René Descartes
René Descartes (z. 31'ê adarê 1596 – m. 11'ê reşemiyê 1650) matematîknas, zanyar û fîlozofê Fransî bû. Ew bi piranî li ser hebûna Xwedê mentiq kolaye.
René Descartes | |
---|---|
![]() René Descartes | |
Jidayikbûn | 31'ê adarê 1596 |
Mirin | 11'ê reşemiyê 1650 |
Esil | Fransî |
Destûrname | Platon, Aristoteles, Ibn Sîna, Xezalî |
Pîşe | metafîzîk û Xwedazanî û fîlozof |
Dîn | Xirîstîyan |
![]() | |
biguhêre![]() |
Jiyana wî biguhêre
Di sala 1596an de li La Haye (Descartes) ji dayik bû. Descartes zarokek zeîf bû û herdaî nexweş bû. Xwendina xwe li kolejek Cizwît a li Anjouyê kir. Di sala 1616an de ji Zanîngeha Poitiersê dîploma dadê girt. Di ciwantiya xwe de di artêşê de cih girt. Li gellek deveren geriya û li bajarên cuda ên Ewropayê jiya. Di sala 1628'an de vegeriya Fransayê û li ser felsefe û optîkê hin cerb kirin. Di heman salê li Holendayê bi cih bû.
Di sala 1649'an de Şahbanûya Swêdê Christina ew vexwendî Stockholmê kir. Descartes li Stockholmê bi cih bû ders dan Şahbanûya Swêdê. Li ser daxwaza Şahabanû Descartes mecbûr dima saet li pêncê sibê di serma wî welatî de rabe û ders bide. Bi du sê mehan piştî çûna xwe ya Swêd ji ber sermê zatûre ket û di 11 Sibat 1650'de jiyana xwe ji dest da.
Descartes gellekî alîkariya wî li ser mijarên matematîk û optîkê bûye.
Di serî de Spinoza û Leibniz gellek fîlozof di bandora wî de mane.
Ramanên wî mîna "Difikirim naxwe heme" (Cogito ergo sum) îro jî di gellek berheman de cih digre.
Descartes mîna bavê felsefa nûjen tê pejirandin .
Berhemên wî biguhêre
- Discours de la méthode
- Meditationes de prima philosophia
- La Géométrie
- Le Monde, ou Traité de la Lumière
- La Dioptrique
- Les Météores
- Musicae compendium (1618)
- Regulae ad directionem ingenii (1628)
Girêdanên derve biguhêre
- Rene Descartes – 1596-1650 - Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-03-14 li ser Wayback Machine
- Felsefeya Zanayiyê ya Rene Descartes - Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine
- Taybetmendiyên Şika Metodîk Ya Descartes- Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-03-14 li ser Wayback Machine