Împeratoriya Bîzansê

(Ji Bîzans hat beralîkirin)
Împeratoriya Bîzansê

Βασιλεία Ῥωμαίων,
Basileía Rōmaíōn

Imperium Romanum


Împeratoriya Romê
476 — 1453
Împeratoriya Osmanî



Împeratoriya Romê di sala 550 de
Împeratoriya Romê di sala 550 de

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî Otokrasî
 Paytext Konstantînapolîs
 Ziman
 Dîn
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
 457 16,000,000
 565 26,000,000
 775 7,000,000
 1025 12,000,000
 1320 2,000,000

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
 29'ê gulanê 1453 Zemtkirina Konstantînapolîsê
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   Împerator
 330 – 337 Konstantînê I
 1449 – 1453 Konstantînê XI
{{{serokA5}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Împeratoriya RomêÎmperatoriya Romê
Împeratoriya OsmanîÎmperatoriya Osmanî

Împeratoriya Bîzansê (bi yewnaniya kevn: Βασιλεία τῶν Ῥωμαίων, lat. Basileía tōn Rōmaíōn) an jî Împeratoriya Romayê ya Rojhelat an Serdema Bîzansê navê nûjen ê Împeratoriya Romê di Serdema Navîn de ye.

Serdema Bîzansê di serdema Antîka Dereng (en) de dest pê dike. Paytexta Romaya rojhilat, Konstantînopolîs (Stembol), bû bajarê herî mezin ê Deryaya Navîn. Di sedsala 5-an de, Barbaran împeratoriya Romê ya rojava, di nav de paytexta Roma bixwe, dagir kirin. Konstantînopolîs bû paytexta Împeratoriya Romê berî dawiya sedsala 5-an. Li rojavayê împeratoriyê êdî împerator tune bûn. Împeratorên Romê ji Konstantînopolîs hukumdariya împeratoriyê domandin. Konstantînopolîs jî paytext dimîne dema ku artêşa Iustinianusê Mezin Roma vegirt. Di sedsala 7-an de, misilmanan du ji sê paran împeratoriya Romayê bi dest xistin: Filistîn, Şam, û Misir. Serdema di navbera serketinên misilmanan û Sefera Xaçperestan a çarem de wekî "Serdema Bîzansê ya Navîn" tê zanîn.

Di dema Sefera Xaçperestan a çarem de, şervanên pîroz ên Dêra Katolîk Konstantînopolîsê dagir kirin û talan kirin. Împeratoriya Romê di çend dewletan Rûm de parçe bû û "Latîniyan" Împeratoriya Latînî (en) li Konstantînopolîsê saz kirin. Beşek ji axa Rûmayiyan ji hêla împeratoriya Venedîkiyan ve dihat birêvebirin. Mixaêl VIII Palaiologos (en), hukumdarê Împeratoriya Îznîkê (en), Konstantînopolîs ji bo Rûmayiyan dagir kirin. Di sedsala 15-an de, Împeratoriya Romê ji hêla Împeratoriya Osmanî ve hate dagir kirin. Serdema di navbera serketinên Katolîk û serketinên Osmaniyan de wekî din "Serdema Bîzansê Derengtir" tê zanîn.

Dîrokzanên bi kurtî Bîzans (bi almanî: Byzanz, bi tirkî: Bizans) jê re dibêje. Nav ji navê bajarê Konstantînopolîsê berî Konstantînê Mezin tê: bi yewnaniya kevn: Βυζάντιον, lat. Buzántion, bi latînî: Byzantium. Konstantin bajarekî nû li rûmeta xwe li Byzantium, li ser Bosforê ava kir. Konstantîn (bi yewnaniya kevn: Κωνσταντῖνος, lat. Kōnstantînos, bi latînî: Constantinus) navê bajêr kir Konstantînopolîs (bi yewnaniya kevn: Κωνσταντινούπολις, lat. Kōnstantinoúpolis, bi latînî: Constantinopolis).

Guhertîna xakên Rûmê di dîrokê de
Împeratoriya Romê (zer) di sala 476

Antîka DerengBiguherîne

Dema Koça Qewman, di sedsala 4'an de, şunda împeratoriya Romê ya rojava dem bi dem bi destên Germanan, Gotan û hûnan bin ket. Li ber, di 378an de Gotan Împeratoriya Romê Cenga Hadrianopolis (el; tr; en) de bin xistî bû. Di 410an de bajarê Rom bi destên Gotên Rojava hat dagir kirin. Vandalan Mexrib, Hispania, û Nîvgirava Îtalyayê dest xwe xistin. Di sedsala 5'an de qomên germanan bi êrîşên dawî împeratoriya Romê ya rojava hilweşandin. Li wê demê şunda li paş Împeratoriya Roma Împeratoriya Romaya Rojhelat, ango Bîzans tenê ma.

Dema Iustinianusê Mezin, sedsala 6'an de, Împeratoriya Romê li rojava xakên Împeratoriya Romaya Rojavayê berê Hispania, Mexrib û Îtalya şunda dest xwe xistin. Li rojhelat jî bi Sasanîyan re peymana aşîtîye kir. Wê wextê sînorên Împeratoriya Bîzans gehîştina nêzî Împeratoriya Roma û dema wêya herî baş bû. Di 532an de li Konstantînopolîs raperîna Nika derket. Ew encax heftekê de kanîn rakirin, lê paş ew hat rakirin nêzî nîvî Konstantînopolîs hat kuştin. Dema Iustinianus I de di 532an de Ayasofya hat çêkirin. Paş 550anan de beravên Deryaya Navîn bi tunî kete bin sehêtê Rûm. Dema împeratoriya Iustinianus I Dada Roma di Corpus Iuris Civilis (en) de hat revîze kirin.

Dema Theodosius II (408450) ji bo li êrîşên Atilla biparêza Sûrên Konstantinopolis hatmezin kirin.

Serdema Bîzansê ya NavînBiguherîne

Di destpêkên sedsala 7'an de Avar û Bulgaran Balkan, SasanîyanMisir, Filistîn, Ermenistan dest xwe xistin. Lê Împerator Hêrakleios ew dernan heta 627'an bi piranî şunda dest xwe xistin. Wê demê şunda Sasanî êdî hat dagirtin jî wê carê êrîşên Ereban û Misilmanan dest pê kir. Di 20'ê gelawêjê 636'an di Cenga Yermûk (ar; en; he) de Xelîfe Omer Rûm bin xist. Pê re Misir, Şam, Felestîn bi destên xelîfan ji Rûm hat standin. Êrîşên misilmanan de Rûm gelek xakên Anatolya û Mezopotamya winda kir. Di 698'an bi Kartaca re Maxrîb bi tunî ji dest der ket. Konstantînopolîs, ji bo Hedîs (Hadîs-î Şerîf) û mizgîniya Mihemed pêxember, sê caran di 626, 674678 û 717718'an de hat dorpêç kirin. Gorî hin kesan mirina Hêrakleios şunda Împeratoriya Romaya Rojhelat êdî dibe Împeratoriya Bîzansê. Ber mirîna xwe Hêrakleios şuna Latînî yewnanî kira zimanê fermî. Li ser pereyan, paşnavê împeratorên bi latînî: augustus, bi yewnaniya kevn: βασιλεύς, lat. basileús, bi kurdî tê wateya: "key" re guhert.

Di dawiya sedsala 7'an de li rojhelat êrîşên misilmanan, li rojava jî êrîşên Slav û Balkanan dewam kir. Konstans II (el; tr; en) di navbera 661668'an de paytext bira Siracusa (it; en) (bi yewnaniya kevn: Συράκουσαι, lat. Surákousai), lê paş ew mir şunda paytext şunda hat anîne Konstantînopolîs e.

Li Iustinianus II (el; tr; en) şunda împeratorî ji xanedana Hêrakleiosi (el; tr; en) de derbaza xanedana Îsauriyan (el; tr; en) bû. Dema Împeratorê herî pêş de ji xanedanê isauriyan Leon III (el; tr; en) de dorpêç kirina Ereban Konstantînopolîs hat şunda pijiqandin. Lê ew gelek zor di siya Agirê Yewnanî (ing., Greek Fire) û zivistanakê tund de ancax hat pijiqandin bû.

Di sedsala 8'an dema Leon III de îkonên Xiristîyanî hat qedexe kirin. Di Konsûla Nikaia Duyem (en) de di 787an de şunda serbest kirin.

Di 866 bi Basileios I (en) re text derbaza xanedana Makedonî (el; tr; en) bû. Ew dema xanedenê Makedonî de, wek Ronesensa Makedonî (en) tê zanîn, xakên Anatoliyê şunda hatin hel girtin. Bin împeratoriya Nikêforos II Fokas Girava Kreta hat şunda dest xwe xistin. Dema Ioannês I Tzimiskês (en) de Sûrî û Felestîn şunda hat dagirkirin. Di dest xanedanê Makedoniyan de împexratoriyê di sedsala 10'an û destpêkên sedsala 11'an de dema xweya herî rind dît. Paş di 987an de xwenga împeratorê Basileios II (en) bi key rûsî Volodimêrê I (ru; en) re zewiciya şunda Rûsan nêzî bi tunî derbaza Xiristîyaniya ortodoks bûn. Dêra Rusî (ru; en) hat girêdana Dêra Konstantînopolîsê (el; tr; en) bû. Basileos II paş şerên bi salan Yekem Împeratoriya Bulgarî (bg; tr; en) dagir kir. Di 1018'an de Bulgaristan û Çemê Dunayê ket bin destên Rûm.

 
Rûm (bi înglîzî: Byzantine Empire) û Ewropa di 1000'î de

Dûv di 1071'an de împerator Romanos IV Diogenês (en) Cenga Malazgîrt (en) hembera siltanê Selçûqan Alp Arslan (en; tr) bin ket û dîl bû re Anatolî 10 salan de bi piranî ji dest Rûm de derbaza Selçûqan bû. Di 1075'an de dewleta Selçûqiyan bi paytexta Nikaia (Îznîk) hat saz kirin.

Seferên XaçiyaBiguherîne

 
Împeratoriya Romê di dema Aleksios I Komnênos de ~1081

Dû binketinî Milazgir re bi xandedana Komnênoi (el; tr; en) hewlaka ji bo împeratoriyê şunda ra kin he bû. Wê demê li Selçukan bêtir Normanan êrîşa Rûm dikir. Aleksios I Komnênos (el; tr; en; fr) ji bo Normanan ji Wênîsiyan re hevkarî kir. Paş di 1085an de împeratorê Normanan Robert Guiscard (en; fr; tr) û di 1086an de jî siltanê Selçukan Silêman Şah mir şunda ew hereşeyan ra bûn.

Di 1095an de di ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin bi banga împerator Aleksios Kommênos Sefera Xaçiyayê Yekem hat kirin. Lê ew leşkerên pêş de çû bûn di 1096an de nêzî bi tunî hat kuştin. Li wan şunda heman ordiyakê din hat şandin. Wê carê di 10971099an de Rûm bajarên li rojavaya Anatolî wek Nikaia, Efes, Sardîs şunda standin.

Dema Manouêl I Komnênos (el; tr; en; ru) de 11471149an de Sefera Xaçiyayê Duyem hat dar xistin. Lê paş di 1176an de di Cenga Mîryakefalon de hat bin xistin şunda Anatoliya nêzî bi tunî bi dest selçukan ket.

Aleksios IV Angelos (el; tr; en) xast ku Sefera Xaçiyayê Çaram dar xa jî, wî ji bo textê ji dest bavî xwe bistîna ew wergera ser Konstantînopolîs kir. Bi serweriya Wênîsiyan di 1204an de Şovalyan Konstantînopolîs dagir kirin û Împeratoriya Latînî (en) saz kirin.

Serdema Bîzansê DerengtirBiguherîne

 
Sefera Xaçiyayê Çaram şunda Împeratoriya Romê ~1204.

Paş Latînan Konstantînopolîs dagir kirin Rûm kirina sê paran; Împeratoriya Îznîkê (en) (Nikaia), Despotiya Epirosê (el; tr; en) û Împeratoriya Trebzonê. Theodoros I Laskaris di 1208an de Împeratoriya Nikaia de wek împeratorê Roma danezanîn û împeratoriya îznik li Ewropa û Anatolî fireh kir. Ji dûv wî re Ioannês III Doukas Vatatzês (el; tr; en) (1222–1254) sînorên împeratoriyê Îznîk li rojhelat, di siya selçukan li hemberan Mongolan di 1243an dagir bûbû, şunda fireh kir.

Pişt re Mixaêl VIII Palaiologos (en; tr; en; fr) (1259–1282) di 1259an derbaza texta Împeratoriya İznikê bû şunda di 1261an de Konstantînopolîs ji Latîniyan stand û dawiya Împeratoriya Latîni de. Li wê şunda li taxtê xanedana Palaiologoi (el; tr; en) dest pê kir û wan Rûm heta dawiya karger kir.

 
Împeratoriya Romê di 1265

Dûv Selçukan helweşiyan re li Anatolî hin Mîratîyên wek Menteşeyan, Aydınan, Germiyanan, Saruhanan, Karasiyan û Osmanan hati bûn sazkirin. Wê demê li Rûm jî gelek şerên hûndur der di ketin. Di 1282an de heta 1354an 4 şerê hûndurî der ketî bûn.

Di sedsala 14'an de ji bo li Anatolî Osmanan li ewropa jî Bulgaran û Sirban xak ji dest Rûm distandin Rûm ancax bi Konstantînopolîs, Selanik (Tesalonîkî) û bi çend bajaran din ma bû. Dema Xiristîyanan li Ewropa ji hev re ceng dikirinî, ji 1352an de, Osmanan li Ewropa û Trakya ji xak dest xwe dixistin. Heta 1370anan Trakyayiyan bi pirani hati bû dagir kirîn. Di 1362an de jî paytext ji Bursa de biri bûn Hadrianopolis (Edirne) Paş serfiraziya di 1371an de di Cenga Maritza de hembera Serban, Osmanan Makedonya jî hel girt û Rûm herî biçûk bû. Rûm pir caran li yekbûnaka xiristiyanan û dêran ji bo Osmanan ji Ewropa derxin digerîyen. Lê gelê Rûm bi gotina 'Fesan Osmanan şaşikan Kardinalan çêtir e' beşdar ne dibûn. Dûv binketinên hembera Osmanan di Cenga Kosovaya Yekem de di 1389an re di 1391an de Osmanan Konstantînopolîs dorpeç kir. Paş dorpeçkirinakê heft mehan re Rûmê danê Osmanan dayî û sazkirana taxaka misilmanan li Konstantînopolîs pejirand û derpêçkirin hat ra kirin. Paş di Cenga Nikopolis (Niğbolu) di 1396an de artêşa leşkeran xaçan de pêk hati bû bin xist. Dawiya Rûm êdî xwuya dibû. Lê ji bo Timur Osmanan di 1402an li Enqere bin xistin ûmre dewleta Rûm çend deh salan din dewam kir.

RuxînBiguherîne

Paş Osmanan Dema Fetret derbaz kir şunda vegirtina Konstantînopolîs armanç kirin. Çi qas Konstantînopolîs ne bajarê wek berê mezin bû jî. her dem armanca Osmanan de bû. Bi dawî di 29'e gulanê 1453an de Osmanan bi fermandariyan Mehmet II Konstantînopolîs vegirtin. Împeratorê Rûmê dawî Konstantinos XI Palaiologos (el; tr; en; it) dema cengê mirî bû. Ew roja serdema navîn dest pê dike ye.

Osmanan paş Konstantînopolîs di 1461an de jî dawiya Împeratoriya Trebzonê de.

Çand û avakarîBiguherîne

 
Çebûnekî Bizanzîyan

Ayasofya, dêreke kevnar a bîzansî ye ku li taxa Eminönü ya Stembolê ye.

Avahiya ku wek dêr hatibû lêkirin, heta demekê bû mizgeft û piştre wek muzexane hate bikaranîn. Mûzexaneya Ayasofyayê li li taxa Eminönüyê li hêla Ewropayê ye. Gava ev qubeya basîlîka di sedsala 6mîn de hate avakirin, weke mînakeke bèhempa yê mîmarî hate dîtin.

Ayasofya ku mînaka herî dawî ya mîmariya antîk e, dêra sereke ya împeratoriya û navenda olî ya xirîstiyanên ortodoks bû.

Gava Iustinianus I bû împeratorê romê, wî bi lêkirina ew meztirîn avahiya wê demê hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.

Ayasofya ji ber hemû taybetiyên xwe bi dîroka kûr a împeratoriya ve girêdayî ye, ji ber ku bi lêkirin û hêza wê ya sembolîk xwediyê girîngbûneke bilind bû. Lewra ji aliyê oldarên xirîstiyan ve hê jî wek perestgeheke pîroz tê dîtin.

Di sala 1453an de gava Konstantînopolîs‎ ji aliyê osmanan ve tê dagirkirin, çan û gelek xemilandinên xirîstiyan ên Ayasofyayê tên jêbirîn.

Ji ber hêjayiya xwe Ayasofya di sedsalên 16 û 17an de ji Împeratoriya Osmanî re bû mînak ji bo lêkirina mizgeftan. Wek mînak, mizgefta Sultan Ahmet (Siltan Ehmed) û Mizgefta Şîn kopyeyên Ayasofyayê ne.

KronolojîBiguherîne

Mijarên têkildarBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne