Kop (di 1928'an de wekî Qop hatiye nivîsand[2], bi tirkî: Bulanık) yek ji navçeyên Mûşê ye.

Kop
Bulanık
Nexşeya navçeyan
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş (parêzgeh)
Serbajar Kop
Qeymeqam Ferit Görükmez

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 10 bajarok
Hejmara gundan 53 gund

Gelhe (2008) 84.430[1] kes
Rûerd 1.689 km2
Berbelavî 50 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 20.889 kes
Koordînat 39°05′35″Bk 42°16′15″Rh / 39.09306°Bk 42.27083°Rh / 39.09306; 42.27083
Bilindayî 1.480 m
Koda postayê 49500
Koda telefonê (+90) 436
Kop li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Kop
Kop
Kop (Bakurê Kurdistanê)
Kop li ser nexşeya Mûş nîşan dide
Kop
Kop
Kop (Mûş)
Kop li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kop
Kop
Kop (Tirkiye)
Nexşeya gundên Kopê

Gorî hejmartinên herî dawî, hejmara navendê 41.000, bi giştî 139.000 e. Şik heye ku nifûs zêdetir be. Lewra li herêmê gelek kes di nifûsê de netomarkirî ne. Ev realîte li hemî Bakurê Kurdistanê heye. Şik heye ku dûgela Tirk dixwaze hejmara kurdan kêm nîşan bide. Bawerî bi statîstîkên dûgela Tirk nabe. Di sala 1927î de bûye navçe. Aborî bi pirranî li ser çandiniyê ye. Genim, ceh, nîsk, silq, hwd. Dîsa xwedîkirina sewalan jî heye. Kop li ser riya Mûş - Agiriyê dikeve. 107 km li dûrî Mûşê ye. Firehiya erdê navçeyê 1.706 km û bilidahî ji rûyê avê 1.480 m ye. Li rojhilatê Milazgir, li rojava Gimgim, li bakur Erzîrom û Xinûs û li başûr jî Xelat a Bedlîsê, Têlî hene. Di navbera Kop û Milazgirê de 25 km heye. Bi zivistanan berfî û sar, bi havînan germ û ziha ye.

Dîrok biguhêre

 
Mizgefta Şex Aynü'l melek

Dîroka Kopê jî wekî ya herêmê pirr kevn e. Li herêmê medan, hûrriyan, ûrartûyan, bîzansiyan, osmaniyan, ûrisan û hwd desthilatî kirine. Herêm jî wekî hemî deverên Kurdistanê heya Şerê Cîhanî ya Yekê herdem di bin hukmê mîrîtiyên kurdan de bûye. Piştî parçekirina Kurdistanê û şikestina serhildanên kurdan rewş bo kurdan xirab bûye.

Gorî hin îdîayan navê herêmê di dema ûrartûyan de Horhorîkî bûye. Beriya Terteleya Filehan gelek fileh jî hebûne li herêmê. Gundên ku fileh lê jiyane ji navên wan tê derxistin. Kurd û fileh bi biratî bi hev re li herêmê jiyane. Di serhiladana Agiriyê, dagirkirina ûrisan hwd de gelek car kurdên Qers, Erdêxan û Xinûse koçber kirine rojava û başûrê Bakurê Kurdistanê. Herwekî hatina Kopê jî.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ Köylerimizin adlari, 1928

Girêdanên derve biguhêre