Kurdên osmanî kurd bûn ku li Împeratoriya Osmanî dijiyan. Di lûtkeya xwe de, împeratoriya Osmanî li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavaya Kurdistanê û beşeke biçûk ji Rojhilata Kurdistanê hikûm kirine.

Kurdên osmanî
Wêneya mîrekî kurd li Împeratoriya Osmanî
Gelhe tevahî
Zêdetirî 500,000 malbat[1]
Ziman
Zimanê kurdî (hemû zarava)
zimanê osmanî
zimanê erebî (yê dînî)
Baweriya dînî
Sunnî şafiî, elewîtî, êzdîtî, henefî

Di sala 1514an de, di bin desthilatdariya Siltan Selîmê Yekem de, osmaniyan di şerê xwe yê bi safewiyan re yekem car bi kurdan re têkilî danî. Kurd bi pêşengiya Îdrîsê Bidlîsî, di Şerê Çaldiranê de li hemberî safewiyan li kêleka dagirkerên osmanî bûn. Di girtina Diyarbekirê û herêmên din ên Rojhilatê Anatoliyayê ji destê safewiyan de hêzên kurdan roleke mezin lîstin.[2] Piştî ku osmaniyan dest danî ser wan erdan, siltan Selîm I dema ku hewce bû bi bac û muafeya leşkerî û her wiha statûya nîvxweser ku ji aliyê osmaniyan ve dihat parastin û naskirin, xelat da kurdan. Sîstema otonomî ji aliyê eşîrên kurdan ve dihat birêvebirin û ji bav derbasî kur bû. Sîstema xweser ji 1514 heta nîvê salên 1800 dom kir. Di nîvê salên 1800an de dema ku têkiliyên osmanî û kurdan dest bi xirabûnê kirin.[3][4] Lê piraniya kurdan heta salên 1900î dilsozê împeratoriya Osmanî man.[5] Beşeke mezin ji leşkerên osmanî kurd bûn.[6] Di salên 1780an de, Selîm III reformên bi armanca rojavabûna împeratoriya Osmanî pêk anî, hêrsa gelek kevneperest, alimên û fermanên îslamî kir. Aliman fetwayek da û daxwaza hilweşandina Selîm III. Paşê, Selîm III artêşeke bi navê Artêşa Nizam-i Cedîd ava kir, ku dê ji hêla fermandarên ji Ewropayê ve were perwerdekirin. Ev pergala artêşê ya nû dê şûna pergala artêşê ya kevin bigire, ku gelek kurd hêrs kir, yên ku piraniya yenceriyan pêk anîn. Di 29ê gulana 1807an de Selîm III ji aliyê dilsozên artêşê yên kevn ên bi serokatiya Kabakçi Mistafa ve hate hilweşandin û pismamê wî Mistafa IV. Mistafa IV di berjewendiya artêşa kevn de artêşa nû belav kir. Elemdar Mistefa Paşa hewl da ku desthilatdariya Selîm III vegerîne, lê bi ser neket û Selîm III mir. Mehmûd II dê di dawiya salên 1820an û destpêka 1830an de reformên zêdetir bike ku armanca wan lîberalîzekirin û rojavabûna împeratoriya Osmanî bû. Berevajî Selîm III, Mehmûd II di dema reformên xwe de pir dijwartir bû û ew ê di sala 1826an de piştî şerekî mezin pergala leşkerî ya kevnar a osmanî bi tevahî hilweşand.[7][8] Nêzîkî salên 1829-1830an, piştî şerê 1828-1829an bi rûsan re, dema ku têkiliyên împeratoriya Osmanî bi gelê wê yê kurd re aloz bû. Reformên Mehmûd II ewqas xurt bûn ku rê li ber îdeolojiya laîk û lîberal a Atatürk vekir.[9] Mehmûd II bêtir merkezî împeratoriya Osmanî kir, ku desthilatdariya otonom a kurdan qels kir û destwerdana pergala eşîrên kurdan kir.[10] Vê carê bû ku eşîrên kurdan li dijî reforman li ber xwe dan, ku ew ê heta radeyekê mezin bibe ku Mehmûd II ferman da Reşîd Mehmed Paşa, waliyê navçeya Sêwasê, ku berxwedanê têk bibe. Leşkerê Resîd Mehmed Paşa ji eşîrên kurda, yên ku hê jî amûr û rêbazên kevin yên artêşê bi kar dianîn, gelek moderntir bû. Serhildan hatin şikandin. Paşê di sala 1834an de, osmaniyan ji hevkariya mîrektiya Soran û Mihemed Elî Paşa (serokê dewleta Misir) ditirsiyan û di sala 1834an de artêşek şandin Soran, ku ji hêla Mîr Kor ve hate paşvexistin. Paşê giregirên kurdên biradost, Akrê û Amêdî ji Reşîd Mehmed Paşayê hikûmeta Osmanî gilî kirin ku Mîr Kor li wan tê zilmkirinê.  Piştî du salan Mîr Kor ji aliyê osmaniyan ve hat derxistin.[11]

Piştî reformên Tenzîmatê, ku reformên herî xurt ên osmaniyan bûn, Bedirxan Beg, hevalbendê osmaniyan ê berê yê ku di şerê Nezîbê de li kêleka osmaniyan bû, piştre serî hilda da ku xweseriya xwe vegerîne û li dijî daxwaza zêde ya navendîbûnê şer bike. Ew ê di 1847an de serxwebûnê îlan bike.[12] Bedirxan Beg bi tundî îslamî û zordarî li êzîdî û mesîhiyan kir. Zêdebûna çewisandina xiristiyanan bû sedem ku Hêzên Ewropî zextê li osmaniyan bikin ku Bedirxan Beg rawestînin. Di sala 1847an de 12 hezar leşkerên osmanî bi serokatiya Omer Paşa êrîşî Botanê kirin. Êzîdî, ji bo tolhildanê, bi osmaniyan re li dijî Bedir Xan Beg, ku di destpêkê de di şer de serketî bû, lê piştî ku yek ji fermandarên wî yên payebilind ji împeratoriya Osmanî reviyan, dê winda bikin.[13][14][15] Bedirxan Beg di 4ê tîrmeha 1847an de li Dihê teslîm bû.[16]

Împeratoriya Osmanî di navbera salên 1846 û 1867an de Eyaleta Kurdistanê ava kir, ku nêzî 21 salan dom kir.[17]

Piştî têkçûna Bedirxan Beg, piraniya axa kurdên osmanî di bin destê dewleta navendî de bû. Di sala 1876an de Ebdulhemîd II. Di serdema Ebdulhemîdê II de, têkiliyên osmanî û kurdan demeke baştir bûn. Ebdulhemîdê Duyem ji ramaneke osmanî zêdetir ramaneke îslamî girt. Ev yek wê bihêle ku gelek şêxan li Kurdistanê rabin, bi taybetî jî Şêx Ubeydullahê Nehrî ku wê demê bi Îrana Qacarî re mijûl dibû. Şêx Ubeydullah di şerê 1877-1878an de di şerê osmanî-rûsî de hejmareke hindik ji leşkerên xwe şandine alîkariya artêşa osmanî. Di havîna sala 1879an de, gotegot belav bûn ku Şêx Ubeydullah soz daye hin serokên eşîrên kurdan ku ewê “her xiristiyanên ku li wî welatî dijîn bikujin”.[18] Saleke şûnda, di sala 1880an de, hat ragihandin ku ji Şêx Ubeydullah re hatiye gotin ku "Ermenî dê li Wanê bibin xwedî dewleteke serbixwe û nestûrî (asûrî) dê ala Brîtanyayê bilind bikin û xwe bindestên Brîtanyayê bidin nasîn." Şêx Ubeydullah bersiv da û got ku ew ê tu carî destûrê nede ku "jinan çekdar bike".[19] Şêx Ubeydullah di nameyekê de ji Siltan Abdulhamîdê Duyem re ragihand ku misliman rê nadin ku "dewleta ermeniyan" ava bibe û got ku hêza xelîfe ji aliyê Tanizmatê ve gelekî xerab bûye.[20] Li gora Şêx Ubeydullah, kurdên împeratoriya Osmanî ji 500 hezarî zêdetir malbat bûn.[21] Encama şerê bi rûsan re zerareke mezin li împeratoriya Osmanî, bi taybetî herêmên rojhilat, ku kurd û hin tirk lê dijiyan, girt. Di encama xelayê de gelek kurd ji bo alîkariyê serî li Şêx Ubeydullahê ku elimekî dewlemend ê îslamê ye. Wî xwe amade kir ku li dijî osmaniyan serî hilde ji ber berteka wan a xirab a ji bo şerkirina xelayê. Di dawiyê de Şêx Ubeydullah serî hilda û di heman demê de li dijî împeratoriya Rûsî, ya osmanî û Îrana Qacarî şer kir. Ew li hemberî osmaniyan wenda kir û birin Stembolê, lê paşî reviya bajarê xwe Şemzînan da ku serhildanek din organîze bike, lê careke din hat girtin û sirgûnî Hîcaz hat kirin û heta mirina xwe li wir ma.[22]

Ebdulhemîdê Duyem hewl da ku siyaseteke ji kurdan re baş e bidomîne. Ew ji aliyê kurdan ve hat hezkirin heta ku jê re "Bavê Kurdan" lê kirin.[23][24] Ebdulhemîd II di sala 1890 de artêşa hemîdiye ava kir. Kurd wê bibin piraniya leşkerên artêşa hemîdiye.[25] Artêşa hemîdiye di dema qetlîamên hemîdiyan de ermeniyên li rojhilatê împeratoriya Osmanî dijîn tacîz kirin û qetil kirin.[26] Artêşa hemîdiye di 1895an de di dema qetlîamên Amedê de gelê suryanî jî qetil kir.[27]

Nêzîkî sala 1908an neteweperestiya tirk, ku bê dîn û sekûlar û laîk bû,[28] riya xwe ber bi împeratoriya Osmanî ve girt û polîtîkayên îslamî yên Abdulhemîdê Duyem.[29] Şoreşa Tirkên Ciwan (Jontirk) a tîrmeha 1908an ji aliyê rêxistina neteweperest a Tirkên Ciwan û KYP ve, Ebdulhemîd II neçar kir ku parlamena osmanî û destûra bingehîn a osmanî vegerîne, ku desthilatdariya mutleq a Ebdulhemîd II li ser împeratoriya Osmanî ya perçebûyî bi dawî kir.[30] Siyaseta Ebdilhemîdê Duyem ya alîgiriya kurdan di rojeva wî ya îslamîst de bû. Armanca îslamîzmê ew e ku hemû misilmanan bike yek, ku di nav wan de kurd jî hene, ku piranî misilmanên sunî ne. Ebdulhemîdê Duyem sultanê osmanî yê dawî bû ku bi desthilatdariya mutlaq bû û desthilatdariya wî di 27ê nîsana 1909an de bi dawî bû.[31]

Di sala 1915an de hin eşîrên kurdan di dema qirkirina ermeniyan de alîkariya KYPyê kirin.[32] Di wê demê de kurd parçe bûn, hinekan li dijî kiryarên KYPyê bûn û hinekan jî piştgirî dan wê.[33]

Simkoyê Şikak di sibata 1915an de li Heftevanê, Rojhilata Kurdistan, qetlîamek li dijî ermenî û suryaniyan pêk anî û artêşa osmanî alîkariya wî kir. 700-800 ermenî û suryanî hatin kuştin.[34]

Di sala 1916an de, piştî derbeya dewleta Osmanî ya 1913an bi sê salan, sirgûnkirina kurdan dest pê kir. Talat Paşa amaje bi sirgûnan kir û wiha got: “Ji bo ku penaberên kurd jiyana xwe ya eşîrtî û neteweya xwe li her cihê ku lê hatine sirgûnkirin, nehêlin, pêwîst e serok bi her awayî ji gelê asayî û hemû kesayet û rêberên bibandor bên cudakirin.  Pêdivî ye ku ji bo parêzgehên Qonye û Kastamonu û navçeyên Niğde û Qeyseriyê ji hev cuda bên şandin. Jin û zarokên nexweş, kal, tenê û feqîr ên ku nikarin seferê bikin dê li bajarê Maden û Erganiyê bên bicihkirin û piştgirî bê dayîn. Navçeyên Behremazê li gundên Tirkiyê û di nav tirkan de belav bibin.”[35]

Kurd ji ber ku gelên koçer bûn, piştî van sirgûnan bi darê zorê rûniştin û bi cih bûn. Kurdên ji Amedê şandin cihên din, koçberên Balkan jî li wir bi cih kirin.[36] Ji bo ku vegerin Amedê pêwîstiya kurdan bi destûr hebû.[37]

Di sala 1916 de Komkujiya Rewandizê ji aliyê împeratoriya Rûsî bi erîşên suryanî û ermenî ve li ser 8.000 kurdên misilman hat kirin.[38]

Di sala 1916an de ji Bedlîs, Erzirom, Palo û Mûşê derdora 300 hezar kurd zivistanê şandin Qonye û Entabê û piraniya wan di xelayê de mirin.[39]

Piştî belavbûna împeratoriya Osmanî û avabûna Tirkiyê jî, sirgûnên di bin serokatiya Atatürk de berdewam bûn.[40]

Her wiha di sala 1916an de Serhildana Ereban a li dijî osmaniyan dest pê kir, ku beşeke mezin di hilweşîna osmaniyan de bû.[41]

Piştî hilweşîna împeratoriya Osmanî û parçebûna împeratoriya Osmanî ya berê ji aliyê Hêzên Ewropî ve, kurd di navbera Tirkiye, Sûriyeya Fransayê û Îraqa Brîtanyayê ya nû avabûyî de hatin dabeşkirin. Keyaniya Kurdistanê, padîşahiya piçûk a bi serokatiya Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî sînorên îngilîzan hatibû kişandin bû.  Padîşahiya Kurdistanê ji sala 1921ê heta sala 1925an dom kir, dema ku ew ketibû nav tevahiya Îraqa Brîtanyayê.[42][43]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Olson, Robert W. (1989). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880-1925 (bi îngilîzî). University of Texas Press. rr. 3. ISBN 978-0-292-77619-7.
  2. ^ Özoğlu, Hakan (12 sibat 2004). Kurdish Notables and the Ottoman State: Evolving Identities, Competing Loyalties, and Shifting Boundaries (bi îngilîzî). SUNY Press. rr. 47–49. ISBN 978-0-7914-5993-5.
  3. ^ A Modern History of the Kurds - McDowall, David p.28
  4. ^ Klein, Janet (31 gulan 2011). The Margins of Empire: Kurdish Militias in the Ottoman Tribal Zone (bi îngilîzî). Stanford University Press. r. 55. ISBN 978-0-8047-7570-0.
  5. ^ Denise Natali (2004) "Ottoman Kurds and emergent Kurdish nationalism", Critique: Critical Middle Eastern Studies,13:3, 383-387, DOI: 10.1080/1066992042000300701
  6. ^ https://www.degruyter.com/document/doi/10.31826/9781463229993-016/pdf
  7. ^ Kinross, pp. 456–457
  8. ^ Shaw, pp. 19–20
  9. ^ Karpat, H. Kemal (1959). Turkey's Politics: The Transition to a Multi-Party System (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-62623-9.
  10. ^ Hakan Ozoglu Kurdish Notables and the Ottoman State: Evolving Identities, Competing Loyalties, and Shifting Boundaries p.60
  11. ^ Eppel (2016), rr. 54-55.
  12. ^ Ates, Sabri (22 nîsan 2021), The End of Kurdish Autonomy: The Destruction of the Kurdish Emirates in the Ottoman Empire, Cambridge University (roja weşandinê 2021), rr. 86–87, ISBN 978-1-108-47335-4, roja gihiştinê 6 îlon 2021
  13. ^ Galip, Özlem Belçim (24 nîsan 2015). Imagining Kurdistan: Identity, Culture and Society (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-0-85772-643-8.
  14. ^ McDowall, David (2021). A modern history of the Kurds. ISBN 978-0-7556-0076-2. OCLC 1246622101.
  15. ^ "The bloody shadow of Bedirkhan Beg". ÊzîdîPress - English (bi îngilîziya amerîkî). 7 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 8 hezîran 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 gulan 2021.
  16. ^ Henning, Barbara (2018), p. 109
  17. ^ Özoğlu, Hakan (2004). Kurdish Notables and the Ottoman State: Evolving Identities, Competing Loyalties, and Shifting Boundaries (bi îngilîzî). SUNY Press. rr. 60–63. ISBN 978-0-7914-5993-5.
  18. ^ PRO FO 78/2991, Van (29 August 1879).
  19. ^ PRO FO 195/1315, Van (11 July 1880).
  20. ^ BOA Y.PRK.KOM 3/66 (21 August, 1882).
  21. ^ Olson, Robert W. (1989). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880-1925 (bi îngilîzî). University of Texas Press. rr. 3. ISBN 978-0-292-77619-7.
  22. ^ Ozoglu, Hakan. Kurdish Notables and the Ottoman State: Evolving Identities, Competing Loyalties, and Shifting Boundaries. Feb 2004. ISBN 978-0-7914-5993-5. pp. 74-75.
  23. ^ "Mighty sovereigns of Ottoman throne: Sultan Abdülhamid II". Daily Sabah. 13 gulan 2022.
  24. ^ ""Bavê Kurdan": Abdülhamid uğruna ayaklanan Kürtler".
  25. ^ Eppel, Michael (13 îlon 2016). A People Without a State: The Kurds from the Rise of Islam to the Dawn of Nationalism, page 81 (bi îngilîzî). University of Texas Press. ISBN 9781477311073.
  26. ^ Hovannisian, Richard G. "The Armenian Question in the Ottoman Empire, 1876-1914" in The Armenian People From Ancient to Modern Times, Volume II: Foreign Dominion to Statehood: The Fifteenth Century to the Twentieth Century. Richard G. Hovannisian (ed.) New York: St. Martin's Press, 1997, p. 217. ISBN 0-312-10168-6.
  27. ^ Angold 2006, rr. 512
  28. ^ Aytürk, İlker (2014). "Nationalism and Islam in Cold War Turkey, 1944–69". Middle Eastern Studies. 50 (5): 693–694. ISSN 0026-3206. JSTOR 24585883 – bi riya JSTOR.
  29. ^ "Turkish Society (Turkish organization) -- Britannica Online Encyclopedia". Ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2008. (1912)
  30. ^ Roshwald, Aviel (2013). "Part II. The Emergence of Nationalism: Politics and Power – Nationalism in the Middle East, 1876–1945". Bi Breuilly, John (edîtor). The Oxford Handbook of the History of Nationalism. Oxford and New York: Oxford University Press. rr. 220–241. doi:10.1093/oxfordhb/9780199209194.013.0011. ISBN 9780191750304.
  31. ^ Renée Worringer (2004). "Sickman of Europe or Japan of the Near East?: Constructing Ottoman Modernity in the Hamidian and Young Turk Eras". International Journal of Middle East Studies. 36 (2): 209. doi:10.1017/S0020743804362033. S2CID 156657393.
  32. ^ Halstead, Huw (8 hezîran 2021). "'We did commit these crimes': Post-Ottoman solidarities, contested places and Kurdish apology for the Armenian Genocide on Web 2.0". Memory Studies. 14 (3): 634–649. doi:10.1177/17506980211010933 – bi riya DOI.org (Crossref).
  33. ^ Üngör (2011), r. 108.
  34. ^ Gaunt, David (2006). Massacres, Resistance, Protectors: Muslim-Christian Relations in Eastern Anatolia During World War I. Gorgias Press. pp. 81, 83–84. ISBN 978-1-59333-301-0.
  35. ^ Üngör (2011), rr. 110-111.
  36. ^ Üngör (2011), r. 113.
  37. ^ Üngör, Uğur Ümit (2012). Jorngerden, Joost; Verheij, Jelle (edîtor). Social Relations in Ottoman Diyarbekir, 1870-1915. Brill. rr. 287–288. ISBN 9789004225183.
  38. ^ A., Weems, Samuel. Armenia Secrets of a "Christian" terrorist state : the Armenian great deception series volume 1. r. 28. ISBN 0-9719212-3-7. OCLC 1030931191.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  39. ^ Schaller & Zimmerer (2008), rr. 7-8.
  40. ^ Olson (1989), rr. 89–91.
  41. ^ "T.E. Lawrence on guerrilla warfare | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
  42. ^ Facts On File, Incorporated (2009). Encyclopedia of the Peoples of Africa and the Middle East, Kingdom of Kurdistan. ISBN 9781438126760. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2014.
  43. ^ Asadi, Awat (2007). Der Kurdistan-Irak-Konflikt: der Weg zur Autonomie seit dem ersten Weltkrieg. ISBN 9783899300239. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2014.