Kirmaşan (parêzgeh)

Parêzgeh a rojhilatê Kurdistanê

Kirmaşan an Kirmanşan an jî Kirmanşah yek ji herêmên Rojhilata Kurdistanê (Îran) u yek je 30 parêzgehên Îranê ye.

Kirmaşan
Kermānshāh
Kirmaşan li ser nexşeya Îran nîşan dide
Kirmaşan
Kirmaşan
Kirmaşan (Îran)
Kargêrî
Welat Rojhilatê Kurdistanê
Dûgel Îran
Serbajar Kirmaşan
Demografî
Gelhe 1.921.284 (2005[1])
Berbelavî 76,9 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 24.998 km²
Koordînat 34°18′00″Bk 47°04′00″Rh / 34.3°Bk 47.0667°Rh / 34.3; 47.0667
Nexşe

Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe.

Kirmanşah navê parezgêhe (ustaneḱî) mezine Rojhilata Kurdistanê û her visa navê navenda parezgêhêye ev bajêre û bajerên ser bi vê parezgêhê xwedî mêjûyekî kevnarin. Navê bajarê Kirmanşahê bi Kurdî dibe Kirmaşan û navê qedîme vê Qirmîsen bûye.

Kirmanşah di teqsîmata ėevilîn de ustana pênçêye Îranê bû ku ustanên Hemedan û Kurdistan û Îlam jî li ser vê hisab dibûn. Piştre sê parezgêhên navberî jê cûda bûn. Di dest pêka şoreşa Îslamîye Îranê de navê vê parezgêhê bû Baxteran û piştî çend salan bi zext û fişara nonerên Kirmanşahê di parlemantera Îranê de careḱî din navê Kirmanşahê cihê Baxteranê girt. Di serjimariya sala 2006an de sermijara vê parezgêhê 1902760 hatiye texmîn kirin û serjimara navendê parezgêhê yanî bajarê Kirmanşahê divê serjimariyê de gihîştîye 765075 kesî. Bajarê Kirmanşahê 1410 mêtran ji derya azad bilindtire.

Ev parezgêhe navenda hikûmeta Sasaniyan bûye li bervêyekê asevarên gelik dîrokî û xudan qîmet divê parezgêhê de mane, mina; Taqbostan, ketîba Bîstûnê û meėbeda Anahîta. Kirmanşahê li ber xatira cir e cir bûna av û hewa û zav û qomîtên vê leqeba Hindistana Îranê didinê. Ji bo mînak Qesra Şîrîn xudanê av û hewayê germe û Sunqur û Pavê av û hevayê sar hene belê bajarê Kirmanşah xudanê av û hewayekî asayîye. Di vê parezgêhê de Kurd, Lek (Eşîrekî Kurdên), Fars û Ereb tevlîhev dijîn. Ji aliyê olê ve Şiîtî ye, Sonî, Ehl-e heq (Yarisan), Ermenî, Asûrî û Cihû bi hevra dijîn. Piranîya gelê parezgêha Kirmanşahê bi Zimanê Kurdî qise dikin.

Parêzgeha Kirmanşan ji 14 şehristanan pêk tê.

biguhêre
 
Navçeyên parêzgeha Kirmaşanê

Navçeyên parêzgehê û bajarên parêzgehê ev in [2]:

  1. Kirmaşan (navçe):Kirmaşan, Kûzeran, Qela (Kirmaşan), Heleşî, Maydeşt
  2. Şabad (navçe): Arwînawa, Homeyil
  3. Pawe (navçe): Pawe, Bayengan, Nosûde, Banewrê, Nodşe
  4. Selasê Bawecanî (navçe): Tazavayî Selas, Ezgelle
  5. Ciwanro (navçe): Ciwanro, Şervêne
  6. Dalahû (navçe): Kirênd, Giware, Rîjaw
  7. Rewanser (navçe): Riwanser, Şahû
  8. Serpêlzehaw (navçe): Serpêlzahaw
  9. Sunqûr (navçe): Sunqûr, Seter (Kirmaşan)
  10. Sehne (navçe): Sehne, Miyanriyan
  11. Qesra Şîrîn (navçe): Qesra Şîrîn, Sûmar
  12. Kengawer (navçe): Kengawer, Gewdîn
  13. Hersîn (navçe): Hersîn, Bêstûn
  14. Giyellan (navçe): Giyelan, Sermes

Parêzgehên kurdnişîn

biguhêre
 
Sinorên Rojhilata Kurdistanê

Cihên turîstî

biguhêre

Cihên torîstî ye vê vilayetê evanene; abşara derbend, Qebrê Babayadigar, Bîsitûn, Taqbostan, Qopya Mehşîdanê, Tekiya Mueavin Elmulk, Çartaqî, Rêjav, serava Revanserê, serava Nîlofer, şikevta piro, şiḱevta Qûrî Qelayê, qelaya Yezdgurd, koçka Sasanî, Qesrşirîn, gora Isĥaqvend, micesime (hêykelê) Hêrkol, mizgevta Ėimadidole, nîyayişgah (îbadetgeha) anahîta (CD Dêhxuda).

Rêvebirina îdarî

biguhêre

Bi dûçûna rêvebirina îdarî ya Îranê, navên parçeyên dabeşkirî û rêvebirên parçeyan wiha ye[3] :

Rêveberina îdarî ya Îranê
Cûreyên dabeşê Ostan (parêzgeh) Şehristan (şaristan, qeza, navçe) Bexş (nahiye) Dehistan (gundistan) Şehr (bajar) Rusta (gund)
Rêvebirê îdarî Ostandar (parêzgar) Fermandar (qeymeqam) Bexşdar (rêveberê nahiyê) Bexşdar (rêveberê gundistanê) Şehrdar (şaredar) Dehyar (muxtar)
Navê rêvebirinê Ostandarî (parêzgarî) Fermandarî (qeymeqamî) Bexşdarî (rêveberiya nahiyê) Bexşdarî (rêveberiya gundistanê) Şehrdarî (şaredarî) Dehyarî (muxtarî)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ www.gazetteer.de
  2. ^ (farisî) Malpera fermî ya amarên Îranê, dabeşkirina parêzgeha Kirmaşan [1]
  3. ^ (farisî) Malpera fermî ya amarên Îranê, dabeşkirina Îranê [2]