Îsraêl

(Ji Îsrael hat beralîkirin)

Îsraêl[1] (Îsraîl, Îsrayîl, Îzraîl) (bi îbranî: מדינת ישראל‎, lat. Medinat Jisra'el; bi erebî: دولة إسرائيل‎, lat. Daulat Isrā īl) dewleteke rojhilata navîn ya hev sînora bi welatê Libnan, Sûriye, Urdun, Urduna Rojava, Misir û Xeze re.

מְדִינַת יִשְׂרָאֵל Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îsraêl
מְדִינַת יִשְׂרָאֵל Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Hatikvah Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îsraêl li ser nexşeyê
Map
Paytext

31°Bk, 35°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî komara parlamenter, dewleta yekpare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Israel Herzog (2021 Israeli presidential election, Reuven Rivlin, Israeli Labor Party, Serokdewletê Îsraelê, 2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Benjamin Netanyahu (Likud, Yair Lapid, 2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 14 gulan 1948 (declaration of Israeli independence) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 20.770 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 872.700 (1948), 7.412.200 (2008), 8.463.400 (2015), 8.654.900 (2017), 8.796.200 (2017), 8.891.800 (2018), 9.093.000 (2019), 9.840.000 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
  • Israel time zone
  • Israel Summer Time
  • Asia/Jerusalem
  • UTC+2
  • UTC+3 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +972
Malper
https://www.gov.il/, https://www.gov.il/en, https://www.gov.il/ru, https://www.gov.il/ar, https://www.gov.il/fr, https://www.gov.il/es Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Rojavayê wê digihêje deryaya navîn. Ji hemû dewletên di cîhanê de ew welatê yekem yê ku pirraniya gelê wê ji cihûiyan pêk dihê .[2]

Bi saya plana UNO ya 1947an ji bo parkirina Fîlîstînê û Îsraêl piştî dawiya bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê di roja 14ê gulanê 1948an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraêlî û erebî bûyereke sereke bû ji bo çareserkirina wan bamû bûyer û pirsgirêkên li rojhilata navîn, ewên ku heya îro roj jî hêj di berdewam in.[3]

Welatê Îsraêlê piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanî yê ku bûya sedema kuştina 6 milyon cihûyan li hat damezrandin.

Zimanên fermî yên Îsraêlê hebrayî-cîhûkî (îvrît) û erebî ne.

Li gorî rêxistina NGO ya bi navê Freedom House ew tek dewleta demokrasiyê ye li rojhilata navîn (li gorî rewşa sala 2009an).[4]

Herwiha, li Îsraêlê hejmareke mezin kurd jî dijîn, ku ji wan re kurdên cihû tê gotin.[5]

Nav biguhêre

Kevintirîn çavkaniya ku peyva "Îsraêl" bikartîne dîreka Merenptah a ji dema Misira kevnare ye û îro li Muzeya Misirî (Qahîre) tê parastin. Nivîsa li ser tê texmînkirin ku di sala 1211an B. Z. hatiye çêkirin behsa şerekê dike li dijî geleke bi navê Îsraêl.[6] Li gorî etîmolojiya gelan a tewratê peyva "Îsraêl" tê wateya "şervanên Xweda". Yaqûb vê navê wergirt piştî ku li hemberî dijminekî nediyar biserket. Neslên piştî wî (12 eşîr) weke "zarokên Îsraêlê", "Îsraêlît" an bi kurtasî "Îsraêl" hatin binavkirin. Wek gelek navên samî, ev nav jî ji fîîleke dema bihûrî û navekê pêk tê. Fîîl wek 'şerkirin', nav jî weke 'Xweda' kare bê bi nav kirin.[7] Herwiha, ev pevy kare wek hevok bê fehmkirin jî û li gorî vê yekê tê du wateyan:

  • Xweda hikm dike / Bila Xweda hikm bike
  • Xweda (ji bo me) şer dike / Bila Xweda (ji bo me) şer bike

Navê fermî yê welatê ji wir ve tê û weke "Medinat Israêl" derbas dibe.

Navên din ên alternatîv ên ku di dema damezirandina dewletê de dihatin giftûgokirin Eretz Israêl (Welatê Pîroz), Zion, Yûdea û Yûdeaya Nû bûn.[8]

Erdnigarî biguhêre

Îsraêl weke li ser pireke erdnigarî ya di nava Asya û Afrîka de, li ber ava rojavayê ya deryaya navîn e. Li gorî vê yekê ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava Asyaya pêşîn, lê ji aliyê jeolojîk ve beşeke Afrîka ye, ji ber ku li ser lewheya qit'eyî ya efrîqî disekine.[9] Li rojavayê, lewheya erebî peyda ye û sînora her dû lewheyan ji Wadiya Urdun pêk tê, ya ku beşeke qelişa mezin a vekirina efrîqî ye. Li bakûrê Îsraêlê Libnan, li bakûr-rojhilata wê Sûriye, li rojhilata wê Urduna rojava û Urdun, li başûr-rojavayê wê Xeze û Misir û li başûrê wê behra sor hene.[10]

Dîrok biguhêre

 
Masada (en; he)

Piştî salên 1880an de ji welatên Ewropaya Rojhilat ve bo herêma Filistînê koça hindek cihûyan çêbû.[11] Jixwe herêma Filistîn ji berê were ji cihûyan herêmeke pîroz bû. Li sala 1897ê de yekemîn Kongreya Siyonîst li vê derê hate lidarxistin û di vê kongreyê de banga avakirina welatekî cihû hate kirin. Ev herêm di wî wextî de di bin kontrola osmaniyan de bû û koça cihûyan her berdewam dikir. Heta 1914ê hejmara cihûyan gehişte 85 hezar kesan, yanî 12% nifûsa herêmê cihû bûn[12]

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û ji nav çûna Împeratoriya Osmanî û Peymana Sykes–Picot, axa osmanî hate dabeşkirin di navbeyna Fransa û Brîtanya da. Filistîn bo Împeratoriya Brîtanyayê Brçû.[13] Hîngê Brîtanî gelek harî siyonîsta kirin ji bo damezrandina welatê cihûyan bi rêka Deklarasiyona Balfour (1917) û koçberiya cihuyan ji dewletên Polonya, Romanya, Rusya hwd û dewletên Ewropî yên dî bo Filistînê berdewam kir. Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê (1919) hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanyayê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe Îsraêl jî di nav herêma Filistînê de bû.[14]

Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937ê de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Li sala 1939ê de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêm kirin û kontrol kirin. Lê ev biryar jî ji layê cihûyan nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir[15][16].

Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê bir hizûra Neteweyên Yekgirtî. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe.[17][18] Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa Filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb stand.[19] Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraîl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî 75% axa Filistînê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji Xeze bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî Urduna rojava jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hate parvekirin[20]. Bi vî şerî axa dîrokî ya Filistînê bû sê parçe: Îsraêl, Urduna rojava, û Şirîta Xezeyê.[21]

Krîza di navbera Misir û Îsraîlê de her roja diçû zêdetir dibû. Binketina şerê 1948ê û krîza Sûveyşê hêj di dilê Cemal Ebdulnasir de mabû. Dixwast tola van şeran bistîne û axa Ereban ji Îsraîlê bistîne. Her wisa Îsraîlê jî dixwast hemû Filistînê bixe nav dewleta xwe. Li sala 1967ê de Misirê astenga Akabeyê ji bo rêgirtina sefîneyên Îsraîlî girt.[22] Di vî wextî de Urdun û Suriyeyê bi Misirê hevpeymanên şerî kirin. Di 5 xizîrana 1967ê de hêzên hewayî yên Îsraêlê di çarçoveya Şerê Şeş Rojan de hemû hêzên hewayî yên Misirê îmha kirin. Îsraêlê nîvgirava Sînayê, Kanala Sûveyşê, Orşelîm, Xeze, Urduna Rojava û Girên Golanê dagir kirin. Lê bi dûçûna peymana Neteweyên Yekgirtî dê Îsraîl ji axên dagir kirî derkeve. Lê dê bi temamî derkeve an ji hindek cihan derkeve zêde aşkera nekiribûn.[23]

Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên Îsraîlî yên li derdora Kanala Sûveyşê. Di vî wextî de jî leşkerên Suriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya DYAyê ev rewş guherî û bi serketina Îsraîlê bidawî bû.[24]

Şerê Şeş Rojan biguhêre

  Gotara bingehîn: Şerê Şeş Rojan

Piştî Peymanên Agirbestê yên 1949, ku di dawiya Şerê Yekem Ereb-Îsraêlî de hatibûn îmzekirin, dijminatiyên di navbera têkiliyên xirab ên Îsraêl û cîranên wê yên ereb de zêde bûbûn. Di sala 1956an de, aloziyên herêmî yên li ser tengava Tîranê ku bi navê Krîza Sûweyşê tê zanîn, zêde bûn.[25] Îsraêl ji ber girtina rêyên deryayî yên Misirê ji keştiyên Îsraêlê re bi awayê êrîsî Misirê kir, di encamê de Tengava Tîranê ji nû ve ji Îsraêlê re hat vekirin û her wiha Hêzên Lezgîn ên Neteweyên Yekbûyî (UNEF) li ser sînorê Misir-Îsraêlê hatin bicihkirin. Di mehên beriya destpêkirina Şerê Şeş Rojan a hezîrana 1967an de, alozî dîsa bi awayekî xeternak zêde bûn: Îsraêl helwesta xwe ya piştî 1956an dubare kir ku girtina din a Misirê ya Tengava Tîranê ji keştiyên îsraêlî re dê bibe sedemek casus belli.[26] Di gulana 1967an de serokê Misirê Cemal Ebdul Nasir ragihand ku tengava Tîranê dê dîsa ji keştiyên Îsraêlê re were girtin.  Dûv re wî leşkerê Misirê li ser sînorê bi Îsraêlê re seferber kir û her weha ferman da ku tavilê hemî personelên UNEF vekişin.[27]

Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên Ereb û OPECê ambargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. 2 sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraîl pêkahtin û Îsraîl ji axên dagirkirî derket. Li sala 1978ê de di navbera Misir û Îsraîlê de hevdîtin hatin kirin û hevpeymana Camp David hate kirin, Bi dûçûna vê hevpeymanê Îsraîl ji nîvgirava Sînayê hêzên xwe vekişand û Misirê jî Îsraîl nasî.[28]

Siyaset û rêvebirin biguhêre

  • Serê têkiliya kurdên Başûrê Kurdistanê û Israiliyan digehe sala 1931ê ku serokê Mossadê Reuven Shiloah li wê tarîxê têkiliyê li gel kurdan ava dike.[29]
  • Piştî avabûna Îsraîlê, Kamiran Alî Bedirxan têkiliya xwe li gel Israiliyan ava kir û bi vê rêye kurdên başûrî jî tevlî vê têkiliyê kirin . Her wisa Îran jî navbeynkariya kurdan û cihûyan dike ku têkiliyan bidanin.[30]
  • Têkiliya kurdan û Îsraîlê teqrîben li sala 1963ê destpê dike. Her wisa têkiliya kurdan li gel şahê Îranê jî bi awayekî erênî li sala 1962ê destpê dike.[31]
  • Di şerê 1967ê ku di navbera dewletên Ereb û Îsraîê de Mela Mistefa Barzanî bêalî dimîne. Ne leşkerên xwe dişîne alîkariya filistîniyan li gor cîhada ereban îlan kirî ne jî li Iraqê dijî leşkerên iraqî çalakiyan lidar dixe.[32]
  • Li sala 1964ê Şîmon Peres û Kamiran Alî Bedirxan hevdîtinekê dikin. Di encamê de Israîl di dawiya sala 1965ê de sê efseran dişîne Başûrê Kurdistanê ku perwerdehiya pêşmergeyan bike.
  • Li sala 1967ê yekem car Mela Mistefa Barzanî seredaneke veşartî dike bo Israîlê, seredana duyem li sala 1973ê tê kirin. 28 îlona 1980ê serokwezîrê Israilê daxuyand ku wan alîkariya kurdan kiriye.[33]
  • Serokê Rêxistina Neteweyî ya Cihûyên Kurd li Israêlê Haviv Şimoni di daxuyandineke xwe de dibêje ku li İsrailê 90 hezar kurd dijîn.[34]
  • Piştî Peymana Cezayîrê têkiliya kurdan û Israilê kete di bin bêedengiyekê de heta şerê 1991ê.[35]

Demografîk biguhêre

Gelhe biguhêre

 
Belavbûna Xelkên Israêl bi Nexşe
 
Belavbûna Erebên Israêl

Di dawiya sala 2011an de jimara gelheya Îsraêlê (teva herêmên îşqalkirî) 7.837.500 bû, ji wan nêzî 5.901.000 cihû (75%) û 1.611.100 jî ereb bûn[36]. Lî gorî Taxmînan 200.000 heya 500.000 nîfûsen Îsraêl be esle xwe Kurd bun.

Li ser lîsteya welatên serbixwe li gorî jimara gelheyê  Îsraêl di sala 2011an de raya 97em digire (hema piştî Swîsreyê). Ji gelheyê nêzî 91% li herêmên bajarî, 25% jî li bajarên mezin ên welêt dijîn. Gelhe her sal 1% meztir dibe, nêzî 70% li herêmên derveyî bajaran jidayikbûne û 30% jî ji 14 saliyan biçûktir in. Bi guraniya gelheyê be, li ser her metrekareyekî 300 kes dijî.[37]

Mirov hemwelatiyê bi rêya serlêxistinê an jî bi jidayikbûnê distîne. Bi saya zagona vegerînê her cihû kare xwe li Îsraêlê bi cih bike û mafê hemwelatiyê bixwaze.

Olî biguhêre

 
Orşelîm: Navenda sê olên cîhanê

Îsraêl ji aliyê olî ve xwediyê taybetiyên bêhempa ye, ji ber ku weke navenda sê olên mezin ên cîhanê tê zanîn û lewra bona olên cihûtî, xirîstiyantî û misilmantî warekî pîroz e. Ji bilî vê yekê, Îsraêl tek dewlet e ku ola pirraniya gelheyê cihû ye. Îsraêl dewleteke cihû ye, lê ne dewleteke teokrasî; li wir olên din jî azad in.

Li gorî daxuyaniyên wezareta hindurî ya îsraêlî heta 31'ê berfanbarê 2006'an ji 7,1 mîlyon nîştecîhanên Îsraêlê 80,01% cihû ne, ji van dîsa 94,6% wek cihûyên bi bawer qeydkirî ne.[38] Kesa/kesê ku bavê wê/bavê wî cihûyekî oldar e, bi xwe jî kare xwe wek cihûyeke oldar bi nav bike. Cihûyên oldar ên ku li Urduna rojava dijîn wek 'bê îman' tên hesibandin. Ji xeynî vê yekê, 0,5% cihûyên ku bûne xirîstiyan jî hene û ji wan 4,9% ji aliyê olê ve ne qeydkirî ne. Herwiha, 19,7% ê gelheyê ereb in ku ji wan 83% misilman, 8,5% erebên xiristiyan û 8,3% drûs û yên din in (bûdîst, hîndu, samarîtan).[39]

Li gorî qanûna vegerandinê[40] kesên ku dayika wan cihû ye an jî derbasî ola cihûtî bûne weke cihû têne hesibandin û lewra karin xwe li Îsraelê bi cih bikin. Cihûyên bê bawerî û ateîst jî dikevin nava wan, lê jimara wan ne diyar e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Şirîn (1996) English-Kurmanji/Kurmancî-Inglîzî Word List.
  2. ^ Akram, Susan M., Michael Dumper, Michael Lynk, and Iain Scobbie, eds. 2010. International Law and the Israeli-Palestinian Conflict: A Rights-Based Approach to Middle East Peace. Routledge. p. 119: "UN General Assembly Resolution 181 recommended the creation of an international zone, or corpus separatum, in Jerusalem to be administered by the UN for a 10-year period, after which there would be a referendum to determine its future. This approach applies equally to West and East Jerusalem and is not affected by the occupation of East Jerusalem in 1967. To a large extent it is this approach that still guides the diplomatic behaviour of states and thus has greater force in international law."
  3. ^ "Czech Republic announces it recognizes West Jerusalem as Israel's capital". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ chenrechte/38794/demokratische-staaten Belawbûna dewletên demokratîk, Navenda komara Elmanya ji bo perwerdehiya siyasî, dîtin: 23'ê îlonê 2009
  5. ^ de 2017, 24 de Diciembre. "Guatemala se suma a EEUU y también trasladará su embajada en Israel a Jerusalén". infobae (bi spanî (Ewropa)). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ "What was Mandatory Palestine? And why does it matter?". Time (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  7. ^ https://web.archive.org/web/20071016074447/http://www.time.com/time/magazine/article/0%2C9171%2C798687-2%2C00.html
  8. ^ Levine, Robert A.; Tribune, International Herald (7 çiriya paşîn 2000). "Opinion | See Israel as a Jewish Nation-State, More or Less Democratic". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  9. ^ "Israel". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 18 kanûna paşîn 2023.
  10. ^ http://www.cbs.gov.il/reader/shnaton/templ_shnaton_e.html?num_tab=st01_01&CYear=2012
  11. ^ http://www.columbia.edu/itc/anthropology/v1007/baryo.pdf
  12. ^ Albert Hourani, Arap Halkları Tarihi,r:341
  13. ^ "Fossil teeth place humans in Asia '20,000 years early'". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 14 çiriya pêşîn 2015. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  14. ^ Finkelstein, Israel (1 kanûna paşîn 1992). "M. Broshi and I. Finkelstein, The Population of Palestine in Iron Age II, BASOR 287 (1992), pp. 47-60". BASOR.
  15. ^ Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388
  16. ^ Bloch, Abraham P. (1987). One a Day: An Anthology of Jewish Historical Anniversaries for Every Day of the Year (bi îngilîzî). KTAV Publishing House, Inc. ISBN 978-0-88125-108-1.
  17. ^ International Dictionary of Historic Places: Middle East and Africa by Trudy Ring, Robert M. Salkin, Sharon La Boda, pp. 336–339
  18. ^ Carmel, Alex; Schäfer, Peter; Ben-Artzi, Yossi (1990). The Jewish Settlement in Palestine, 634-1881 (bi îngilîzî). L. Reichert. ISBN 978-3-88226-479-1.
  19. ^ Andrews, Fannie Fern (1976). The Holy Land Under Mandate (bi îngilîzî). Hyperion Press. ISBN 978-0-88355-304-6.
  20. ^ Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419
  21. ^ Joel Rappel, History of Eretz Israel from Prehistory up to 1882 (1980), vol. 2, p. 531. "In 1662 Sabbathai Sevi arrived to Jerusalem. It was the time when the Jewish settlements of Galilee were destroyed by the Druze: Tiberias was completely desolate and only a few of former Safed residents had returned...."
  22. ^ Macalister and Masterman, 1906, p. 40
  23. ^ "Avalon Project - The Covenant of the League of Nations". avalon.law.yale.edu. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  24. ^ Cohen, Michael J. (24 sibat 2014). Britain's Moment in Palestine: Retrospect and Perspectives, 1917-1948 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-91364-1.
  25. ^ "About this Collection | Country Studies | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  26. ^ Louis, William Roger (1984). The British Empire in the Middle East, 1945-1951: Arab Nationalism, the United States, and Postwar Imperialism (bi îngilîzî). Clarendon Press. ISBN 978-0-19-822960-5.
  27. ^ "A/PV.207 of 11 May 1949". web.archive.org. 12 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2007. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  28. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 31 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  29. ^ Abramson, Scott (2018), "A Historical Inquiry into Early Kurdish-Israeli Contacts: The antecedents of an alliance", The Journal of the Middle East and Africa, 9 (4): 379–399, doi:10.1080/21520844.2018.1548920, S2CID 150134620
  30. ^ Bishku, Michael B. (2018), Israel and the Kurds: A Pragmatic Relationship in Middle Eastern Politics, vol. 41, Journal of South Asian and Middle Eastern Studies
  31. ^ Minasian, Sergey (2007). "The Israeli-Kurdish relations". 21st Century.
  32. ^ Reisinezhad, Arash (2018), The Shah of Iran, the Iraqi Kurds, and the Lebanese Shia, p. 357, ISBN 978-3-319-89946-6
  33. ^ Romano, David; Rojhilat, Shivan (2018), Danilovich, Alex (ed.), "Israel's periphery doctrine and the Kurds", Federalism, Secession, and International Recognition Regime: Iraqi Kurdistan, Routledge
  34. ^ Mamikonian, Sargis (2005), Israel and the Kurds (1949-1990), vol. 9, Iran & the Caucasus, pp. 381–399
  35. ^ Bengio, Ofra (2017). "Has Israel's Support for Kurdistan's Independence Helped or Harmed the Kurds?". {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  36. ^ [http://www.cbs.gov.il/www/yarhon/b1_e.htm The State of Israel, Central Bureau of Statistics, dîtin: 5'ê tîrmehê 2012}}
  37. ^ {{internetquelle| url= http://www.swissjews.ch/pdf/de/factsheet/SIG_Fa[Girêdan daimî miriye] ctsheet_Israel_Bevoelkerung_Religionen20121.pdf Factsheet: Israel. Gelhe û Ol, Schweizerischer Israelitischer Gemeindebund (Yekbûna Komelên Îsraêlî-Swîsrî, dîtin: 27'ê sermawêzê 2012
  38. ^ Israel – Central Bureau of Statistics: „Statistical Abstract of Israel 2007 – Introduction“ (PDF) r. 1, dîtin: 27'ê sermawezê 2012.
  39. ^ Israel – Central Bureau of Statistics: „Israel in figures 2007“, r. 10 wek PDF kare bê dîtin.
  40. ^ Agahiyên derheqê qanûna vegerê karin li ser vê rûpelê bên dîtin: Webcitation.org.

Girêdanên derve biguhêre