Romaya Kevnare
Romaya Kevnare bajarwarî anko şaristaniyetek bû ko li derdora sedsala 9ê berî zayînê wekî civakeka cotkar li nîvgizirta Îtalyayê hat damezirandin û li dawiyê bû împeratorîyek ko tevaya herêmên Deryaya Navîn vegirtin. Li sdsala 12ê di jiyana xwe da, Rom ji keyatiyekê bû komareka ko bingehê wê li ser hîmê olîgarşiyê û demokrasiyê hatibû danan û paştir jî bû emperatoriyeka otokratîk anko yeksalarane. Wê hemî Ewropaya Rojava û piraniya deverên derdora Deryaya Navîn bi dagîrkirin û navxwehelandinê anko asîmîlasiyonê vegirtin.

Li sedsala 5ê emperatorî ber bi herifyanê çû. Aliyên rojavayî yên împeratoriyê, bi herêmên mîna Hispania, Gaul û Îtalyayê jê cida bûn û li sedsala 5ê keyatiyên xweser pêkanîn. Navê aliyê rojhilatî yê emperatoriyê ko navenda wê Konstantînopolîs bû ji sala 476ê û şûnda bû Împeratoriya Bîzansê. Ev sal, sala kevneşopî ya herifyana Emperatoriya Romê û destpêka Serê Çaxên Navîn e ko bi Çaxên Tarî dihêt niyasîn.
Bajarwariya Roma Kevin bi awayekê edetî digel Yewnana Kevin bi hevra wekî Kevnariya Klasîk dihên niyasîn. Yewnana Kevin hêvênê hebûna ferhengî ya Roma Kevin bû. Roma Kevin di dîroka Ewropaya Rojava da dewrekê gelek mezin lîstiye û bingehê huner, şer, qanûn, wêje, teknolojî û nijargerî anko arşîtektê li wêderê hat danîn. Dîroka wê emperatoriyê hêşta jî bandora xw li ser cîhanê heye.
Serdema Arxaik û Serdema KlasîkBiguherîne
EtrûskîBiguherîne
Keyaniya Romê: 753–509Biguherîne
Serdema HelenîstîkBiguherîne
- Agahiyên bêhtir: Serdema helenîstîk
Komara Romê: 509–27Biguherîne
Serdema Romê KeyseraneBiguherîne
Împeratoriya Romê: 27–286Biguherîne
Serdema Antîk DerengBiguherîne
- Agahiyên bêhtir: Antîk Dereng
Împeratoriya Romê: 286–641Biguherîne
Împeratoriya Romê ya Rojava: 286–476Biguherîne
Biguherîne
- Agahiyên bêhtir: Serdema Navîn
Biguherîne
- Agahiyên bêhtir: Serdema Bîzansê Navîn
Serdema Bîzansê Dereng: 1204–1453Biguherîne
- Agahiyên bêhtir: Serdema Bîzansê Dereng
Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)