Stembol
Stembol[1] an jî Stenbol (bi tirkî: İstanbul) mezintirîn bajarê Tirkiyeyê ye û li ser sinorê Ewropayê û Asyayê ye. Sinorên bajêr li bakûr bi Deryaya Reş, li rojava çiyayê Tekirdağ, li başûr bi Deryaya Marmara û li rojhilat jî bi Adapazarı û Kocaeliyê ve tê girêdan.
Stembol (bi romî:İstanbul) | |
![]() Bajarê Stembolê
| |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | ![]() |
Parêzgeh | Stembol |
Şaredar | Ekrem İmamoğlu (CHP) |
Demografî | |
Gelhe | 15.519.267 (2019) |
Berbelavî | 2480,9 kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 5.343 km² |
Koordînat | 41°00′36″Bk 28°57′37″Rh / 41.01000°Bk 28.96028°Rh |
Agahiyên din | |
Malper | https://ibb.istanbul/ |
Biguherîne
Li Stembolê 39 navçe hene.
Li hêla Ewropayê
Li hêla Asyayê
DîrokBiguherîne
Ew di sedsala 7an berî zayînê bi navê Byzantion hat saz kirin. Di 513 b.z. de Darius wir dagir dike. Di 330î de împeratorê Romayê Konstantîn wê darê bi navê Nova Roma ("Romaya Nû") dike paytexta împeratoriyê ye. Lê pê re ew bi navê Konstantinopolis, ango "bajarê Konstantîn", tê zanîn. Ew demekê paytexta Bîzansê bû û Justinian I dor salên 530î de Hagia Sophia (Aya Sofya) çê dike. Ew di 1204an de di Rêwîtiyên Xaçayê Çaram de dest leşkerên xaçperestan dikeve. Ji bo talanan wê demê de nifusa bajêr gelek kêm bû. Di 1261ê de împeratorê Bîzansê Mixayîl VIII Konstantinopolis şûn da hundura Bîzansê kir.[2]
Di 29ê gulana 1453an de[çavkanî hewce ye] siltanê osmanî Mehmed II bajar dagir kir û kire paytexta împeratoriyê. Ew heta Osmanan hilwaşiyan paytexta împeratoriya Osmanî bû.
Di 29ê adara 1930î de navê bajêr bi fermî hat kirin İstanbul (Stembol).
Biguherîne
Galeriya wêneyanBiguherîne
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=7516
- ↑ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2012-12-17 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2012-12-13