Mûş
Mûş, (bi tirkî: Muş) bajarekî herêma Bakûrê Kurdistanê ye û bajar, li başûrê rojavayê Deşta Mûşê de hatiye avakirin.
Mûş Muş | |
![]() | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Serbajar | Mûş |
Hejmara nahiyan | 4 nahiye |
Hejmara bajarokan | 9 bajarok |
Hejmara gundan | 96 gund |
Gelhe (2020) | 408.809 kes |
Rûerd | 2.604 km2 |
Berbelavî | 64,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 69.507 kes |
Koordînat | 38°44′17″Bk 41°29′38″Rh / 38.73806°Bk 41.49389°Rh |
Bilindayî | 1.375 m |
Koda postayê | 49000 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Biguherîne
Mûş bajarekî zehf kevn e. Li çavkaniyên asûriyan de tê behskirin ku navê herêmê ji Şaristaniya Mûşkiyan tê[çavkanî pêwîst e]. Îbraniyan navê herêmê "Mûşa" (erdên avî) danîne[çavkanî pêwîst e]. Navê herêmê dema Îslamê de wek "Tarûn" hatiye bikaranîn[çavkanî pêwîst e]. Mûş niha li Tirkiyeye li herêma Rojhilatê ye.
DîrokBiguherîne
KronolojîBiguherîne
Berî Îsa (zayîn):
- 900 - 609 dema ûrartiyan
- 609 - 550 dema medan
- 550 - 334 dema persan
- 68 dema domayiyan
Piştî Îsa (zayîn):
- 217 - 637 dema Sasaniyan
- 637 dema bîzansiyan
- 641 dema ereban
- 1071 dema selçûkiyan
- 1191 dema eyûbiyan
- 1495 dema osmaniyan
- 1655 mîrîtiya şerefxanan
- 1916 dema rûsan
- 1917 dema tirkan
ErdnîgarîBiguherîne
Ciyê coxrafî û hudûdên bajêrBiguherîne
Bajar di nav parelelên 39° 29' û 38° 29' bakûr û meridyenên 41° 06' û 41° 47' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Erziromê ve, li rojava bi Bîngolê ve, li başûr bi Diyarbekir, Sêrt û Bidlîsê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê ve tê girêden.
Taybetiyên erda bajêrBiguherîne
Pîvana erda bajar 8.196 km² ye. Çiyayê herêmê 34,9% , deşt 27,2% û platoyên herêmê jî 37,9% teshkil dike[çavkanî pêwîst e]. Li Mûşê tene, nok, tutûn û kixsên şekir tê çandin.
AvhewaBiguherîne
Li herêmê îklîmek reshayî û sar derbas dibe. Zivistanan sar u bi berf, havînan jî hênik derbas dibe. carna çemên herêmê zivistanan diqerisin.
Çiyayên herêmêBiguherîne
Çiyayê kurtîk bilindtir yê herêmê ye (2.950 m), Avnî (2.754 m), Xamurpet (2.500 m) û Otluk (2.155 m) jî çiyayên din yê herêmê ne.
Deşt, zozan û gelîBiguherîne
Deşta Mûşê, deşta mezintir ji yên Kurdistanê ye. Dirêjbûna wî 80 km û firehbûna wî jî 30 km ye. Mezinbûna deştê 1.650 km² ye. Deşt di navbera çiyayên Nemrûd (Bidlîs), Şerefdîn, Qereçawûş û çemê Muradê de ye.
Deşta Kopê (525 km²), deşta Lîz (160 km²) û deşta Milazgirê (450 km²) mezin in.
Çem û GolBiguherîne
Çemê Mûradê ji bakûrê dikeve herêmê. Mûrad şaxek çemê Firatê ye. Çemê Reş, Lîz, Çolboxir, Heronek û Memanlî ji çemên din yê herêmê ne.
Li herêmê hinek golên siruştî û biçûk jî hene. Wek Gola Bûlanix (10 km²), Sekî (Xamurpet) 83 km²).
Babetên heywananBiguherîne
Li herêmê ruvî, gur, semasî, kewroşk û kew hene. Li gol û çemên herêmê masî jî peyde dibin.
Biguherîne
- Mûş (Navend) (bi tirkî, Muş), 182.883 rûniştvan
- Kop, 84.128
- Dêrxas, 27.589
- Tîl, 26.833
- Milazgir 57.934
- Gimgim, 33.186
Tevahiya serjimara herêmê (tevlî gundan) 412.553 e.
AborîBiguherîne
Serwetên bin erdêBiguherîne
Herêm ji alî madenan ne dewlemend e. Li herêmê tenê çîmento, barît û xwê ji bin erdê dertê.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerêBiguherîne
Piştî zivistanek dirêj û sar li Mûşê tabîat xwe duguhere û her der şîn dibe. Ji Kela Mûşê her derê deşta Mûşê tê xwuyakirin. Rezên Mangok bi ava xwe yê sar û şinahiya xwe bi nav û deng e li herêmê.
Germavên herêmê wek Gola Şor, bazikan jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û hunerBiguherîne
Ol û civakBiguherîne
Elewî û Sunni ciwakê teşkîl dikin. Ciwak ji kurdan û hinek azerî, Çeçen ên ku dewletê anîne bicihkirine pêk tê. Li navçeya Kopê hinde Terekeme hene.
Xwarênên herêmêBiguherîne
Li herêmê zuhakirina sebze û fîkiyên havinê ji bo zivistanê di nav gel de pir tê çêkirin. Jê vê zuhakirinê re gel dibêje "kak", "jax" jî ji zuhakirina şînahiyên kovî, wek kereng re tê gotin. Mirov dikarin jaxê û kerengan ji bo zivistanê tekin ava şor jî.
Qirçik: qaşilkên zuha yên xiyaran di nav rûn de bi pîvaz û îsotan re tê sorkirin. Îşkene bi ser tê reşandin û bi sosa ji mast, sîr û rûn çêkirî tê xwarin.
Li herêmê tirşî jî ji alî gel ve pir tê çêkirin. Qavûrme, çavbelek, mirtoxe û herse xwarinên din yên herêmê ne ku ji alî gel ve tên xwarin.
Heftadirek: bulxur bi hêk tê li hevxistin. Di siniyek din de kifteyên ji qîme, pîvaz, ava hinaran û birinca kelandi hatiye çêkirin tê sorkirin. Bulxur wek perçên biçûk hundirên wan tê wekirin û kiftên sorkirî dikeve hundirê van û di avê de tê kelandin. Rûnê sorkirî bi ser tê reshandin û serwîs dibe.
Kincên herêmêBiguherîne
Fîstanên jinan dirêj û qedîfe ne. Îşlikên hundir (melekof) li gundan tê li xwe kirin. li bajaran carna çend fîstan bi ser hevde jî tê li xwe kirin. Fîstanê ser, ber wê vekirî ye. Ji kefiya pishtê re dibêjin "şehre". di serî de şalek (kirap) tê girêdan. Di serê keçên ciwan de "leçek" yên pîr de jî "kofî" hene. Carna pere yan jî zêr li serî tê girêdan.
Zilamên herêmê şal (pantolonê fireh) bi îşlig li xwe dikin. Êleg û çakêt li ser şal de li xwe dikin. Cîzme, karox, pilava lastîk ya reş jî di nigan de heye. Di bêrîka êlegên zilamên pîr de saet heye. Li hinek gundan şal û şapik jî tê li xwe kirin.
ÇavkanîBiguherîne
Malperên MûşêBiguherîne
- http://www.mus.gen.tr/ Muş Web Portal - Li vê malperên Mûşê temaşe bikin...
- http://www.ademsonmez.com/ Malpera Hunermend Adem Sönmez ji Mûşê...
- http://www.bulvargsm.com/mus_resimleri/ Girêdana arşîvê 2009-05-24 li ser Wayback Machine Albuma Mûşê. Li virda resimê Mûşê temaşe bikin...