Lolo an Lollo gelek ji civakên Zagrosa mezin ku ji zûda li herêma Silêmaniyê jiyane u kalên Kurdan e. Di gelek çaxên dîrokê de dewlet saz kirin, xwediyê serxwebûn û azadiyê bûne. Di ilm û karbend û çand û pisporiye da gelek pêşta çûne. Ji bo parastina ax û welate xwe bi gelê Asur û Aqadra pir cara ceng û şerr kirine. Bi gora lewha entika kevnara, ya çaxê qirale Lolo´wan ku di 2800 sal beriya buyina Îsa pêxember de ku li herema Zehawê hitye ditin, ji herema Halman (Hilwan) ê heya herema Zehaweyê hemû di bine destê Lolo´wandan buwe. Sinoren dewlete wan, di xweda bajarê Silemaniye, Sexan, Zehawe, Şehrezûr û Kerkûke ji digirt. Paytexta wan bajare Zimriye buwe.[1]

Keyê Lolo Anubanini. Ew rolyef li herêma Kirmaşan e .

Li Dersîme nave yek eşire Lolan

Dewleta Lolo

biguhêre

Gele Lollo dewletek xurt û heja saz kiribun. Ev dewleta hanê nêzikî hezar sali dom dike. Di sala 1800 beriya Miladê de Aqad´î êrisê tînîn ser wan û wan dixin bin desten xwe. Dema ku Goti welatê Aqad´iyan zeft dikin, gele Lollo ji li hember wan ser dikin û dibin xwediye serxwebun û azadiye û bi Gotiyan ra peyvendi û dostiye cediken.

Di sala 1000 beriya miladêda Asûrî erîsê tînin ser welatê wan. Kayayê wan Amixa, direve kela (Pîrmîgron) ê Asurî paytextê wan bajarÊ Zimriye zeft dikin. pistra Asûrî di nav xweda bi hev dikevin di welate Lollo´wandan gelek serhildan û nerihetê cêdibin, dewleta Asuriya dipelis e û Imperetoriya Mediya te sazkirin.

ji: Dîroka Kurdistanê Cild 1 /85

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Diroka Rojhilat 186 / Diroka Kurdistan Cild 2/83