Yekîtiya Ewropa, bi kurtasî YE (bi înglîzî: European Union (EU), almanî: Europäische Union, fransî: Union européenne), rêxistina navneteweyî ya aborî û siyasî ye di navbera 28 welatên Ewropayê de. Di sala 1992an bi Peymana Maastrichtê ava bû ye navê YEyê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nice ya ku di sala 2003an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di 29ê gulana sala 1986an de li Brukselê ber bi esmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4em a "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9em a Beethoven e. Roja Yekîtiyê 9ê gulanê ye. Yekitiya Ewropayê xwedî pasaport û ehliyeta hevbeş e.

European Union Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yekîtiya Ewropayê
European Union Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala
Dirûşm: United in diversity Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Anthem of Europe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yekîtiya Ewropayê li ser nexşeyê
Map
Paytext
50°6'Bk, 9°12'Rh
Zimanên fermî
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1 çiriya paşîn 1993 (Maastricht Treaty) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 4.236.351 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 447.706.209 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Euro (1 kanûna paşîn 1999)
  • Demjimêr
    • Western European Time
    • Western European Summer Time
    • Central European Time
    • Central European Summer Time
    • EET
    • Eastern European Summer Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    Hatûçûna ajotinê
    Koda telefonê none
    Malper
    https://europa.eu/, https://european-union.europa.eu/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Parzemîna Ewropayê bi sedan salan bû şahidê şerên gelek mezin û dijwar. Di navbera salên 1870 û 1945an Almanya û Fransayê li hemberî hev sê caran şer kirin. Gelek mirov di van şeran de jiyana xwe ji dest dan. Hîn serokên welatên Ewropî ji bo ku di nav xwe de aştiyeke domdar damezrînin baweriya xwe pê anîn ku divê yekîtiyek aborî û siyasî ava bibe. Piştî Şerê cîhanî yê duyem, welatên ewropî ji bo birînên xwe yên şer derman bike û aştiyek pêk bîne ketin hewldana. Di sala 1950î de ji aliyê Wezîrê karûbarên derveyî yê Fransayê Robert Schuman ve ji bo yekkirina pîşesaziyên komir û hesinê ya welatên Ewropaya Rojava, planek hate danîn. Piştre Peymana Parîsê hate îmzekirin û di encamê de di sala 1951an Civata Komir û Pola ya Ewropayê (CKPE) (European Coal and Steel Community) bi şeş endamên ku ji Belçîka, Almanyaya Rojava, Lûksembûrg, Fransa, Îtalya û Holendayê pêk dihat hate damezrandin.[1] Di van welatan de biryarên ku derbarê komir û polayê hatine girtin li saziyeke bilind serbixwe û serwelatî ya bi navê Otoriteya Bilind (High Authority) hate dewirkirin. Serokê yekemîn ya vê saziyê Jean Monnet bû. Di nava çend salan CKPE ew qas serkeftî bû ku şeş welatên endam, di derbarê pêşvebirina hevkariya di nav xwe û ji bo yekkirina beşên an go sektorên din yên aboriyên xwe biryar girtin.

    Peyama Romayê, 1957

    biguhêre

    Di sala 1957an Peymana Romayê îmze kirin. Di encamê de Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (European Atomic Energy Community) û Civata Aboriya Ewropayê (European Economic Community) hate damezrandin. Welatên endam bi darxistina "Bazara Hevbeş" ya di nav xwe de, hemû astengiyên bazirganî ji holê rakirin.

    Di sala 1967an, saziyên CKPE, CVAE û CAE yê hatin yekkirin. Ji wê demê pê ve, ji bilî Parlamena Ewropayê,tenê komisyonek û yek dîwana wezîran çêbû.

    Di destpêkê de endamên Parlamena Ewropayê ji parlamenên neteweyî dihatin hilbijartin. Di sala 1979an hilbijartin hatin lidarxistin. Bi vê riyê li hemwelatiyên welatên endam, derfeta hilbijartina li gor daxwaziyên xwe hate dayîn. Ji wê salê şûn de ji her 5 salan carekê hilbijartin hatin li darxistin.

    Peyama Maastrichtê, 1992

    biguhêre

    Peymana Maastrichtê (1992) ji bo destpêkirina hevkariya di navbera hikûmetên welatên endam bû firsendek nû. Bi tevlîkirina mekanizmeya hevkariya navbera hikûmetan de li sîstema civatê ve, Peymana Maastrichtê Yekîtiya Ewropayê derxist holê.

    Di destpêkê de girîngi li ser polîtikayên hevbeş yên di derbarê komir û polayê û polîtikayek hevbeş derbarê cotemeniyê bû. Armancên polîtikayên din bi derbasbûna demê û bi pêwistiyan ve derket holê. Hinek armancên polîtikayên bingehîn bi guherîna şert û mercên demê, hate guherîn.

    Bi derbasbûna wextê girîngiya têkiliyên YE bi welatên din re zêdetir bû. YE, bi welatêb din re li ser peymanên bingehîn ya bazirganî û alîkariyê peymanan çêdike û polîtikayên karûbarên hevbeş yên derveyî û ewlekariyê pêşvedixe.

    Ji bo ku dewletên endam astengiyên bazirganî yên di navbera xwe de ji holê rakin û ji bona avakirina bazareke ku tê de gerîna kes, xizmet, mal, sermayeyan serbest be, gelek wext derbas bû. Di dawiya sala 1992an de "Bazara Hevbeş" bi şêweyekê fermî hatibû darxistin.

     
    Ewro li 13 welatên Yekîtiya Ewropayê bûye diravek hevbeş

    Di salên 90î de bi rakirina kontorolên gumrik û pasaporta di nav sînorên YE yê hindurîn, li Ewropayê hatin û çûyîn hêsantir bû. Bi vî awayî xwendina zaningehê ya li derveyî welêt jî hêsantir bû. Yekîtiya Ewropayê, di sala 1992an de ji bo derbasbûna li cûreyek diravê ku ev yek wê ji aliyê Banka Navendî ya Ewropayê ve bihate birêvebirin û ji bo Yekîtiya Aborî û Diravî pêşvebixe, biryaran girt. Di 1ê kanûna paşîn sala 2002an ji nav 15 endamên Yekîtiya Ewropa 12 welatên endam ji bo bikaranîna dirava hevbeş ya Euro yê dev ji diravên xwe yên neteweyî berdan. Ev 12 welat Belçîka, Almanya, Yewnanistan, Spanya, Fransa, Îrlenda, Îtalya, Lûksembûrg, Holenda, Awistirya, Portûgal û Fînlenda ne. Piştre bi endambûn Slovenya yê hejmara van welatan gihîşt 13 yê.

    Erdnîgarî

    biguhêre
     
    Nexşeya topografî ya Yekîtiya Ewropayê

    Dewletên endamên Yekîtiya Ewropî rûberek 4.233.262 kîlomêtre çargoşe rûerd vedihewîne. Çiyayê herî bilind ê yekitiyê Çiyayê Blancê ye li Alperên Graianê bi qasî 4.810.45 mêtre ji asta deryayê bilind e.[2] Xalên herî nizm ên yekîtiya ewropayê Lammefjorden, Danîmarka û Zuidplaspolder, Holanda ye ku 7 mêtre ji asta deryayê jêrdetir e. Erdnîgarî, avhewa û aboriya YE ji hêla peravê wê ve ku 65.993 kîlomêtre dirêj e, bandor dike.[3] Tevê herêmên derveyî welat ên Fransayê ku li derveyî parzemîna Ewropayê ne, lê endamên yekîtiyê ne, YE ji Arktîkê (bakur-rojhilatê Ewropayê) heta tropîkal a (Guiana ya Fransayê) herî zêde cureyên avhewayê diceribîne û ji bo YE navîna meteorolojiyê bi temamî bêwate dike. Piraniya nifûsê li herêmên xwedan avhewaya deryayî ya nerm (Ewropa Bakur-Rojava û Ewropaya Navîn), avhewa Deryaya Navîn (Ewropa Başûr), an avhewa germ a havînê ya parzemînî an hemîboral (Bakûrên Balkan û Ewropa Navîn) dijîn.[4]

    Niştecihên yekitiyê bi piranî bajarvanî ne. Ji 2006an vir ve ji sedî 75 ê niştecihan li herêmên bajarî dijîn. Bajar bi giranî li seranserê Yekîtiya Ewropî bi komek mezin li Benelux û derdora wê belav bûne. Gelek herêmên li derveyî welêt û girêdayîbûna welatên cuda yên endam jî bi awayekî fermî di nava Yekîtiya Ewropayê de cih digirin.[5]

    Dewletên endam

    biguhêre
     
    Nexşeya Yekîtiya Ewropa:      endam      berendam

    Yekîtiya Ewropayê, bi endambûna gelek welatan roj bi roj fireh û mezin bû. Almanya, Belçîka, Fransa, Holenda, Îtalya, Lûksembûrg di 1951ê wek damezrêner, Danîmarka, Îrlenda û Brîtaniya Mezin di 1973an, Yewnanistan di 1981ê, Spanya û Portûgal di 1986an, Awistirya, Fînlenda û Swêd di 1995an, Çekya, Estonya, Kîpros, Letonya, Lîtvanya, Mecaristan, Malta, Polonya, Slovakya û Slovenya di 1ê gulana 2004an, û Bulgaristan, Makedonya û Romanya di 2007an bûn endamê Yekîtiya Ewropayê. Di dawiyê de di 1ê tîrmeha 2013an de Kroatya bû 28êmîn endama Yekîtiyê. Ji bilî van Tirkiyê berendamekî Yekîtiya Ewropayê ye. Ji bo bi 28 endamên xwe re pergala ku Yekîtiya Ewropayê li ser ava bûye çalaktir bixebite, divê mekanizmeya biryargirtinê baştir bihata lidarxistin. Ji bo vê yekê Peymana Nice li ser xebat û meşandina YE yê zagon û fermanên nû xist xebitandinê. Ev peyman di 1ê sibatya sala 2003an xebitî.

    Ji bo ku welatek bibe endam, divê krîterên Kopenhagê, ku di civîna 1993an ya Konseya Ewropî ya li Kopenhagê de hatine diyarkirin, bicîh bîne. Ji bo van demokrasiyek bi îstîqrar hewce dike ku rêzê li mafên mirovan û serweriya qanûnê bigire; aboriya bazarê ya bikêrhatî; û qebûlkirina erkên endamtiyê, di nav de qanûnên yekitiyê. Nirxandina cîbicîkirina pîvanan ji aliyê welatekî ve, berpirsiyariya Konseya Ewropayê ye.[6] Benda 50emîn ya Peymana Lîzbonê destûra derketina endamekî ji YEyê dide. Du herêm ji yekîtiyê veqetiyan: Grînlenda (wîlayeteke xweser a Danîmarkayê) di sala 1985an de vekişiya.[7] Di sala 2017an de Keyaniya Yekbûyî benda 50îemîn a Peymana Yekitiya Ewropayê bi awayekî fermî betal kir û di sala 2020an de bû yekem dewleta serwer ku ji YEyê vekişiya.


    Pêvajoya firehbûnê

    biguhêre
     
    Pêvajoya Firehbûna YE, ji 1957 heta 2007

    Damezrandina Yekîtiya Ewropayê bi îmzekirina Peymana Parîsê (1951) ya ji bo avakirina Civata Komir û Pola ya Ewropayê û bi îmzekirina Peymana Romayê (1957) ya ji bo avakirina Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (EURATOM) û Civata Aborî ya Ewropayê, bi îmzekirina ji aliyê şeş damezrêneran ve pêk hatibû. Hejmara welatên endam piştî şeş welatên damezrêner yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Lûksembûrg û Holenda bi pêkhatina 6 pêvajoyên firehbûnê gihîşte 28ê:

    1. 1973 Danîmarka, Îrlenda û Brîtaniya Mezin
    2. 1981 Yewnanistan
    3. 1986 Portûgal û Spanya
    4. 1995 Awistriya, Fînlenda û Swêd
    5. 2004 Kîpros, Malta, Mecaristan, Polonya, Slovakya, Letonya, Estonya, Lîtvanya, Çekya û Slovenya
    6. 2007 Bulgaristan û Romanya
    7. 2013 Kroatya

    Sazî û organ

    biguhêre

    Saziyên YE

    biguhêre
     
    Komîsyona YE
    1. Parlamena Ewropayê
    2. Dîwana Wezîran ya YE
    3. Komîsyona YE
    4. Konseya YE
    5. Dîwana Dadê ya Ewropayê
    6. Dadgeha Bilind

    Saziyên aborî

    biguhêre
    1. Banka Nevendî ya Ewropayê
    2. Banka Ramedan ya Ewropayê
    3. Komîta Aborî û Civatî
    4. Komîta Herêman

    Herwiha binêre

    biguhêre

    Girêdanên derve

    biguhêre

    Çavkanî

    biguhêre
    1. ^ 1945 -1959 A peaceful Europe – the beginnings of cooperation, Ji orîjînalê di 1 gulan 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 gulan 2011
    2. ^ "Mont Blanc shrinks by 45cm in two years". The Sydney Morning Herald (bi îngilîzî). 5 çiriya paşîn 2009. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
    3. ^ "European Union". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 28 kanûna pêşîn 2021.
    4. ^ "Humid Continental Climate". web.archive.org. 30 gulan 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    5. ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Europe's overseas territories: What you need to know | DW | 03.11.2018". DW.COM (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
    6. ^ "EUROPA - Glossary - Accession criteria (Copenhagen criteria)". web.archive.org. 5 tîrmeh 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tîrmeh 2007. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    7. ^ "The Greenland Treaty of 1985". web.archive.org. 3 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2011. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)