Orşelîm yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם‎, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس‎, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraêl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraêl û hem jî Filistîn bajarê Orşelîmê wekî paytexta xwe îdîa dikin.

Orşelîm
Bajar, holy city of Abrahamic religion, bajarê herî mezin, tourist destination, bajarê mezin, Roman city û bajarê kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ירושלים Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bernavk:
Ir ha-Kodesh (Bajarê Pîroz),
Bayt al-Maqdis (Mala Pîrozî),
Bait-ul-Muqaddas[1]
Orşelîm li ser nexşeyê
Map
Orşelîm li ser nexşeya Îsraêl nîşan dide
Orşelîm
Orşelîm
Koordînat: 31°46'44"Bk, 35°13'32"Rh
WelatFilistîn (herêm)
Rêveberî Îsrael
ÎdîakirinFilistîn û Îsraêl
NavçeNavçeyên Orşelîmê
WîlayetWîlayetên Orşelîmê
Paytexta
Dema avabûnê4 millennium b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sûrên bajarê kevn1541
Şerê Orşelîmê18'ê Pûşperê 1948
Jinûve Yekbûn7'ê Pûşperê 1967
Qanûna Orşelîmê30'ê Tîrmehê 1980
Rêvebir
 • CureEncûmena Şaredariyê
 • KargêrîŞaredariya Orşelîmê
 • ŞaredarNir Barkat
 • Şaredarê FilistînêZaki al-Ghul
Rûerd
 • Giştî
  • 125,42 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Metro
652.000 dunams (652 km2 or 252 sq mi)
 • Bilindahî
754 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
936.425 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê nîştecihanorşelîmî, qudsî
Etnîkî (2016)[2]
 • Cihû64%
 • Ereb35%
Dem+2 (UTC)
Koda telefonê+972-2
Malperjerusalem.muni.il
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).

Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe [çavkanî hewce ye], Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.

Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma[çavkanî hewce ye]. Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.

537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.

Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.

Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna[çavkanî hewce ye]. Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.

638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz"[çavkanî hewce ye].

Navên cuda yên bajarê Orşelîmê biguhêre

Bawermendên mesîhî û misilman bajar wekî "Bajarê Pîroz" (bi îngilîzî: the Holy City), "Qudsa Pîroz" û "Qudsa Şerîf" (Kudüs-i Şerif, Quds ash-Sharif) bi nav dikin.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. "Baitul Muqaddas". Book Home. 1 kanûna paşîn 2007 – bi rêya Google Books.
  2. "Facts and Figures". jerusalem.muni.il.