Serpêla zehaw

(Ji Serpêlzahaw hat beralîkirin)

Serpela Zehaw (bi Cafî: Serpêlî Zehaw ،سەرپێڵی زەھاو bi Kelhurî: سەرپوڵ زەھاوە, Serpuli Zehaw) bajarekî Kurda yê li Kurdistana îranê ye û girêdayî Parêzgeha Kirmaşanê ye. Runiştvanên vî bajarî bi cafî , Goranî û Kelhûrî diaxivin. Her wiha baweriyên Şîa, Yarsanî û Şafiî tevde li vî bajarî dijîn. Li vî bajarî bermahiyên ji serdema Loloyan hene.