Tîl, Mûş
Tîl an jî Tîlê navçeyeke bajarê Mûşê ye. Navê wê bi tirkî kirine Korkut. Di sala 1985an de bûye navçe.
Tîl Korkut | |
![]() Nexşeya navçeyan
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Kurdistan |
Parêzgeh | Mûş (parêzgeh) |
Serbajar | Tîl |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 25 gund |
Gelhe (2008) | 26.856[1] kes |
Rûerd | 503[2] km2 |
Berbelavî | 53,4 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 3.227 kes |
Koordînat | 38°44′19″Bk 41°47′1″Rh / 38.73861°Bk 41.78361°Rh |
Bilindayî | 1.310 m |
Koda postayê | 49740 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Tîl an Têlî (di stranên dengbêjiyê de bi pirranî Tîl derbas dibe) di deşta Mûşê de cih digire. 26 gund bi Tîlê ve hatiye girêdan.
Niştecihên herêmê 100 % kurd in û bi zaraveyê kurmancî diaxivin. Li herêmê karê çandiniyê pêşketiye. Silq, titûn, kartol, genim, lovî û çandiniya zebeşan pêşketî ye. Herwekî xwedîkirina sewalan jî heye.
GelhenasîBiguhêre
Niştecihên navçeyê Kurdin û ji aşîra şêxanî ya ne li gorî hêjmara sala 2018an hêjmara gelhe ya navçeyê 25 hezar 817 kes hatîye tomarkirin.
ErdnîgarîBiguhêre
Tîl, yek ji wan navçeyên e û li Deşta Mûşê hatiye avakirin. Li rojavayê navçeyê Mûş, li başûr Dêrxas, li bakûr navçeya Kopê cih digire.
AborîBiguhêre
Aborî ya navçeyê tenê ajalkarî û bi karê çotkarî yê pêk tê. Di çotkarî ya navçeyê de bi giranî Silq, titûn, kartol, genim, lovî û çandiniya zebeşan tê kirin.
Girêdanên dervaBiguhêre
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ tuik, 2008
- ↑ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220