Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê an jî bi kurte (NATO), (bi îngilîzî: North Atlantic Treaty Organisation, fransî: OTAN, Organisation du traité de l'Atlantique nord) hevalbendiyeke leşkerî ye û ji bo parastina li dijî êrişên dewletên din yên ku tê de ne endam in hate sazkirin.

Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê
Organisation du traité de l'Atlantique nord
Logo
Endamên NATO'yê
KurteNATO, OTAN
Dirûşm
Damezrandin4 nîsanê 1949 (berî 76 salan) (1949-04-04)
CureHevgirtina leşkeriyê
SergehBruksel, Belçîka
Endam
Zimanê fermî
Îngilîzî
Fransî[2]
Sekreterê Giştî
Mark Rutte
Giuseppe Cavo Dragone
Christopher G. Cavoli
Pierre Vandier
Mesref (2024)1,474 milyar dolar[3]
Malpernato.int

Yekem car bi tevlîbûna 5 endaman di 17ê adarê sala 1948an de hate sazkirin. Piştî Şerê cîhanî yê duyemîn ji bo sazkirina ewlekariya welatên herêma Atlantîka Bakur hevdîtin hatin çêkirin. Di dawiyê de di 17 adara 1948an de li Brukselê di navbêra 5 dewletan de "paktekek pênc alî" hate mohir kirin. Paşê ji bo pêşxistina sîstema parastina yekgirtî dewletên din jî serî lê dan û li ser vê yekê di 4ê nîsanê 1949a de "Pakta Atlantîka Bakûr" ango NATO hate sazkirin. Welatên ku vê peymanê mohirkirine ev in: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtaniya Mezin, Fransa, Kanada, Belçîka, Holenda, Lûksembûrg, Îtalya, Portûgal, Norwêc, Danîmarka û Îrlenda. Bi vî awayî dewletên mîna Portûgal û Îtalyayê ku qet eleqeya wan bi herêma Atlantîka Bakûr re tune ye jî tevlî paktê bûn. Lewma hukumetên Tirk û Yewnanan jî xwesti tevlî paktê bibin û serî li dewletên endamên paktê dan. Bi tevlîbûna Tirkiye, Yewnanistan, Almanya Rojava (wê demê Almanya du beş bû) û Spanyayê hejmara endamên NATOyê derket 16an.

Armanca peymanê

biguhêre

Armanca vê peymanê ew bû ku rê li ber firehbûna Sovyetê di nava Ewropayê de bigire. Li gorî peymana Atlantîka Bakur NATOyê, „heger êrîşek li ser endamekî, yan jî çend endamên rêxistinê werin li darxistin, ev tê wateya ku êrîş li hemberî hemû paktê (hevgirtin) hatiye kirin û divê li hemberî êrîşê helwesteke yekgirtî ya parastinê ji aliyê endamên allîansê werê girtin. Yekem navenda NATOyê li nêzî Parîsê hatiye sazkirin, paşê jî li paytexta Belçîka Brukselê. Fermdandariya Başûr-Rojhilatê NATOyê jî li bajarê Tirkiye Îzmîrê ye. Piştî ku dawî bi şerê sar hat, NATOyê armancên xwe careke din di bin çavan de derbas kir û di sala 1991a de stratejiyeke nû da pêşiya xwe. Li gor vê stratejiyê NATO xwest ku hijmara hêzên xwe yên leşkerî kêmtir bike û zêdetir hevkariyê bi saziyên navnetewî bike, beşdarî di operasyonên parastina aştiyê bibe. NATO di hêla kontrol kirina çekan de jî, nêrîna rojava ya ku di Peymana (INF) ya sala 1987 an de hatiye, ji xwe re weke bingeh digre. Ew peyman dibêje ku pêwîste çekên nukleriyên navencî li holê bên rakirin.

Sekreterên Giştî ên NATO yê

biguhêre
Sekreterên Giştî ên NATO yê [4]
No. Nav Welat Destpêka dewra kar Dawîhatina dewra kar
1 Hastings Ismay, 1. Baron Ismay   Keyaniya Yekbûyî 4ê nîsana 1952a 16ê gulana 1957a
2 Paul-Henri Spaak   Belçîka 16ê gulana 1957a 21ê nîsana 1961a
3 Dirk Stikker   Holand 21ê nîsana 1961a 1ê tebaxa 1964a
4 Manlio Giovanni Brosio   Îtalya 1ê tebaxa 1964a 1ê çiriya pêşîn a 1971a
5 Joseph Luns   Holand 1ê çiriya pêşîn a 1971a 25ê hezîrana 1984a
6 Peter Carington, 6. Baron Carrington   Keyaniya Yekbûyî 25ê hezîrana 1984a 1ê tîrmeha 1988a
7 Manfred Wörner   Almanya 1ê tîrmeha 1988a 13ê tebaxa 1994a
8 Sergio Balanzino   Îtalya 13ê tebaxa 1994 17ê çiriya pêşîn a 1994
9 Willy Claes   Belçîka 17ê çiriya pêşîn a 1994a 20ê çiriya pêşîn a 1995a
10 Sergio Balanzino   Îtalya 20ê çiriya pêşîn a 1995 5ê kanûna pêşîn a 1995
11 Javier Solana   Spanya 5ê kanûna pêşîn a 1995a 6ê çiriya pêşîn a 1999a
12 George Robertson   Keyaniya Yekbûyî 14ê çiriya pêşîn a 1999a 17ê kanûna pêşîn a 2003a
13 Alessandro Minuto Rizzo   Îtalya 17ê kanûna pêşîn a 2003 31ê kanûna pêşîn a 2003
14 Jaap de Hoop Scheffer   Holand 1' kanûna paşîn a 2004a heta 31ê tîrmeha 2009a
15 Anders Fogh Rasmussen   Danîmarka 1ê tîrmeha 2009a 30 Îlon 2014a
16 Jens Stoltenberg   Norwêc 1ê cotmeha 2014an 1ê cotmeha 2014an
17 Mark Rutte   Holand 1ê cotmeha 2014an

Sergio Balanzino û Alessandro Minuto Rizzo tenê ji bo dema lêgerîna li sekreterekî nû - yanî bi awayekî komîsarî - li ser kar bûn.

Dewletên Endam

biguhêre
Tevlî NATOyê bibin[5] endamê NATO Lêçûnên parastinê bi mîlyon dolaran[6] Parçeya GDP bi %[7]
24 Tebax 1949   Belçîka 8519 1.30
  Danîmarka 9940 2.37
  Fransa 64271 2.06
  Îslenda 0[8] 0[8]
  Îtalya 34462 1.49
  Kanada 30495 1.37
  Lûksembûrg 785 1.29
  Holenda 21460 2.05
  Norwêc 10606 2.20
  Portûgal 4627 1.55
  Keyaniya Yekbûyî 82107 2.33
  DYA 967707 3.38
|18 Sibat 1952   Yewnanistan 7684 3.08
  Tirkiye 22776 2.09
6 Gulan 1955 Almanya  Almanya 97.686 2.12
30 Gulan 1982   Spanya 21269 1.28
|12 Adar 1999   Polonya 34.975 4.12
  Çekya 6834 2.10
  Mecaristan 4889 2.11
29 Adar 2004   Bulgaristan 2325 2.18
  Estonya 1437 3.43
  Letonya 1421 3.15
  Lîtvanya 2300 2.85
  Romanya 8644 2.25
  Slovakya 2841 2.00
  Slovenya 949 1.29
01.04.2009   Albanya 516 2.03
  Kroatya 1624 1.81
05.06.2017   Montenegro 162 2.02
27 Adar 2020   Makedonyaya Bakur 353 2.22
04.04.2023   Fînlenda 7308 2.41
7ê Adarê, 2024   Swêd 13428 2.14

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "The Official motto of NATO". NATO. 20 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 8 tebax 2013.
  2. ^ "English and French shall be the official languages for the entire North Atlantic Treaty Organization.", Final Communiqué following the meeting of the North Atlantic Council on 17 September 1949. "(..) the English and French texts [of the Treaty] are equally authentic (...)" The North Atlantic Treaty, Article 14
  3. ^ "Defence Expenditure of NATO Countries (2014-2024)" (PDF) (bi îngilîzî). NATO Headquarters, Belgium. 17 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 23 adar 2025.
  4. ^ NATO. "NATO Secretary General". NATO (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 adar 2025.
  5. ^ NATO. "NATO member countries". NATO (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 adar 2025.
  6. ^ "Defence Expenditure of NATO Countries (2014-2024)" (PDF). nato.int (bi îngilîzî). 17 hezîran 2024. Roja gihiştinê 24 adar 2025.
  7. ^ "Defence Expenditure of NATO Countries (2014-2024)" (PDF). nato.int (bi îngilîzî). 17 hezîran 2024. Roja gihiştinê 24 adar 2025.
  8. ^ a b Li Îzlandayê hêzên çekdar tune

Girêdanên derve

biguhêre