Welat an jî nîştiman, erda ku neteweyek yan jî neteweyên cuda li ser dijîn. Bo mînak, Kurdistan welatê kurdan û neteweyên din e ku lê dimînin. Ji welatên sînorkirî re dibêjin dewlet; hikûmet û parlamen yan hikumdarê dewletê (key, dîktator, hwd) rêvebirî û sazî û dezgeh û qanûnan ava dikin û bi vî awayî welat û dewletê bi rê ve dibin.

Wateya peyva kurdî welat biguhêre

Welat ji peyva erebî ya wilaye anku welayet tê[1]. Gotina Welat, di kurdî de tê wate welatbûnê, di zimanê hûriyan de rengê wa-lu-ti-in[2] tê ser ziman. Temenê gotinê ji gotina "War" tê gotina war jî bi rengê wār[3] tê ankû "wari"[4] tê. Lê gotin, di dema hûriyan de bi rengê wa-ar-ri--ma[5] û ankû bi rengê "wa-ri-i-ta""[6] jî hatîya ser ziman di dema hûriyan de. Her wisa hûriyan bi rengê ku-wa-li-i-ti tê ser ziman. Ev minaq jî û hê gelek minaqên weke vê ku hena di heman çavkanîyê de, temen gotina welat û pêvajoyên afirîna wê di dema hûrîyan de tîne ser ziman.

Welat, ji aliyê gotinîyê ve gotinaka bingihîn a kurdî ya. Dîroka wê diçê heta dema hûrîyan. Di dema wan de afirîya û heta roja me ku hatîya rengê xwe yê ku em î ro wê bi wê rengê bikar tênin derdixe li pêş.

Binihêre jî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://ku.wiktionary.org/wiki/welat#Ji
  2. ^ H. Crag Melchert, http://www.linguistics.ucla.edu/people/Melche[Girêdan daimî miriye]rt/webpage/LUVLEX.pdf, Cunneiform Luvian Lexicon, rûpel 132
  3. ^ H. Crag Melchert, http://www.linguistics.ucla.edu/people/Melche[Girêdan daimî miriye]rt/webpage/LUVLEX.pdf, Cunneiform Luvian Lexicon, rûpel 132
  4. ^ H. Crag Melchert, http://www.linguistics.ucla.edu/people/Melche[Girêdan daimî miriye]rt/webpage/LUVLEX.pdf, Cunneiform Luvian Lexicon, rûpel 258
  5. ^ Abdusamet Yigit, http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3513 Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine, li ser Gotina Laleşê Nûranî, rûpel 2
  6. ^ H. Crag Melchert, http://www.linguistics.ucla.edu/people/Melche[Girêdan daimî miriye]rt/webpage/LUVLEX.pdf, Cunneiform Luvian Lexicon, rûpel 258