Spanya

Welatekî Ewropayê

Spanya an jî Qiraliyeta Spanyayê (fermî bi spanî: Reino de España; bi ketelanî: Regne d'Espanya; bi baskî: Espainiako Erresuma), welatek li başûrê rojavayê Ewropayê ye. Spanyaya îro %85 ji erdê Nîvgirava Îberî pêk tê.[1] Spanya welatê herî mezin ê Ewropaya Başûr e û çarem welatê herî qerebalix ê Yekîtiya Ewropayê ye. Rûerd axa welat li seranserê piraniya nîvgirava Îberî, giravên Kenariyê yên li Okyanûsa Atlantîkê, giravên Balear ên li Deryaya Navîn û bajarên xweser ên Sebta (Ceuta) û Melilla yên li Afrîkayê vedihewîne. Nîvgirava Spanya ji aliyê bakur ve bi Fransa, Andorra û delava Bîskayayê ve sinor e; li rojhilat û başûr bi Deryaya Navîn û Tengava Cîbraltarê re û li aliyê rojava jî bi Portûgal û Okyanûsa Atlantîkê re sinor e. Paytexta Spanyayê û bajarê herî mezin Madrîd e û deverên din ên mezin ên bajarî Barselona, Valensya, Zaragoza, Sevilla, Málaga, Murcia, Palma de Mallorca, Las Palmas de Gran Canaria û Bilbao ne

Reino de España Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Spanya
Reino de España Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: #spainindetail Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Spanyayê, Hymn of Riego, Sirûda neteweyî ya Spanyayê, Hymn of Riego, Sirûda neteweyî ya Spanyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Spanya li ser nexşeyê
Map
Paytext
40°12'Bk, 3°30'Ra
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • zimanê spanî
  • zimanê estremadurayî
  • zimanê fala yê Estremadurayê
  • zimanê hêmayan ê spanî
  • zimanê merçero Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî monarşiya parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Felîp VI (Keyê Spanyayê, Juan Carlos I, 2014–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Pedro Sánchez (nirxa herî nû, Mariano Rajoy, 2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1715 (before 1715, Spanish House of Bourbon, Nueva Planta decrees, Treaty of Baden), 19 adar 1812 (Spanish Constitution of 1812, Liberal state (Spain), –1814), 9 kanûna pêşîn 1931 (Spanish Constitution of 1931, komar, Second Spanish Republic, –1939), 29 kanûna pêşîn 1978 (constitution of Spain, Spanish transition to democracy), 14 adar 1516 (dynastic union of Aragon and Castile, keyîtîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 505.990 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 47.415.750 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Euro (1 kanûna paşîn 1999)
  • Demjimêr
    Hatûçûna ajotinê
    • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    Koda telefonê +34
    Malper
    https://administracion.gob.es/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Di destpêka antîk de, li nîvgirava Îberî eşîrên îberî û keltî, tevî gelên din ên pêşroman ên herêmî li nîvgiravê dijiyan. Bi dagirkirina Romayê ya li nîvgirava Îberî, parêzgeha Hispania hate damezrandin. Piştî romankirin û xiristiyanikirina Hispaniayê, hilweşîna Împeratoriya Romê ya Rojava dibe sedema koçberiya hundirîn a qebîleyên ji Ewropaya Navendî yên ku di nav de vîzîgotên ku qiraliyeta vîzîgotî a ku navenda qiraliyetê bajarê Toledo bû ava kirin. Di destpêka sedsala heştan de, piraniya nîvgiravê ji hêla xelîfetiya emewiyan ve hate dagirkirin û di dema destpêka desthilatdariya îslamî de, Endelus dibe hêzek nîvgiravê ya serdest ku navenda wan li bajarê Kordobayê bû. Çend qiraliyetên xiristiyan li Îberiya Bakur derdikevin holê ku di nav wan de serek Asturias, León, Kastilya, Aragon, Navarra û Portûgal hebûn bi berfirehbûnek leşkerî ya berbi başûr ve ku bi navê Reconquista tê zanîn dane despêkirin û desthilatdariya îslamî ya li Îberyayê paşve vegerandin ku bi desteserkirina xiristiyanan a padîşahiya nasrid a Granada di sala 1492an de bi dawî dibe. Yekîtiya xanedaniya taca Kastîlyayê û taca Aragonê di sala 1479an de ku pir caran wekê damezrandina Spanyayê hatiye dîtin, bi desteserkirin Navarra û Yekîtiya Îberî ya bi Portûgalê re berdewam dike. Qiraliyeta Spanyayê, bi riya engîzîsyona spanî, hindikahiyên cihû û misilman neçar dike ku baweriyên xwe bi guheztina katolîkê yan jî dersînorkirina derveyê welêt hilbijêrin. Piştre jî piraniya kesên ku dînên xwe guhertibûn (cihû û misilmanên ku dinê xwe guhertibûn) bi biryarnameyên cihêreng ên padîşah ji welat hatin derxistin.

    Welatê pêşeng ê serdema keşfê digel Portûgal, Spanyayê herêmên li seranserê cîhanê zeft kirin û yek ji mezintirîn împeratoriyên dîrokê ava dikin ku seferên spanî yên vê serdemê di 1492an de destpêka kolonîzasyonê li Amerîkayê û di sala 1522an de gera yekem a cîhanê vedihewîne. Pêdiviya împeratoriyê ji bo fînanse û bazirganiya transatlantîk di binyada bilindbûna pergalek bazirganiya gerdûnî ya ku di serî de ji hêla metalên giranbiha ve tê piştgirîkirin û Reformên Bourbon ku di sedsala 18an de Spanyayê navendî dike hebû.[2] Di sedsala 19an de, tevî serketina di Şerê Nîvgiravê de, dabeşên siyasî yên jêrîn di navbera lîberal û absolutîstan de di dawiyê de dibe sedema serxwebûna piraniya koloniyên amerîkî.

    Bêîstîqrara siyasî ya di sedsala 20an de bi Şerê navxweyî yê Spanyayê re gihîşt asta herî bilind ku dibe sedema dîktatoriya frankoîstê ku heya sala 1975an dewam dike. Bi vegerandina demokrasiya di bin Destûra Bingehîn a Spanyayê û beşdarê ya Yekîtiya Ewropayê de, welat bi geşbûnek aborî re rû bi rû dimîne ku Spanyayê ji hêla civakî û siyasî ve bi awayekî kûr diguherîne. Ji Siglo de Oro vir ve, huner, mîmarî, muzîk, helbest, wêne, wêje û pêjgehê spanî li seranserê cîhanê, nemaze li Ewropaya Rojava û Amerîkayê, bandor xwe daye nîşan. Jiber dewlemendiya xweya çandî ya mezin, Spanya yek ji welatên herî mezin ên cîhanê ye ku mîrateyên cîhanê vedihewîne. Welat duyem welatê herî serdankirî yê cîhanê ye ku ji bo xwendekarên Erasmus cîhê herî populer e.[3] Bandora Spanyayê ya çandî digihîje zêdetirî 600 milyon spanîaxiv ku zimanê spanî dike duyem zimanê zikmakî yê ku herî zêde tê axaftin û zimanê romanî ya ku herî zêde tê axaftin.

    Spanya bi demokrasiyek parlemanî ya laîk û bi monarşiyek destûrî tê birêvebirin ku qiral Felipe VI wekî serokê dewletê ye. Welat aboriyek kapîtalîst a pêşketî ya mezin e ku bi aboriya herî mezin a şazdehem a cîhanê ye û çarem aboriya herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye. Spanya xwedan Endeksek Pêşketina Mirovî (HDI) bilind û xwedî kalîteya jiyanê ya pir bilind e ku di cîhanê de yek ji welatan e ku xwedî bendewariya jiyanê ya herî bilind e. Spanya endamê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Herêma Ewroyê, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ye. Welat mêvanê daîmî yê G20 e û beşek ji gelek rêxistinên navneteweyî yên wekî Konseya Ewropayê (KE), Rêxistina Dewletên Îbero-Amerîkî (OEI), Yekîtiya ji bo Deryaya Navîn, Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD), Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) û Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO) ye.

    Pêşdîrok û gelên beriya Romayê

    biguhêre
     
    Arkeologên ku di şûnwarên Gran Dolina de li peya bermayiyên fosîl dikin. Ev şûnwar dikevin rêzeçiyayê Atapuerca (Burgos).
     
    Kastroya keltî li Galîsyayê.

    Lêkolînên arkeolojîk ên li rêzeçiyayê Atapuercayê destnîşan dikin ku nîvgirava Îberî 1,2 milyon sal berê ji hêla homînîdan ve hatiye cihwar kirin.[4] Li çiyayên Atapuerca, fosîlên homînîdên herî pêşîn ên naskirî yên li Ewropayê, Homo antecessor, hatine dîtin. Mirovên nûjen cara pêşî nêzî 35.000 sal berê ji aliyê bakur ve bi peyatî hatine Îberyayê. Berhemên herî naskirî ya van niştecihên mirovan ên pêşdîrokî, tabloyên li şikefta Altamira ya Kantabriya ku li bakurê Îberya ye (35.600 heta 13.500 b.z.) ji hêla Cro-Magnonan ve hatine çêkirin.[5][6] Delîlên arkeolojîk û genetîkî destnîşan dikin ku nîvgirava Îberî wekî yek ji çend penagehên mezin ên ku li bakurê Ewropayê ye, piştî dawiya serdema qeşayê ya paşîn ji nû ve hate cihwar kirin.

    Du komên herî mezin ên ku beriya dagirkirina Romayê li nîvgirava Îberî jiyan dikirin îberî û kelt bûn. Îberiyan li aliyê Deryaya Navîn a nîvgiravê, keltiyan jî li gelek aliyên hundir û li aliyê Atlantîkê a nîvgiravê jiyan dikirin. Mirovên wî demê baskî herêma rojavayê çiyayê Pîreneyê û herêmên cîran dagir kirin ku li başûrê rojavayê tartesiyan ên ku ji aliyê fînîkiyan ve bandor bûne, bi pêş dikevin û lusitanî, vetonî û deverên li rojavayê navendî bi cih dibin. Gelek bajar li ser peravê ji hêla fînîkiyan ve hatin damezrandin û navendên bazirganiyê û kolonî ji hêla yewnaniyan ve li aliyê rojhilat hatin damezrandin. Di dawiyê de, fînikî-kartaginiyan ber bi meseta ve ber bi hundir ve berfireh dibin lê belê ji ber eşîrên navxweyî yên şerxwaz, kartagînî li peravên nîvgirava Îberyayê bi cih dibin.

    Hispaniaya romayî û qiraliyeta Vîzîgotan

    biguhêre
     
    Şanoya Romayê ya li Meridayê.

    Di dema şerê Punîk ê duyem de, di navbera 210 û 205 b.z. de komara Romayê ya berfireh koloniyên bazirganiyên Kartagînî yên li peravên Deryaya Navîn desteser dike. Bi dagirkirina romayiyan a Nîvgirava Îberî ku du sedsal berxwe bide, wan ji şeş sedsalan zêdetir kontrola xwe yê nîvgiravê parast. Desthilatdariya Romayê bi qanûn, ziman û bi rêya Romayê re bi hev ve girêdayî bû.[7]

    Bi rêveberên herêmî re di çîna arîstokrat a Romayê de ku têne pejirandin, li gorî ku ew li kîjan parçeyê nîvgiravê dijîn, çandên nifûsên beriya Romayê hêdî hêdî bi rêjeyên cûda hatine romankirin (latînîkirin).

    Hispania ji bo sûka Romayê wekî embarek erzaqê xizmet dikir û benderên Hispania zêr, hirî, rûnê zeytûn û şerabê hinarde dikirin. Hilberîna çandiniyê bi destpêkirina projeyên avdanê re zêde dibin ku hinek ji projeyên avê di karanînê de bûn. Împerator Hadrianus, Trajanus, Theodosius I û fîlozof Seneca li Hispaniayê ji dayik bûne. Xiristiyanî di sedsala 1em ê p.z. de derbasî Hispaniayê dibe û di sedsala 2em de jî li bajaran dibe çand û baweriyekî populer.[7] Piraniya ziman û dînên îro ku li Spanyayê ne û bingeha qanûnên Spanyayê ji vê serdemê derdikevin holê.[8] Di sala 170 p.z. de êrîşên Morî yên Afrîkaya Bakur li parêzgeha Baetîkayê diqewimin.

    Suebî û vandalên german tevî alanên sarmatî, piştî sala 409an dikevin nîvgiravê ku dibin sedema qelisbûna hiqûqa Împeratoriya Romê ya Rojava ya li ser Hispanyayê. Beriya ku di sala 429an de derbasî Afrîkaya Bakur bibin, Suebî li bakurê rojavayê Îberyayê padişahiyek ava dikin. Vandalan berî Suebiyan, di sala 420an de li başûrê nîvgiravê bicih bibûn. Her ku împeratoriya rojava ji hev belav dibe bingeha civakî û aborî pir hêsan dibe ku rejimên paşverû gelek sazî û qanûnên împeratoriya dereng ku di nav wan de xirîstiyanî û asîmîlekirina çanda romê ya pêşketî, parastine.

    Bi mebesta vejandina desthilatdariya Romayê li seranserê Îberyayê, bîzansiyan li başûr parêzgehek rojavayî ya bi navê Spanyayê ava dikin.[çavkanî hewce ye] Di dawiyê de Hispania di bin serweriya vîzîgotan de tê yekkirin.

    Serdema emewiyan û Reconquista

    biguhêre

    Ji sala 711 heta sala 718an wekî beşek ji berfirehbûna Xelîfetiya Emewiyan ku Afrîkaya Bakur ji Împeratoriya Bîzansê zeft kiribûn ku nêzîkî tevahiya Nîvgirava Îberyayê ji hêla misilmanan ve bi rêya Tengava Cîbraltarê ve hatibû dagirkirin û di encamê de Qiraliyeta Vîzîgotî hilweşiyabû. Ji xeynî deverek biçûkê li çiyayê bakurê nîvgiravê hemî deverên nîvgiravê hatibû dagirkirin. Qiraliyeta Asturias-León li ser vê axê têne yekkirin. Padîşahiyên din ên xiristiyan ên wekî Navarre û Aragon li bakurê çiyayî di dawiyê de li ser yekbûna wîlayetên Marca Hispanica Carolingian bihêz dibin. Ji bo çend sedsalan, sinorê guhêrbar di navbera deverên bindest ên misilman û xiristiyan ên nîvgiravê de li geliyên Ebro û Douro diguhere.

    Derbasbûna îslamê bi lez û bez zêde dibû. Muladíes (misilmanên bi eslê xwe îberî yên etnîkî) tê bawer kirin ku di dawiya sedsala 10an de piraniya nifûsa Al-Andalusê pêk anîne.[8][9] Di sedsalên 9an û 10an de rêzek êrişên vîkîngan êrişî peravên Nîvgirava Îberî dikin. Yekem êrîşa vîkîng a tomarkirî ya li ser Îberia di sala 844an de pêk hatiye ku êrîş bi têkçûnê bi dawî dibe û gelek vîkîng ji aliyê ballîstên Galisiyan ve têne kuştin û heftê keştiyên dirêj ên vîkîngan li peravê têne desteser kirin û ji aliyê leşkerên qral Ramiro I ê Asturias ve hatin şewitandin.

    Di sedsala 11an de, Xelîfetiya Kordobayayê hilweşiya ku bi perçebûnê re rêzek qiraliyetên piçûk (Taifas) hatine dabeş kirin ku bi gelemperî bi dayîna diravan hatine parastin ku (Parias) ji padîşahiya xiristiyanên bakur re berferehbûna axa başûr pêk anîne.[10] Bidestxistina bajarê stratejîk a bajarê Toledoyê ya di sala 1085an de guhertinek girîng di hevsengiya hêzê de di berjewendiya qralên xiristiyan de destnîşan kiriye. Hatina mezhebên desthilatdar ên îslamî yên Almoravid û Almohadan ku ji Afrîkaya Bakur tên, bi sepandinek tundtir, kêmtir tolerandî ya îslamê, yekitiyek demkî li ser axa misilmanan bi dest dixin û bi qismî hinek destkevtiyên axa xirîstiyanan berevajî dikin.

    Qiraliyeta Leónê bi sedsalan qiraliyeta herî bihêz a xiristiyan bû. Di sala 1188an de yekem rûniştina parlemanî ya nûjen a li Ewropayê li León (Cortes of León) hatiye lidarxistin.[11] Qiraliyeta Kastîlyayê ku li ser axa Leonese hatiye damezrandin, wekî qiraliyeta herî bihêzê berê bû. Di vê serdemê de padîşah û esilzade ji bo desthilatdarî û bandora li ser herêmê şer dikirin. Dema ku mîran ji feodalîzmê sûd werdigirin, împeratorên Romayê bandor li armanca siyasî ya qiraliyetê dikikirin.

    Kelehên misilmanan ên li Geliyê Guadalquivirê yên wekî Kordoba (1236) û Seville (1248) di sedsala 13an de ketin destê Kastîlyayê. Wîlayeta Barselona û Qiraliyeta Aragonê ketin nav yekîtiyek xanedaniyê û li Deryaya Navîn erd û hêz bi dest dixin. Di sala 1229an de Majorca, di sala 1238an de jî Valencia ji misilmanan hate stendin. Di sedsalên 13an û 14an de, Marinîdên Afrîkaya Bakur li dora Tengava Cîbraltarê hinek navçeyan ava kirin. Bi bidawîbûna Şerê Granada, Siltanetiya Nasrid a Granada (siyaseta mayî ya ku misilman li Nîvgirava Îberyayê piştî sala 1246an de serwer bûn) di sala 1492an de bi hêza leşkerî ya Qiraliyetên Katolîk ve hate desteser kirin û ji wê demê û pê ve bi Taca Castile ve hatiye yekkirin.[12]

    Împeratoriya spanî

    biguhêre
     
    Nexşeya diakronîk a Împeratoriya spanî.

    Yekbûna tacên Aragon û Kastîlyayê bingehê Spanyaya nûjen û Împeratoriya Spanî datînin. Ji ber vê yekê Spanya di sedsala 16an de û di piraniya sedsala 17an de, bi bazirganî û milkên kolonyal bûye hêzek ewropî ya bêhempa. Di vê serdemê de Spanya beşdarî gelek bûyerên şer dibe ku di nav de Şerên Îtalyayê, Serhildana Comuneros, bi navê "Serhildana mîran", Serhildana Moriscos û Şerê Îngilîz-Spanî heye.[13]

    Di heman demê de ev serdem bûye serdemek mezinbûna çandî ku bi vekirina rêyên nû, lêgerîna cîhanê û bazirganiyê, Spanya serdemek bi navê "serdema zêrîn" derbas dike. Navenda çalakiyên çandî li Zanîngeha Salamankayê bû.

    Di warê dînî de, Civaka Îsewiyan di sala 1534an de ji aliyê Ignatiusê Loyolayî ku nivîskarê Xebatên Ruhanî bû, hatiye damezrandin.

    Di nîvê duyem ê sedsala 17an de, Spanya bi paşveçûyinekî nisba peywende hêdî hêdî paşve diçe. Tevî hinek windabûnên ax a li Fransayê, Spanya împeratoriya xwe ya berfirehê li derveyî welêt heta destpêka sedsala 19an dewam dike.

    Kêmbûn di Şerê Serkeftina Spanyayê de ku di dawiyê de dibe sedema pevçûnek mezin a navneteweyî û şerê navxweyî derdikeve, Spanyayê hêza xwe yê wekî ku yek ji hêzên mezin cîhanê bû, winda dike. Di dema vî şerî de, xanedanek nû ya Bourbon ku bi koka xwe ji Fransayê bû, desthilatdariyê bidest dixe û gelek îmtiyazên kevn û qanûnên herêmî betal dike.[14]

    Di sedsala 18an de li piraniya împeratoriyê xwedanhevek hêdî hêdî bidest dixe û aramiya li herêmê zêde dibe. Qiraliyeta Bourbon, di derbarê rêveberiya îdarî û aborî de, bi şêwaza pergala fransî gelek xebatên nûjenkirinê pêk tîne. Ramanên ronakbariyê di nav hinek elîtên qral û qiraliyetê de dest pê dike.

    Serdema Napoleon

    biguhêre

    Rewşa Fransayê Taca Spanyayê dixe nav helwestên mitleq. Di sala 1793an de, Spanya li dijî komara nû ya Fransayê ku qralê xwe yê Bourbon, Louis XVI ji ser textê tînin xwarê û bidardedikin, şer dide destpêkirin.[15] Spanya di qada şer de têk diçe û peymana aşîtiyê di sala 1795an de hate îmzekirin û Spanya dibe dewletek hevparê Fransayê. Di sala 1807an de, Peymana veşartî ya Fontainebleau di navbera Napoleon û Manuel Godoy de ji aliyê gel ve dibe nerazîbûnê û dibe sedema ragihandina şerê li dijî Brîtanya Mezin û Portûgalê. Leşkerên Fransayê bêyî dijberî ketin padîşahiyê, di bin hinceta ku Portûgalê dagir dikin, kelehên Spanyayê dagir dikin ku di berjewendiya birayê Napoleon, Joseph Bonaparte de, dibin sedema hilweşandina padîşahê Spanyayê.

    Ev padîşahê kûqle û biyanî ji hêla Spaniyan ve bi heqaret hate pêşwazîkirin. Serhildana 2ê gulanê yek ji gelek serhildanên neteweperestî yên li dijî rejîma Bonapartîst li seranserê welêt bû. Ev serhildan dibe sedema destpêka Şerê Serxwebûna Spanyayê. Napoleon neçar dimîne ku bi xwe destwerdanê bike, çend artêşên spanî yên ku ji rêxistinek bêkêmasî dikişand û her weha neçar dimîne ku li dijî îngilîzên organîzetir û hevalbendên şoreşgeran, şer bike. Lêbelê ji ber hêza înglîzî û kampanyaya rûsî ya bi felaket, di sala 1814an de artêşa fransî hate derxistin û padîşah Ferdinand VII vedigerê ser textê.

    Dagirkerên gransî aborî wêran kir û Spanya ber bi bêîstîqrarek siyasî ya giran ve hişt. Şerên desthilatdariyê ya sedsala 19an ji xeynî Kûba û Porto Rîko dibe sedema windakirina hemî koloniyên amerîkî.

    Şerê spanî-amerîkî

    biguhêre

    Ji ber bêîstîqrariya siyasî û krîza aborî ya ku di sedsala 19an de ku li Spanyayê diqewime, tevgerên neteweperest li Filîpîn û Kûbayê ku di wê demê di bin kontrola Spanyayê de bûn radibin ser piyan. Ev tevgeran dibin sedema şerên serxwebûnê ku Dewletên Yekbûyî jî tê de bû. Tevî hewldanên gelek dezgehên leşkerî, artêşa Spanyayê di astên herî bilind de nebaş hate birêvebirin û ev yek jî dibe sedema têkçûna Spanyayê ya di şerê spanî-amerîkî de. Ev şer bi peymana Parîsê di sala 1898an de hatiye çareserkirin ku bi vê peymanê Kûbayê serxwebûna xwe bi dest dixe û Spanya neçar dimîne ku Fîlîpîn, Guam û Porto Rîko bi 20 milyon dolarê amerîkî radestî Amerîkayê bike.

    Têkçûna leşkerî (ku jê re El desastre tê gotin) alikarî da nifşê 98an ku komek rewşenbîrên spanî analîzek pir rexnegir li ser rewşa welat kirine.

    Şerê navxweyî yê spanî û dîktatoriya Franco

    biguhêre
     
    Dilxwazên Komarparêz li Teruel (1936).

    Di destpêka sedsala 20an de li gel beşdariya Spanyayê ya bi hêzên ewropî ya ji bo kolonîzekirina parzemîna Afrîkayê, bi kêmasî be jî hinek aramî li Spanyayê hebû. Her çend Spanya bêyî armancên mezin beşdar bibin jî Sahraya Rojava, beşek ji Maroko û Gîneya Rojbendî dibin koloniyên Spanyayê. Ziyanên giran ên ku di dema Şerê Rif de li Marokoyê têne wênekirin dibe sedema têkbirina prestîja padîşahiya spanî. Serdema desthilatdariya otorîter a general Miguel Primo de Rivera (1923-1930) bi damezrandina Komara Duyemîn a Spanyayê ku xweseriya siyasî pêşkêşî Welatê Baskî, Ketelonya û Galîsyayê dike û bi dayîna mafê dengdanê ji bo re bi dawî dibe.

    Şerê Navxweyî yê Spanyayê di sala 1936an de dest pê dike ku di 17 û 18 tîrmehê de beşek ji artêşê darbeyek d'etatek pêk anî ku tenê li beşekî welêt bi ser dikeve. Ev rewş dibe sedema şerekî navxweyî ku tê de herêm bi du deverên ku yek di bin desthilatdariya hikûmeta Komarparêz de ku pişta xwe bi piştgiriya derve ya Yekîtiya Sovyetê û Meksîkayê (û ji Tûgayên Navnetewî) digire û deverê din ji hêla derbekaran ve tê kontrol kirin (Faksiyona Neteweperest an serhildêr) ku herî zêde ji hêla Almanya Nazî û Îtalyaya Faşîst ve tê piştgirî kirin. Komara heyî ji ber polîtîkaya nedestwerdanê ya bi pêşengiya Îngilîstanê ji aliyê hêzên rojavayî ve nehat piştgirîkirin. General Francisco Franco di 1ê çiriya pêşîn a sala 1936an de wek serokê herî bilind ê serhildêran sond dixwe. Têkiliyek nebaş di navbera hikûmeta komarî û anarşîstên bingehîn ên ku şoreşek civakî ya qismî dabûn destpêkirin derdikeve holê.

    Şerê navxweyî bi awayekî hovane hate berdewam kirin ku di şer de ji her alî ve gelek hovîtî hatin kirin. Şerê navxweyî bi temamî sê sal berxwe dide û dibe sedema mirina zêdetirî 500 hezar mirovî û koçberbûna nêzîkî 500 hezar welatiyan.[16] Di 1ê nîsana sala 1939an de pênc meh beriya destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyem de, aliyê serhildêr bi pêşengiya Franco bi ser ket û rêveberiyek dîktatorî li ser tevahiya welêt da destpêkirin. Bi hezaran kes piştî şerê navxweyî li kampên komkirinên frankoîst hatin zîndanîkirin. Di roja îro de piraniya neviyên koçberên ku di dema şer de ji Spanyayê koç dibin niha li welatên Amerîkaya Latînî dijîn ku tenê li Arjentînê li dora 300 hezar koçberên spanî dijîn.[16][17]

    Rejîma Franko tevî ku sempatiyê Mihver bû ji Wehrmachta Nazî re şervanên dilxwazên spanî li eniya rojhilata şer peyda dike di piraniya Şerê Cîhanê yê Duyem de bi navê xwe "bêalî" dimîne. Yekane partiya qanûnî ya di bin dîktatoriya Franko de Falange Española Tradicionalista y de las JONS (FET y de las JONS) bû ku di sala 1937an de li ser yekbûna Fasîst Falange Española de las JONS û kevneperestên karlîst hate damezrandin û komên mayî yên rastgir ên ku piştgirî didan serhildêran beşdarê komê dibin. Navê "Movimiento Nacional", carinan wekî avahiyek firehtir ji FET y de las JONS xwerû tê fêm kirin ku bi piranî li ser navê paşîn di belgeyên fermî yên salên 1950an de hatine zêdekirin.

    Piştî şer Spanya ji aliyê siyasî û aborî ve hat ji cîhana derve hate îzolekirin û li derveyî Neteweyên Yekbûyî hate hiştin. Dema ku ji bo Dewletên Yekbûyî ji hêla stratejîk ve girîng bû ku hebûna leşkerî li Nîvgirava Îberî ava bike wekî dijberiyek li hember her gavek gengaz a Yekîtiya Sovyetê di nav hewza Deryaya Navîn de, îzolekirina li ser welêt di sala 1955an de, di dema Şerê Sar de hatiye rakirin. Pêşîniyên stratejîk ên Şerê Sar ên Dewletên Yekbûyî belavkirina ramanên perwerdehiyê yên amerîkî ji bo pêşvebirina nûjenkirin û berfirehbûnê vedihewîne.[18] Di salên 1960î de Spanya rêjeyek mezinbûna aborî ya nedîtî tomar dike ku ji hêla pîşesazîbûnê ve, koçberiya navxweyî ya girseyî ji deverên gundewarî berbi Madrîd, Barselona û Welatê Baskî ve û welat di warê afirandina pîşesaziya turîzma girseyî ve pêşveçûnek girîng bidest dixe. Desthilatdariya Franco di heman demê de bi otorîterîzm, pêşvebirina nasnameya neteweyî ya yekbûyî, Katolîkîzma Neteweyî û polîtîkayên zimanî yên cudaxwaz ve hate hate katakterîze kirin.

    Erdnîgarî

    biguhêre
     
    Ji xeynî Giravên Kanaryayê, Nexşeya topografî ya Spanyayê.

    Bi 505.992 km² rûerdê, Spanya 52yem welatê herî mezin ê cîhanê û 4em welatê herî mezin ê Ewropayê ye. Çiyayê Teydê (Tenerife) lûtkeya çiyayê herî bilind ê Spanyayê ye û ji aliyê berfirehiya bingehîn ve sêyem volkana herî mezin a cîhanê ye. Spanya welatek transparzemîn e ku axa welêt hemû li Ewropa hem jî li Afrîkayê heye.

    Spanya di navbera merîdyenên firehiya 27° û 44° bakur de û dirêjahiya 19° rojava û 5° rojhilat de ye.

    Spanya li rojava bi Portûgalê re sinor e, li başûr bi rêya herêmên derveyên li Afrîkaya Bakur (Ceuta û Melilla û nîvgirava de Vélez de la Gomera) bi Cîbraltar û Marokoyê re sinor e. Li bakurê rojhilat, li ser dirêjahiya Çiyayên Pyreneesê bi Fransa û Andorayê re sinor e. Li ser Pyrenees li Girona, bajarokek biçûkê Spanyayê bi navê Llívia ji hêla erdê Fransayê ve hatiye dorpêç kirin.

    Bi dirêjahiya 1.214 km sinorê Portûgal-Spanya di nav sinorê Yekîtiya Ewropayê de sinorê herî dirêj ê bênavber e.[19]

     
    Li gorî Sîstema Köppen herêmên avhewayê ya li Spanyayê.

    Li Spanyayê li gorî rewşa erdnîgarî û şert û mercên orografîk sê herêmên avhewa yên sereke dikarin ji hev werin veqetandin.[20]

    • Avhewaya Deryaya Navîn ku bi havînên germ û zuwa diyar dibe, li nîvgiravê serdest e ku ji du celeban hewayê pêk tê.
      • Herêma Csa bi herêmên bi havînên germ ve girêdayî ye ku germahî li peravên Deryaya Navîn û Atlantîka Başûr û li seranserê Endulusya, Extremadura û li piraniya navenda welêt serdest e. Devera Csa deverên avhewa yên bi zivistanên germ û sar ên ku di astek herêmî de ji hevûdu pir cûda têne hesibandin vedihewîne. Nexşeyên avhewa yên herêmî bi gelemperî devera Deryaya Navîn (ku piraniya welêt vedihewîne) ne li gorî germahiya havînê, di navbera deverên germ-zivistan û sar-zivistanê hatiye dabeş kirin.
      • Devera Csb ji havînên germ zêdetir germ e û berbi deverên din ên sar-zivistanêên ku bi gelemperî bi avhewa Deryaya Navîn re têkildar nînin, mîna piraniya navendî û bakur-navendî ya Spanyayê (mînak rojavayê Kastîlla–León, bakurê rojhilatê Kastîlla-La Mankha û bakurê Madrîdê) û li deverên pir barantir (nemaze li Galîsyayê).
    • Avhewa nîv-ziwa (BSk, BSh) li çaryeka başûrê rojhilatê welêt serdest e û li deverên din ên Spanyayê jî berbelav e. Ev avhewa piraniya Herêma Mûrsiya, başûrê Valensiya û rojhilatê Endulusyayê vedigire. Piştre li bakur, li jor û li navîna Deşta Ebro ku başûrê Navarra ye, Aragona Navendî û li rojavayê Ketelonyayê serdest e. Demsala ziwa ji havînê wêdetir dirêj dibe û germahiya navîn bi bilindahî ji asta deryayê û hêlîpanê (merîdyen) ve girêdayî ye.
    • Avhewaya okyanûsê (Cfb) ku li çaryeka bakur a welêt, nemaze li herêma Atlantîkê (Welatê Bask, Kantabriya, Asturiya û beşek jî Galîsya û Kastîle–León) bi bandor dibe. Wekî din, avhewa li bakurê Navarra, li piraniya deverên bilind ên li ser Sîstema Îberî û li geliyên Pyrenean jî tê dîtin ku li wir celebek subtropîkal a şil (Cfa) jî tê dîtin. Germahiya zivistan û havînê di bin bandora okyanûsê de ye û zuwabûna demsalî tuneye.

    Ji xeynî van celebên sereke jêr-cûreyên din jî dikarin werin dîtin ku mîna avhewaya alpinî ya li deverên bi bilindahiyên pir zêde, avhewaya subtropîkal a şil li deverên bakurê rojhilatê Spanyayê û avhewaya parzemînî (Dfc, Dfb / Dsc, Dsb) li Pyrenees, li beşên Rêzeçiyayên Kantabriyayê, Pergala Navendî, Sierra Nevada û Sîstema Îberî û hewayek çolê ya tîpîk (BWk, BWh) ku li herêma Almería, Mûrsiya û li Giravên Kanarya yên rojhilat têne dîtin heye. Li deverên nizm ên Giravên Kanarya di heyama xweya herî sar de bi navînî jor 18,0 °C ye, ji ber vê yekê li deverê avhewayek tropîkal heye.

    Giravên wek Balear, Kenariyê, Ceuta û Melilla de pêk tê ye. Balearê li Deryaya Navîn, Kenariyê yê li Atlantîk û bajarên li beravên Maroko, Afrîkaya Bakur dimên Ceuta û Melilla jî hundura xakên Spanyayê ne. Navçeyeke Spanya ya Llívia di hundura sînorên Fransayê de dimê ye.

    Giravên mînak Alborán a Perejil bi Spanyayê ve girêdan ne.

    Herêmên Spanyayê

    biguhêre

    Spanya bi 17 navçeyên xweser û 2 bajarên xweserên li Afrîkaya Bakur (Ceuta û Melilla) tê karger kirin.

    Bibîne: Herêmên xweser ên Spanyayê

    Bajarên mezin (2005)

    biguhêre

    Rêveberî û polîtîka

    biguhêre

    Dîroka destûriya bingehîn a Spanyayê ji 1812an vedigere. Di hezîrana sala 1976an de qiralê nû yê Spanyayê Juan Carlos, Carlos Arias Navarro ji kar dûr dixe û reformxwaz Adolfo Suárez wekî serokwezîr tayîn dike.[21] Hilbijartina giştî ya ku di sala 1977an de tê hilbijartin, ji bo amadekirin û pejirandina makezagona sala 1978an, Meclîsa Damezrîner (Parlamena Spanyayê, bi kapasîteya xwe wekî meclîsa destûrî) civiya.[22] Piştî giştpirsiya (referandûm) neteweyî ya di 6ê kanûna sala 1978an de, %88ê dengdêran destûra nû dipejirîne ku ev giştpirsî dibe sedema herî girîng ê derbasbûna demokrasiyê. Di encamê de, Spanya niha ji 17 herêmên otonom û du bajarên xweser ên bi dereceyên cuda yên xweseriyê Destûra Bingehîn rê dide. Lê dîsa jî destura bingehîn bi awayekî eşkere yekitiya neteweyî ya spanî diyar dike.

    Rêveberiya Spanyayê di sala 2007an de qanûna wekheviya zayendî pejirand ku armanca wê di jiyana siyasî û aborî ya Spanyayê de wekheviya di navbera zayendan de zêdetir dike.[23] Li gorî daneyên Yekîtiya Nav-Parlamenan a 1ê îlona sala 2018an ji 350 endamên Kongreyê 137 jin (%39.1) bûn. Di Senatoyê de ji 266 endaman 101 ji wan endamên jin (%39.9) bûn.[24] Pîvana Desthilatdariya Zayendî ya Spanyayê di Rapora Pêşketina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî de 0.794 e û di cîhanê de rêza 12em de ye.[25]

    Rêveberî

    biguhêre

    Spanya qiraliyetek monarşî ye ku bi qiralek mîrasî û bi parlamenek du-meclîsî tê birêvebirin.[26] Şaxa qanûndanînê ji Kongreya Parlamenteran (Congreso de los Diputados) pêk tê ku meclîsa jêrîn bi 350 endaman bi dengdana gel li ser lîsteyên blokê ji hêla nûnertiya rêjeyî ve hatiye hilbijartin ku ji bo heyama çar salan li Senatoyê (Senado) kar bike. Şaxa birêvebirinê ku ji Konseya Wezîran bi serokatiya serokwezîr pêk tê ku piştî şêwirîna bi nûnerên komên cuda yên parlamenê re ji aliyê qiral ve wekî namzet tê destnîşankirin, di rûniştinekî de ji aliyê endamên meclîsa jêrîn ve tê hilbijartin û û piştre jî bi awayekî fermî ji aliyê qiral ve tê tayîn kirin.

    Spanya ji hêla rêxistinî ve wekî Estado de las Autonomías ("Dewleta Xweserî") hatiye avakirin ku li gel Swîsre, Almanya û Belçîkayê yek ji welatên herî nenavendî yên Ewropayê ye.[27] Wek mînak, hemû civakên xweser xwedî parleman, hikûmet, rêveberiyên giştî, lêçun û xwedî çavkaniyên xwe yên hilbijartî ne. Di nav yên din de pergalên tenduristî û perwerdehiyê ji hêla civakên spanî ve têne birêvebirin û ji xeynî vê, Welatê Baskî û Navarre jî li ser bingeha qanûnên fermî darayiyên xwe yên gelemperî birêve dibin. Li Ketelonya, Welatê Baskî, Navarra û Giravên Kenariyê, komek polîsên xweser li cîhê hinek fonksiyonên polîsên dewletê cih digirin.

    Li Spanya spora herî girîng pêgog (goga pê) e. Real Madrid û FC Barcelona yek ji du yaneyên dinêyê pêgogê herî girîng in. Maçên navbera wan de li dinê baleke mezin dikişînin.

    Mijarên têkildar

    biguhêre

    Çavkanî

    biguhêre
    1. ^ "Spain | History, Map, Flag, Population, Currency, Climate, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 16 îlon 2023. Roja gihiştinê 17 îlon 2023.
    2. ^ Laurance, William F.; Wright, S. Joseph (2009). "New insights into the tropical biodiversity crisis. Introduction". Conservation Biology: The Journal of the Society for Conservation Biology. 23 (6): 1382–1385. doi:10.1111/j.1523-1739.2009.01339.x. ISSN 1523-1739. PMID 20078638.
    3. ^ "What are the most popular Erasmus destinations? | Wimdu | Holiday Rentals Worldwide". Wimdu - Accommodation, Holiday Apartments & Villas (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 17 îlon 2023.
    4. ^ "'First west Europe tooth' found" (bi îngilîziya brîtanî). 30 hezîran 2007. Roja gihiştinê 17 îlon 2023.
    5. ^ Pike, A. W. G.; Hoffmann, D. L.; García-Diez, M.; Pettitt, P. B.; Alcolea, J.; De Balbín, R.; González-Sainz, C.; de las Heras, C.; Lasheras, J. A. (1 hezîran 2012). "U-Series Dating of Paleolithic Art in 11 Caves in Spain". Science. 336: 1409. doi:10.1126/science.1219957. ISSN 0036-8075.
    6. ^ "Cronología del arte paleolítico | Complutum". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 17 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    7. ^ a b "Wayback Machine". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 18 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    8. ^ a b "A History of Spain and Portugal, vol. 1". libro.uca.edu. Roja gihiştinê 18 îlon 2023.
    9. ^ "Chapter 5: Islamic and Christian Spain in the Early Middle Ages". libro.uca.edu. Roja gihiştinê 18 îlon 2023.
    10. ^ Classen, Albrecht (31 tebax 2015). Handbook of Medieval Culture. Volume 1 (bi îngilîzî). Walter de Gruyter GmbH & Co KG. ISBN 978-3-11-026730-3.
    11. ^ Van Zanden, Jan Luiten; Buringh, Eltjo; Bosker, Maarten (2012). "The rise and decline of European parliaments, 1188-17891: EUROPEAN PARLIAMENTS". The Economic History Review (bi îngilîzî). 65 (3): 835–861. doi:10.1111/j.1468-0289.2011.00612.x.
    12. ^ Lluch, Roser Salicrú i (3 kanûna pêşîn 2020). Granada and Its International Contacts (bi îngilîzî). Brill. rr. 124–152. ISBN 978-90-04-44359-4.
    13. ^ "A History of Spain and Portugal, vol. 1". libro.uca.edu. Roja gihiştinê 19 îlon 2023.
    14. ^ "HISTORY OF SPAIN". www.historyworld.net. Roja gihiştinê 19 îlon 2023.
    15. ^ "Arquivo.pt". arquivo.pt. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya pêşîn 2009. Roja gihiştinê 22 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    16. ^ a b "Relatives of Spaniards who fled Franco granted citizenship". The Telegraph (bi îngilîzî). 28 kanûna pêşîn 2008. Roja gihiştinê 24 îlon 2023.
    17. ^ "Spanish Civil War crimes investigation launched". The Telegraph (bi îngilîzî). 16 çiriya pêşîn 2008. Roja gihiştinê 24 îlon 2023.
    18. ^ García, Óscar José Martín (2023). "Soft Power, Modernization, and Security: US Educational Foreign Policy Toward Authoritarian Spain in the Cold War". History of Education Quarterly (bi îngilîzî). 63 (2): 198–220. doi:10.1017/heq.2023.5. ISSN 0018-2680.
    19. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 gulan 2017. Roja gihiştinê 27 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    20. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 nîsan 2019. Roja gihiştinê 28 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    21. ^ "BBC NEWS | Europe | Spain's fast-living king turns 70". web.archive.org. 6 kanûna paşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 kanûna paşîn 2010. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    22. ^ Puigdoménech, Pedro (1978). "New Spanish Constitution leaves science policy open". Nature. 276 (5687): 431–432. doi:10.1038/276431c0. ISSN 0028-0836.
    23. ^ "SPAIN: No Turning Back from Path to Gender Equality - Inter Press Service". web.archive.org. 19 nîsan 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 nîsan 2014. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    24. ^ "Women in Parliaments: World Classification". web.archive.org. 28 adar 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 adar 2014. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    25. ^ Nations, United (1 kanûna paşîn 2008). "Human Development Report 2007/8" (bi îngilîzî). {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
    26. ^ "Governments around the World: From Democracies to Theocracies: From ... - Fred M. Shelley - Google Books". web.archive.org. 12 îlon 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 îlon 2023. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    27. ^ "CNN.com - Catalonians vote for more autonomy - Jun 18, 2006". web.archive.org. 4 hezîran 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 hezîran 2008. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

    Girêdanên derve

    biguhêre