Împeratoriya Osmanî

Împeratoriya Osmanî an jî bi fermî: Dûgela Berz a Osmanî, dewleteke dîrokî ye, û şe eşirêten Tirk derketîye.

Împeratoriya Osmanî
دولت عالیه عثمانیه Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Imperial anthems of the Ottoman Empire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Împeratoriya Osmanî li ser nexşeyê
Map
Paytext

41°Bk, 29°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî Keyîtiya serberdayî (27 tîrmeh 1302 (Julian))
Avakirin
 •  Dema avakirinê 29 tîrmeh 1299 (Julian), 1300 (Julian) 
 •  Dema hilweşînê 17 çiriya paşîn 1922 
 •  Rûerd 5.200.000 kîlometre çargoşe (1683) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Siltanên Osmanîyan

DîrokBiguhêre

Osmanî bavikekî tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cih bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzansê xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xwe ya bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kir. Di nîşana 1453an de Konstantînopolîs (Stembol) bi dest xist û kir paytexta xwe.

Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Bi derbeya Jon Tirkan (1908) desthilata Osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqîyê. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê[çavkanî hewce ye] li dijî ermenî û mesîhiyên din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna Fransa û Brîtanyayê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun; sedema mezintirîn ya parçebûna Osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin.[1] Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan komara Tirkiyeyê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.

Mijarên têkildarBiguhêre

Girêdanên derveBiguhêre

ÇavkanîBiguhêre

  1. Kerkük, Tarih, politika ve etnik yapı-Kemal Mazhar Ahmed, Weşanên Avestayê, r:193