Madrîd
Madrîd (bi spanî: Madrid), paytext û bajarê herî qerebalix ê Spanyayê ye ku nifûsa herêma bajarî bi qasî 3.6 milyon kes û nifûsa herêmê metropolê bi qasî 6.7 milyon kes e.[1] Bajar duyem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye û duyem qada herî mezin a metropolê ya yek-navendî yê Yekitiya Ewropayê ye.[2] Qada şaredariyê bajar 604,3 km² (çargoşe) rûerd werdigire.
Madrîd
| |
---|---|
| |
Madrid | |
Madrîd li ser nexşeyê | |
Koordînat: 40°25′1″Bk 3°42′12″Ra / 40.41694°Bk 3.70333°Ra | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Spanya, Crown of Castile, Keyaniya Kastîlyayê, Taifa of Toledo, Caliphate of Córdoba |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Merkeza îdarî | |
Îdarî | |
• Şaredar | José Luis Martínez-Almeida (People's Party, 2019–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 604.4551 km2 (2.333.814 sq mi) |
Bilindahî | 663 m (2175 ft) |
Nifûs | 3.332.035 (2023) |
Dem | |
Koda telefonê | 91 |
Plakaya erebeyê | M |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Madrîd li ser peravên Çemê Manzanaresê li beşa navendî ya Nîvgirava Îberî hatiye avakirin. Bajêr hem paytexta Spanyayê (ji sala 1561an vir ve hema bêje bê navber) hem jî paytexta civaka xweser a derdora Madrîdê ye (ji sala 1983an vir ve) ku bajar navenda siyasî, aborî û çandî ya Spanyayê ye.[3] Bajar li ser deştek bilind bi qasî 300 km dûrî deryayê hatiye avakirin. Avhewaya Madrîdê bi havînan germ e û bi zivistanan jî hewayeke hênik li bajarê heye.
Bi kombûna bajarî giran a di Yekîtiya Ewropayê de bajêr bûye xwediyê duyem mezintirîn Dahata Berhema Navxweyî ya Welat (GDP) e û bajêr di warê siyaset, perwerde, şahî, jîngeh, medya, moda, zanist, çand û huner de bandor li statuya bajarên mezin ên cîhanî dike.[4] Ji ber hilberîna aborî, standarda jiyanê ya bilind û mezinahiya bazarê, Madrîd wekî navenda darayî ya sereke û navenda aborî ya sereke ya Nîvgirava Îberî û navenda Ewropaya Başûr tê dîtin.[5] Navçeya metropolê mazûvaniya pargîdaniyên mezin ên Spanî yên wekî Telefónica, Iberia, BBVA û FCCyê dike. Madrîd piraniya karûbarên bank ên li welat berhev dike û bajarê spanîaxiv e ku mezintirîn websîteyên înternetê çêdike. Di navbera 500 bajarên cîhanê (2022-2023) de di analîstên salane de di Îndeksa Bajarên Nûjenî de ku ji aliyê 2ThinkNow ve hatiye weşandin, ji bo nûjeniyê, Madrîd li cîhanê di rêza 19em de û li Ewropayê di rêza 7em de di lîsteyê de cih girtiye.[6]
Wêne
biguhêre-
Almudena Kathedrale
-
Templo de Debod
-
El parque del Retiro
-
Plaza Mayor
-
Puerta del Sol
-
Torres KIO, Plaza Castilla
-
Hotel Ritz
Çavkanî
biguhêre- ^ "Población por capitales de provincia y sexo.(2911)". INE (bi spanî (Ewropa)). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
- ^ "Major Agglomerations of the World - Population Statistics and Maps". www.citypopulation.de. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
- ^ "Madrid | History, Population, Climate, & Facts | Britannica". web.archive.org. 12 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 gulan 2021. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "GaWC - The World According to GaWC 2010". web.archive.org. 2 sibat 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 sibat 2013. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Mastercard - A Global Technology Company in The Payments Industry". Mastercard (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.
- ^ billr (17 adar 2023). "Innovation Cities™ Index 2022-2023: Global 500 World's Most Innovative Cities". Innovation Cities™ Index | World 500 City Rankings (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2023.