Zimanê fransî zimanekî ji malbata zimanên hind û ewropî ji şitlê zimanên romanî ye. Ew wek zimanê zikmakî ji aliyê 77 milyon kes, bi yên wek zimanê duyem û bi tevahî 130 milyon kesan ve tê axaftin.[1]

Şîna tîr: zimanê zikmakî; şîn: zimanê fermî; şîna vekirî: nefermî; kesk: zimanê hindik e

Dîroka zimanê fransî

biguhêre

Di dema Împeratoriya Romayî de zimanê kesên hejar û biyaniyên bi taybetî yê galiyên keltan bû. Di dema Julius Caesar de li xakên îro Fransa li ser kelt hebûn. Kengê Julius Caesar Galya dagir kir ew zimanên wê derê ketine bin bandora latînî. Paş Koça Qewman re frank, gelekî german Fransa nav ji girtî bû, li şûna xwe ya îroj bicih bûn û fransî êdî li Fransayê belav bû.

Bi zaravên zimanê fransî re "Lang d'oil" tê gotin. Belgên pêşîn ên zimanê fransî yên ku hatine nivîsandin "Sondên Strasburgê" ne. Ev di sala 842an de hem bi fransiya kevn û hem jî bi almaniya kevn hatine nivîsandin.

Ji sala 1000'î de Parîs bû navenda siyasî û çandî. Dema William I (Williamê Yekê) bû keyê înglîzan zimanê înglîzî 200 salan di bin bandûra fransiya normanî de ma. Di wê demê de fransî bû zimanê qesra înglîzan.

Di sala 1634an de kardînal Richelieu "Académie Française" (anku, Akademiya Fransî) ava kir. Armancên wê hêsankirin û paqijkirina zimanê fransî bû. Ji sedsala 17an wê de lingua franca zimanê fransî bû zimanê qesrên Ewropayê, berê li navenda Ewropayê, ji sedsalên 18-19an şûnde jî li rojhelata Ewropayê jî.

Zimanê fermî

biguhêre

Li koloniyên Fransayê jî fransî hîn zimanê fermî maye.

Jimara kesên ku fransî zimanê wan ê zikmakî ye

biguhêre

Fransî zimanê fermî yê Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Afrîkayê, Saziya Komarên Amerîkî û Neteweyên Yekbûyî ye.

Welatên din

biguhêre

Fransî li van welatan jî girîng e.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "French Language - Structure, Writing & Alphabet - MustGo" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.