Ûkrayna
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Penaber49 (gotûbêj| beşdarî) ve berî 5 saniyan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Ûkrayna (ûkraynî: Україна, lat. Ukraina, bilêvkirin [ʊkrɐˈjinɐ] ⓘ) welatekî li Ewropaya Rojhilat e ku piştê Rûsyayê duyem welatê herî mezin ê Ewropayê ye. Ûkrayna li bakur bi Belarûsê re, li rojava bi Polonya, Slovakya, Mecaristan, Romanya û Moldova sinorên bejayî parve dike. Li aliyê başûrê rojava bi Deryaya Reş re û li aliyê başûr û başûrê rojhilat jî sinorên peravî bi Deryaya Azovê parve dike. Li pey Kharkiv, Dnîpro û Odesayê Kîev paytexta neteweyê û bajarê herî mezin ê welat e.[1] Erdzemîna welêt bi qasî 600.000 kîlometre çargoşe rûerd vedigire. Beriya Şerê Rûsyayê li ser Ûkraynayê yê domdar, welat bi nifûsa xwe yê li dora 41 milyon kesê ve heştem welatê herî qerebalixê Ewropayê bû.
Україна |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Ûkraynayê |
||||||
Ûkrayna li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 49°Bk, 32°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | pergala nîvserokatiyê | |||||
• | Serokdewlet | Volodîmîr Zelenskî (nirxa derbasdar a niha, 2019–) | ||||
• | Serokwezîr | Denys Shmyhal (2020–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 24 tebax 1991 (Declaration of Independence of Ukraine, 1991 Soviet coup d'état attempt, dissolution of the Soviet Union) | ||||
• | Rûerd | 603.550 kîlometre çargoşe (Krîm) | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 41.167.335 (2022) | ||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +380 | |||||
Malper https://ukraine.ua |
Di Serdema Navîn de Ûkrayna cihê berfirehbûna zû yê slavî bû û dever piştre bûye navendeke girîng a çanda slavî ya rojhilata di bin serweriya Kîeavana Rûsyayê de ku di sedsala 9an de derketibû holê. Serweriya Kievana Rûsyayê di dawiyê de di nav hêzên herêmî yên dijber de belav bû û bi êrîşên mongolan ên ku sedsala 13an hatiye hilweşandin û hatiye talan kirin. Dewlet di dawiyê de di nav hêzên herêmî yên dijber de belav dibe û bi êrîşên mongolan ên di sedsala 13an hatiye hilweşandin. Piştre dever ji bo 600 salên pêş de ji aliyê cûrbecûr hêzên derve ve hatiye nîqaşkirin, dabeş kirin û hatiye rêvebirin ku di nav de Hevbeşdariya Polonî-Lîtvanya, Împeratoriya Awistiryayê, Xanedaniya Osmanî û Tsardomiya Rûsyayê hebûn. Hetmanatiya Qezaxan di sedsala 17an de li Ûkraynayaya navendî derketiye holê lê di navbera Rûsya û Polonyayê de hatiye dabeş kirin û rêveberiya hetmanetiyê ji aliyê Împeratoriya Rûsyayê ve hatiye bidawîkirin.
Di vê heyamê de Neteweperestiya Ûkraynayê pêş dikeve û piştî Şoreşa Rûsyayê di sala 1917an de Komara Gel a Ûkraynayê ya demkurt hatiye avakirin. Bolşevîkan li ser piraniya împeratoriya berê kontrola xwe bihêz dikin û Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûkraynayê ava dikin ku dema di sala 1922an de hate damezrandin, dibe komara damezrîner a Yekîtiya Sovyetê. Di destpêka salên 1930an de bi milyonan ûkraynî di Holodomorê de jiyana ji dest didin ku tunebûneke bû ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin. Dagirkeriya Almanyayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li Ûkraynayê dibe sedema wêrankariyê ki 7 milyon sivîlên ûkraynayî ku piraniya wan ji Cihûyên Ûkraynayê pêk dihatin hatine kuştin.
Ûkrayna di sala 1991an de dema ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û xwe bêalî îlan kir serxwebûna xwe bi dest dixe.[2] Di sala 1996an de li Ûkraynayê qanûneke nû hatiye qebûlkirin. Rêzek xwepêşandanên girseyî ku bi navê Euromaidan dihatin zanîn, piştê şoreşeke di sala 2014an de bûye sedema damezrandina hikûmetek nû. Piştre Rûsyayê bi awayekî yekalî nîvgirava Kirimê ya Ûkraynayê tevlê axa xwe dike û aloziyên alîgirên Rûsyayê bi şerekî li Donbasê di navbera cudaxwazên bi piştevaniya Rûsyayê û hêzên hikûmetê li rojhilatê Ûkraynayê de bi dawî dibe.
Di sala 2022an de Rûsya dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiriye. Bi destpêka şerê bi Rûsyayê re, Ûkrayna ji bo parastina axa xwe hewl daye ku têkiliyên dîplomatîk û alikariya li dijî dagirkirina Rûsyayê ji Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê werbigire.[3][4]
Ûkrayna dewleteke unîter e û sîstema hikûmraniya dewletê komareke nîv-serokatî ye. Ûkrayna di welatên pêşkevtî de welatê herî feqîr ê Ewropayê ye.[5][6] Heya roja îro gendelî wekê pirsgirêkeke girîng ê welat maye. Lêbelê ji ber axa welat ya berfereh Ûkraynaya beriya şer yek ji mezintirîn hinardekarên genimê li cîhanê bû.[7][8] Ûkrayna di karûbarên gerdûnî de hêzek navîn hatiye hesabkirin û Hêzên Çekdarî yên Ûkraynayê hem ji aliyê personelên çalak ve hem jî ji aliyê hejmara giştî ya personelan ve pêncemîn hêza çekdar a herî mezin e cîhanê ye. Artêşa Ûkraynayê xwedî heştem sermiyana berevaniyê ya herî mezinê cîhanê ye.
Nav
biguhêreNavê Ûkraynayê bi gelemperî wekê peyva krajina ku peyveke ji slavî ya kevn e ku wateya "welatê sînor". Wateyeke din jî ev e ku navê Ûkrayna tê wateya "herêm" an jî "welat"ê.[9]
Dîrok
biguhêreDîroka pêşîn
biguhêreAmûrên kevirî yên ku dîroka wan ji 1,4 milyon sal berê vedigere ku li Korolevo ya rojavayê Ûkraynayê hatine dîtin, hebûna herî zû ya homînîn a li Ewropayê destnîşan dike.[10] Niştecîbûna ji aliyê mirovên nûjen ve ku li Ûkraynayê û derdora Ûkraynayê dîroka wan ji 32.000 b.z.} vedigere ku bi delîlên Çanda Gravetiyan li çiyayên Krîmê hatine tespîtkirin.[11][12] Di sala 4.500 b.z. de çanda Cucuteni-Trypillia ya neolîtîk li deverên berfireh ên Ûkraynaya nûjen hatine dîtin ku di nav de Trypillia û tevahiya herêma Dnieper-Dniesterê heye çand lê pêşketiye.[13] Dibe ku Ûkrayna cihê yekem be ku hesp lê hatiye kedîkirin. Hîpoteza Kurgan herêma Volga-Dnieper ya Ûkraynayê û başûrê Rûsyayê wekê welatê zimanê Proto-Hind û Ewropiyan destnîşan dike.[14] Koçberiyên Hind û Ewropî yên destpêkê yên ji pêngavên Pontîk di hezarsala 3em a b.z. de bav û kalên zozanên Çola Yamnaya û zimanên hind û ewropî li beşên mezin ên Ewropayê belav kirine.[15] Di Serdema hesinî de kîmmerî, skîtî û sarmatiyên îranîaxiv li herêmê bicih bûne.[16] Di navbera 700 û 200 salên b.z. de herêm beşek ji padîşahiya skîtan bû.[17]
Di sedsala 6ê berî zayînê de koloniyên yewnanî, romayî û bîzansî li peravê bakurê rojhilatê Deryaya Reş, li Tîras, Olbiya û Khersonesusê bicih bûne ku heya sedsala 6ê p.z. li herêmê hebûna xwe berdewam kirine. Gotî li herêmê mane lê ji salên 370an vir ve ketin bin destê hunan. Di sedsala 7an de axa ku niha rojhilatê Ûkraynayê ye navenda Bulgarîstana Mezin a Kevin bû. Di dawiya sedsalê de pirraniya eşîrên bulgar ber bi aliyên cihê ve koç dibin û erdên herêmê ji aliyê xezeran ve tê dagirkirin.[18]
Di sedsalên 5 û 6an de gelên antanî ku hinek caran wekê gelên pêşîn ên slavî hatine diyar kirin li Ûkraynayê jiyan kirine. Koçberiyên ji herêmên Ûkraynaya îro li seranserê Balkanan gelek neteweyên Slavên Başûr ava kirine. Koçberiyên bakur ku hema hema gihîştine Gola Îlmenê, bûne sedema çêbûna slavên îlmen û kriviçên îlmen. Piştî êrîşa avaran a di sala 602an de û hilweşîna Yekîtiya Antayan, piraniya van gelan wekî eşîrên cuda heta destpêka hezarsala duyem berdewam kirine.[19]
Serdema zêrîn a Kîevê
biguhêreDamezrandina dewleta Kîevana Rusyayê heya roja îro ne diyar û nezelal maye.[20] Kîevan Rûsyayê piraniya Ûkraynaya ya îro Belarûs û beşê rojavayê Rûsyaya Ewropî vegirtiye.[21] Li gorî Kronîka Yekem (Kronîka Nestorê) gelê Rûsyayê di destpêkê de ji varangiyên ku ji Skandînavyayê hatine pêk dihat.[22] Di sala 882an de, mîrê pûtperest Oleg (Oleh) Kîevê ji Askold û Dirê ve bidest xist û bajêr wekê paytexta nû yê Rûsyayê radigihîne.[23] Lêbelê dîroknasên antî-normanîst îdia dikin ku eşîrên Slaviyên Rojhilat ên li ser beşên başûrê Çemê Dnîperê di wî demê de jixwe di pêvajoya avakirina dewleteke serbixwe de bûne.[24] Elîta varangiyan û tevî xanedana desthilatdar a Rurik ve, piştre di nav nifûsa slavî de asîmîle bûne.[21] Kîevana Rusyayê ji çend mîrekiyên ku ji aliyê Rurikid kniazes ("mîran") ve dihatin birêvebirin pêk dihat ku pir caran ji bo parastina Kîevê bi her re şer dikirin.[25]
Di sedsalên 10an û 11an de Kîevana Rûsyayê bûye dewleta herî mezin û dewleta herî bi hêz ê li Ewropayê ku ev sedsal wekê serdema zêrîn a Kîevana Rûsyayê tê zanîn.[26] Serdema zêrîn di dema rêveberiya Vladîmîrê Mezin (980-1015) ku xirîstiyaniyê daye naskirin dest pê kiriye. Ji ber ku girîngiya nisbî ya hêzên herêmî dîsa zêde dibe Kîeavana Rûsyayê bi awayeke bilez dest bi perçe bûnê dike.[21] Piştî vejîna dawî ya di bin desthilatdariya Vladîmîr II Monomakh (1113-1125) û kurê wî Mstislav (1125-1132) de, piştî mirina Mstislav, her çiqas xwedaniya Kyîvê bi heyamên dehsalan prestîjeke mezin werbigire jî Kîevana Rûsyayê di dawiyê de di nav mîrekiyên cihê de belav bûye.[27]
Di nîveka sedsala 13an de êrîşên mongolan Kîevana Rûsyayê wêran dike ku di sala 1240an de piştî dorpêçkirina Kîevê, bajar ji hêla mongolan ve hatiye hilweşandin.[28] Li herêmên rojava mîrekiyên Halîc û Volhîniya berê derketine holê û ji bo avakirina Mîrektiya Galîçya-Volhînya hatine yek kirin. Daniel Galîçya, kurê Romanê Mezin, piraniya başûrê rojavayê Rûsyayê, Volhînya, Galîçya û her weha Kîev ji nû ve dike yek perçeyek.[29] Di 1253an de ew ji aliyê şanderê papa ve wekê yekem padîşahê Galicia-Volhynia (ku wekî Padîşahiya Rutenyayê jî tê zanîn) hatiye tackirin.[30]
Serdestiya ji aliyê welatên derve
biguhêreDi sala 1349an de di encama Şerên Galîçya-Volînya de herêm di navbera Padîşahiya Polonya û Dûkîtiya Mezin a Lîtvanyayê de hatiye dabeş kirin.[31] Ji nîvê sedsala 13an heya dawiya salên 1400an, Komara Genova gelek kolonî li peravên bakurê Deryaya Reş damezrandiye û koloniyan vediguherîne navendên mezin ên bazirganî yên din bin serokatiya konsulê ku nûnerê komarê bû.[32] Di sala 1430an de herêma Podolya di nav Polonya de hatiye girêdan û erdên Ûkraynaya îro her ku çûye polonî lê bicih bûne.[33] Di sala 1441ê de mîrê cengîziyan Hecî I Giray Xanedana Kirimê li Nîvgirava Kirimê û deştên derdorê damezrandiye ku xanedaniyê komên koleyên tatar organîze kiriye.[34] Piştre di sê sedsalên paş de bazirganiya koleytiya li Kirimê nêzîkî 2 milyon mirovan dike kole.[35]
Di sala 1569an de Yekîtiya Lûblînê ku Hevpeymaniya Polonî-Lîtvanî bû ava kiriye û piraniya axa Ûkraynayê ji Lîtvanyayê beşdarê axa Taca Keyaniya Polonyayê hatiye kirin û bi awayekê dibe beşekê ji axa polonî. Di bin zextên polonîzasyonê de, gelek eşîrên Rûthenyayê dibin katolîk û tevlî derdorên esilzadeyên polonî dibin û rûtenyayî yên din jî tevlî Yekitîya Dêra Rûtenî ya ku nû hatiye afirandin, dibin.[36]
Sedsala 19an û destpêka sedsala 20an
biguhêreDi sedsala 19an de neteweperestiya ûkraynî desp bi geş kirinê dike. Bi mezinbûna bajarîbûn û nûjenbûnê re û meylek çandî ber bi neteweperestiya romantîk ve diçe ku civateke rewşenbîrî ya ûkraynî bi nûvebûna neteweyî û dadmendiya civakî ve girêdayî ye derketiye holê. Helbestvan Taras Shevchenko (1814-1861) û teorîsyenê siyasî Mîkailo Drahomanov (1841-1895) pêşengiya tevgera neteweperwerî ya mezinê Ûkraynayê dikin.[37][38] Digel ku şert û mercên pêşkevtina wê li Galîçyaya Awistriyayê di bin desthilatdariya Habsburgan de bi nisbî sivik dibe,[39] beşa rûsî (ji aliyê dîrokî ve wekê "Rûsyaya Piçûk" an "Rûsyaya Başûr" tê zanîn) bi qedexeyên giran re rû bi rû dimîne, heta ku hema hema hemî pirtûkan qedexe dike ku di sala 1876an de bi zimanê ûkraynayî hatiye weşandin.[40]
Ûkrayna mîna deverên din ên Împaratoriya Rûsyayê, ji ber parastina serfetî ji piraniya Ewropaya Rojava derengtir beşdarî Şoreşa Pîşesaziyê dibe.[41] Ji xeynî li nêzîkî kanên komirê li Donbasê ku nû hatibûn vedîtin û li hinek bajarên mezin ên wekê Odesa û Kîevê, aboriya Ûkraynayê bi piranî li ser çandiniyê û derxistina çavkaniyan dimîne. Beşa Awistriyayê ya Ûkrayna bi taybetî xizan dimînin ku bi sed hezaran gundî neçar dimînin koçber bibin.[42] Ji ber vê koçberiyê diyasporayeke berfireh a Ûkraynayê li welatên wekê Kanada, Dewletên Yekbûyî û Brezîlê çêbûye. Hinek ji ûkrayniyan jî li Rojhilata Dûr bi cih bûne. Li gorî serjimêriya sala 1897an li Sîbîryayê 223.000 û li Asyaya Navendî 102.000 ûkrayniyên etnîkî hatine tespîtkirin.[43] Di deh salên piştî vekirina rêya rêhesinê ya Trans-Sîbîryayê ku di sala 1904an de vebûye 1.6 milyon mirov koçberê rojhilat bûne. Herêmên Rojhilata Dûr ên ku nifûsa etnîkî ûkraynî lê bicih bûne wekê Ûkraynaya Kesk hatiye binavkirin.[44]
Ûkrayna bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem ve dikeve nav tevliheviyê û şerê li ser axa Ûkraynayê heya dawiya sala 1921ê berdewam dike. Her çiqas pirraniya mezin di nav Artêşa Rûsî ya Emperyal de bûn ku beşek ji Lihevkirina Sêmend (Triple Entente) bû ku di bin desthilatdariya Rûsyayê de xizmet dikir, di destpêkê de gelê ûkraynî di navbera Awistirya û Mecaristanê de perçe bûne ku ji bo Hêzên Navendî şer dikirin.[45] Dema ku Împeratoriya Rûsyayê hilweşiya û bi hilweşandina re Şerê Serxwebûna Ûkraynayê hatiye destpêkirin ku ûkraynî li dijî artêşên wekê Artêşa Sor, Artêşa Spî, Artêşa Reş û Artêşa Kesk şer kirine ku ev artêş ji çend welat û neteweyên cihêreng pêk dihatin.
Hewldaneke ji bo avakirina dewleteke serbixwe, Komara Gel a Ûkraynayê ya çepgir (UNR), yekem car ji aliyê Mîhalyo Hruşevskî ve hatiye ragihandin lê ev heyam ji aliyê siyasî û leşkerî ve gelek tevlihev derbas dibe. Ev yekem car bi derbeyekê bi pêşengiya Pavlo Skoropadskî de tê hilweşandin ku Dewleta Ûkraynayê di bin parastvaniya almanan de maye û hewildana vegerandina UNRê ya di bin rêvebiriyê de di dawiyê de têk diçe ji ber ku artêşa Ûkraynayê bi awayeke birêkûpêk ji aliyê hêzên din ve hatibû dorpêç kirin.[46]
Encama vê pevçûnê dibe sedema serkevtineke qismî ya Komara Polonyaya Duyem ku parêzgehên Rojavayê Ûkraynayê beşdarê axa komarê dibe û her weha dibe sedema serkevtineke mezinê ji bo hêzên pro-sovyetê ku komên mayî têne derxistin û di dawiyê de Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ûkraynayê (Ûkraynaya Sovyetê) hatiye avakirin. Di vê navberê de Bukowînaya îro ji aliyê Romanyayê ve hatiye dagir kirin û Rûtenyaya Karpatî wekê herêmek otonom li Çekoslovakyayê hatiye pejirandin.[47] Pevçûna li ser Ûkraynayê ku beşek ji Şerê Navxweyî yê Rûsyayê ya berfireh e, tevahiya Împeratoriya Rûsyayê ya berê, tevî rojhilat û Ûkraynaya navîn wêran dike. Di şer û pevçûnan de zêdetirî 1.5 milyon mirov têne kuştin û bi sed hezaran kes li axa Împeratoriya Rûsyayê ya berê bê cih û war dimînin.[48][49]
Serdemên di navbera şeran de
biguhêreDi serdema navbera şer de, li Polonyayê, mareşal Józef Piłsudski pêşkêşkirina otonomiyeke herêmî ku wekê rêyekê ji bo kêmkirina bandora Sovyetê li herêma Kresy ya rojhilatê Polonyayê dîtiye, li daxwaza piştgiriya Ûkraynayê geriyaye.[50] Lêbelê ev nêzîkatî piştî mirina Piłsudski di sala 1935an de ji ber nerazîbûnên berdewam ên di nav nifûsa Ûkraynayê de ku di nav de kuştinên rayedarên hikûmeta polonî ji aliyê Rêxistina Neteweperestên Ûkraynî (RNÛ) pêk hatiye tê bidawîkirin. Hikûmeta Polonya bersiv dide van bûyeran ku mafên kesên ku xwe wekê hevwelatiyê Ûkraynayê ragihandine sinordar dike.[51][52] Di encama vê sinor kirine de tevgera neteweperest û mîlîtan a Ûkraynayê ya veşartî ku di salên 1920an de derdikeve holê piştgiriyeke berfireh werdigire.
Di vê navberê de Ûkraynaya Sovyetê ya nû hatiye damezrandin ku bibû yek ji komarên damezrîner ên Yekîtiya Sovyetê. Di salên 1920an de di bin polîtîkaya ûkraynabûnê de ku ji aliyê serokatiya komunîst a neteweyî ya Mîkola Skrîpnîk ve hatiye meşandin, serokatiya Sovyetê di destpêkê de bi çand û zimanê Ûkraynayê vejîneke neteweyî dide destpêkirin.[53] Ûkraynabûn beşek ji polîtîkaya korebûnê ya li seranserî Sovyetê bû (ku dihat wateya xwemalîbûnê) ku mebesta wê ew bû ku pêşkevtina gelên xwemalî, ziman û çanda wan di nav rêvebirina komarên wan de pêş bixe.
Di heman demê de rêberê Sovyetê Vladîmîr Lenîn Siyaseta Aborî ya Nû (SAN) dide destpêkirin ku şêwazeke sosyalîzma bazarê destnîşan dikir ku destûr daye ku hinek xwedîtiya taybet a pargîdaniyên hilberîner ên piçûk û navîn ku Yekîtiya Sovyetê ya piştî şer ku hem wêranbûniyên ji ber Şerê Cîhanê yê Yekem û hem jî wêranbûniyên ji ber şerê navxweyî pêk hatine ji nûve ava bikin. Siyaseta Aborî ya Nû (SAN) di nîvê sala 1920an de ji bo vegerandina aboriya berê şer serketî dibe.[54] Van polîtîkayan gelek kesayetên navdar ên berê yên Vejîna Neteweyî ya Ûkraynayê ku di nav de serokê berê yê Vejîna Neteweyî ya Ûkraynayê Hruşevskî jî hebû kişandiye ku vegerin Ûkraynaya Sovyetê û li Ûkraynaya Sovyetê beşdarî pêşketina zanist û çanda Ûkraynayê bûne. Komara Gel a Rojavayê Ûkraynayê û Komara Hutsulê di vê heyamê de nekarîn tevlê tevahiya Ûkraynayê bibin.[55]
Piştî mirina Lenîn ji ber ku Ûsiv Stalîn dibe serokê Yekîtiya Sovyetê, heyama Ûkraynaya Sovyetê kurt dibe. Stalîn piştê bûyera Veqetîna Mezin Siyaseta Aborî ya Nû betal dike. Ji dawiya salên 1920an ve dest pê dike û bi aboriyeke plansazkirî ya navendî, Ûkraynaya Sovyetê beşdarî plansaziyeke pîşesazîbûnê dibe ku di sala 1930an de hilberîna pîşesaziya xwe çar caran zêde dike.
Lêbelê di encama siyaseta nû ya Stalîn de gundiyên Ûkraynayê ji bernameya kolektîvkirina zeviyên çandiniyê zirar dîtine. Kolektîvasyon beşek ji plansaziya yekem a pênc-salî bû ku ji aliyê leşkerên birêkûpêk û polîsê veşartî yên ku bi navê Çeka tê zanîn dihate bikar anîn. Kesên ku li hemberê kolektîvkirina zeviyên çandiniyê derdikevin hatine girtin û sirgûnî gulagan û kampên xebatê hatibûn kirin. Ji ber ku endamên cotkarên kolektîv carînan destûr nedidan ku ti dexl wergirin heya ku kotayên nerasteqîn pêk nehatin, bi milyonan kes di xelayiya ku bi navê Holodomor an jî "Xelayiya Mezin" tê zanîn, ji biriyan dimirin ku ev bûyer ji aliyê hinek welatan ve wekê kiryareke jenosîdê ku ji hêla Stalin û navdarên din ên Sovyetê ve hatiye kirin.[56]
Piştî şerê navxweyî û kolektîvkirina Rûsyayê, Paqijiya Mezin, dema ku dijminên siyasî yên Stalîn hatine tunekirin, di encamê de windahiyek kûr a nifşek nû ya rewşenbîrên ûkraynî pêk hatiye ku îro wekê Ronesansa Bidarvekirî tê zanîn.[57]
Şerê Cîhanê ya Duyem
biguhêrePiştî dagirkirina Polonyayê di îlona sala 1939an de leşkerên alman û leşkerên Sovyetê axa Polonyayê di navbera xwe de dabeş dikin. Bi vî awayî Galîçyaya Rojhilat û Volînya bi nifûsa xwe ya ûkraynayî ve bûne beşek ji Ûkraynayê.[58][53] Bi vê yekbûnê re di dîrokê de cara yekem e ku neteweya ûkraynî dibin yek. Di sala 1940an de, dema ku Ûkraynaya Sovyetê deverên bakur û başûr ên Besarabiya, Bukovînaya Bakur tevlîhev dike bidestketiyên din ên axê hatine bidestxistin û herêma Hertsa ji herêmên ku Yekîtiya Sovyetê neçar kiriye ku Romanya bide ku tevî wê beşa rojavayî ya Komara Sovyet a Sosyalîst a Xweser a Moldavyayê radestî Komara Sovyeta Sosyalîst a Moldaviyayê ya ku nû hatiye avakirin bike. Ev bidestketiyên axa Yekîtiya Sovyetê bi peymanên aştiyê yên Parîsê ya sala 1947an de di qada navneteweyî de hatine pejirandin.[59]
Artêşên Almanan di 22ê hezîrana sala 1941ê de Yekîtiya Sovyetê dagir dikin û şerê ku nêzîkê çar salan berxwe dide dest pê dike. Şer di destpêkê de li hember hewldanên bêhêvî lê neserketî yên Artêşa Sor pêş ket. Di şerê Kîevê de ji ber berxwedana xwe ya dijwar, bajar wekê "Bajarê Hero" hatiye binavkirin. Zêdetirî 600.000 leşkerên Sovyetê (an çaryeka Eniya Rojavayî ya Sovyetê) li wir hatine kuştin an dîl hatin girtin û gelek ji wan jî rastî muameleya xirab hatine.[60][61] Piştî dagirkirina Komara Sovyet a Sosyalîst a Ûkraynayê piraniya welat di nav Reichskommissariat Ûkrayna de hatiye organîze kirin ku çavkaniyên welat desteser bike û di dawiyê de bicih bûna almanan pêk bîne. Hinek ûkrayniyên rojavayî ku tenê di sala 1939an de tevlê Yekîtiya Sovyetê bibûn, almanan wekê kesên xîlaskar dîtine lê ji ber ku naziyan zêde hewl nedane ku nerazîbûna li hemberê polîtîkayên stalînîst bikar bînin ev demek dirêj berdewam nekiriye.[62] Di cihê wê de, naziyan pergala kolektîvkirina cotkariyê parastine, polîtîkayên qirkirinê li dijî cihûyan meşandine, bi milyonan mirov ku ji bo li Almanyayê bixebitin birine û ji bo ku kolonîzasyona almanan amade bikin dest bi bernameyeke kêmkirina nifûsê kirine.[62] Di heman demê de naziyan veguhestina xwarinê ku bi rêya Çemê Dnîperê pêk hatiye dorpêçkiriye.[63]
Tevî ku piraniya ûkrayniyan di nav an li kêleka Artêşa Sor û berxwedana Sovyetê de şer dikirin li Rojavayê Ûkraynayê tevgereke serbixwe ya Artêşa Serhildêr a Ûkraynayê hebû.[64] Ev hêz wekê hêzên çekdar ên Rêxistina Veşartî ya Neteweperestên Ûkraynayê hatiye damezrandin. Herdu rêxistin, OUN û UPA, piştgirî dane armanca dewleteke Ûkraynaya serbixwe yê li ser axa ku piranî ji ûkrayniyên etnîkî pêk dihatin.[65] Her çend vê yekê bi Almanyaya Nazî re nakokî çêbike jî carinan baskê Melnîk ya OUNê bi hêzên naziyan re hevpeymaniyan çêkiriye. Ji nîvê sala 1943an heta dawiya şer, UPAyê li herêmên Volînya û Rojhilatê Galîçyayê komkujiyan li hemberê polonên etnîkî pêk anîbû ku dora 100.000 sivîlên polonî hatiye kuştin ku ev yek jî bûye sedema tolhilanînê.[66][67] Ev komkujiyên organîze hewildaneke ji aliyê OUN ve bû ku dewletek ûkraynî ya homojen bêyî ku hindikahiyeke polonî di nav sînorên wê de bijî, ava bike û nehêle ku dewleta Polonya ya piştî şer serweriya xwe li ser deverên ku beşek ji Polonyaya berî şer bû destnîşan bike.[68] Piştî şer, UPA heta sala 1950an şerê Yekîtiya Sovyetê berdewam kiriye.[69][70] Di heman demê de, Artêşa Rizgariya Ûkraynayê ku tevgerek din a neteweperestê ûkraynî bû li kêleka naziyan şer kiriye.[71]
Bi tevahî, hejmara ûkrayniyên etnîkî yên ku di nav refên Artêşa Sovyetê de şer kirine ji 4.5 milyon heta 7 milyon şervan hatiye texmînkirin.[64][72] Yekîneyên berxwedanê yên gerîlayên partîzan ên Pro-Sovyetê ku heya sala 1944an de ji 500.000 şervanan pêk dihatin, nîvê ji şervanan ji ûkrayniyan pêk hatiye.[53] Bi gelemperî, hejmarên Artêşa Serhildêrên Ûkraynayê ne pêbawer in ku hejmar ji 15.000 heta 100.000 şervan diguhere.[73][74]
Piraniya şerên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li Eniya Rojhilat qewimiye.[75] Tevahiya windahiyên ûkraynî yên di dema şer de gihiştiye 6 milyonan[76][77] ku di nav de bi texmînî 1.5 milyon cihû ji aliyê Einsatzgruppen ve hatine kuştin[78] ku carinan ev komkujiya cihûyan bi alîkariya hinek hevkarên xwemalî jî pêk hatine. Ji 8.6 milyon windahiyên leşkerên Sovyetê,[79] 1.4 milyon leşker ûkrayniyên etnîkî bûn.[79] Roja Serketinê wekê yek ji yanzdeh cejnên neteweyî yên Ûkraynayê tê pîroz kirin.[80]
Piştê şer, Ûkraynaya Sovyetê
biguhêreKomarê ji ber şer ên giran gelek zirar dibîne û ji bo avakirina bajaran pêwîstiyên hewildanên girîng hebûn. Li seranserê welêt zêdetirê 700 bajar û bajarok û 28 hezar gund wêran dibin. Di salên 1946 û 1947an de ji rewşa mirovan ji ber xelayê xerabtir dibe ku ji ber ziwabûn û hilweşîna binesaziyê ya di dema şer de bi kêmî ve bi deh hezaran kes dimirin. Her çiqas welateke serbixwe nebe jî di sala 1945an de Ûkraynaya Sovyetê dibe yek ji endamên damezrîner ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku beşek ji peymanek taybetî ya di Konferansa Yalta de û ligel Belarûsê, li Neteweyên Yekbûyî xwediyê mafê dengdanê bû. Wekî din, Ukrayna dema ku Zakarpatyayê îlheq dike, careke din dîsa sinorên xwe berfireh kiriye û nifûs welêt ji ber veguheztina nifûsa piştî şer pir homojen dibe ku piraniya wan wekê almanan û tatarên Kirimê ku bi zorê hatibûn koçber kirin.
Piştî mirina Stalîn di sala 1953an de Nikita Khrushchev dibe serokê nû yê Yekîtiya Sovyetê ku dest bi polîtîkayên hilweşandina stalînîzmê û polîtîkayên nerm ên Khrushchevê kiriye.
Çavkanî
biguhêre- ^ "Ukraine country profile". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 1 adar 2022. Roja gihiştinê 25 adar 2022.
- ^ "Declaration of State Sovereignty of Ukraine". web.archive.org. 27 îlon 2007. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Beliakova, Polina; Tecott, Rachel (17 adar 2023). "The Surprising Success of U.S. Military Aid to Ukraine: Kyiv's Determination Has Improved Washington's Spotty Track Record". www.foreignaffairs.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "In closer ties to Ukraine, U.S. officials long saw promise and peril". Yahoo News (bi îngilîziya amerîkî). 28 nîsan 2022. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Corruption in Ukraine (Published 2022)" (bi îngilîzî). 1 tîrmeh 2022. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Haring, Melinda (26 nîsan 2019). "What is wrong with the Ukrainian economy?". Atlantic Council (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Ukraine becomes world's third biggest grain exporter in 2011 - minister — BlackSeaGrain". web.archive.org. 31 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "WTO | Publications". www.wto.org. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Johnson: Is there a single Ukraine?". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
- ^ Garba, R.; Usyk, V.; Ylä-Mella, L.; Kameník, J.; Stübner, K.; Lachner, J.; Rugel, G.; Veselovský, F.; Gerasimenko, N.; Herries, A. I. R.; Kučera, J.; Knudsen, M. F.; Jansen, J. D. (2024). "East-to-west human dispersal into Europe 1.4 million years ago". Nature (bi îngilîzî). 627 (8005): 805–810. doi:10.1038/s41586-024-07151-3. ISSN 1476-4687.
- ^ Prat, Sandrine; Péan, Stéphane C.; Crépin, Laurent; Drucker, Dorothée G.; Puaud, Simon J.; Valladas, Hélène; Lázničková-Galetová, Martina; Plicht, Johannes van der; Yanevich, Alexander (2011). "The Oldest Anatomically Modern Humans from Far Southeast Europe: Direct Dating, Culture and Behavior". PLOS ONE (bi îngilîzî). 6 (6): e20834. doi:10.1371/journal.pone.0020834. ISSN 1932-6203. PMC 3117838. PMID 21698105.
{{cite journal}}
: CS1 maint: PMC format (lînk) CS1 maint: unflagged free DOI (lînk) - ^ "Early human fossils unearthed in Ukraine". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 20 hezîran 2011. Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2025.
- ^ Magazine, Smithsonian; Thorsberg, Christian. "When Did Humans Domesticate Horses? Scientists Find Modern Lineage Has Origins 4,200 Years Ago". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Mysterious Indo-European homeland may have been in the steppes of Ukraine and Russia". www.science.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2025.
- ^ Haak, Wolfgang; Lazaridis, Iosif; Patterson, Nick; Rohland, Nadin; Mallick, Swapan; Llamas, Bastien; Brandt, Guido; Nordenfelt, Susanne; Harney, Eadaoin; Stewardson, Kristin; Fu, Qiaomei; Mittnik, Alissa; Bánffy, Eszter; Economou, Christos; Francken, Michael (2015). "Massive migration from the steppe was a source for Indo-European languages in Europe". Nature (bi îngilîzî). 522 (7555): 207–211. doi:10.1038/nature14317. ISSN 1476-4687. PMC 5048219. PMID 25731166.
{{cite journal}}
: CS1 maint: PMC format (lînk) - ^ "Scythian | People, History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 27 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Scythian | ancient people | Britannica.com". web.archive.org. 27 adar 2017. Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Khazar | Origin, History, Religion, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 21 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2025.
- ^ Magocsi, Paul R. (1 kanûna paşîn 1996). A History of Ukraine (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-7820-9.
- ^ "Русь и варяги. Евразийский исторический взгляд". Центр Льва Гумилёва (bi rûsî). 13 îlon 2012. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2025.
- ^ a b c "KIEVAN RUS. The Columbia Encyclopedia: Sixth Edition. 2000". web.archive.org. 19 tebax 2000. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2025.
- ^ Blinnikov, Mikhail S. (2011). A geography of Russia and its neighbors. Texts in regional geography : a Guilford series. New York: Guilford Press. ISBN 978-1-60623-933-9. OCLC 609541411.
- ^ Kubicek, Paul (30 îlon 2008). The History of Ukraine (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-0-313-34921-8.
- ^ Gleason, Abbott, edîtor (2009). A companion to Russian history. Blackwell companions to world history. Chichester: Wiley-Blackwell. ISBN 978-1-4443-0842-6.
- ^ Dimnik, Martin (2003). The dynasty of Chernigov. 1146-1246. Cambridge ; New York: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-82442-2.
- ^ "Ukraine". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 15 kanûna paşîn 2025.
- ^ Dimnik, Martin (2016). Power politics in Kievan Rusʹ̂: Vladimir Monomakh and his dynasty, 1054 1246. Pontifical institute of mediaeval studies. Studies and texts. Toronto, Ont: Pontifical Institute of Mediaeval Studies. ISBN 978-0-88844-202-4.
- ^ ""The Destruction of Kiev"". wayback.archive-it.org. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2025.
- ^ """Roman Mstyslavych""". wayback.archive-it.org. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2025.
- ^ Ougrin, Dennis; Ougrin, Anastasia (12 çiriya pêşîn 2020). One Hundred Years in Galicia: Events That Shaped Ukraine and Eastern Europe (bi îngilîzî). Cambridge Scholars Publishing. ISBN 978-1-5275-6057-4.
- ^ Rowell, Stephen C. (2011). Lithuania ascending: a pagan empire within east-central Europe, 1295 - 1345. Cambridge studies in medieval life and thought (Çapa Transferred to digital print., [Nachdr.]). Cambridge: Cambridge Univ. Press. ISBN 978-0-521-45011-9.
- ^ "Генуэзские колонии в Одесской области - Бизнес-портал Измаила". web.archive.org. 5 sibat 2018. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ Plokhy, Serhii (30 gulan 2017). The Gates of Europe: A History of Ukraine (bi îngilîzî). Basic Books. ISBN 978-0-465-09346-5.
- ^ "A HISTORY OF UKRAINE. EPISODE 33. THE CRIMEAN KHANATE AND ITS PERMANENT INVASIONS OF UKRAINE". web.archive.org. 12 gulan 2020. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Inalcik. Servile Labor". web.archive.org. 4 gulan 2017. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ Cracraft, James; Subtelny, Orest (1987). "Domination of Eastern Europe: Native Nobilities and Foreign Absolution, 1500-1715". The American Historical Review. 92 (1): 167. doi:10.2307/1862878. ISSN 0002-8762.
- ^ ""The First Ukrainian Political Program: Mykhailo Drahomanov's Introduction to Hromadaurl"". www.ditext.com. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Shevchenko, Taras". www.encyclopediaofukraine.com. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ Magocsi, Paul Robert (24 îlon 2002). The Roots of Ukrainian Nationalism: Galicia as Ukraine's Piedmont (bi îngilîzî). University of Toronto Press. doi:10.3138/9781442682252/html. ISBN 978-1-4426-8225-2.
- ^ Kravčenko, Volodymyr Vasylʹovyč (2022). The Ukrainian-Russian borderland: history versus geography. Montreal Kingston London Chicago: McGill-Queen's University Press. ISBN 978-0-2280-1199-6.
- ^ "Industrial Revolution | Key Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Ukraine – ERIH". www.erih.net. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ Satzewich, Vic (2014). The Ukrainian diaspora. Global diasporas (Çapa First issued in paperback). London New York: Routledge. ISBN 978-0-415-29658-8.
- ^ Smele, Jon (2015). Historical dictionary of the Russian civil wars, 1916-1926. Historical dictionaries of war, revolution, and civil unrest. Lanham, Maryland: Rowman & Littlefield. ISBN 978-1-4422-5280-6.
- ^ Subtelny, Orest (2000). Ukraine : a history. Internet Archive. Toronto ; Buffalo : University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-8390-6.
- ^ Nahaylo, Bohdan (1999). The Ukrainian Resurgence (bi îngilîzî). Hurst. ISBN 978-1-85065-168-0.
- ^ "Ukraine | History, Flag, Population, President, Map, Language, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 18 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Norka, Russia". web.archive.org. 13 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Famine of 1921–3". www.encyclopediaofukraine.com. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2025.
- ^ Snyder, T. (1 gulan 2003). "The Causes of Ukrainian-Polish Ethnic Cleansing 1943". Past & Present. 179 (1): 197–234. doi:10.1093/past/179.1.197. ISSN 0031-2746.
- ^ Revyuk, Emil (1931). Polish Atrocities in Ukraine (bi îngilîzî). Svoboda Press.
- ^ Skalmowski, Wojciech (2003). For East is East: Liber Amicorum Wojciech Skalmowski (bi îngilîzî). Peeters Publishers. ISBN 978-90-429-1298-4.
- ^ a b c Subtelny, Joanne D.; Oya, N.; Subtelny, J.D. (1972). "Cineradiographic Study of Sibilants". Folia Phoniatrica et Logopaedica. 24 (1): 30–50. doi:10.1159/000263541. ISSN 1421-9972.
- ^ Service, Robert (1998). A history of twentieth-century Russia (Çapa 3. print). Cambridge, Mass: Harvard Univ. Press. ISBN 978-0-674-40348-2.
- ^ Yekelchyk, Serhy (2013). "The Change of Signposts in the Ukrainian Emigration: A Contribution to the History of Sovietophilism in the 1920s by Christopher Gilley (review)". Slavonic and East European Review. 91 (4): 913–914. doi:10.1353/see.2013.0012. ISSN 2222-4327.
- ^ "Ukraine remembers famine horror" (bi îngilîziya brîtanî). 24 çiriya paşîn 2007. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2025.
- ^ Wheatcroft, Stephen G. (2007). "Agency and Terror: Evdokimov and Mass Killing in Stalin's Great Terror". Australian Journal of Politics & History (bi îngilîzî). 53 (1): 20–43. doi:10.1111/j.1467-8497.2007.00440.x. ISSN 1467-8497.
- ^ "WILSON v. WILSON". Victorian Reports. [1926] VLR: 17–20. 1926. doi:10.25291/vr/1926-vlr-17. ISSN 2208-4886.
- ^ "Treaties and Other International Agreements of the United States of America 1776-1949 Compiled under the direction of Charles I. Bevans LL.B." avalon.law.yale.edu. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ Buckwheat. University of Toronto Press. 31 kanûna pêşîn 1974. rr. 102–102.
- ^ Boshyk, Yury, edîtor (2002). "Action Learning Worldwide". Action Learning Worldwide. doi:10.1057/9781403920249.
- ^ a b "Ukraine :: Bukovina under Romanian rule -- Britannica Online Encyclopedia". web.archive.org. 27 sibat 2010. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ BERKHOFF, KAREL C. (15 adar 2008). Harvest of Despair. Harvard University Press. ISBN 978-0-674-02078-8.
- ^ a b "World wars". www.encyclopediaofukraine.com. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ Subtelny, Orest (10 çiriya paşîn 2009). Ukraine: A History, Fourth Edition (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-0991-4.
- ^ Snyder, Timothy (24 sibat 2010). "A Fascist Hero in Democratic Kiev". The New York Review of Books (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ Snyder, Timothy (2003). "The Causes of Ukrainian-Polish Ethnic Cleansing 1943". Past & Present (179): 197–234. ISSN 0031-2746.
- ^ Amelung, Mario; Piotrowski, Michael; Rösner, Dietmar (25 hezîran 2007). "eduComponents". ACM SIGCSE Bulletin. 39 (3): 352–352. doi:10.1145/1269900.1268923. ISSN 0097-8418.
- ^ Vesilind, P. Aarne; Peirce, J. Jeffrey; Weiner, Ruth F. (1988). Water Pollution Law. Elsevier. rr. 237–247. ISBN 978-0-409-90050-7.
- ^ Kalb, Marvin (21 îlon 2015). Imperial Gamble: Putin, Ukraine, and the New Cold War (bi îngilîzî). Brookings Institution Press. ISBN 978-0-8157-2665-4.
- ^ "Велика Вітчизняна Війна". web.archive.org. 15 gulan 2005. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ Magocsi, Paul Robert (2017). Historia Ukrainy: Ziemia i ludzie. Ksiegarnia Akademicka Publishing. ISBN 978-83-7638-455-9.
- ^ "Ukrainian Insurgent Army". www.encyclopediaofukraine.com. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ Weinberg; Young; Christy; Plass; Wigner; Williamson (1992). On a Plant with Water Cooling. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 264–296. ISBN 978-3-642-77427-0.
- ^ "Велика Вітчизняна Війна". web.archive.org. 25 çiriya pêşîn 2007. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Демографічні втрати України в хх столітті". Зеркало недели | Дзеркало тижня | Mirror Weekly (bi ukraynî). Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ Smale, Alison (27 kanûna paşîn 2014). "Shedding Light on a Vast Toll of Jews Killed Away From the Death Camps". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ a b "Велика Вітчизняна Війна". web.archive.org. 15 gulan 2005. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Вихідні та святкові дні 2022 року в Україні/Holidays 2022 in Ukraine | Генеральне консульство України в Нью-Йорку". web.archive.org. 4 tebax 2022. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2025.