Cihûtî

Dînê birahîmî yê cihûyan

Cihûtî, cihûdîtîyan jî mûsewîtî ola cihûyan e. Cihûtî oleke kevn e, berî zêdeyî 3000 salan destpêkiriye. Cihûtî li ser bingehên Peymana Kevin tê avakirin, bi taybetî, Pirtûkên Mûsa, yên ku ji pênc pirtûkên pêşîn pêk tên: pirtûka Destpêkirinê (Genesîs), pirtûka Derketina Îsraêl ji Misrê (Eksodus), pirtûka Lêwiyan (Levîtîkus), pirtûka Hijmartinê (Numerî) û pirtûka Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom). Pirtûka pîroz a cihûyan Tewrat e. Zebûr an Zebûrên Dawid jî wek pirtûkeke pîroz tê pejirandin. Di cihûtiyê de Talmûd û şirovekirinên maliman jî giring in.

Sembola herî kevn a cihûtiyê findanka bi heftşax a bi navê Menore ye
Dîmenek ji kinîşta Mela Yaqûb li Îsfehanê (Îran)
Stêrka Dawid semboleke cihûtiyê ye
Dîwarê Rojava li Orşelîmê bingeha perestgeheke kevnar a cihûyî ye

Cihê ayîna cihûyan kinîşt e.

Cihûyên Kurdistanê biguhêre

  Gotara bingehîn: Cihûyên Kurdistanê

Li Kurdistanê heta salên 1950-1951-ê gelek cihû hebûn. Dibêjin ku cihûyên pêşîn di sedsala 8-em de b.z. gihiştine Kurdistanê, piştî ku asuriyan Îsraêlê dagîr kiribû. Mala keyên Adiabeneyê, ya ku serbajarê wê Hewlêr bû, cihûyî bû.

Zaxo biguhêre

Zaxo cihek gelek giring bû bo cihuyan, ku di hate naskirin Zaxo bi Orşelîma Kurdistanê. Navê wan raxet cihu çûynê yêt hatîne diyar kirin di Pirtûka pîroza wan Bîbil da. Despêka salên sedê bîstê, pitir ya xelkê Zaxo cihu bûn, lê hatine derêxistin bo Îsraêl ê, piştî şerê 1948. Heta noke cihu di hêne Zaxo da berê xo bidene cihêt bab û bapîrêt xo.

Elbak û Amêdî biguhêre

Li gorî Vital Cuinet di sala 1891-ê de hijmara rûniştvanên Elbakê (Başqelayê) 7.000 kes bû, ji wan 1.600 cihû bûn. Li bajarê Amêdiyê jî, hijmara akinciyan 5.000 kes bû û ji wan 1.900 cihû bûn. Kinîşta Amêdiyê yek ji kevintirîn kinîştên Kurdistanê bû, di sala 1228an de hatibû avakirin.

Alliance Israélite Universelle biguhêre

Rêxistina Alliance Israélite Universelle di salên 1900 û 1906an de li Mûsilê dibistan vekirin, pişt re di sala 1912an de li Kerkûkê jî xwendegehek sazbû.

Cihûyên bajarî biguhêre

Li gorî Encyclopaedia Judaica, di sala 1947an de hijmara cihûyên ku li bajarên mezin dijiya wisa bû:

Cihûyên gundî biguhêre

Li gelek bajarên biçûk jî rûniştvanên cihûyî hebûn, bi taybetî li van bajaran: Sindur, Riwandiz, Til-Kabar, Zaxo, Barazan (Barzan), Dihok, Akrê, Şanduxa, Bitanura, Elbak, Koye, Mirawa, Karada, Girzengal û li gelekî cihên din.

Cihûyên Kurdistanê yên îroyîn biguhêre

Îro li Îsraelê, qederê 100.000-150.000 cihû hene, yên ku bi eslê xwe kurd in.

Cihû li cîhanê biguhêre

Li cîhanê di sala 1939an de hijmara cihûyan li derûdora 17 milyon bû; di 1951-ê de piştî kuştara bi destê rejîma Hitler, 10 milyon cihû diman. Di sala 2007an de hijmara cihûyan 13,2 milyon e, ji wan 41% li dewleta Îsraelê dijîn.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre