Qeyrana Suezê

(Ji Krîza Sûweyşê hat beralîkirin)

Qeyrana Suezê yan Krîza Suezê (bi inglîzî: Suez Crisis; bi erebî: أزمة السويس - العدوان الثلاثي‎; bi fransî: Crise du canal de Suez; bi îbranî: מבצע קדש‎‎) navê qeyrana li ser Kanala Suezê (herwekî bi tirkî: Suweyş) derketiye ye. Ev pevçûneke navneteweyî bû di cotmeha 1956an de di navbera Misirê û welatên Brîtanya, Fransa û Îsraêlê.

Qeyrana Suezê
Dema destpêkirinê
  • 29 çiriya pêşîn 1956 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 7 çiriya paşîn 1956 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sedema qeyranê biguhêre

Sedema wê jî netewekirina Şîrketa Kanala Suezê ya Brîtanya-Fransî ji aliyê Serokê Misrê ve bû. Di nava Rezber 1956 - Adar 1957'î bêhna şerekî cîhanî li cîhanê belav bû. Serokdewletê Misirê Cemal Ebdul Nasir bi beyaniyeke fermî Kanala Suezê ji bikaranîna navnetweyî re girt. Ji bo Brîtanya Mezin, Kanala Suezê ji bo peydakirina petrolê xwedî girîngiyek mezin bû. Brîtanya, Fransa û Îsraêl li hev kirin ku Îsraêl wê li Nîvgirava Sîna û Zîvala Gazzeyê êrîşî Misirê bike, piştre Brîtanya û Fransa dê bi esmanî êrişî Kanala Suezê bikin û bi awayekî daîmî kontrol bikin. Ev manovra ji derve re wek mîsyonek navbeynkariyê dihat nîşandan. Li ser vê daxûyaniyê, Îsraêl, Brîtanya û Fransa yekdeng bi Misirê re dikevin cengê.[1]

Ji ber ku têkiliyên YKSS û Misirê wê demê gelek baş bû, YKSS gef li rojavayiyan kir û bi avêtina bombeya atomê bo Parîs û Londonê wan da tirsandin. Gefên Sovyetê biserketin û dawî li şerekî domdirêj û têrxwînî hat. Mirov dikare bêje ku şer hêj li destpêkê bidawî bû. Artêşa Misirê 1.650 jêçûnê da.

Rola wezîrê karê derve yê Kanadayê Lester Pearson, di lihevhatinê de çêbû. Li ser pêşniyara wî hêzên çekdar ên NYê li herêmê hatin bicihkirin. Ev hêz heya sala 1967'î li herêmê ma. Şer di demeke kurt de pêkhat. Îsraêlê êriş bir ser Misirê. Bi armanca pêşîlêgirtina şer jî Fransa û Brîtanya ketin kanalê û artêşa Misirê têkbirin.

Şer qelsiya Ewropayê da nîşandan. Gorî gelekan êdî Ewropa bêî DYAyê nedikarî tevbigere û hêza YKSSê hemî ditirsandin. Misir herçendî ji aliyê leşkerî ve têkçûbû jî, di cîhana ereban de dibû pêşeng.

Encam biguhêre

Encama vê yekê xurtkirina pêgeha Misrê li Rojhilata Navîn bû; di maweya navîn de, ev bûyer bûn sedema peywendiyên nêzîk di navbera Misir û Yekîtiya Sovyetê de. Bi vî awayî aloziya Rojhilata Navîn bû beşek ji Şerê Sar. Hêzên kolonyalîst ên kevnar ên ewropî neçar bûn ku fêr bibin ku her du hêzên cîhanî, DY û Yekîtiya Sovyetê, carinan dikarin ji bo armancek hevbeş bibin yek, her çend ew dijberên şerê sar bin jî. Di encamê de, operasyonên serbixwe yên Ewropiyan êdî ne ew qas hêsan bûn.

Brîtanyaya Mezin û Fransa hewil dan ku êrîşkariya leşkerî bikar bînin da ku Misirê neçar bikin ku Kanala Suezê paşde bide û rejima xwe hilweşîne. Di heman demê de, artêşa Sovyetê serhildana Mecaristanê têk bir. Vê yekê welatên dijber di têgihîştina gel de xiste ser heman asta dereng-emperyalîst[2].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Nahostkrieg 1956: Ägypten verstaatlicht den Suezkanal - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ Jost, Dülffer (2004). Europa im Ost-West-Konflikt 1945–1990 (bi almanî). Munîh. r. 179. ISBN 3-486-49105-9.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)