Lîtvanya

Welatekî Ewropayê
Lietuvos Respublika
Komara Lîtvanya
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Tautiška Giesmė
Zimanên fermî Lîtvanî


Paytext Vilnius
Sîstema siyasî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Gitanas Nausėda
Ingrida Šimonytė
Rûerd
 - Giştî

65.301 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

3.384.800 kes
52 kes/km2
Serxwebûn 14ê sibatê, 1009
Dirav Euro
Dem UTC+2
Nîşana înternetê .lt
Koda telefonê +370

Lîtvanya an jî Komara Lîtvanya (bi lîtvanî: Lietuvos Respublika) dewleteke rojhilatî ya Ewropa ye an jî gelek caran mîna dewleta bakurî ya Ewropa tê nasîn. Lîtvanya li rojhilatê başûrê Deryaya Baltîk dimîne û ew yek ji Welatên Baltik e. Li bakur Letonya li rojhilatê başûr Belarûs li rojavayê başûr Polonya û Rûsya bi tixubên xwe dorpêçkirine.

Heta sedsala 13emîn Lîtvanya welatê mezintirîn ê Ewropa bû. Belarûs, Ûkrayna û hin beş ji Polonya û Rûsya dibin hikûmeta Lîtvanya ya mezin de bû. Di 1569 de Polonya û Lîtvanya bûne dewleteke hevbeş (Yekbûyîna Lublînê).Ev devleta hevbeş di sala 1795 de ji aliyê cîranên vê dewletê va hate dagirkirin. Piraniya welatê Lîtvanya kete bin destê Împeratoriya Rûsî ta serxwebûna 16 ê sibata 1918a ku vedamezrandina Lîtvanya nû hat danezanîn. Di navbera 1940 û 1945an de Lîtvanya ji aliyê Yekîtiya Sovyetan û Almanyaya Naziyan ve hate dagirkirin. Nêzîkî dawiya şerê cîhanî yê duyem de (1944) Lîtvanya ket bin destê Yekîtiya Sovyetan de. Di 11ê adara 1990î de Lîtvanya bû dewleta yekemîn ku ji Yekîtiya Sovyetan veqetiya û ve-serxwebûna xwe diyarkir. Lîtvanya di 21ê kanûna pêşîn a 2007a de bi temamî bû endamê Yekitiya Ewropayê. Di 2009a de Lîtvanya wê 1000 saliya navê xwe pîroz kê.

Cara pêşîn navê Lîtvanya di dest nivîseke Almanî de, di 14ê sibata 1009a de derbas dibe. Welatên Lîtvaniyan di sala 1236 de ji aliyê Mîndaugas ve hatin civandin. Dîroka tac lixwe kirina Hikûmdarê Lîtvanya; 6ê tîrmeha 1253ya ye. Di dema hikûmdarî ya Gedîmîniyan (1316-1430) de, herêmên Rûsya Sipî, Ûkrayna û hin beş ji axa Polonya û Rûsya ku niha serbixwene hatin dagirkirin. Di dawiya sedsala çardemîn de Lîtvanya dewleta herî mezin a Ewropa bû.Tixûbên welat di dema Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya de bi beşek a mezin a Ewropa,ji Deryaya Baltik ê digihişt heta Deryaya Reş. Zadeganên Lîtvanya di sala 1386a de Xirîstiyanî qebul kirin.Di sala 1410a de artêşa Polonya û Lîtvanya serkeftineke mezin li dijî şovalyeyên Katolîk di Şerê Grunwaldê de; ku şerê mezintirîn e di Çaxa Navîn de li Ewropa hatiye kirin. Di sala 1569a de Lîtvanya û Polonya bû yek û komara yekbûyî ya Polonî-Lîtvanî hat damezrandin. Lîtvanî weke endamekî di vê sîstemê de xwedî artêş, dirav û mafên xwe bi xwe yên zagonî bûn. Di sala 1795a de ev yekîtî ji aliyê împaratoriya Rûsan we hate hilweşandin û ji %99 axa Lîtvanya ket bin destê Rûsan û ya mayî jî bû para Prûsya. Piştî sedsaliya dagirkirina Lîtvanya di 16ê sibata 1918a de ji nû ve serxwebûna xwe dazanîn. Di 1940î de Lîtvanya dîsa hat dagirkirin di dema şerê cîhanî yê duyem de.Cara talî Lîtvanya ji bin desthilatiya Sovyetan di 11ê adara 1990 de derket û rizgar bû. Di 4ê sibata 1991î de Îslenda wekî dewleta pêşîn serxwebûna Lîtvanya pejirand.Lîtvanya di 17ê îlona 1991î de bû endamê Neteweyên Yekbûyî û di 1ê gulana 2004a de bû endamê Yekîtiya Ewropayê.

 
Nexşe; herêma Lîtvanya ji sedsala sêzdem heta roja me didê xuyakirin.

Erdnîgarî

biguhêre

Lîtvanya di kevê bakurê Ewropa. Rûerda wê 65,200 km² ye û tixûbên wê bi temamî 1,273 km ye. Cîranên tixûbê Lîtvanya: Belarûs 502 km,Letonya 453 km,Polonya 91 km û Rûsya 227 km xwedî tixûbin bi Lîtvanyare. Rûbara wê ya sereke Rûbara Neman e. Li ser cokên vê rûbarê bazirganiya bi keştiya tê kirin. Cihê herî bilind ê Lîtvanya Girê Aukštojas e û xwediyê bilindahîyek 294 metreye. Ji %31 ê axa Lîtvanya daristanin û ji %39 axa wê kêrî çandiniyê te. Paytexta Lîtvanya,Vilnius li gorî daneyên erdnîgarî tenê bi çend kîlometreyan bi başûr ve dikeve Navrasta Erdnîgarî ya Ewropa.

Di 2005a de ji %79 gelê Lîtvanya oldarên Dêra Katolîkên Romayê bûn. Ev civak ji destpêka xirîstîyankirina Lîtvanya di dawiya sedsala 14em û destpêka sede ya 15emve xwedî hebûnekê ye li Lîtvanya. Di sedsala 16em de bandora Luterîtî li cîranên wê Lîvonya û Prûsya peyde bû. Di çaryeka sedsala 20emîn de endamên Protestanên Lutherî nêzîkî 200.000 kesî bû. Komên biçûk ên Protestanan li beşên bakur û rojava yê Lîtvanya belavbûn. Dêr/civak ên curbicur ên Protestanan li Lîtvanya ji salên 1990î ve hatin damezrandin.

 
Dêra darîn li Palūšė. Lîtvanya xwedî kevneşopiyên xurte di derbarê ola Katolîk de.

Di nifûsa Lîtvanya de ji %4.9 Ortodoksên Rojhilatî, ji %1.9 Protestan û ji % 9.5 bê ol in. Li welat her wiha Cihû, Misilman û alîgirên Karaîzmê jî nêzîkî %1.6 ê nifûsa Lîtvanya yê ne.

Lîtvaniyên navdar

biguhêre
 
Nexşeya Fizîkî ya Lîtvanya (Li ser wêne bitikîne bo dîtina berfireh).

Bajarên Lîtvanya

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre