Nemrûd (volkan)

(Ji Nemrûd, Tetwan hat beralîkirin)
Disambig grey.svg Ji bo maneyên din, li Nemrûd binêre.

Çiyayê Nemrûdê yan jî Stratovolkana Nemrûdê yek ji stratovolkan û yek ji çiyayên bilind ên li Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve aliyê rojavayê navçeya Tetwana Bidlîsê û dikeve aliyê rojavayê Gola Wanê. Çiyayê Nemrûdê çiyayeke volkanîk ên razandî ye ku çalakiya herî dawî di sala 1692an de pêk hatiye. Bilindbûna çiyayê 2948 mêtre ye û bi sekana çalakiyên volkanîkî, bi daketina madeyên volkanê re kortaleke li serê çiyayê pêk hatiye û piştre bi barina baran û berfê re veguhestiye goleke krater û Gola Krater a Nemrûdê ya îro derketiye holê.

Nemrûd
Nemrut Dagi winter.jpg
Dîmenek di dema zivistanê de ji korta volkana Çiyayê Nemrûdê.
Bilindayî          2 948 m
Cih Tetwan, Bidlîs, Bakurê Kurdistanê
Koordînat 38°37′0″Bk 42°14′0″Rh / 38.61667°Bk 42.23333°Rh / 38.61667; 42.23333
Nexşeya cihan Bidlîs
Nemrûd li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Nemrûd
Nemrûd
Cure Stratovolkan
Çalakbûna dawî 1692

Çiyayê Nemrûdê di Serdema Kevirê de çavkaniya sereke ya obsîdyan bû ku ji bo niştecihên Mezopotamyayê û jibo niştecihên Serdema Mezolîtîk ên ku li derdora Deryaya Mirî jiyane, bûye yek ji jêderên sereke yên obsîdyan a herêmê. Di analîza madeyên obsîdyenê de derketiye holê ku volkana Nemrûdê jibo niştecihên deverê wekî yek ji çavkaniyên obsîdyan a herêmê hatiye bikaranîn.

EtîmolojîBiguhêre

Navê çiyayê stratovolkana Nemrûdê ji aliyê kurdên herêmê ve bi navê qeralê sumerî ya Nemrûd hatiye binavkirin. Efsaneyên herêmê di derbarê çiyayê de wiha vedibêje:

Li gorî efsaneyên ku ji aliyê Kurdên herêmê hatiye gotin, Nemrûd zivistanan li derdorê çiyayê û havînan jî li ser vî çiyayî dema xwe derbas dikiriye. Ji bo vê mebestê Nemrûd li ser lûtkeya çiyayê ji xwe re qesrek bilind çêkiriye û demek demdirêj li vir jiyan kiriye. Nemrûd xwe wek kesek nemir îlan kiriye û li hemberî xwedê serî hildaye. Jiber sedema vî serîhildana li hemberî Xwedê, Nemrûd li ser vî çiyayî rastê xezeb a Xwedê hatiye.

GiştîveBiguhêre

Rûbera kaldera ku li çiyayê pêk hatiye 40 km² ye. Kratera Nemrûdê li Bakurê Kurdistanê di rêza yekemîn, li Ewropayê di rêza çaremîn û li Cîhanê de di rêza şazdemîn de ye. Di kelderayê de 5 gol, gelek dergehên lavê, lûleyên lavê, kaniyên germ û 6 şikeft hene.[1]

Gola Nemrûdê ya mezin bi awayê heyvê ye û rûbera wê 15 km² ye.[1] Bilindahiya golê ji asta deryayê 2247 mêtre û ji asta Gola Wanê jî 600 mêtre bilindahiya wî heye. Gola Kraterê ya Nemrûdê bi dirêjahiya 6 kîlometreyan di cîhanê de duyemîn gola kraterê ya herî mezin e. Stratovolkana Nemrûdê herî dawî di sala 1441ê de çalak bûye.[1] Tê pêşbînîkirin ku beriya teqîna herî dawî ya çiyayê bilindahiya Çiyayê Nemrûdê nêzîkî 4100 mêtre bûye. Pîştî teqînê ji ber hilweşînên navxweyî, lûtkeya herî bilind a çiyê daketiye 2935 mêtreyê.[1]

Bi teqîna Çiyayê Nemrûdê û herikîna maddeyên volkanîk lav û tufên Nemrûdê rê Geliyê Miradê ya kevin girtiye û bi çêbûna Deşta bilind ya Rewanê Gola Wanê çêbûye. Tûfa qalind a ku di qonaxa teqîn ên dawî de derketiye holê, rê Geliyê Bidlîsê girtiye û bi van çalakiyên dawî rê li ber herikîna ava Gola Wanê qut bûye.[1]

Volkana Nemrûdê xwedî awaya elîptîkî ye ku mezinahiya binyada çiyayê bi qasî 27×18 kîlomêtreye û di keware ya çiyayê de 377,5 km³ madeyên volkanîk hene. Kalderaya Nemrûdê, kalderaya herî mezinê li Bakurê Kurdistanê ye, li Ewropayê kalderaya çaremîn û li Cîhanê jî kalderaya mezin ya şazdemîn e.[2]

ErdnîgarîBiguhêre

Stratovolkana Nemrûdê li Bakurê Kurdistanê li qeraxa rojavayê Gola Wanê û li rojhilatê deşta Mûşê ye û di; 38° 37' 10 firahiya bakur; 42° 14' 28 dirêjahiya rojhilat de çiyayekî volkanê ya razandiye ku 12e kîlomêtre li rojavayê navçeya Tetwan a Bidlîsê ye. Çiyayê Nemrûdê di navbera Gola Wanê, Deşta Mûşê, Gola Nazikê û Geliyê Bidlîsê de ye.[3]

DîrokBiguhêre

Kronîkên serdema navînBiguhêre

Teqînên volkanîkî ya Çiyayê Nemrûdê di çavkaniyên kurdî yên sedsala 16an de derbas dibin. Ev çavkanî dibin sedema piştrastkirin a çalakiya volkana Çiyayê Nemrûdê ya di dema Holocene de.

Di sala 1441an de çiyayê bi navê Nemrûdê ku di navbera Xelat û Bidlîsê de ye, ji nişka ve wek birûskên giran dest bi vedanê kir, tevlîheviyek mezin çêbû. Vî yekê hemî herêmê xiste nav tirs û xofê. Mirovan dibînin ku çiya bi firehiya bajarekî perçe bûye û ji nav vê perçeyê agirê ku di nav duyeke gurr hatiye pêçandin dertê. Bêhneke ewqas xerab ji çiyayê tê mirovên ku vî bêhnê hildidin nexweş dikevin. Kevirên sor di nav agirê gurr de dibiriqîn û kevirên mezin bi pêlên agirê re wek birûskê ji çiyayê dipekin. Li bajarên din ên ku gelek durî çiyayê ye, mirovan vî bûyerê bi awayekî zelal dîtin.

Bûyerên dîrokîBiguhêre

Ji bilî têkiliya efsanewî ya volkanê bi qeral Nemrûd re, di salên 1990an de zanyaran keşf kirin ku Nemrûd di jiyana şaristaniyên pêşîn de rolek girîng lîstiye. Ligel pirbûna çavkaniyên obsîdyenê yên li Anatolya û Îranê jî, Çiyayê Nemrûdê çavkaniya sereke ya obsîdyanê ku madeya herî girîng a Serdema Kevirê ji bo hemû niştecihên Mezopotamyayê û niştecihên Serdema Mezolîtîk ên li derdora Deryaya Mirî bû. Di analîza madeyên obsîdyenê de derketiye holê ku niştecihên van deveran tenê ji du çavkaniyan obsîdyan bikar aniye ku di nav de Çiyayê Nemrûd û volkana dorvekirî ya Çewlikê heye. Li Gola Wanê ku beşek ji rêyên bazirganiyê yên berê bû navendek kevnar a hilberandin û bazirganiya obsîdyenê hatiye dîtin.[4][5]

Du teqînên Nemrûdê dibe ku ji aliyê gelê Ûrartuyê ku yek dewletên kevnar ên li herêmê hatiye avakirin, hatiye dîtin. Ev teqîn di salên 787 b.z. (di serdema Qeral Menua) û 657 b.z. de (di serdema padîşah Rusa II) pêk hatine. Teqîna paşîn dibe ku bûye sedema windabûna ji nişka ve ya bajarê Uaiaisê ku 30 kîlomêtre li rojhilatê Çiyayê Sîpanê ye.[6]

Lêkolînên serdema nûjenBiguhêre

 
Nexşeya sedsala 19an a herêma Nemrûdê ku ji aliyê gerokekî Brîtanî ve hatiye çêkirin.

Yekemîn lêkolînên sîstematîkî yên Çiyayê Nemrûdê di nîvê sedsala 19an de di dema ku sûd ji bandora Brîtanî ya li herêmê girt, ji hêla gelek gerokên Ewropiyan ve hate serlêdan kirin, hatiye destpêkirin. Herêm hate ravekirin û hate nexşe kirin. Li gel ku di nava wan de arkeologê Brîtanî Austen Henry Layard jî hebû li ser bermahiyên kelehên Ûrartûyan ên li derdora Gola Wanê lêkolîn kirin. Di vê serdemê de hat destnîşankirin ku awayê neasayî ya av û çemên li herêmê û çêbûna Gola Wanê bi teqîneke mezin a volkanîkî û pê re astengkirina ava ku diherike Çemê Miradê bi girêdayî ye.[7]

Di sedsala 20an de, lêkolîna zanistî ya volkanê ji ber zextên polîtîk a Tirkiyeyê û pêvçûnên ku li Bakurê Kurdistanê derdikeve holê, hate qut kirin. Di nîvê yekem ê sedsala 20an de Nemrûd bi xeletî wekî volkaneke vemirî hate kategorîzekirin. Di salên 1980an de lêkolîn ji nû ve hatin destpêkirina û statûya wê hate guheztin. Di roja îro de Nemrûd bi ji aliyê volkanologan ve tê şopandin û tê lêkolînkirin. Volkan hêj jî bi awayekî baş nehatiye fêm kirin û li ser şîrovekirina daneyên stratîgrafîk lihevhatinek tune ye. Bi analîzên bermahiyên volkanîkî yên li Gola Wanê ku li nêzî volkanê ye, kronolojî û çalakiya teqînên vê dawiyê ya Çiyayê Nemrûdê hatiye zelalkirin.[8]

ÇalakîBiguhêre

Teqînên Nemrûdê bi giranî ji cureyên teqînên pekandinê pêk hatine. Madeyên wî bi gelemperî alkalin ne û ji cûrbecûr ên lavê pêk hatiye ku di nav de ji bazaltê bigire heya rîolît û fonolît, bermayiyên piroklastîk û slagê hene.[9] Teqînên di serdemên cuda de yan bi teqemenî yan jî bi pirole bûn. Çiyayê Nemrûd li ser şikestekê ye ku ji bakur ber bi başûr ve volqan derbas dike û kraterek sereke û gelek kraterên piçûk, maar, kaniyên germ û fumarolan dihewîne, cih digire.[10]

Kronolojiya çalakiyêBiguhêre

Dîrok Maddeyên sereke Cureyên çalakiyê Çavkanî
13ê nîsana 1692 ? Derxistina gaz û xweliyên volkanîk
1597 Obsîdyen û bazalt Lava herikîn Çavkaniyên kurdî
1441
657 ± 24 b.z. Xweliyên volkanîk Pekandina xweliyê Analîzên deverên Gola Wanê
787 ± 25 b.z.
4.055 ± 60 b.z.
4.938 ± 69 b.z.
5.242 ± 72 b.z.
18.000 ± 2,000 b.z. Riyolît Lava herikîn
28.000 b.z. K–Ar dating
80.000 ± 20.000 b.z. Bazaltên olîvîn K–Ar dating
100.000 ± 20,000 b.z. Bazaltên trakît
150.000 b.z. K–Ar dating
240.000 b.z. Trakîtên kuartz
270.000 BZ Îngîbrît Derxistina axên volkanîk û çêbûna kalderaya
310.000 b.z. Trakît Lava herikîn Dîrokkirina îzotopîk
330.000 b.z. Trakîtên kuartz K–Ar dating
380.000 b.z.
565.000 b.z.
700.000 b.z. Trakît K–Ar dating
790.000 b.z. Bazaltên olîvîn K–Ar dating
1.010.000 b.z. Trakît
Awayiya Nemrûdê
     
Ji fezayê de dîtina Çiyayê Nemrûdê. Kaldera ya ku ji peravê başûrê rojhilat ve tê dîtin. Xeta sor şikesteka volkanî nişan dide û nişanên din ên çep û rast herikîna lavan nîşan didin.

Çalakiya volkanîk a Çiyayê Nemrûdê di sê qonaxan, qonaxa çêbûna konê (qonaxa berî kaldera), qonaxa piştî kalderayê û çalakiya qonaxa dereng, pêk hatiye. Bi van qonaxan di roja îro de niqaş li ser dabeşkirina qonaxan û li ser şîroveyên cihêreng ên daneyên stratîgrafîk hene.[11]

Çêbûna kona volkanîkBiguhêre

Çêbûna Nemrûdê û qonaxa yekem a teqînan bi qasî 1 mîlyon sal berê bi teqînên pakanê dest pê kir û piştre jî bi teqînên tîşirên cihê yên ku 5-10 kîlometre ji hev veqetiyane dewam kiriye.[12] Di encama van teqînan de qatek stûrên (ji 50 mêtreayn stûrtir) tebeqeyên piroklastîk ên li pey hev ku bi giranî ku ji trakîtê (celebek ji kevirên volkanîk e) pêk tê, çêbûye. Maddeyên volkanîk a Çiyayê Nemrûdê ku qadek 500 km² vedihewîne, deşteke ku çavkaniyên parzemînî yên serdema Miyosenê vedişare, ava dike.[13]

Konika Nemrûdê ji lavên trakît ên tarî yên gerok ku gav bi gav Geliyê Bitlîsê tijî kir û 80 km dûrî navenda volkanîkê dagirtiye, çêbûye. Herikîna lavê digihîje bi firehiya 200 mêtre û qalindiya wê jî ji 5 mêtreyê heta 30 mêtreyê bû. Di encamê de bi tebeqeyên ji basalt û lavên trakîtîk, konek bi bilindahiya 4400-4500 mêtre hate temam kirin.[14]

Teqîna mezin a piştre (bi qebareya 62.6 km³) valahiyên mezin di hundurê volqan de çêdike û valahî dibe sedema hilweşîna lûtkeyê û çêbûna kalderaya li serê Çiya Nemrûdê.[15][16] Di destpêkê de hat texmîn kirin ku kaldera piştî vê teqînê, bi qasî 310 hezar sal berê çêbûye, lê belê lêkolînên nûtir destnîşan dikin ku hilweşîn bi teqînek din ku bi qasî 270 hezar sal berê pêk hatiye, çêbûye.[17] Madeyên vê teqînê bi piranî ji ignimbritê (nêzîkî 58.2 km³) pêk hatiye.[15] Bi vî rengî hilweşîna konê hêdî hêdî dibe ku di sê qonaxan de pêk hatiye.[18]

Qonaxên piştî kalderayêBiguhêre

Piştî çêbûna kalderyê, teqîn li qiraxa çiyayê pêk hatine û deh kraterên piçûk ku bi piranî li milê bakur in, derketine holê. Maddeyên lavên van teqînan ji aliyê trakît û riyolît vîskosê ve serdest bûn. Kombûnên herikîna piroklastîk li binê kalderayê kom dibûn vegerîne ignimbrit û obsîdyen û carinan jî vegerîne kevirên slag. Kraterek ku bi bilindahiya 2.485 mêtre ji asta deryayê bilind e, li binê kalderayê li ser xeta volkanê çêbûye.[19]

Qonaxa derengBiguhêre

Di vê qonaxê de nêzîkî 20 kraterên piçûk û maar ku bi piranî li ser şikesteka navendî ya volkanê ne ava bûne. Lavên basaltîk a van krateran kevirên volkanîk ên herî ciwan ên di nava kevirên Nemrûdê de ne. Teqîna herî dawî di 13ê avrêl sala 1692an de pêk hatiye. Ji wê demê vir ve tenê teqînên hilmê li binê kalderayê hatine dîtin û ev yek jî tê wateya ku çalakiya volkana Nemrûdê ya fumarol hêj jî dewam dike.[20]

BinêreBiguhêre

ÇavkanîBiguhêre

  1. a b c d e "Nemrut Dağı ve Nemrut Krater Gölleri - Tatvan Etkinlik Haberleri - Tatvan Kent Bilgileri". tatvan.net. Roja wergirtinê: 15 kanûna paşîn 2022.
  2. "Young Reporters for the Environment (YRE)". web.archive.org. 14 çiriya pêşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 14 çiriya pêşîn 2012. Roja wergirtinê: 12 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  3. "Nemrut Dağı ve Nemrut Krater Gölleri - Tatvan Etkinlik Haberleri - Tatvan Kent Bilgileri". tatvan.net. Roja wergirtinê: 15 kanûna paşîn 2022.
  4. Chataigner, C; Poidevin, J. L; Arnaud, N. O (1 çiriya pêşîn 1998). "Turkish occurrences of obsidian and use by prehistoric peoples in the Near East from 14,000 to 6000 BP". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 85 (1): 517–537. doi:10.1016/S0377-0273(98)00069-9. ISSN 0377-0273.
  5. Wright, Gary A.; Gordus, Adon A. (1 kanûna paşîn 1969). "Distribution and Utilization of Obsidian from Lake Van Sources between 7500 and 3500 B. C." American Journal of Archaeology. 73 (1): 75–77. doi:10.2307/503380. ISSN 0002-9114.
  6. Ayanis I : ten years' excavations at Rusaḫinili Eiduru-Kai 1989-1998. Altan Çilingiroğlu, Mirjo Salvini. Roma: Istituto per gli studi micenei ed egeo-anatolici CNR. 2001. ISBN 88-87345-04-X. OCLC 50604710.{{cite book}}: CS1 maint: others (link)
  7. "Geographical Notes". Nature (bi îngilîzî). 48 (1236): 233–234. 1 tîrmeh 1893. doi:10.1038/048233b0. ISSN 1476-4687.
  8. "Nemrut (volcano)". Wikipedia (bi îngilîzî). 18 kanûna pêşîn 2022.
  9. Yılmaz, Y; Güner, Y; Şaroğlu, F (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 85 (1): 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
  10. Ulusoy, İnan; Labazuy, Philippe; Aydar, Erkan; Ersoy, Orkun; Çubukçu, Evren (10 tîrmeh 2008). "Structure of the Nemrut caldera (Eastern Anatolia, Turkey) and associated hydrothermal fluid circulation". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 174 (4): 269–283. doi:10.1016/j.jvolgeores.2008.02.012. ISSN 0377-0273.
  11. "archive.md". archive.md. Ji orîjînalê di 22 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 20 kanûna pêşîn 2022.
  12. Ulusoy, İnan; Labazuy, Philippe; Aydar, Erkan; Ersoy, Orkun; Çubukçu, Evren (10 tîrmeh 2008). "Structure of the Nemrut caldera (Eastern Anatolia, Turkey) and associated hydrothermal fluid circulation". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 174 (4): 269–283. doi:10.1016/j.jvolgeores.2008.02.012. ISSN 0377-0273.
  13. Yılmaz, Y; Güner, Y; Şaroğlu, F (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 85 (1): 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
  14. Aydar, Erkan; Gourgaud, Alain; Ulusoy, Inan; Digonnet, Fabrice; Labazuy, Philippe; Sen, Erdal; Bayhan, Hasan; Kurttas, Turker; Tolluoglu, Arif Umit (1 gulan 2003). "Morphological analysis of active Mount Nemrut stratovolcano, eastern Turkey: evidences and possible impact areas of future eruption". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 123 (3): 301–312. doi:10.1016/S0377-0273(03)00002-7. ISSN 0377-0273.
  15. a b "archive.md". archive.md. Ji orîjînalê di 22 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 21 kanûna pêşîn 2022.
  16. Yılmaz, Y; Güner, Y; Şaroğlu, F (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 85 (1): 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
  17. Ulusoy, İnan; Labazuy, Philippe; Aydar, Erkan; Ersoy, Orkun; Çubukçu, Evren (10 tîrmeh 2008). "Structure of the Nemrut caldera (Eastern Anatolia, Turkey) and associated hydrothermal fluid circulation". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 174 (4): 269–283. doi:10.1016/j.jvolgeores.2008.02.012. ISSN 0377-0273.
  18. Ulusoy, İnan; Labazuy, Philippe; Aydar, Erkan; Ersoy, Orkun; Çubukçu, Evren (10 tîrmeh 2008). "Structure of the Nemrut caldera (Eastern Anatolia, Turkey) and associated hydrothermal fluid circulation". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 174 (4): 269–283. doi:10.1016/j.jvolgeores.2008.02.012. ISSN 0377-0273.
  19. Yılmaz, Y; Güner, Y; Şaroğlu, F (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 85 (1): 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
  20. Aydar, Erkan; Gourgaud, Alain; Ulusoy, Inan; Digonnet, Fabrice; Labazuy, Philippe; Sen, Erdal; Bayhan, Hasan; Kurttas, Turker; Tolluoglu, Arif Umit (1 gulan 2003). "Morphological analysis of active Mount Nemrut stratovolcano, eastern Turkey: evidences and possible impact areas of future eruption". Journal of Volcanology and Geothermal Research (bi îngilîzî). 123 (3): 301–312. doi:10.1016/S0377-0273(03)00002-7. ISSN 0377-0273.

Girêdanên derveBiguhêre