Azerbaycan an jî Komara Azerbaycanê (bi azerî: Azərbaycan an jî Azərbaycan Respublikası), welatekî parzemînî ye ku li ser sînorê ewropaya Rojhilat û rojavayê Asyayê ye. Ew beşek ji herêma Qefqasyaya başûr e û li rojhilat bi deryaya Qezwînê, li bakur bi Rûsya (Komara Daxistanê), li bakurê rojava bi Gurcistanê, li rojava bi Ermenistan û Tirkiye û ji başûr ve bi Îranê ve tê sînorkirin. Bakû paytext û bajarê herî mezin e.

Azərbaycan Respublikası Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Azerbaycan
Azərbaycan Respublikası Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Azerbaycanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Azerbaycan li ser nexşeyê
Map
Paytext
40°18'Bk, 47°42'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Demonîm azerbaycanî
Rêveberî komar, dewleta yekpare, Pergala nîvserokatiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Îlham Eliyev (2003–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Ali Asadov (2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 86.600 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 10.145.212 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +994
Malper
http://mfa.gov.az/en Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Komara Demokratîk a Azerbaycanê di sala 1918an de serxwebûna xwe ji Komara Federal a Demokratîk ya Qefqasyayê îlan kir û bû yekemîn dewleta Laîsîzmî a demokratîk a ku piraniya gelhe misilman e. Di sala 1920an de, welat di nav Yekîtiya Sovyetê de wekî Azerbaycana Sovyet hate girêdan.[1] Komara Azerbaycanê ya nûjen serxwebûna xwe di 30ê Tebax 1991an de, demeke kurt berî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê di heman salê de ragihand. Di îlona sala 1991an de,[2] piraniya ermeniyên herêma Nagorno Qerebaxê, Komara Artsax ya xweser ava kirin.[3] Herêm û heft navçeyên derdora wê di asta navneteweyî de wek beşek ji Azerbaycanê têne naskirin, li benda çareseriyekê ji bo statuya Qerebaxê bi riya danûstandinên ku ji hêla OSCE ve têne hêsan kirin, her çend ew defakto bi dawîhatina şerê Qerebaxê yê yekem di sala 1994an de serbixwe bû.[4][5] Piştî şerê Qerebaxê yê duyemîn di sala 2020an de, 7 navçe û deverên Qerebaxê hatin vegerandin û radestî Azerbaycanê hatin kirin.[6]

Azerbeycanê bi 182 welatan re têkiliyên dîplomatîk heye û di 38 rêxistinên navneteweyî de endametî ye,[7] ku di nav wan de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Tevgera Bêalîgir, OSCE, û bernameya PfP ya NATOyê jî hene. Azerbaycan yek ji endamên damezrîner ên GUAM, CIS, û OPCW ye. Azerbaycan di heman demê de dewleteke çavdêr a WTO ye.

Piraniya nifûsa welêt (% 97) misilman in,[8] lê destûr oleke fermî îlan nake û hemû hêzên siyasî yên sereke li welêt Sekuler in. Azerbaycan welatekî bipêşketî ye û di rêza 91emîn de di Indeksa Pêşketina Mirovî de cih digire. Lêbelê, Partiya Azerbaycana Nû ya desthilatdar, ku ji sala 1993an vir ve li ser desthilatdariyê ye, bi serkirdayetiya otorîter di bin serokatiya herdu Heydar Eliyev û kurê wî Îlham Eliyev de, û xirabkirina rewşa mafên mirovan a welat, di nav de zêdekirina sînorkirinên li ser azadiyên sivîl, ev jî bi taybetî li ser çapemeniyê.[9]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Andreeva, Elena (18 tebax 2010). Russia and Iran in the Great Game: Travelogues and Orientalism (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-0-415-78153-4.
  2. ^ "Азербайджан. Восстановлена государственная независимость - 31 августа 1991 г. - Ельцин Центр". web.archive.org. 24 îlon 2021. Ji orîjînalê di 24 îlon 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.
  3. ^ "Резолюция 884 (1993) от 12 ноября 1993 годa". web.archive.org. 3 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2011. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Резолюция СБ ООН № 884 от 12 ноября 1993 года". web.archive.org. 3 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2011. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Резолюция СБ ООН № 874 14 октября 1993 года". web.archive.org. 3 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2011. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Kramer, Andrew E. (10 çiriya paşîn 2020). "Facing Military Debacle, Armenia Accepts a Deal in Nagorno-Karabakh War". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 îlon 2023.
  7. ^ "Foreign & Commonwealth Office". GOV.UK (bi îngilîzî). 5 îlon 2023. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.
  8. ^ "Azerbaijan". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 19 îlon 2023.
  9. ^ "Azerbaijan | Country Page | World | Human Rights Watch". www.hrw.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 îlon 2023.

Girêdanên derve biguhêre