Open main menu

Wîkîpediya β

Koninkrijk der Nederlanden
Keyatiya Nederlendayê
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Het Wilhelmus
EU-Netherlands.svg
Zimanên fermî Holendî û frîzî


Paytext Amsterdam
52°22′Bk 04°54′Rh / 52.367°Bk 4.900°Rh / 52.367; 4.900
Sîstema siyasî Monarşî
 - Key
 - Serokwezîr
Willem-Alexander
Mark Rutte
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

41.543 km2
18,41
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

17.016.967 kes
409,6 kes/km2
Serxwebûn 2'ê tîrmehê 1581
Dirav Ewro (EUR)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .nl
Koda telefonê +31
Map provinces Netherlands-en.svg

Holenda an jî Nederlenda welatek li rojavayê Ewropayê ye.

Holenda dikeve ser tixûbên du welatan: li rojhilat Almanya û li başûr jî Belçîka. Li aliyê rojava ve Holenda dikeve ser deryaya Bakur. Rûberê Holendayê 41.526 kilometreyên çargoşe ye.

Holendayê mêjûyeke dûr û dirêj heye. Ev welat di çerxên 15 ta 18'an de welatekî dagirker bû. Holendayê bi dirêjahiya 400 salan welatê Îndonezya (welatekî li başûrê rojhilatê kîşwerê Asyayê) dagir kiribû. Di wê serdemê de Holenda di warê bazirganiyê de yek ji mezintirîn welatan bû. Holendiyan bi keştiyê derbasî Îndonezya dibûn. Rêwîtiya wan bi direjahiya heyvan dikêşa.

Holenda û Belçîka bi yek welat dihatine hejmartin. Lê belê sala 1830'an ev yekgirtin hate hilweşandin û Belçîka serxwebûna xwe ragehand. Herwisa Holenda ji aliyê welatê Spanyayê ve bi dirêjahiya 13 salan hatiye dagirkirin. Zêdebarî vî welatî pişikdarî di cenga cîhanê ya duyem de kiriye.

Sîstema desthilata Holendayê perlemanî ye. Herwisa welatekî Şanşîne (melikî) ye jî. Holenda ji 12 parêzgehan pêk hatiye. Paytextê vî welatî Amsterdam e. Herçende Amsterdam paytext be jî, lê belê Den Haag (Lahay) navenda desthilata Holendayê ye. Herwisa hemî balyozxaneyên cîhanê jî li Den Haagê mewcûd in. Li bajarê Den Haag baregeha Neteweyên Yekbûyî (UN) beşê dad heye.

Bajarên girîng ên Holendayê: Rotterdam (bi bendereke mezin navdar e), Utrecht navenda hatin û çûna şemendeferên Holendayê ye. Eindhoven bi bajêrê 5ê yê mezin tête hejmartin.

Zimanê fermî holendî ye. Zêdebarî diyalekta parêzgeheka bakur a bi navê Frîzlenda bi zimanê frîzî dipeyvin.

Holenda yek ji welatên dewlemend tête hejmartin. Li bajarê Rotterdamê bendereke cihanî heye. Bi sedan keştiyên bazirganî rojane têne vê benderê. Herwisa Bendera Rotterdamê yek ji benderên mezin ên cîhanê tête hejmartin. Zêdebarî balafirgeheka navdewletî bi nave Schiphol li Amsterdamê ye. Evê balafirgehê û bendera Rotterdamê helbet kartêkirineke mezin ya heye ji aliyê aboriyê ve. Holenda di warê pişesazî, kişt û kalî û teknolojiyê de jî pêşketiye.

Holenda bi dewlemendiya cureyên gulan navdar e. Ev gul her sal bi bihaye milyonan têne firotin.

Ala Navçe Serbajar Mezintirîn bajar Rûerd
(km²)
Gelhe
(2015)
Berbelavî
(kes/km²)
Flag Drenthe.svg Drenthe Assen Assen 2.641 488.871 184
Flevolandflag.svg Flevoland Lelystad Almere 1.417 403.280 264
Frisian flag.svg Fryslân Frîzlenda Leeuwarden Leeuwarden 3.341 646.092 192
Gelderland-Flag.svg Gelderland Arnhem Nijmegen 4.971 2.031.123 398
Flag Groningen.svg Groningen Groningen Groningen 2.333 582.649 246
NL-LimburgVlag.svg Limburg Maastricht Maastricht 2.150 1.115.805 525
North Brabant-Flag.svg Noord Brabant Brabanta Bakur Den Bosch Eindhoven 4.916 2.495.107 492
Flag North-Holland, Netherlands.svg Noord Holland Holendaya Bakur Haarlem Amsterdam 2.671 2.775.617 978
Flag of Overijssel.svg Overijssel Zwolle Enschede 3.325 1.142.360 336
Utrecht (province)-Flag.svg Utrecht Utrecht Utrecht 1.385 1.268.489 860
Flag of Zeeland.svg Zeeland Middelburg Middelburg 1.787 381.182 213
Flag Zuid-Holland.svg Zuid Holland Holendaya Başûr Den Haag
Lahay
Rotterdam 2.814 3.607.150 1228

ÇavkanîBiguherîne

  1. "Regionale Kerncijfers Nederland" (bi Dutch). Statistics Netherlands. 2007. Standin: 2007-10-13. 

Girêdanên derveBiguherîne