê Sovyetê yekem mirovê derket fezayê Yurî Gagarîn di 34 saliya xwe de di qazayeke balafirê de mir.
- 1970 – Li Gedîzê erdhejeke li gorî pîvana Richterê 9 pile, qewimî. Di karesatê de 1087 kes mirin, bi hezaran kes jî bê star û bê mal man.
- 1977 – Li giravên Qenariyê, balafirên bi tîpên KLM û Pan Am li hev qelibîn, di encamê de 583 kes mirin.
- 1991 – Bajarê Kerkûkê ku ji aliyê xelkê kurd ve hatibû rizgakirin, ji aliyê rejîma Îraqê ve bi heftiyekê hate dagirkirin. Di encam dagirkirinê de bi sedan kurd hatin kuştin, gelek ji wan jî ber bi çiyan û sînoran ve der bi derbûn.
- 1997 – Li eyaleta Amerîka Kalîforniyayê 39 kesan bi hev re întîhar kirin.
Jidayîkbûn
- 1845 – Wilhelm Conrad Röntgen, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1901 – Eisaku Satō, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1963 – Quentin Tarantino, derhênerê amerîkî
Mirin
- 1967 – Jaroslav Heyrovský,kîmyager û dahênerê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1802 – Asteroîda Pallasê ji aliyê Heinrich Wilhelm Olbers ve hate vedîtin.
- 1839 – Şerê navxweyî yê Spanyayê bi dawî bû.
- 1854 - Navbera Fransa û Rûsya de Şerê Kirimê destpê kir.
- 1866 – Yekem ambulans dest bi kar kir.
- 1917 – Osmaniyan, cihû ji Telavîvê derxistin.
- 1937 - Adolf Hitler firoşgehên [[Mûsewîtîne|Yahûdîya] îzrab kir.
- 1939 - Bajarê Madrîd ket destê Francisco Franco û şerê navxweyî yê Spanyayê xîlas kir.
- 1946 - Juan Peron, weke serokkomarê Arjentînê hate hilbijartin.
- 1949 – Tirkiyeyê, Îsraîlê bi fermî nas kir.
- 1963 – Cevdet Sunay, weke serokkomarê Tirkiyeyê hate hilbijartin.
- 1965 - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayêde di Alabama yê de serokatîya Martin Luther King, 25 hezar meriv ji bo gelê sîvîl bi hev re meş kirin.
- 1970 - Tirkiyeyê li herêmê Ege yê de erdhejî çê bû 1086 kes mir.
- 1986 – Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan, HRKê, Mahsum Korkmaz li çiyayê Gabarê şehîd ket.
- 2000 – Heyetek ji Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê hate Amedê. Serokê heyetê ,parlementerê macar, Andres Barsoniy bersiv da gotinên Bülent Ecevit ên weke "Li herêmê pirsgirêka Kurdî tune, pirsgirêka feodal heye. Barsoniy got; "Hûn navê wê çi lê dikin bikin, li herêmê pirsgirêkek heye û divê ev pirsgirêk were çareserkirin."
- 2006 - Bûyerên Amed (2006 Adar):Li Amedê merasîma cenaze yê pêşmergeyên HPG de, polîsên Tîrkîyeyê mudaxile kirin. Bûyerên mudaxileyê polîsan destpê kirî 4 roj berdewam kir û encamê bûyarê de 14 meriv mir.
Jidayîkbûn
- 1592 - Jan Amos Comenius nivîskarê Çekî (M.1670)
- 1862 – Aristide Briand, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1868 – Maksîm Gorkî, nivîskarê rûs
- 1928 - Zbigniew Brzezinski siyasetmedarekî amerîkî
- 1930 – Jerome Isaac Friedman, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1948 – Grîşayê Memê, nivîskarê kurd
- 1986 - Lady Gaga, stranbêjeke amerîkî
Mirin
- 1941 - Virginia Woolfnivîskarê Îngilîz
- 1969 – Dwight Eisenhower, 34emîn serokdewletê DYAyê
- 1986 – Mahsum Korkmaz, fermandarê HRKê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1798 – Komara Swîsreyê hate damezirandin.
- 1929 – Ekrem Cemîl Paşa, ji bo sîxurên Atatürk ên li pey wî, mecbûr ma here Sûriyê.
- 1965 – Li Arjentînê derbeya leşkerî pêk hat.
- 1972 – Piştî 20 salan yekem car destûra derbasbûnê ji Berlîna Rojava ber bi Berlîna Rojhilat ve hate dayîn.
- 1973 – Piştî peymana agirbestê ya 27ê kanunê ya di navbera Viyetnam û DYAyê de hêzên Amerîkayê di rojeke weke îro de Viyetnam terikandin.
- 1991 – Fermandarê ARGKê Haydar Altun li Botanê dîl kete destê leşkeran û piştre jî hate kuştin.
- 1994 – Hêzên dewletê bi darê zorê koricitî li ser gundiyên Bêavî û Basûkê yên ser bi Şirnexê ferz kir. Lê dema ku gundiyan ev yek qebûl nekirin, gund dan ber bombeyan û di encama bombebaranê de 41 kurdan jiyan xwe ji dest dan.
- 2004 – Bulgaristan, Estonya, Lîtvanya, Letonya, Romanya, Slovakya û Slovenyayê ji bo NATOyê hatin pejirandin.
Jidayîkbûn
- 1790 – John Tyler, siyasetmedarê amerîkî
- 1941 – Joseph Hooton Taylor Jr., astrofizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1910 – Şêx Evdirehmanê Axtepî, helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1912 – Siltanê dewleta Fasê Mulay Hafid, peymanek mohir kir ku li gorî vê peymanê welatê wî dikeve bin desthilatiya Fransayê.
- 1944 – Balafirên îngîlîzan Neirenbergê bombebaran kirin.
- 1945 – Rûsyayê, dewleta Awistriyayê dagir kir.
- 1947 – Li meydana Çwarçira ya bajarê Mehabadê serokê Komara Mahabadê, Qazî Mihemed, û serkideyên din hatin darvekirin.
- 1976 – Evroj weke roja xakê ya Filistînê hate îlankirin. Her sal di 30ê adarê de filistînî vê rojê weke roja Axa Niştiman pîroz dikin.
- 1995 – Televîzyona Kurdî MED-TVyê dest bi weşana xwe ya ceribandinê kir.
- 1981 – Li Washingtonê li hemberî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Ronald Reagan, sûîkastek çêbû. Di sûîkastê de Reagen bi birîndarî rizgar bû. Tê îdîakirin ku sûîkast ji aliyê Neo-Naziyekî ve hatiye kirin.
Jidayîkbûn
- 1844 – Paul Verlaine, helbestvanê fransî
- 1853 – Vincent van Gogh, wênesazê holendî
Mirin
- 1896 – Seyîd Fehîmê Arwasî, zanyarê kurd
- 1947 – Mihemmed Huseyîn Saîf Qazî, wezîrê parastinê yê hikûmeta Komara Mahabadê
- 1947 – Hacî Baba Şêx, serokwezîrê Komara Mahabadê
- 1947 – Qazî Mihemed, serokê Komara Mahabadê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1651 – Li Perûyê erdhejeke dijwar qewimî.
- 1745 – Cihû ji Pragê hatin dertixûbkirin.
- 1880 – Cara yekem bi temamî bi elektrîkê bajar hate ronîkirin.
- 1889 – Barûya Eyfelê ya li payexta Fransa, Parîsê, hate vekirin.
- 1918 – Ji bo sûdwergirtina ji tava-rojê pergala katjimêra havînê cara yekem li Amerîkayê hate pêkanîn.
- 1923 – Yekem maratona dansê li New Yorkê bi dirêjahiya 27 saetan hate kirin.
- 1986 – Balafira rêyên-hawayê ya Meksîkayê, Boeing 727 kete xwarê, 167 kes mirin.
- 1991 – Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Îraqê, dest bi koçberiyeke mezin kirin ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn û derketin dervehî sînoran.
Jidayîkbûn
- 1596 – René Descartes, fîlozofê fransî
- 1809 – Nîkolay Gogol, nivîskarê rûs
- 1890 – William Lawrence Bragg, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1906 – Sin-Itiro Tomonaga, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1914 – Octavio Paz, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1917 – Emil von Behring, bakteriyologê alman
- 1980 – Jean-Paul Sartre, nivîskar û fîlozofê rêbaza hebûnparêziyê
- 1995 – Selena, stranbêja amerîkan
- 2001 – Clifford Shull, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2004 – Arsênê Reşît Polatov, hunermendê pandomîmê yê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn