Ewropaya Rojhilat para Rojhilatî ya parzemîna Ewropayê ye ko bi gelek awayan hatiye pênaskirin:

  1. Herêmên ko dikevin navbera sînorên ne gelek zelalên Ewropaya Navîn û Rûsyayê. Ev pênas nemaze piştî nemana Peymana Warşoyê gelek hezkirîtir û berbelavtir bûye.
  2. Herêmên gelek berfireh ji rojhilatê ber bi rojavayê, wekî li jêr dihên:
- Sînorên wê yên rojhilatê ji Çiyayên Ural di nav axa Rûsiyayê da an jî ji peravên Okyanûsa Aram li perê rojhilatî yê Rûsiyayê dest pêdikit.
- Sînorê rojavayî yê wê jî sînorê navbera Yekîtiya Ewropayê û Komarên Hevpişkên Xweser e.

Li aliyê siyasî ve, reng e zarava Ewropaya Rojhilat hemî welatên Ewrasyayê vegirit. Ji ber hindê ko Rûsya welatekê mezin e ko li herdu parzemînan cih digirit. Hidek caran welatên mîna Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê jî ji Ewropaya Rojhilat dihesibînin, herçind e ko ji aliyê cihnasiyê ve (geografiyê) ji parzemîna Asyayê ne.

Hêşta di hindek jêderan da kêm-zêde ji wan herêman ra ko heta dawîbûna Şerê Sar li sala 1989'ê parek ji Welatên Komunîst bûn dihêt gotin. Gelek ji xelkên welatên mîna Polonya, Çekya, Slovakya, Mecaristan û Slovenyayê xwe parek ji Ewropaya Navîn dihesibînin.