Ramana peyva Demokrasiyê "Desthilata Gel" e. Ev peyv bi koka xwe Yewnanî e û ji du paran pêkhatîye (demos= xelk, gel û Krasî= desthelat, serdestî).Demokrasî rengekê desthilatê ji bo netewe-hukmetekê an rêkxistinekê e. Praniya xelkî ji peyva demokrasiyê demokrasiya lîberal difamin, lê rengên dî yên gelek cihê ji demokrasiyê jî hene. Herçind e ko peyva demokrasiyê zêdetir derheqa yekînên sîyasî da dihêt bikarînan, lê binemayên wê di bîyavên wekî zanîngehanê rêkxistinan, komkarên karkeran û pêkhatên dî jî dihên bikarînan.

Cureyên Demokrasiyê

biguhêre

Pênaseya peyva demokrasiyê ji ber hindê ko di gelek bîyavên cihêcihê da dihêt bikaranîn gelek aloz û tevlihev bûye. Pêkhatên sîyasî yên ko dihên bawerkirin ko xwedî demokrasî in an îdîa dikin ko xwedî demokrasî in gelek ji hev cida in. Ji bo mînak:

Cureyên Serekî yên Demokrasiyê ev in:

Rasturast

biguhêre

Demokrasiya Rasturast rengekê demokrasiyê e ko welatî ji bo hemî biryarên giring dengê xwe didin. Sedema evê navkirinê ew e ko di awayê klasîkê wê da çi navgîn an nimînende û nûner nîne. Mînakên niha yên vîcoreyî hindek rêkxistinên bajêrwarî (medenî) yên evro yên wekî destekên zankoman (Kolîjan) û civînên bajêrên Nû Înglistanê in (bi awayekê edetî li bajêrên ko hêşeta anko cemîyeta wan ji 10,000 kesan kêmtir e). Rexnegirên vî coreyî dibêjin ko tekezkirin pirtir li ser dengdanê e û kêmtir giringiyê didit şêwazên dî yên demokratîkên wekî azadiya axivtinê û rêkxistinên bajêrwarî. Bi gotinek dî ev rexnegir dibêjin ko demokrasî tenê hindek tîtal û rê û resim nîne..[3] Heta niha hemî demokrasiyên reasturast demokrasiyên civakên biçûk bûne); piranî bajêr-dewlet. Evro tenê hindek demokrasiyên rasturastên bertesk li hindek Kantonên Swîsreyê hene ko bi hemî ramana peyvê rasturast in. Dema hijmara dengdêran (kesên ko mafê dengdanê heye) zêde dibit, ev cureyê demokrasiyê gelek zehmet dibit- ji bo mînak li Demokrsiya Atênîan pirtir ji 30,000 kesan mafê dengdanê hebû. Lê dîsa jî, rapirsên giştî anko refrandûm jî her wekî vî cureyê demokrasiyê in. Demokrasiyên rasturas ên niha bizavê dikin ko vê kêmasiyê bi hindek awayên nimînendeyîa berteng çareser bikin. Sê stûnên wan çareseran ev in: Rapirs (ji aliyê hukmetan an qanûndaneran an jî ji aliyê xelkî di bersiva qanîndaneran da dihên destpêkirin), destpêşkerî anko Însîyatîv (ji aliyê welatîan ve destpêdikin) û hilbijartinên bîranînê (ji bo karbidestan).

Nimînendeyî

biguhêre

Navê Demokrasiya Nimînendeyî ji ber hindê e ko xelk nimînendeyên xwe ji bo desteyeka hukimker hildibijêrin. Li cîhana evro gelek şêwazên cidacida ji bo hilbijartina nimînendyan hene.

Demokrasî a azad anko lîberal coreyekê demokrasî a nimînendeyî (bi hilbijartên azad û dadwerane) e ko parastina mafên kêmanîan, desthilata qanûnê, jihev qetandina desthilatan, û parastina azadî ên axivtinê, kombûnê, dîndariyê û milkîyetê têda hene. Bervajî vê, demokrasîyek a neazad ew demokrasî e ko ev coreyên parastina mafên an hema têda nîne an jî nahên karpêkirin. Tecrube a welatên paşî-sovyetê bala xelkî ber bi vê arîşeyê kêşa, herçind e ko bertir jî her hebû. Ji bo mînak Napilyonî jî gelek biryarên xwe ên emperatorîane bi dengdana dengdêran werdigirtin.

Demokrasî a Atênîan kevintirîn demokrasî e ko baş hatîye tomarkirin. Peyva demokrasiyê jî li sedasala 5'ê berî bûna Îsayî li Yewnan a Kevnar hat bikaranîn. Wesa xweya dibit ko mafê sîasî di pêşda tenê mafê xwedî erdên arîstokrat bû û hêdî-hêdî bû mafê hemî mêrên ko jiyê wan ji 20 salan zêdetir bû. Mafên sîasî anko welatînî ji bo jinan, koleyan û nexwecihan (metics) nebû. Li alî yê gotinê ve (tîyorî), hemî Atênîan mafê dengdana li Civata Bajêrî hebû. Li wê civatê biryarên giring û qanûnên bajêr-welatî derdiçûn. Herçind e ko Atênê karbidestên fermî hebûn û ev karbidest ne bi hilbijartinan, lê bi awayê bext û şans, dihatin ser karî jî, niha xelk piranî wesa hizir dikin ko demokrasî a Atênîan mînaka demokrsîyeka rasurast e. Li sala 323'ê berî bûna Îsayî û bi dagîrkirina Atênê ji layê Makedonîan ve, ev demokrasî bi awayekê fermî dawî bû. Bêguman tovê demokrasî ya nimînendeyî li Komara Romanî hat çandin. Li çaxên Navîn jî çend dozen (sîstem) hebûn ko rengek ji rengên hilbijartinan û civatan têda hebûn, mina Hevpişkî ya Polonyayî-Lîtwanyayî û hindek bajêr-welatên Îtalya ya Çaxên Navîn wekî Wênîsê. Gelek mînakên îddîakirî yên dî yên demokrasiyê hene, lê jiber ko di pranî ya wan da tenê parek ji welatiyan mafên sîyasî hebûne navê olîgarşî zêdetir wesfa wan dikit.

Parlamana Inglistanê vedigerit wan bertesikkirinên desthilata şayî ko di Magna Kartayê da hatbûn. Parlamana hilbijartî ya herî pêşîn Parlemana De Montfortê ya sala 1265’ê li Inglistanê bû. Lê ew parlaman jî nimînendeya hijmareka kêm ji xelkî bû û pirti li goreyê hezên şayî kar dikir. Salekê piştî Şoreşa Şkodar li sala 1689’ê bû ko Rêzika Mafan ya Inglistanê hat xebitandin. Vê rêzikê desthilata parlamanê hindek zêdetir bû. Heyam bihurîn heta şa bûye tenê navek.

Bi giştî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî demokrasiya azad a herî pêşîn dihêt nihêrîn. Qanûna Bingehîn ya Amerîkayê ko li sala 1788’ê hat danan, maf û azadî diparastin. Lê dîsa jî hemî kesan mafê dengdanê nebû. Jib o mînak tenê li sala 1840’ê bû ko hemî mêrên spî siyan deng bidin. Amerîkiyan şiya ji bo cara pêşîn partî yên ji xwarê pêkbiînin û ev dozen (sîstem) pêşêxist. Werara demokrasiyê ji Demokrasî ya Cefersonî anko Dozena Partî ya Pêşîn ber bi Demokrasî ya Ceksonî anko Dozena Partî ya Duyê bû û paştir ber bi Dozena Partî ya Sêyê çû. Piştî Şerê navxweyî yê Amerîkayê (salên dûmahî ya 1860’an), reşan jî mafê dengdanê peyda kir.

Li Fransa ya şoreşgêr jî Danezana Mafên Mirovî û Welatiyan, herçend e bi jîyekê kurt, Civîna Neteweyî bi dengdana hemî welatî yên mêr hat hilbijartin.

Heta dawî ya sedsala 19’ê demokrasî yên azad kurt-jî bûn.

Sedsala 20’ê

biguhêre

’’Pêlên Demokratîkkirinê’’ li sedsala 20’ê hatin ko ji gelek egerên cida-cida yên mîna şer, şoreş, nehêlana Mêhtinkariyê (Îstîmarê, kolonyalîzmê) û tengasiyên aborî bûn. Şerê Cîhanî yê Yekem û hilweşyana Împeratoriya Osmanî û Împeratoriya Awistirya - Mecaristanê bûn sedema avabîna gelek netewe-welatan li Ewropayê ko bi nav hemî demokrasî bûn. Li salên 1920’an, demokrasî bi pêşkevt, lê Dakevtina Mezin karekê wiha kir ko li piranî ya welatên Ewrûpayê, Amerîkaya Latînî û Asyayê bûn welatên ko j aliyê desthilatdarên xurt ve birêvediçûn an hema bi yekcarî bûn dîktatorî. Faşîzmê li Îtalyayê û Nasyonalsosyalîzmê li Almanyayê serhilda. Welatên mîna Spanya û Polonyayê jî bûn diktatorî. Peydabûna dîktatoriyan li Çîn, Brezîl, welatên herêma Balkanê û Yekîtî ya Şêwirdarî ya Stalînî jî karekê wiha kir ko salên 1930’an bi “Çaxê Dîktatoran” bihêt niyasîn.

Şerê Cîhanî yê Duyem ev sirêm li Ewropaya Rojava bi tivavî vegerand. Almanya û Japon piştî dagîrkariya wan ji alî yê hevalbendan ve ber bi demokratîkbûnê çûn. Lê piranî ya Ewropaya Rojhilat ber bi dozeneka nedemokratîk bi navê Kutleya Şêwirdariyê ji demokrasiyê dûr kevtin. Nehêlana mêhtinkariyê piştî şerî xurttir bû û demokrasiyên li welatên wekî Hidistanê bûn mînakên serkevtina demokrasiyê li welatên mezin, xizan û neyekreng.

Pêleka dî ya demokratîkkirinê li salên 1970’an û 1980’an li gelek welatên mîna Amerîkaya Latînî destpêbû. Herifyana Şêwirdariyê û dawîbûna Şerê Sar bû sedema demokratîkbûna piranî ya welatên Kutleya Rojhilatê. Li salên 1990’an gelek welatên Afrîkayê jî bûn demokratîk. Mînakên dawûtir yên demokratîkbûna welatan ev in: Şoreşa 1998’ê ya Îndonezyayê, Şoreşa Bildozeran li Yûgoslavyayê, Şoreşa Sorgulan li Gurcistanê, Şoreşa Pirteqalî li Ûkraynayê.

Berbelavbûna demokrasî ya azad rojbiroj berçavtir e û wesa diyar dibit ko dê bibit şêwazê pîvankî (standard) yê cîhanî ji bo civakên mirovan. Ev berbînî kakila bîrdoza “Dûmahî ya Dîrokê” ya hizirvanê Amerîkayî yê bi koka xwe Japonî yê navdar Fransîs Fukayama ye.

Têgeh (konsept)

biguhêre

Di navbera teorîstên sîyasî da gelek têgehiştinên cida li demokrasiyê hene.

  • Di bin navê ‘‘mînîmalîzmê‘‘ da, demokrasî wekî dozenekê dihêt pênasekirin ko têda welatî ji bo heyameka diyarkiri mafê desthilatdariyê didin destekeka rêberên sîyasî. Li goreyê evê baweriyê, welatî nikarin û nabit jî, ko desthilatdariyê bikin. Jiber ko piraniya wan çi hizrên zelal li derheqa rêvebirinê da nîne. Joseph Schumpeter di kitêba xwe ya navdar, ‘‘Sermayedarî, Sosyalîzm û Demokrasî‘‘yê da behsa vê baweriyê dikit.
  • Têgeha ‘‘xirvekirinê‘‘ dibêjit ko di demokrasiyê da hukmet dibê qanûn û sîyasetên wiha dabirêjit ko li hizra dengdêrên navîn nêzîk bit- nîvek ji wan bi aliyê rastê da bin û nîva dî bi aliyê çepê da. Antonî Dawn (Anthonî Down) di kitêba xwe ya sala 1957‘ê da, ‘‘Bîrdozeka Aborî ya Demokrasîyê‘‘, vê hizrê behs dikit.
  • ‘‘Demokrasî ya hûrhûrkanî‘‘ li ser wê têgehiştinê ava bûye ko hukmetkirin bi rêya gengeşekirin û danûstanê çêdibit. Kesên ko wisa ji demokrasiyê fêm dikin dibêjin ko hemî qanûn û sîyaset dibê li ser wan delîlan bihên danan ko welatî dikarin bipejirînin. Bîyava sîyasetê dibê bîyava gengeşe, guhdêrî û danûstana sîyasetkar û welatiyan bit. Jürgen Habermas ji alîgirên vê hizrê ye.
  • Hemî têgehên jorîn behsa demokrasî ya nimînendeyî dikin. Demokrasî ya Rastûrast qayîl e kodibê hemî welatî bi awayekê rastûrast û ne bi rêya nimînendeyan pişikdariyê di danana qanûnan û biryardanên sîyasî da bikin. Alîgirên vê têgehê gelek sedeman ji bo alîgiriya xwe diînin. Çalakî ya sîyasî di xwe da bihadar e, xelkî civakîtir dikit û wan perwerde dikit, û pişikdarî ya xelkî dê serkete (nuxbeyên) bihêz diyar bikit. Ji hemiyê giringtir, welatî nikarin bi rastî hukmî bikin eger ew bi awayekê rastûrast pişikdariya çêkirina biryarên sîyasî û danana qanûnan nekin.
  • Têgeheka dî ya demokrasiyê ew e ko ‘‘yeksaniya sîyasî‘‘ ewle dikit. Herwesa ramaneka dî ya demokrasiyê ew e ko ji ber hebûna demokrasiyê hindek damezrîyayî, destajo (prosîcer) û şêwaz di nav civakç da hene ko yeksaniyê di hêza sîyasî da ewle dikin. Damezrîyayî ya herî pêşîn rêveçûna rêkûpêka hilbijartinên azad û vekirî ne ko têda nimînende dihên hilbijartin da hemî an piraniya sîyaseta giştî rêvebibin. Ev ramana peyva ‘‘demokrasîyê‘‘ hindek caran polîarşî anko pirserwerî jî dihêt ravekirin. Ev nihêrîn pişikdarî ya piranî ya dengdêran di biryardana sîyasetê da tiştekî arîşeafirîn dibînin û dixwazin ko piranî ya xelkî pişikdariyê bikin. Ev hindek caran gengeşeyê ber bi aliyê hindê dibit ko pişikdarî ya sîyasî dibê tiştekê bizorê bit, wekî dengdana bizorê. Ew alozên bandora zengînan li ser dengdêran in.

”Demokrasî” û “Komar”

biguhêre

Bikaranîna hevçerxa zarava “demokrasîyê” amajeyek e bi hukmetekê ko ji aliyê xelkî ve hatîye hilbijartin. Zarava “komarê” ramaneka cida heye, lê bikaranîna hevçerxa wê amajeyek e bi demokrasîyeka nimînendeyî ko serokê welatî, mîna serkomarî, ji aliyê xelkî ve dihêt hilbijartin da ji bo heyameka diyarkirî hukmî dikit. Bervajî vê hindek hukmet in ko şayekê mîratgir serokê welatî ye, ne xem e eger ev welat demokrasî yên nimînendeyî jî bin û serokê hukmetê, ji bo mînak serokwezîr ji aliyê xelkî ve jî hatibit hilbijartin.

Li aliyê dîrokî ve, nemaze li goreyê Bavên Hîmdanerên Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê, ramana “demokrasîyê” bi giranî behsa demokrasiya rastûrat dikit û ji demokrasiya nimînendeyî ra ko nimînendeyên xelkî li goreyê qanûnê û gelek caran jî li goreyê qnîneka bingehîn hukmî dikin dibêjin komar. Bikaranîna zarava “demokrasîyê” tenê ji bo demokrasiya rastûrast niha jî di nav komên şopparêz (konservatîv) û azadîbawer (lîbertar) da her maye.

Çarçûvkerên destpêkê yên Qanûna Bingehîn a Welatên Yekbûyî bi awayekê berçav haydarên metirsiya wî tiştî bûn ko wan jê ra digot “tepeserkirina azadiyên kitkesî ji aliyê piraniyê ve”. Ji bo mînak, James Madison di Kaxezên Federalîst hijmar 10 da li şûna demokrasiyê bangê ji bo komareka li goreyê qanîna bingehîn dikit da azadiyên kitkesan ji aliyê piraniyê ve nehên binpêkirin. Wan çarçûvkeran bi hişyarî hindek damezrîyayî di Qanûna Bingehîn da û di Rêzika Mafan ya Welatên Yekbûyî da ewle kirin.

Komarxwaziyê û azadîbaweriyê pêvenîyeka aloz bi demokrasî û komarê ra heye. Ji bo hûrhûrkên zêdetir li wan gotaran binihêre.

Şayên Mercdar û Dîwanên Jorîn

biguhêre

Li destpêkê, di herdu şoreşên Amrîkayê û Fransayê da pirsgirêk ew bû ka erê di demokrasiyê da ji bo berbestdanana hukmê piraniyê dibê dîwaneka jorîn ji serketan (nuxbeyan) hebin an ne. Gengeşeyek jî ew bû ka endametî ya wê dîwana jorîn çawa bit: şehrezayên hejî yên danayî (bê dengdan), an Şayekê Mercdar bi desthilateka sînordar le ya rastîn. Li hindek welatan (mîna Brîtanyayê, Holendayê, Belçîkayê û Japonê) şayên bihêz bûn şayên mercdar ko destjilata wan hatibû sînordarkirin û li dawiyê jî hema tenê bû navek. Lê li piranî ya welatan şayatî û dozena arîstokrasî ya pêra neman (mîna Welatên Yekbûyî, Fransayê, Çînistanê, Rûsyayê, Almanyayê).

Dewleta Demokratîk

biguhêre

Herçind e hindek gengeşe yên felsefî li ser pênasekirina pîvikên karbestî û rewayî ya demokrasiyê hene, ev ên li xwarê kêmtirîn pêdvîtî in da dewletek demokratîk bihêt hesibandin (mêze bikin ko reng e anarşîst piştgirî ya coreyekê demokrasiyê bikin, lê ew dewletê naxwazin): 1. Dibê ‘‘Demos‘‘ anko ‘‘xelkek‘‘ hebit ko bi rêya hindek destajo yên tevane biryarên sîyasî bidin. Ne-endamên wê ‘‘demosê‘‘ mafê pişikdariyê nabit. Di piranî ya demokrasiyan da demos behra xelkê zelamê (gehiştî û balixê) hêşetê ji neteweyê ye û welatîyekê zelam ramana endamîtiyê digehînit. 2. Dibê ‘‘Axek‘‘ hebit ko biryar li ser bihên bicihkirin û ‘‘demos‘‘ lê akincî bibit. Li demokrasiyên hevçerx da, ax her netewe-welat e û jiber ko exleb ew bi ramana niştîmana neteweyê ye, demos û sînorên demokrasiyê dibin yek. mêhtingehên (muste‘mireyên, kolonîyên) demokratîk di xwe da demokrasî nahên hesibandin eger rêveberên wê ji derveyî niştîmanê bin, demos û ax ne yek in. 3. Dibê ‘‘destajoyeka biryardanê‘‘ hebit ko an rastûrast (di heyamên wekî rapirsan da) an jî nerastûrast e (wekî hilbijartina perlemanê). 4. Ev destajo ji aliyê wê ‘‘demosê‘‘ ve ‘‘rewa‘‘ anko şer‘î dihêt hesibandin, anko encama wê cihê razîbûna wan e. Rewayî ya Sîyasî heza xelkî ji bo pejirandina biryarên welatî, hukmetê û dadgehan e ko gelek caran reng e li dijî berjewendî yên kitkesanî bin. 5. Ev destajo bi raman hindikanî (mînîmalîstî) ‘‘kêra‘‘ anko kêrhatî û tesîrdar e, anko dikarit bi kêrî guhartina hukmetê dihêt, eger piştevanî ya têra (kafî) li wê guhartinê hebit. Hilbijartinên Şanokarane yên ko ji bo dubare-hatin-hilbijartina hukmeta heyî dihên rêkxistin ne demokrasî ye. 6. Derheqa netewe-welatan da, welat dibê xwedî serwerî bit: hilbijartinên demokratîk tewş û bêwurc in eger desthilateka derveyî bikarit encamên hilbijartinan û hukmetê biguhêrit.

Anarşîst li dijî desthlata ‘‘zordarane‘‘ ya piraniyê in. Gelek piştgirî ya dozeneka demokrasîyeka rastûrast dikin ko heremî û zordarane nebit û rêyê hi beranberî civînên azad negirit. Hindek kes bawerin ko demokrasiya rastûrast ya rastîn ew e ko biryara piraniyê bi zordarî li ser kêmaniyê danesepînit. Kêmaniyê dibê mafê mandelkirin û nepejirandina encaman û mafê damezrandina civîneka dî hebit. Hindek anarşîst hene ko dibêjin dibê welat bi rêkkevtinê anko tewafuqê bihêt rêvebirin.

Wêveyî astê welatî

biguhêre

Herçind e ko ev gotar behsa demokrasiyê wekî rêyeka rêvebirina welatan dikit, hilbijartin û dengdan ji bo rêvebirina gelek civat û rêkxistiyên dî jî hatine bikaranîn.

  • Gelek rêkxistiyên ne-hukmetî (NGO) biryarên xwe û rêberên xwe bi dengdanê hildibijêrin. Di bazirganiyê da, şerîke desteka rêvebera xwe li goreyê pişkan hildibijêrin.
  • Yekîtî yên Bazirganî jî hindek caran rêberên xwe bi hilbijartinên demokratîk hildibjêrin. Li Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê, hilbijartin kêmbûn, lê li salên 1950‘an Kongirêsê ew kirin tiştekê pêdvî.

Herwesa binhêre

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ University, Catholic. "Columbus School of Law". The Catholic University of America (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 nîsan 2023.
  2. ^ "Sortition | ancient Greece | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 nîsan 2023.
  3. ^ Jane J. Mansbridge. Beyond Adversary Democracy (1983)