Yangtsê
Yangtsê, yan jî Çemê Yangtsê piştê Çemê Nîlê û Çemê Amazonê sêyem çemê herî mezin a cîhanê ye. Beşên wî yên herî kevn di sedsala 5an a beriya zayînê de ji aliyê avê ve hatine çêkirin. Dirêjiya çem 6.300 kîlomêtre ye û çemê herî dirêj a parzemîna Asyayê ye. Çemê Yangtsê sinorê başûr ê çanda kevnar a çînî ye ku dikeve navbera çemê zer a li bakur û çemê dirêj a li başûr.[1]
Yangtsê | |
Çemê Yangtsê
| |
Cih | |
Herêm | Tîbet |
---|---|
Dewlet | Çîn |
Taybetî | |
Dirêjayî | 6.300 km |
Tejane | 1.808.500 km2 |
Robar | |
Cihderk | Dam Qu (Girê Jari) |
- Cih | Çiyayên Tanggula |
- Bilindayî | 5220 m |
Dev | Deryaya Çînê ya Rojhilat |
- Cih | Shanghai û Jiangsu |
Nexşe | |
Nexşeya çemê Yangtsê
| |
biguhêre |
Yangtz di dîrok, çand û aboriya Çînê de roleke mezin lîstiye ku bi hezaran salan e çem ji bo av, avdanî, paqijî, veguhastin, pîşesazî, kivşekirina sinoran û ji bo parastina şeran hatiye bikaranîn. Deltaya Yangtze ya dewlemend bi qasî ji %20 ê GDP ya Çînê pêk tîne. Bendava Sê Newala li ser çemê Yangtze santrala hîdro-elektrîkê ya herî mezin a cîhanê ye.[2] Di sala 2014an de hikûmeta Çînê ragihandiye ku ew torgilokek veguheztinê ya pir-ast ava dikin ku ji rêhesin, rê û balafirgehan pêk tê ku li kêleka çem kemberek aborî ya nû tê avakirin.
Yangtze di nav cûrbecûr ekosîsteman re diherike û ji bo çend cureyên endemîk ku di xetereyê de ye jîngeh e ku di nav de Aligatorê çînî, Porpoza bê perçik û Masiya Yangtzê, hene. Di heman demê de çem jingeha Delfîna Çemê Yangtze ya windabûyî bû.[3]
Erdnîgarî
biguhêreÇem ji çend şaxên li rojhilatê Deşta Tîbetê derdikeve ku ji du ji wan şaxan bi gelemperî wekî "çavkanî" ya çem hatine binav kirin. Bi kevneşopî hikûmeta Çînê çavkaniya çem Çemê Tuotuo li binê cemedek ku li rojavayê Çiyayê Geladandong li Çiyayê Tanggula ye nas kiriye. Ev çavkanî li koordînata 33°25′44″Bk 91°10′57″Rh / 33.42889°Bk 91.18250°Rh tê dîtin û çavkaniya herî bilind e ku 5.342 mêtre bi ser asta deryayê ve dikeve. Çavkaniya rastîn a Yangtzê, ji hêla hîdroolojîkî ve dûrahiya çemê herî dirêj ji deryayê ye û li Girê Jariyê li serê Çemê Dam Qu ye. Çavkanî bi qasî 325 kîlomêtre dikeve başûrê rojhilatê Geladandongê. Ev çavkanî di dawiya sedsala 20an de hatiye dîtin û li koordînat a 94°30′44″E 33°26′39″Bk 90°56′10″Rh / 33.4442°Bk 90.9361°Rh cih digire û bi bilindahiya 5.170 mêtre bi ser asta deryayê ve dikeve. Çavkanî li başûrê rojhilatê bajarokê Chadan a parêzgeha Zadoi ya Prefektora Yushu ya Qinghaiyê ye. Wekî çavkaniya giyanî ya dîrokî ya Yangtzê, çavkaniya Geladandong hêj jî ji ber vedîtina çavkaniya li Girê Jariyê bi gelemperî wekî çavkaniya Yangtzê tê binav kirin.[4]
Galerî
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "Yangtze River | Places | WWF". World Wildlife Fund (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 sibat 2022.
- ^ "Three Gorges Dam, China". earthobservatory.nasa.gov (bi îngilîzî). 8 hezîran 2009. Roja gihiştinê 1 sibat 2022.
- ^ "Chinese paddlefish, one of world's largest fish, declared extinct". Animals (bi îngilîzî). 8 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 1 sibat 2022.
- ^ "China Exploration & Research Society". www.cers.org.hk. Ji orîjînalê di 2 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 sibat 2022.