Di arkeolojiya Cîhana Kevn de, Kalkolîtîk, Eneolîtîk an jî Serdema paxirî qala serdemeke veguhêz dike ku di vê demê de hem metalurjiya paxirê ya pêşîn xuya dibe hem jî amûrên kevirî bi berfirehî tên bikaranîn. Hin çek û amûr di vê serdemê de ji paxirê hatine çêkirin. Ev serdem ji aliyê karakterê ve bi giranî hîn serdema neolîtîkê bû lê belê ev qonaxeke serdema bronzî ye berî ku were kifşkirin ku bi tevîhevkirina qelay û paxirê re madeneke reqtir, bronz, çêdibe. Serdema paxirî pêşî wekî sedemeke veguhêzînê di navbera neolîtîk û serdema bronzî de dihat pênasekirin. Lê belê ji ber ku bi bikaranîna metalan tê karekterîzekirin, serdema paxirî wek parçeyeke serdema bronzî tê hesibandin.

Kaniya paxirê ya kalkolîtîk li Geliyê Timna, Çola Negev, Îsraêl

Şûnwareke arkeolojîk li Serbistanê kevntirîn delîlên ewledar ên çêkirina paxirê di germahiya bilind de ji 7.500 sal berê dihundirîne. Vedîtinên di Hezîrana 2010an de qeydên helandina paxirê bi qasî 800 salan kevntir dike, û pêşniyaz dike dibe ku helandina paxirê ji cihekî belav nebûbe lê belê di wê demê de li deverên cuda yên Asya û Ewropayê, bi awayekî ji hev serbixwe hatibe îcadkirin.[1] Diyardeya metalurjiyê dibe ku ewilî di Hîlala Berhemdar de hatibe pê, ku li wê derê di berî zayînê hezarsala 4an de bûye sebebê serdema bronzî (nêrîna tradîsyonel). Lê belê vedîtinên ji çanda Vinčayê ya Ewropayê niha bi ewlehî hatine tarîxkirin ku ji yên Hîlala Berhemdar hinek kevntir in. Delîlên kanzakirina paxirê li Geliyê Timnayê di navbera 9000 - 7000 sal berê de heye. Pêvajoya veguhastina ji neolîtîk ber bi kalkolîtîkê ve li Rojhilata Navîn di çêkirina amûrên kevirê yên arkeolojîk de bi kêmbûna kirîn û bikaranîna materyalên xav a kalîteya bilind ve tê diyarkirin. Afrîkaya Bakur û Geliyê Nîlê teknolojiya xwe ya hesinî ji Rojhilata Nêzîk îthal kir û pêşketinên serdema bronzî û hesinî bi riya Rojhilata Nêzîk şopand. Lê belê Serdema hesinî û bronzî di heman demê de li piraniya Afrîkayê rû da.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Serbian site may have hosted first copper makers". ScienceNews (bi îngilîzî). 17 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê di 8 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2015.