Open main menu
Euclid.jpg

Matematîk, werze, bîrwarî yan jî bîrkarî, (ji yewnanî μάθημα, máthēma bi wateya "zanîn, hêmbûn"), zanîna li ser rewş û mercên çendatî kwantatîv û peywendiyan û li ser formên gewdên jiyana objektîf e. Bîrwarî di tevahî zanistiyên pozîtîv de tê bikaranîn. Li gora zanyaran bîrwarî 200 sal zêdetir li pêşiya fizîkê dimeşe.

Wateya peyva matematîkBiguherîne

Peyva matematîk ji μάθημα (máthēma) ya yewnanî tê. Wateya wê di yewnaniya kevn de mîna zanîn û hêmbûnê bû. Di zimanê wan ê anahîn de wek ders tê bikaranîn.

Dîroka bîrkariyêBiguherîne

Matematîka pêşdîrokî ji ber ku delîlê nivîsî tune ye, mirov kane bibêje a bi devkî ye. Bê guman pêşve çûna pêşîn divê pêkanîna jimareyan û jimartinê be[1]. Tête texmîn kirin ku vê pêşveçûnê ji pêwîstîyên jîyanê derketî[2]. Îhtîyacên komeleyan herçî zêde bûn jê re matematîkek bilindtir jî lazim bû.

Li çar şaristanên cîhana kevn (Mezopotamya, dora çemên Nîlê, Hindûs û Ganjê, Hwang Ho û Yangtsê) mirovan aboriya xwe bi ajotina erdan dikir. Bo bikaranîna erdên xwe û debrên xwe kontrol bikin matematîk bikar dianîn[3].

Zimanê bîrkariyêBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. http://www-history.mcs.st-andrews.ac.uk/HistTopics/History_overview.html "An overview of the history of mathematics"
  2. http://www.math.tamu.edu/~dallen/masters/hist_frame.htm "The History of Mathematics->The Origins of Mathematics"
  3. http://library.thinkquest.org/22584/ "The Oriental Mathematics"

Girêdanên derveBiguherîne