Amed

Bajarekî Tirkiyeyê
Disambig grey.svg Ji bo maneyên din, li Diyarbekir binêre.

Amed (/ˌaˈmɛd/) an jî tê gotin Diyarbekir (1928: دياربكر/Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) bajarê mezin ê bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada neteweyî û navneteweyî de bi sûr û zebeşên xwe bi nav û deng e.

Amed
Diyarbakır
City of Diyarbakır.jpg
Çend dîmenên ji Amedê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir
Serbajar Amed
Qeymeqam Münir Karaloğlu

Hejmara bajarokan 17 bajarok

Navê nîştecihan amedî, diyarbekrî
Gelhe (2020) 1.756.392 kes
Rûerd 2.060 km2
Berbelavî 413,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2020) 1.756.392 kes
Koordînat 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh / 37.91083; 40.23667
Bilindayî 670 m
Koda postayê 21xxx
Koda telefonê (+90) 412
Amed li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Amed
Amed
Amed (Tirkiye)
Amed li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Amed
Amed
Amed (Bakurê Kurdistanê)
Amed li ser nexşeya Diyarbekir nîşan dide
Amed
Amed
Amed (Diyarbekir)

Navên bajêrBiguhêre

Bajar 1300 sal berî Îsa di dema aramiyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda Reş, Diyar-ê Bekir, Diyarbekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.

Li gorî nerînekê binyada navê bajêr, Diyarbekirê peyva sûryanî ya Deyr ul Bikr ango Dêra Bikrê, hê jî dêreke giring e ku li nava bajarê mezin ê Amedê ye.[çavkanî hewce ye]

ErdnîgarîBiguhêre

Cihê erdnîgarî û sînorên bajêrBiguhêre

Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêrBiguhêre

Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.

AvûhewaBiguhêre

Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.

Amed
Diyagrama avûhewa
RRAAGPTGRKSB
 
 
63
 
7
−3
 
 
68
 
9
−2
 
 
68
 
15
2
 
 
64
 
20
7
 
 
39
 
27
11
 
 
9.3
 
34
17
 
 
0.9
 
38
22
 
 
0.8
 
38
21
 
 
6
 
33
16
 
 
33
 
25
10
 
 
53
 
16
3
 
 
70
 
9
−1
Germahî bi °C, Barîn bi mm
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Amedê (1975-2010)
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 6,5 9,0 14,6 20,3 26,6 33,7 38,4 38,0 33,3 25,3 15,9 9,0 Ø 22,6
Nimztirîn germahî (°C) −3,0 −1,5 2,3 6,8 11,1 16,7 21,5 20,7 15,6 9,9 3,4 −0,7 Ø 8,6
Germahî (°C) 1,5 3,5 8,6 13,8 19,3 26,3 31,2 20,3 24,7 17,2 9,0 3,7 Ø 14,9
Barîn (mm) 63,4 68,2 67,8 64,3 38,7 9,3 0,9 0,8 6,0 32,6 53,2 69,7 Σ 474,9
Saetên bi tavik (st/r) 3,9 4,8 5,6 6,9 9,7 12,2 12,5 11,7 9,9 7,4 5,4 3,8 Ø 7,8
Rojên bi baran (r) 11,8 11,7 11,5 11,7 8,9 3,2 1,3 1,2 2,0 5,9 8,4 11,5 Σ 89,1
G
e
r
m
a
h
î
6,5
−3,0
9,0
−1,5
14,6
2,3
20,3
6,8
26,6
11,1
33,7
16,7
38,4
21,5
38,0
20,7
33,3
15,6
25,3
9,9
15,9
3,4
9,0
−0,7
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
63,4
68,2
67,8
64,3
38,7
9,3
0,9
0,8
6,0
32,6
53,2
69,7
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: www.dmi.gov.tr

DîrokBiguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Amedê
 
Nexşeya bajarê Amedê

Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.

KronolojîBiguhêre

Berî îsaBiguhêre

Piştî Îsa (zayîn)Biguhêre

ŞaredarîBiguhêre

 
Deriyê Çiyê, 2010.
 
Kolana Xazî (bi tirkî: Gazi caddesi) li Amedê
 
Kolana Ekînciyan (bi tirkî: Ekinciler caddesi) li Bajarê Nû yê Amedê
 
Seyrangeha Parkormanê ya Amedê, 2010.

Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 31'ê adarê 2014an û vir ve Gültan Kışanak e.

Nexweşxaneyên AmedêBiguhêre

Çand û hunerBiguhêre

Navendên çandê yên AmedêBiguhêre

Ol û civakBiguhêre

Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.

Xwarinên herêmêBiguhêre

Kincên herêmêBiguhêre

Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe.

Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.

Çanda xwedîkirina kevokanBiguhêre

Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin "boran".

Ciyên tûrîstîk û gerêBiguhêre

Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.

Cihên dîrokî yên girîngBiguhêre

Deriyên AmedêBiguhêre

Bircên AmedêBiguhêre

Mizgeftên AmedêBiguhêre

Medreseyên AmedêBiguhêre

Hemamên dîrokî yên AmedêBiguhêre

Dêrên AmedêBiguhêre

Xanên dîrokî yên AmedêBiguhêre

MuzexaneBiguhêre

Seyrangeh û parkên AmedêBiguhêre

Navdarên AmedêBiguhêre


 
Bedenên Amedê

Girêdanên derveBiguhêre


Amed 2015.