London
London, paytext û bajarê herî mezin ê Înglistan û Keyaniya Yekbûyî ye ku nifûsa bajêr ji 9 milyonê zêdetir e. Bajarê Londonê li ser Çemê Thamesê li başûrê rojhilatê Înglistanê, 80 kîlomêtre berbi Deryaya Bakur ve radiweste û ji du hezar salan ve wargeheke sereke ye. Bajêr bingeh û navenda darayî ya kevnar e ku ji aliyê romayiyan ve bi navê Londinium hatiye damezrandin. Ji sedsala 19an vir ve navê "London" di heman demê de behsa metropola li dora vê bingehê jî dike ku bi awayekî dîrokî di navbera wîlayetên Middlesex, Essex, Surrey, Kent û Hertfordshire de hatiye dabeş kirin û bi giranî ji Londona Mezin pêk tên. Ev beşên wîlayetan ji aliyê Desthilata Londonê ya Mezin ve têne birêvebirin. Bajarê Westminster, li rojavayê bajarê Londonê ye ku bi sedsalan e hikûmet û parlamena neteweyî li vî bajarê ye.
London | |
---|---|
| |
London li ser nexşeyê | |
Koordînat: 51°30′26″Bk 0°7′39″Ra / 51.50722°Bk 0.12750°Ra | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Împeratoriya Romê, Keyaniya Essexê, Mercia, Keyaniya Wessexê, Keyaniya Înglistanê, Brîtanyaya Mezin, Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendayê, Keyaniya Yekbûyî |
Li beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | c. 47 |
Îdarî | |
• Şaredar | Sadiq Khan (2016–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1572 km2 (607 sq mi) |
Bilindahî | 4 m (13 ft) |
Nifûs | 8.799.728 (2021) |
Dem | |
Koda telefonê | 20, 1322, 1689, 1708, 1737, 1895, 1923, 1959, 1992 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dîrok
biguhêrePêşdîrok
biguhêreDi sala 1993an de, bermahiyên pira Çaxa Bronz li berava başûr li jora pira Vauxhall hatin dîtin.[1] Ev yan ji Thames derbas bû yan jî gihîşt giravek ku niha di avê de winda bûye. Du ji darên radyokarbonê yên 1750-1285 b.z.ê bûn.[1]
Di sala 2010an de, bingehên avahiyek darî ya mezin ku di navbera 4800 û 4500 salên b.z.ê de ye, li qeraxa başûrê Thamesê li jêrzemîna Pira Vauxhall hate dîtin.[2][3] Fonksiyona vî avahiya mezolîtîk ne diyar e. Her du avahî li perava başûrê Thamesê ne ku niha Çemê Effrayê di bin erdê de diherike Thames.[3]
Londona Roma
biguhêreTevî delîlên niştecihiyên Brîtonîk ên belavbûyî yên li herêmê, rûniştina yekem a mezin ji aliyê Romayiyan ve bi qasî çar salan piştî dagirkirina 43 salên p.z.ê de hatiye damezrandin.[4] Ev yek heta dema ku eşîra Iceni bi serokatiya keybanû Boudîka ew avêtin û ew bi erdê re şewitandin, heya 61 salên p.z.ê dewam kir.[5] Tecrûbeya plankirî ya paşîn a Londinium serkevtî bû û di sala 100an de li cihê bajarê Colchester, dibe paytexta parêzgeha Romayê ya Brîtanyayê. Di dema xwe yê her serkevtî yê di sedsala 2an de, li Londona Romayî bi qasî 60.000 jiyan dikir.[6]
Londona Anglo-Sakson û Víkîngan
biguhêreBi hilweşîna destpêka sedsala 5an a serweriya Romayê re, bajarê Londonê statûya xwe yê paytextiyê windakir û bajarê dîwarkirî yê Londinium hate terikandin, lê şaristaniya Romayê li dora St Martin-in-the-Fields heya sala 450an berdewam kir.[7] Li dora sala 500an de, rûniştgehek Anglo-Saxon ku wekî Lundenwic tê zanîn li rojavayê bajarê Romaya kevn e, pêşve çû.[8] Dora sala 680an de bajar dîsa bû benderek sereke, lê delîlên hindik di derbarê hilberîn ên mezin de hene. Ji sala 820an ve bi êrîşên dubare yên Vikingan re pêşveçûyina bajêr ket.[9]
Vîkîngan Danelaw li piraniya rojhilata Înglistanê bicih anî. Sinorê wê ji Londonê heya Chesterê wekî herêmek kontrola siyasî û erdnîgarî ya ku ji hêla êrişên Vîkîngan ve bi fermî ji hêla şerkerê Danîmarkî, Guthrum û keyê Saksona rojava Alfredê Mezin ve hatiye pejirandin, heta sala 886an dewam dike. Anglo-Saxon Chronicle tomar dike ku Alfred di sala 886an de Londonê "ji nû ve ava dike". Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku ev yek bi terikandina Lundenwic careke din vejandina jiyan û bazirganiyê di nav dîwarên kevnar ên Romayê de ji nûve çêdibin. Piştre London bi mezinbûyinek hêdî heta sala 950an dewam dike.
Erdnîgarî
biguhêreLondona Mezin bi tevahî 1.583 km² vedihewîne, deverek ku di sala 2001an de nifûsa wê 7.172.036 kes bû û li bajêr 11.760 niştecîh li ser 4.542/km² yê de dijîn. Devera berfireh a ku wekî Herêma Metropolîtan a Londonê an Agglomerasyona Metropolîtan a Londonê tê zanîn, bi tevahî ji 8.382 km² yê pêk tê. nifûsa wê 13.709.000 kes e û nifûsê deverê 3.900 niştecih li ser rûerd 1.510/km² yê dijîn.
Londona nûjen li ser Çemê Thames radiweste, taybetmendiya wê ya bingehîn a erdnîgarî, xwedî çemek navgînî ye ku ji başûrê rojava ve ber bi rojhilat ve diherike. Geliyê Thames deştekî lehiyê ye ku ji hêla girên biçûk ve tê dorpêç kirin, di nav giran de girên Parlamenê Hill, Addington Hill û Primrose Hill, hene. Di dîrokê de London li xala pira herî nizm a li ser Thamesê mezin bûye.[10]
London, ku wekî Londona Mezin jî tê zanîn, yek ji neh herêmên Înglistanê ye û beşa herî jorîn e ku piraniya metropolên bajêr vedigire. Bajarê Londonê di bingehê xwe de carekê tevaya niştecihbûnê pêk dianî, lê her ku qada wê ya bajarî mezin bû, Pargîdaniya London li dijî hewildanên yekkirina Bajar bi derûdora wê re li ber xwe da û bû sedem ku "London" bi çend awayan were destnîşan kirin.[11]
Ji sedî 40ê Londona Mezin ji aliyê bajarokê posta Londonê ve tê vegirtin ku tê de 'LONDON' beşek ji navnîşanên postê ye. Sînorê Londonê ya Mezin li hinek cihan bi Otobana M25 ve hatiye sinor kirin. Zêdetir berfirehbûna bajarî naha ji hêla Kembera Kesk a Metropolitan ve tê asteng kirin. Her çend qadek Bajarê Mezin a Londonê ya ku ji hev veqetandî hatiye destnîşan kirin zêde bike Jî, devera çêkirî li hinek cihan ji sinorên wî dirêj dibin. Londona Mezin ji bo hin armancan di hundurê London û Londonê ya Derve de ye û ji aliyê Çemê Thames ve li Bakur û Başûr, bi navçeyek navendî ya Londonê ve tê dabeş kirin.[11]
Avhewa
biguhêreLondon xwediyê avhewayê okyanûsî ya nerm e. Qeydên baranê ji kêmasî ve ji sala 1697an vir ve, ku tomar li Kew dest pê kir, li bajêr têne tomar kirin. Li Kew, barana herî zêde di mehekê de 7.4 inç (189 mm) di mijdara sala 1755an de ye û ya herî kêm 0 inç (0 mm) di kanûna sala 1788an de û di tîrmeha sala 1800an de ye. Sala herî bi baran a ku di tomarê de hatiye tomar kirin, di sala 1903an de ye ku bi tevahî daketina baranê 38.1 înç (969 mm) û sala herî ziwa di sala 1921ê ye ku bi tevahî barîna baranê 12.1 înç (308 mm) e. Barîna salane ya navîn bi qasî 600 mm ye ku nîvê barana salane ya bajarê New York Cityyê ye lê ji barana salane ya bajarên Roma, Lîzbon û Sîdneyê jî kêmtir e.[12]
Binêre
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ a b "British Archaeology, no 46, July 1999: News". web.archive.org. 27 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 nîsan 2011. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "London's Oldest Prehistoric Structure? | BAJR Archaeology News". web.archive.org. 7 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 tîrmeh 2018. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b "Thames Discovery Programme - London's Oldest Foreshore Structure!". web.archive.org. 30 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 nîsan 2011. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Number 1 Poultry (ONE 94)". Archaeology Data Service. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
- ^ "BBC - History : British History Timeline". web.archive.org. 30 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 hezîran 2022. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Lancashire, Anne; Lancashire, Professor Anne (24 çiriya pêşîn 2002). London Civic Theatre: City Drama and Pageantry from Roman Times to 1558 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-63278-2.
- ^ "Museum of London". Wikipedia (bi îngilîzî). 7 gulan 2022.
- ^ "Museum of London | Free museum in London". www.museumoflondon.org.uk. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
- ^ "Viking Attacks". web.cn.edu. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
- ^ Sheppard, Francis (2000). London: A History (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-285369-1.
- ^ a b Great Britain. Court of Chancery (1840). Reports of cases in Chancery, argued and determined in the Rolls court during the time of Lord Langdale, master of the rolls. [1838-1866]. Oxford University. London, Saunders and Benning.
- ^ "Niederschlagsmonatssummen KEW GARDENS 1697- 1987". web.archive.org. 24 sibat 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 sibat 2021. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)