Rojhilata Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê perçeyê Kurdistanê ye ku di nav sînorên Îranê de ye. Jimara nîştecihên vê perçeya Kurdistanê, zêdetirî 10,000,000 kes e ku nîzêkî 1,500,000 kurd li herêma Xorasanê dijîn.
Ziman
biguhêreZarava gelê Rojhilata Kurdistanê soranî, kelhorî, kirmancî , hewramî, lekî, zazakî, û Lurî ye.
Dîn
biguhêreDînên xelkê Rojhilata Kurdistanê sunî, şîe, Alevî, yarsan û cihû û Zerdeştî ne.[çavkanî hewce ye]
Erdnîgarî
biguhêreEv par ji Kurdistanê ji 11 herêman pêk tê: herêma Mukriyan, herêma Erdelan, herêma Kirmaşan, herêma Hewraman û herêma Lekistan , herêma îlam. û herêmaLoristan. û herêmaHemedan. û herêmaŞarîkurd. û herêmaXuzistan. û herêmaYasûc. û herêma Kazrun û Genave.
Dîrok
biguhêre- Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê meko ya şoreş û serhildanê ye ku di sala 1945an de yekemîn partiya siyasiya kurdî di vê perçe ji Kurdistanê li navenda Nationalism a kurdî, bajêra Mehabad ê ava bû û di sala 1946an de jî tenha komara kurdî bi nava Komara Kurdistan li ser destê Qazî Muhemmed di navenda Rojhilata Kurdistan , bajara Mehabad hat ragehandin.[çavkanî hewce ye]
Rewşa niha
biguhêre- Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê di halê hazir de di nav axa dewletê Îranê de ye. Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan, Îlam, Hemedan pêk tê. Her wisa parêzgeha Xorasana Bakur jî kurd in, lê ji ber sedemên cografî di nav Kurdistanê de nayê hesibandin.
Rûerd
biguhêreRûberê Rojhilata Kurdistanê 204.352 km² ye.[çavkanî hewce ye] Rojhilat herêmke çiyayî ye. Rojhilata Kurdistanê ji van navçan pêk tê: Ji bakur ber bi başûr ve navçeya Mako, Urmiye, Somabiradost, Bêlewer, Mukriyan, Erdelan, Hewreman, Kirmanshah, Îlam û Lekistan û Loristan û Hemedan û Xuzistan û Şarîkurd û Yasuc û Genave û Kazrûnin. Heger mirov wekî ku di balafireke de be fi bi jor ve, li herêma Rojhilat mêze bike, çiyayên bilind û daristanên gurr dibîne.
Di navbera van çiyan û baniyan de deştên rast û bi ber, çem û newalên bi av hene. Çiya û deten herî girîng ên van navçeyan jin bakur ber bi başûr ve ev in: Çiyayên Çilikan û Sarîdaş, deştên Soma û Bêlewar, Çiyayê Reş (3578 m), Deştên Wirmiye û Mergewer. Çiyayên Mukriyan, deşta Şarwêran, zincîra çiyayê Zagrosê û li başûr çiyayên Şaho (3390 m), Dalaxanî û Paraw, deştên Kamyaran û Mayîdeşt, çiyayên Wuşnrankêw (4050 m), Mezin û Spî hene.
Piranî darên mazî û berû ne. Di nav wan de darên mêwe ji hene. Wekî enab, beyîv û hirmiyê kovî, aqasya, erxewan, spîndar, soreçinar, berû mazî û mêxik. Herweha tû, mêw, xox, qeysî, gûz, hinar, hirmî, guyîj, belalûg, sêv, gelaz, bîhok û sincû ji hene. Li herêma çiyayên Qendil û Zagrosê baran zêdetir dibare. Hebûna baran û berfê li çiyayên Kurdistanê bûne sedem ku çem û kanî pir bi av in. Havînan li Kirmanşahê germahî digihe 35-45 pileyî. Germtirîn bajarê herêmê Qesrêşêrîn û Mêhran in. Sartirîn bajar Bokan û Sine in. Zivistanan li van bajaran serma dikeve binî -30-35 pileyî.
Zincîra çiyayên Zagrosê
biguhêreÇiyayên Zagrosê ji geliyê şîn heta geliyê Alan ji Kurdistana Rojhilat û Başûr re dibe wekî tixûb. Zagros rêzçiyayên Kurdistanê ne. Ew ji bakur ve ber bi bashûr, ji Agirî heta Luristanê dom dikin. Ew heta herêma shirazê diçin. Dirêjiya Zagrosê ji 1000 km zêdetir e. Bilindiya wan li Wuştrankêw 4700 metreyî derbas dike. Divê herêmê de, ji bakur, ber bi başûr ve çiya paralel in. Li bakur çiyayên Sahend û Sebelan bi berf in. Berfên wan ji payîza pêşîn heta dawiya biharê dimîne. Rêza Zagrosê ber bi Mezopotamyayê ve, di navbera geliyê Şîn û Alan de/ bilind û tûj in. Lê, di navbera Badînan û Mûsilê de nizim dibin. Dadikevin 450 metreyî. Li aliyê rojhilat Ji 1000 metreyî bilintir cîh hene. Geliyê Şîn 2860 metre ye. Ji ber vê yekê di hindava Mûsilê de çemên Rojhilata Kurdistanê dadikevin Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî Zêyê Biçûk li herêma Mukriyan û Bane gelek av û çemên din jî berhev dikin û di herêma Serdeştê de ji geliyê Alan derbasê Başûr dibe.
Av û bendav
biguhêreGola Urmiyê, dikeve rojhilatê bajarê Urmiyeyê. Qerexê rojavayê wê besşek ji tixûbê Rojhilata Kurdistanê ye. Dirêjayiya wê nezîkî 140 km û firehiya wê jî 50 km ye. Qada wê 6.000 km2 ye. Kûriya wê 6 û hinek cîh digîhe 15 metreyî derbas dike. Di nav golê de çend girav hene. Lê, ya herî mezin girava Şahiye ye. Gola Zirêbarê, li nêzîkî bajarê Merîwan e. Dor û berê wê deşt û çiya ne. Bi dar û devî ne. Dirêjiya wê 5 km û firehiya wê jî 2 km ye. 15 metre kûr e. Ava gola Zirêbar şêrîn e û masî tê de dijîn.
Bendav
biguhêre- Bendava bokan, li rojhalata bajarê Bokanê ye ku 500.000.000 metrekûbîk av digire û 6000 kilowat enerjî dide.[çavkanî hewce ye]
Herêmên Rojhilata Kurdistanê
biguhêreDi sîstema îdariya Îranê de şûna sîstema wîlayetan de herêm hene. Herweha Kurdistan dibe şeş herêm.[çavkanî hewce ye]
Herêma Bakur
biguhêreEv herêm ji çemê Aras dest pê dike û heta Deştebêl dom dike. Di ve herêmê de navçeyên Urmiye, Bazirgan, Mako, Şot ,Soma, û Salmas hene.
Herêma Mukriyan
biguhêrePîranşar, Mahabad, Bokan, Serdeşt, şino, Miyanduaw, Nexede, Tîkab û Şahîndij.
Herêma Erdalan
biguhêreEv herêm ji Saqiz dest pê dike û heta Kamyaran dom dike. Di vê herêmê de bajarên Saqiz, Bane, Dîwandere, Bicar, Sine, Merîwan û Kamyaran hene.
Herêma Kirmanşahê
biguhêreEv herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Bêstûn, Pawa, Sonqur, Rewanser, Sahane, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesrê Şîrîn, Hersîn, Gîlangerb, Şahabad û Cwanro] hene.
Herêma Îlamê
biguhêreEv herêm ji Şahabad dest pê dike û heta Serpêl û Zahaw dom dike. Divê herêmê de bajarên Îlam, Neftêsha, Mihran, Melikşahî û Eywandesht hene.
Ev herêm ji Sine dest pê dike û heta Kûdeşt dom dike. Di vê herêmê de bajarên Sine, Hersîn, Kûdeşt, Nûrawa, Aliştir, Kengawer, û Dirişer hene.
Herêma Gûran ji bakurê rojavayê parêzgeha Kirmaşan û devera Xaneqînê li Başurê Kurdistanê pêk tê. Bajarên giring ên vê herêmê Xaneqîn, Serpêlzahaw, Kirênd, Gîlangerb û Qesrê Şîrîn in. Ev herêm bi kevneşopî warê kurdên kelhûrî, lekî û hewramîaxiv ên yarsan e, yên ku xwe xwemalî wek "gûran" binavdikin.
Bajarên Rojhilat
biguhêreMirov dikare bajarên Rojhilat ji bakur ve ber bi başûr ve weha rêz bike: Bazirgan, çaldıran Qutûr, Mako, Urmiye, Şino, Nexede, Pîranşar, Mehabad, Shahîndij, Bokan, Tîkab, Seqiz, Serdeşt, Bane, Dîwandere, Bîcar, Merîwan, Sine, Qurwe, Pawe, Rewanser, Kamyaran, Sonqur, Serpêlzahaw/ tüysarkan Kirin, Mayîdeşt, Kirmanşah, Sehene, Kengawer, Hersîn, Şahabad, Nefteşah, Îlam, û Mêhran.Xurmabad , Hemedan , Yasûc , Şarîkurd , Dezfûl , Kazrûn , Genave
Parêzgehên kurdnişîn
biguhêreSiyaset û rêxistin
biguhêre- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
- Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele)
- Hizba Demokrat a Kurdistanê, Îran (HDKÎ)
- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
- Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
- Rêxistina Xebata Rojhilatê Kurdistanê
- Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komûnîst a Îran
- Rêxistina Gelê Kurmanc
- Rêxistina Demokratîk a Yaresan
- Cemaeta Dawet û Islahê a Îran