Tewrat

Pirtûka pîroz a Cihûtiyê

Tewrat (bi îbranî: תּוֹרָה, torah) pirtûkeke pîroz ya cihûyan e.

Tewrat
Xwendina tewratê li gorî sefardiyan

Bi zimanê îbranî navê her pênc pirtûkên pêşî yên Peymana Kevin bi hev re Tewrat (yanî "hîndarî") e. Navê wan pênc pirtûkan jî ev in:

  1. Destpêkirin (bi îbranî: בְּרֵאשִׁית‎; bi yewnaniya kevn: Γένεσις, lat. Génesis; bi latînî: Genesis)
  2. Derketin an pirtûka Derketina Îsraêlê ji Misrê (bi îbranî: שְׁמוֹת‎; bi yewnaniya kevn: Ἔξοδος, lat. Éksodos; bi latînî: Exodus)
  3. Qanûna Kahîntiyê an pirtûka Lêwiyan (bi îbranî: וַיִּקְרָא‎; bi yewnaniya kevn: Λευιτικόν, lat. Leuitikón; bi latînî: Leviticus)
  4. Hijmartin an pirtûka Hijmartinê (bi îbranî: בְּמִדְבַּר‎; bi yewnaniya kevn: Ἀριθμοί, lat. Arithmoí; bi latînî: Numeri)
  5. Dubarekirina Şerîetê an pirtûka Vegerandin li Qanûnê (bi îbranî: דְּבָרִים‎; bi yewnaniya kevn: Δευτερονόμιον, lat. Deuteronómion; bi latînî: Deuteronomii)

Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serhatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Yaqûb, Esaw, Yûsif, Mûsa, û Harûn tê gotin.

Ji bo Tewrat, Zebûr û Pirtûkên Pêxemberan, bi hevre "Peymana Kevin" tê gotin. Berî Zayînê di sedsaliya 14'an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan dewam kiriye.

Girêdanên derve biguhêre