Deşta Mûşê

Deştekî tektonîke li bakurê Kurdistanê

Deşta Mûşê (bi tirkî: Muş Ovası), yek ji deştên tektonîkî yên Bakûrê Kurdistanê ye ku 80 kîlomêtre dirêjahî û 30 kîlomêtre firehiya deştê heye. Lî seranserê milê bakûr çîyayê Xaçê Reş û li seranserê milê başûr Çiyayê Şerefdîn û milên wî cih digire.

Dîmenek ji Deşta Mûşê û ji bajarê Mûşê

Erdnîgarî biguhêre

Li Rojhilat Çîyayê Nemrûdê û navçe Norşîna Bidlîsê, li başûr, Çîyayê Xaçê Reş, li bakûr Çîyayê Şerefdîn û milên wî li rojhilat navçeya Bongilana Çewligê cîh digire. Rûerda deştê 1650 km² ye.[1]

Çemên deştê biguhêre

Li rojhilat Çemê Ava Reş, li bakûr Çemê Miradê cîh digire. Dirêjiya Çemê Ava Reş 68 kîlomêtroye.

 
Dîmenek ji Çemê Miradê û pira dîrokî di Deşta Mûşê de

Navçe û gûnden deştê biguhêre

Di deşta Mûşê de navçeya Dêrxas, Tîl, bajarê Mûşê û gelek gund û bajarok cîh girtiye. Li herêmê roniştvanên ku di herême deştê rodinin bi navê "deştî" tê binavkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Erdnîgariya Mûşê". mus.meb.gov.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2023.