Felsefe an fîlozofî an jî retkok, wekî zanisteke bingehîn a zanîna civak û xwezayê û zagonên hişmendiyê yên bingehîn û jêderka zanistê, tê zanîn. Di kurdî de "hiziratî" ye. Mirov bi xêrga zanistê dibe xwedî hiş, feraset û ramaneke gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanînê, ya zanînê jî bêyî felsefeyê ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe, zanista zaninê bi xwe ye.

Wêneyê erebî ji serdema navîn a Arîstoteles ku xwendekarek fêr dike .

Koka felsefeyê, ji peyva hevedudanî ya ku ji philia, anku “hez”, hezkirin” û sophia, anku “pirzan”, “zanatî” pêk hatiye û li “philosophia” ango felsefeyê dageriyaye. Îcar ji kesê ku bi kurahî li ser felsefeyê hûr dibe re jî philosophos “feylesof” tê gotin. 'Philosophos' (feylesof), tê wateya kesê/a ku li ser bastûra heyberan lêkolîn û dahûrandinê dike. Li gora çavkaniyên dîrokî, kesê ku cara yekem ev gotin bikaranî ye feylesofê navdar Pîtagoras e.

Fîlozof an jî feylesof kesê ku bi felsefê re mijûl dibe û dixwaze ramanên felsefê pêşve bibe ye.

Felsefe, kartêkeriya ramanê ya pêkanîna derencamên rexeneyî, yên gelşên hebûn û wateyê ye. Ango lêgerîna nêzîkdayinên zanistî û zanyariyê ye. Felsefe, bi çanda Yewnanî ya kevnar re derketiye holê. Di dîroka mirovahiyê de ew her gav wekî destpêka zanîn û şarezahiyê hatiye dîtin û pejirandin.

Felsefe, wekî [zanist/zanisteke] bingehîn a zanîna civak û xwezayê û zagonên hişmendiyê yên bingehîn û jêderka zanistê, tê zanîn. Bi rastî jî wisa ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş, feraset û ramaneke gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanînê, ya zanînê jî bêyî felsefeyê ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe, zanista zaninê bi xwe ye.

Wekî ku li jor jî hate diyarkirin, riknê hemû cureyên zanînê felsefe ye. Her çend ku zanîn û zanyariyên wekî fîzîk, kimya, aborî, dîrokê û hwd. yên civaknasiyê, wekî zanînên xweser bêne zanîn û qada wan ji ya felsefeyê cuda bê xuyakirin jî , dîsa peywendiya van zanyariyan rasterê bi felsefeyê re heye. Lewre hemû zanîn û zanyarî, bi pêşveçûna dîrokê û têkûzayiya mirovahiyê re diguherin û wate û têgînên wan ên hundirîn li şêweyeke din dadigerin. Belê zanîna komên felsefî gelekî zexm û tirûşdar e. Heta wate û têgihên felsefeyê zû bi zû nayên guhertin. Ango temendirêj û tîmî û mayîn de ne. Ji bo wê mirov dikare bibêje felsefe, wekî hemû şaxên zanînê; sparteka civaknasiyê ye jî. Belê dîsa çawa ku mirov nikare eynîbûna felsefeyê û şaxên zanînê yên din bipejirîne; mirov nikare jê cudabûna wan jî bipejirîne. Dibe ku her şaxên zanînê, ne felsefe bi xwe be, belê ji kûrahiya felsefeyê dinisilin û ji zanista felsefeyê sûdê werdigirin. Ango qurma hemû guliyên zanistê felsefe ye.

Kesê/a ku felsefeyê nexwîne an jî hayê wî/ê ji felsefeyê tune be, nikare wateya tu têgîn û rasteqîniyan dayne an jî bûyer û rûdanên gelemperî bi wateyeke rastîn şirove bike. Felsefe, hilika zanistê ye. Mirovê/a ku ji felsefeyê sûdê werbigire û li gora rêbaz û azîneyên zanistê tev bigere, dê bikaribe sedem û encama bûyeran bibîne araseyî rêya çareseriyê bibe. Dê bûyer û geşedaniyên gerdûnî li gora rêzana sedem û encamê şirove dbike û bigihîje encamekê.

Felsefe, teşegirtina hişmendiyên civakî ye. Ji zanîna hilberiyê bigir heta ya aboriyê, ji zanîna dîrokê bigir heta ya çand û civaknasiyê; ji zanîna perwerdehiyê bigir heta ya çand û wêjeyê... hemû şaxên zanînê û nêzîkdayinên zanistî li ser hîmê felsefeyê têne rûnandin û bicihkirin. Wekî din jî felsefeya zanistî, peresîna zagonên civakî û civaknasiya zanistî yên giştî derdixe holê. Bi rastî, civaknasiyê zanistî li ser hîmê felsefeya zanistî tê damezrandin. Belê ligel van hemûyan felsefe jî li gora hêz û pêwendiyên hilberiyê dirûv û teşe digire.

Ferhengnasên felsefeyê yên navdar P. Yudîn û M. Rosenthal girîngiya felsefeyê nîşan didin û wisa dibêjin: “Felsefe, navgîniyeke hêzdar ya zanîn, livbatî û çalakiyên mirov e. Felsefe, pêkereke çalak a ku her gav zandarî û kardariyê pêş ve dibe ye. Bi feraseteke felsefeyeke wisa re, beşên felefeyê; ango derûnnasî (psîkolojî), civaknasî (sosyolojî), sinc û gewzîn her diçin li zanînên xweser ên ku wekî kevneşopiyên felsefeyê tên zanîn, dadigerin. Rast e. Wekî berê jî hate diyarkirin ; hemû beşên zanînê xwe dispêrin felsefeyê. Lewre armanca hemû beşên zanîn û zanyariyê, dîtina pêwendiya navbera tişte û kirdeyê ye. Hin zanîn an jî zanyariya tişteyê wekî bingeh, hin jê jî kirdeyê wekî bingeh dipejirînin. Jixwe gengeşiya gelemşeya navbera hemû zanînan jî ji vir dest pê dike. Wekî ku tê zanîn, jêderka hemû zanînan felesfe ye û felsefe jî bi gelek cûre, çêşn û xalên girîn ji hev û din vediqete. Belê du herikînên felesefeyê yên bingehîn hene: Yek, Felsefeya mengîwer (îdealîst) du; Felsefeya pêzewar (materyalîst). Felsefeya mengîwer, ramanê (îdeyê) û ya pêzewar jî daringê wekî diyarker dibîne. Ji roja ku felsefeyê dest pê kiriye û heta îro, gengeşiya navbera herdu ferasetên felsefî bi hemû dijwariya xwe didome û dê bidome jî. Ji do heta îro, pêrêzkarên herdu ferasetên felsefeyê, yek jê Hegel, yê din jî Engels e. Hegel li gor demê ramanê, û Engels jî daringê wekî bingeh dibîne. Gengeşî jî bi gelemperî li ser van herdu hîman didome. Engels dibêje: “Ew mirovê ku hegel seberjêrkî daleqandibû me li ser piyên wî da rûnandin.” Marks jî dibêje:” Me tiştek li xwezayê zêde nekir. Tenê me ew, wekî ku dixuye hilda dest û şirove kir.” [çavkanî hewce ye] Parêzkarên felsefeya mengîwer, Calvin û Luther jî ramanên xwe yên perevajî felsefeya pîzewar ku li gora dogmayên olî teşe girtine, bi vî awayî tînin zimên û dibêjin: “ Divê hest, raman, hezkirin hilberîn, behre û hêzên veşartî yên mirov, yên civakê bêne pêpeskirin û dewisandin.” [çavkanî hewce ye] Lew ra ev herdu ramanwerên mengîwer, armanca hebûna mirov xwe gazîkirina xwedawendiyê dibînin. Dîsa Calvin dibêje “Karesata tirsnaktirîn tevger û biryardanîna mirov a bi serê xwe dide ye.” [çavkanî hewce ye] Li gora nêrîna Calvin, divê ku mirov hîçayiya (rebeniya) xwe dizanibe û ji bo kêmxistin û mirandina xwe çi ji destê wî/ê bê, wê, bike. Li gora Luthe jî, sparteka mezintirîn a mirov hêza xwedayî ye. Mirov ne xwemal e(aidê xweye). Ev feraseta ku mirov reben û serberjêr dike û wî/ê ber bi evdîtiyê(bi taybetî evdîtiya evd û serdestan) de didehfîne; hê ramana dêrê (kinîse) ya Serdema Navîn e.

Îcar, şirovekirina xwezayê, baweriyên olî, raman, nêzîkayîtêdan û têkilîdanînên civakî û mirovî hemû, an li ser hîmê felsefeya mengîwer an jî li ser hîmê felsefeya pêzewar bilind dibin. Çavkaniya civakên çînî, mêtingerî, kedxwarî, şer û pevçûna navbera mirovan, pirsgirêkên herêmî û gerdûnî hemû hêza hilberînê ya ku felsefe bixwe jî afirandiye, ye. Her çend ku herdu ferasetên felesefeyê ji hev û din wekî cihê bêne xuyakirin jî dîsa dozîneya teşeyên aborî yên civakî, dozîneya herdu felsefeyan ya hevpar nîşan dide.

Nemaze, di navbera felsefeya pêzewar a dîyalektîk û civaknasiyê de pêwendiyeke zexm û kûr heye. Lew re felsefeya diyalektîk, pêwendiya navbera mirov û xwezayê, ya navbera xwezayê û civakê û navbera civak û dîrokê hildide dest. Her wiha qewam û kirûyan li gora pêwendiya sedem û encamê dinirxîne. Wekî din jî, hebûn û hişmendî, komên pêzeyî û ramanî, geşedaniyên civakî û dîrokî û hwd. gelek kategoriyên zanînê yên din jî li gora têgînên felsefeya pêzewar û diyalektîk têne ravekirin. Wekî ku Luther û Calvin dibêjin, gelo bera mirov bi qasî ku bi fermandanan rabe û rûnê û fikirîn û ramîna wî/ê li serê wî/ê bibe bela û rebenekî/e ku nikare bi serê xwe tevbigere ye; an wekî feylesofên ku felsefeya pêzewar diparêzin; hebûneke ku xwezayê bi hêza xwe diguhere û di suxreya xwe de dixibitîne ye ? Felsefeya dîyalektîk; felsefe jî tê de, daringê (madeyê) wekî afirînerê her tiştî, dibîne. Mirov bixwe jî hebûneke daringî (madî) ye. Yanî felsefeya daringî, feraseteke wisa ye ku her tiştî ji bo mirov dihesibîne. Her wiha ramana ku her tişt dikare bi destê mirov û bi vîna mirov pêk bê, diparêze.

Felsefe, xweyîkirina ramanê ye. Hilberandina ramanê, taybetmendiyeke xwezayî ya di ku hişê mirov de bi cî bûye û mirov ji lawirên hov û har vediqetîne, ye. Wekî din jî felsefe, rêzkariya vegotin û daxwaza bikaranîna behreyên ramana takekes; a ragîhîna rasterê ya rasteqîniyê ye jî. Ango raman û ferseta felsefeyî û zanistî, tu car di bin çewsînerî û serdesthilatiyan de namîne. Mirovê/a ku bi felsefeyê mijûl dibe dikare her gav li hemberî bûyeran, mantiqa xwe bi serbestî bide xebitandin û azadane birame û tevbigere. Ji bo ku mirov dikaribe wekî kesekî/e azad bifikire an bijî, divê ku di bin bandora tu hêz û desthilatdariyan de nemîne û hêza xwe ya ramanî bi serbestî bikar bîne. Bi vê wateyê jî mirov dikare bibêje felsefe, mirov digihîne radeyeke azad û serbixwe û wî/ê li hêzdariyeke bêpayan dadigerîne. Rê li ber peresîna behreyên mirov vedike û bi navê mirovahiyê wî/ê bi nirx û hêjahiyên zexm dixemilîne. Felsefe, hemû behreyên mirov ên beşenî û bîrayî, di bin roniya hewn û zanistê de bêserûbin diperisîne û dikemilîne. Ji bo ku mirov bikaribe li hember zext û astengiyên ku li hember mirovahiyê hatine danîn, şer bike an jî wan têk bibe, divê pêşî mirov bikaribe ji felsefeya zanistî û diyalektîk sûdê werbigire. Lewre felsefe, rêya merc û derfetan û her wisa fersenda têkoşîn û hêzdariyê jî bi ber mirov dixe.

Derbarê felsefeyê û her wiha derbarê kesên ku bi felsefeyê eleqedar dibin, gelek tişt hatine/têne gotin. Di nava gel û civakên xeşîm de angaştên derî zanistê têne kirin Heta behsa pêşgeriyeke wisa kenoyî tê kirin, qaşo; “Ên ku felsefeyê dîxwînin û bi felsefeyê mijûl dibin, an dîn dibin an jî dev ji dîn (ol) berdidin.” [çavkanî hewce ye] Ev, ne tiştekî rast e. Carekê, mirovên ku dixwînin, biaqiltir û hişmentir dibin. Ango ne pêkan e ku ew dîn bibin. Berevajî wê, dibe yên ku qet naxwînin an jî dûrî xwendin û fikirînê bin dîn bibin. A din jî, dîn (ol) bixwe bi felsefeyê re derketiye holê. Derheqa felsefeyê de, ramanwerê navdar ê îslamî Îmamê Xezalî dibêjê “Kesên ku tenê li olê hûr dibin, dibine şêt (maniyak) û yên ku tenê li felsefeyê hûr dibin dibine bêol (Xwedê nenas).” [çavkanî hewce ye]

Felsefe, jêderk û çavkaniya zanîstê ye. Zanist, li ser hîmê şik û gûmanan hatiye damezrandin. Kesê/a ku nikaribe bikeve nava fikar û gûmanan, nikare bi zanînê mijûl bibe, rastiyê niqaş bike û rasteqîniyê binase. Felsefe, mirov ber bi zanîn û zanistiyê ve dihefîne. Kesên ku bi felsefeyê mijûl dibin, nêrîn û nêzîkdayinên wan rexneyî ne û dikarin bi zanistî tevbigerin. Kesên ku ji felsefeyê sûd werdigirin, dikarin bi çavekî rexneyî li cîhanê binerin û bi heman awayî dikarin bûyer û lêqewmînên dîrokî û rojane rexne bikin.

Gotina kin; ne civaknasî pêkan e ku bêyî felsefeyê û ne jî felsefe dikare bêyî civaknasiyê hebûna xwe bidomîne. Wekî ku li jor jî hate diyarkirin; civaknasî, cara yekem bi felsefeyê re li zanîstiyê dageriya ye û wekî zanîneke rastîn derketiye holê. Jixwe pirsgirêka felsefeyê û zanînê ya bingehîn jî pirsgirêka navbera pêze û giyanê ye. Pêşî ev pirsgirêk wekî ku li derveyê civaknasiyê tê dîtin, dixuye. Belê gava ku mirov angaştên civaknas û zanyarên mengîwer û derîsiruştî dibihîse; mirov tê digihîje ku ev pirsgirêk jî wekî pirsgirêkeke taybetmendiya derezanistê ya hemdem û îroyîn tête dîtin û raçavkirin.

Gotarên din li ser felsefeyê

biguhêre

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre