Moldova
Moldova an jî Komara Moldovayê (bi moldavî: Republica Moldova), welatekî bejahî li Ewropaya rojhilat e. Welat bi tevahî 33.483 kîlomêtre çargoşê vedigire û li gorî daneyên çileya 2023an de bi qasî 2.5 milyon nifûsa Moldovayê heye. Moldova li rojava bi Romanya û li bakurê rojhilat û başûr bi Ûkraynayê re sinor e. Dewleta veqetandî ya Transnîstriya ku nayê naskirin li ser Çemê Dniester li ser sinorê rojhilatê welat bi Ûkraynayê re ye.[1] Paytext û bajarê herî mezin a welêt Kîşînev e.
Republica Moldova Moldova |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: Discover the routes of life | ||||||
Sirûd: Limba noastră |
||||||
Moldova li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 47°15'0.00"Bk, 28°31'0.01"Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | komara parlamenter | |||||
• | Serokdewlet | Maia Sandu (2020–) | ||||
• | Serokwezîr | Dorin Recean (2023–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 27 tebax 1991 | ||||
• | Rûerd | 33.843,5 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 2.603.813 (2022) | ||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +373 | |||||
Malper http://www.moldova.md/ |
Dema ku welêt ji aliyê Împeratoriya Osmanî (ku Moldava dewletek bindest bû) radestî Împeratoriya Rûsyayê tê kirin, piraniya axa Moldovayê ji sedsala 14an heta sala 1812an beşek ji Mîrektiya Moldavayê bû.[2] Di 1856an de başûrê Besarabiya beşdarî axa Moldavayê dibe ku piştî sê salan bi Walaşiya re dibe yek û Romanyayê ava dike lê carek din dîsa di sala 1878an desthilatdariya Rûsyayê vedigere seranserê herêmê.[3] Di Şoreşa Rûsyayê ya sala 1917an de, Besarabiya di nava komara Rûsyayê de demekî kurt dewletekî xweser avadikin.[4][5] Welêt di sibata 1918an de serxwebûn ragihîne û piştre jî di heman salê de, piştî dengdana meclîsê entegreyê Romanyayê dibe. Ev biryar ji aliyê Sovyetê ve hat nîqaşkirin ku di sala 1924an de, di nav SSRya Ukraynayê de, bi navê komara xweser a Moldavyayê li herêmên ku qismî moldovî lê dijîn li rojhilatê Besarabiyayê ava kir. Di sala 1940an de, di encama Peymana Molotov-Ribbentrop de, Romanya neçar bû ku herêmên Besarabiya û Bukovina bakur radestî Yekîtiya Sovyetê bike, û bû sedema avakirina Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Moldaviyayê.
Di 27ê tebaxa sala 1991an de, dema ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, Moldovaya Sosyalîst serxwebûna xwe ragihand û komar bi navê Komara Moldova hatiye binavkirin.[6] Lêbelê axa Moldovayê ya li peravê rojhilatê Dniesterê ji sala 1990an vir ve di bin kontrola de facto ya hikûmeta ne fermî a Transnîstriya de ye. Destûra bingehîn a Moldovayê di sala 1994an de hatiye qebûlkirin û welat dibe komara parlemenî ya ku serokek wek serokê dewletê û serokwezîr wek serokê hikûmetê bikar tîne. Di bin serokatiya Maia Sandu de ku di sala 2020an de bi bilêtek pro-rojavayî û dijî gendeliyê hate hilbijartin, Moldova ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê hat qebûlkirin û di hezîrana sala 2022an de statûya berendamiyê wergirt.[7] Sandu her wiha pêşniyar kir ku dawî li pabendbûna destûrî ya Moldovayê ya bêalîbûna leşkerî bîne ji bo hevalbendiyek nêzîktir bi NATO re û bi tundî êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê.[8]
Moldova piştî Ûkraynayê ji hêla TBH-ya serjimara fermî ve duyemîn welatê herî xizan ê Ewropayê ye û piraniya TBH ya wê ji hêla sektora xizmetguzariyê ve serdest e.[9] Ev li Ewropa yek ji wan pêrista pêşveçûna mirovî ya herî nizm e ku di sala 2022an de, di cîhanê di rêza 76em de cih digire.[10] Moldova di sala 2022an de di pêrista nûjeniya gerdûnî de di rêza 56emîn de ye.[11] Moldova endamê rêxistinên wekî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê, Rêxistina ji bo Demokrasî û Pêşveçûna Aborî, Rêxistina Hevkariya Aborî ya Deryaya Reş û endamê Komeleya Sisêyan ye.
Çavkanî
biguhêre- ^ "Moldova". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 19 îlon 2023.
- ^ "Moldova | History, Population, Map, Flag, Capital, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 27 îlon 2023. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "wallachia-and-moldavia-factsheets-on-romani-history".
- ^ "Moldavia | Strasbourg Europe". www.strasbourg-europe.eu. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Moldova - Soviet Union, Independence, Republic | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 gulan 2019. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "EU awards Ukraine and Moldova candidate status". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 hezîran 2022. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Time to join NATO? Moldova eyes joining 'a larger alliance'". POLITICO (bi îngilîzî). 20 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Report for Selected Countries and Subjects". IMF (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 îlon 2022. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Indicator Rankings & Analysis". Global Innovation Index (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 20 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.