Serdema Navîn serdemeke di dîroka Ewropayê de ye. Dîroknasên ewropî dîrokê Ewropayê wiha parve sê serdeman dikin:

Nexşaya Ewropaya Serdema Navîn di sala 450'î de (nexşe bi îngilîzî ye)
Nexşaya Ewropaya Serdema Navîn di sala 998'an de (nexşe bi îngilîzî ye)
Ewropa di 1470'î de (nexşe bi îngilîzî ye)

Serdema kevnare, ji destpêka mirovahiyê de heta Împeratoriya Romê ya Rojava 476an de dawî dibe diajo. Serdema Navîn dest bi Serdema Kevnare dike û bi vedîtina Krîstofor Kolumbus a Amerîkayê di 1492an re jî dawî dibe. Serdema Nû an jî Serdema Nû jî ji pê Serdema Navîn re dest pê dike û heta îroj dewam dike ye. Ji bo Ewropayê di wê demê Serdema Navîn de di tevliheviyê de bû, Serdema Navîn wek Serdema Tarî ya Ewropayê jî tê navandin.

Di dema Serdema Navîn de Ewropa ji Împeratoriya Romê de bû gelek par û dewletên biçûk ên wek Brîtanya, Fransa (ya frankan), Almanya (ya germanan) û Mecaristan.

Împeratoriya Romê ya Rojhilat bi dûv Împeratoriya Romê ya Rojava dawî dibe re êdî wek Împeratoriya Bîzansê tê navandin. Împeratoriya Bîzansê hin deman gelek lawaz bû jî, ji bo Konstantînopolîs, paytexta Bîzansê, sûrên xwe ya tendurist hebûn heta dawiya Serdema Navîn li piya ma. Ew bi dagirkirina Konstantînopolîsê ya di 1453an de, ji aliyê osmananan ve dawî bû.

Xiristiyanî di wê demê de pêşanî li Romê, ji pê re jî li tevahî Ewropayê belav bû. Lê di sedsala 13'an de wek katolîkên romî û ortodoksên yewnanî bû du paran.

Îslamiyet di Serdema Navîn de derket û vajiya Ewropayê, misilmanan di wê demê de him belavbûna ser xakan, him çandeyî, him aborî dema xweya zêrî dijî dibûn. Afrîka, Asya, Anatoliya, Endulus (nîvgirava Îberî) dest xwe xistî bûn û ji bo dagirkirinê re gefa didana Konstantînopolîs û Ewropayê. Xiristiyanan di wê serdemê de bi pêşenga dêra katolîk ji bo misilmanan ji wan xakan, bi taybetî ji xakên pîroz derxin Seferên xaçperestan derxistin. Ya pêşin di 1095an de, ya paşin jî di 1291an de ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin neh sefera xaçiyan hat sazkirin.

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre