Kurmancî
Kurmancî, Kurdiya jorîn yan jî Kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdan ve tê axaftin. Zaravayê kurmancî li herçar parçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin û rêjeya zêde ya kurdan bi zaravayê kurmancî diaxivin. Kurmancî li henek deverên herêmên Kurdistanê bi navên cuda cuda hatiye binavkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başurê Kurdistanê jî wek badînî hatiye binavkirin.
Kurmancî | ||
---|---|---|
Kurdiya Kurmancî | ||
Welatên lê tê axaftin | ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() | |
Herêm | Kurdistan Diyasporaya kurdan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 15.7 mîlyon[1] (2019) 20 mîlyon (2021)[2][3] | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî, erebî û kîrîlî | |
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() | |
Cihê lê zimanê kêmnetewe | ![]() ![]() ![]() | |
Sazkerên zimên | Îraniya berê | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | ku | |
ISO 639-2 | krd | |
ISO 639-3 | kmr | |
![]() |
Bi rengekî dinê jî, ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemû kurdan û piraniya edeb û dîroka kurdan jî her bi vî zaravayî hatiye nivîsîn.[çavkanî hewce ye]
Etîmolojî Biguhêre
Kurmancî[4][5] = kur + man + cî. Wekî tê zanîn di dema Romayê da, gelê kurd [çavkanî hewce ye] xeribî bûyî. Lê herkes neçûye xeribiyê, ji ber ku daxwaza gelê kurd bû "ev axên me ne, em neherrin" [çavkanî hewce ye].
1. Peyva kur kurd e, lê em baş dizanin ku diroka peyva kur gelek kevn e ji ber ku 3000 salan berê zayînê ev peyv hebû. Bi zimanê sûmeran em dibêjin kur ji bona "welat, çiya, erd" .[6] Bi zimanê baskî ji bo "welat" em dibêjin herri ,[7] û ji bo "erd" em dibêjin lur [8][9] (bi ermenî çiya = lêr[10]). Bi zimanê ermenî ji bo "erd" em dibêjin երկիր ('êrkir).[11] Herwiha ji bo "kevir, kersaxê tîk/şefil" em jî dibêjin bi proto-kartvelî [12] ḳarḳar. Ji bo "perçayê axê/çamûr", bi proto-kartveli, bi gurcî û bi lazî em li peyva ḳord [13] dibînin.
2. Peyva man [14] bi kurdî ye û maneya wî wek bi avestayî [15] e "ji cihekî neçûn, li cihekî sekinîn, li cihekî rawestîn". Herweha bi latînî ji bo man em dibêjin manere [16].[17] Bi ermenî em dibêjin mnal [18] û bi îngilîzî remain. Yanî diroka peyva man pirr kevn e. Herwiha bi zimanên proto-kartvelî em dibêjin men [19] ji bo "baregeh/jîngeh/rûniştgeh/xane".
3.Peyva cî [20] "cih, erd" e. Lewma peyva kurmancî tê wateya "kurd kî li cihê xwe man". Yanî kurmancên ku neçûne xeribiyê. Lê dimilî (daylam [21]) çûne xeribiyê û li gora rapora "MtDNA and Y-chromosome Variation in Kurdish Groups" [22] dimilî ducar hatin erdên xwe li bakurê Kurdistanê. Herweha li gora vê raporê DNAya kurmanc û zazayan heman/wek in.
Belavbûna kurmancî Biguhêre
Di roja me de kurmancî di gelek welat û axan de ji alî gelê kurd ve tê axaftin. Belavbûyîna zarava, ji gola Urmiye dest pê dike, heta bajarên Şino sînorên Îran û Îraqê Helgurd, Rewandiz, Zeyî, Behdînan, Qers, Xinûs, Mûş, Bedlîs, sînorê Sêrtê Kozluk, Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Amed, Erxenî, Çiyayê Qerej, Sêwreg, Semsûr, Meledî, Gurgum, herêma Hetayê Kirikhan û herêma Helebê Afrîn, ji herêma Dêrsimê li Pertekê, Mazgirt, bakurê Xarpêtê, Kanîreşa ku herêma Çepexçûrê (Çewlîg) ye û li gelek herêmên Sêwazê ev zarava tê bikaranîn.
Deverên kurmancîaxiv Biguhêre
Ergin Öpengin û Geoffrey Haig, du zimannasên Zanîngeha Bambergê (Almanya), li lêkolîneke (Öpengin & Haig 2014), pênc deverên kurmancîaxiv bi vî awayî dabeş dikin[23]:
Devera zaravayên başûrrojhilat Biguhêre
Devera zaravayên başûr Biguhêre
Devera zaravayên bakur Biguhêre
Devera zaravayên başûrrojava Biguhêre
Devera zaravayên bakurrojava Biguhêre
Devokên kurmancî Biguhêre
Kurmanciya rojhilat Biguhêre
- Botanî, serhedkî, torî, şîkakî, behdînî, qerejdaxî, wanî, hekarî
Biguhêre
Amedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tatwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin
Kurmanciya rojava Biguhêre
- Dersimkî, kurmanciya Dêrsimî
- Şaddilî, sînemilî, kurmanckî
- Reşoyî (li Anatolya Navîn û Semsûr)
- Sêwasî
- Meletî, entebî, efrînkî, kobankî
- Urfî, kurmanciya Anatolyayê
Kurmanciya Xoresan û Deylaman Biguhêre
Dengnasî Biguhêre
Tîpên dengdar Biguhêre
Pêş | Navend | Paş | |
---|---|---|---|
Nêzik | 'i' î |
'ʉ' u |
'u' û |
Nîvek | 'e' ê |
'ɪ̈' i |
'o' o |
Vebûyî | 'æ' e |
'a' a |
Tîpên bêdeng Biguhêre
Lêvî | Diranî | Pidûyî | Arikî | Zimanokî | Hefikî | Gewriyî | ||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Pozî | m | n | ŋ | |||||
Teqînok | Bêdeng | p | t | t͡ʃ | k | q | ||
Dengdar | b | d | d͡ʒ | g | ||||
Bêhndar | pʰ | tʰ | t͡ʃʰ | kʰ | ||||
Arînok | Bêdeng | f | s | ʃ | x | ħ | h | |
Dengdar | v | z | ʒ | ɣ | ʕ | |||
Nêzok | w | l | j | |||||
Wîçînok | r | |||||||
Civînok | ɾ |
Alfabe Biguhêre
Rêziman Biguhêre
Edebiyata herî pêşî Biguhêre
Pirtûkên pîroz ên êzdiyan Biguhêre
Cilwe[çavkanî hewce ye] û Mishefa Reş kevintirîn pertûkên ewên bi kurmancî hatine nivîsandin[çavkanî hewce ye].
Şerefxanê Bedlîsî Biguhêre
Şerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.
Eliyê Herîrî Biguhêre
Eliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.
Ehmedê Xanî Biguhêre
Ehemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an[çavkanî hewce ye].
Erebê Şemo Biguhêre
Erebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.
Dastanên herî peşî Biguhêre
Memê Alan, Mem û Zîn, Xec û Siyemend û Derwêşê Ebdî û Zembîlfiroş ji wan dastanên kevin ên kurdî û kurmancî ne.
Biguhêre
Med TV Biguhêre
Med TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.
Mijarên têkildar Biguhêre
Çavkanî Biguhêre
- ↑ https://www.ethnologue.com/country/TR/languages
- ↑ https://www.researchgate.net/figure/Map-of-major-regional-dialects-in-Kurmanji_fig1_297789163
- ↑ https://www.academia.edu/9265566/Regional_variation_in_Kurmanji_A_preliminary_classification_of_dialects
- ↑ http://www.ezdixandi.com/forum/48-1146-1 Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine (Li ser maplea Yezidiyan. Li gora dîroknas "MICHAIL FAROE " peyva kur-d-man-cî = ciya-man-cih e)
- ↑ http://www.blueglobetranslations.com/about-kurdish-kurmanji-language.html Girêdana arşîvê 2013-06-18 li ser Wayback Machine (li gora malpera blue globe translations, kurmancî= kurd+man+cî)
- ↑ http://psd.museum.upenn.edu/epsd/epsd/e3180.html (li ser ferhenga sûmerî-îngilîzî peyva kur bi 5000 salî ye)
- ↑ http://www1.euskadi.net/morris/resultado.asp (ji bo welat bi baskî em dibêjin "herri" = kur)
- ↑ http://translate.google.com/?hl=fr#eu%7Cen%7Clur
- ↑ http://projetbabel.org/basque/dictionnaire.php?q=terre&c=fra
- ↑ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=montagne&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
- ↑ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech = terre
- ↑ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 9 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 31 adar 2020.
- ↑ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 23 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 31 adar 2020.
- ↑ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=man
- ↑ http://starling.rinet.ru/cgi-bin/response.cgi?single=1&basename=/data/nostr/nostret&text_number=+561&root=config
- ↑ http://translate.google.com/?hl=fr#en%7Cla%7Cstay
- ↑ http://www.latin-dictionary.net/q/latin/manere.html
- ↑ http://www.dictionaric.com/dicoarmenien/dicoarmenien.php?rech=rester&rech1=&bmit=Search+%3A+Use+only+small+letters+!
- ↑ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 28 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 31 adar 2020.
- ↑ http://legerin.ferheng.org/?lang=kurd2turk&pg=search&s=yer
- ↑ http://www.iranicaonline.org/articles/deylamites
- ↑ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 2 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 20 çiriya paşîn 2011
- ↑ Ergin Öpengin & Geoffrey Haig, Reginal variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects. Li Kurdish Studies, 2:2014, r. 143-176.
- ↑ Izady, M.R.: The Kurds, Washington 1992???
- ↑ Mann, O.: Kurdische Mundarten der Kälun-Abdû, IN: Kurdisch-Persische Forschungen II.1: Die Tajik-Mundarten der Provinz Fars.