Kerkûk (asûrî: ܐܪܦܗܐ, tirkî: Kerkük, erebî: كركوك, Karkuk) bajarekî Başûrê Kurdistanê ye.

Kerkûk
Bazaar in Kirkuk's city center 06.jpg
Dîmenek ji bazara Kerkûkê
Kerkûk is located in Iraq
Kerkûk
Kerkûk
Nexşeya cihan Îraq
At-Tamin-Kurdish.jpg
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Kerkûk
Demografî
Gelhe 949.000 (1993)
Erdnîgarî
Rûerd 10.282 km²
Bilindayî 350
Koordînat 35°28′0″Bk 44°24′0″Rh / 35.46667°Bk 44.40000°Rh / 35.46667; 44.40000
Kelheya Kerkûkê

Bajarê Kerkûkê serbajarê parêzgeha Kerkukê ye. Di çaxa deshilatdariya Sedam ew bajar ket ber Helmeta Te'rîb kirin (erebandin) û kurdên wê hatin derkirin u ereban ji bajarên din ve re hatin nîştecêkirin. Kerkûk mezintirîn bîrên petrola Kurdistaneê li xo girtiye, mîna Babagurgur.

Mêjûyî KerkûkBiguherîne

Şarî Kerkûk le serdemî Gotîyekan da dirûst kirawe we her Gotîyekanîş Qellay Kerkûkyan dirûst kirduwe bêgûman eme aşkira ye ke Gotîyekan yekêkin lew tîr û hoze konaney kurd ke ser be netewey kurd in em şare zor car lelayen dagîrkeranewe dagîr kirawe nimûne: dewlletî Mexol (tûrk) û dewlletî Aşûrî we herweha lelayen Yonanîyekan û Erebewe dagîr kirawe. Hemîşe dagîrkeranî Kurdistan çawyan lewe buwe nasnamey Mêjûyî û konî em şare bigorrîn nawdartirînyan (tûrk û ereb) in emeş bo ewe egerrêtewe ke em şare dewllemend e be Newt le Kurdistan da (Babe gûrrgûrr) we herçende dagîrkeran û dûjminanî gelî kurd em mêjûwe çak ezanin bellam dan bewe da nanên Betaybetî Tûrkmanî Mexol ke mêjuwekeyan aşkira ye û le Mengolya we hatûn legell tûrk û azerî ye turkekan da we destyan sûr e be kûştinî milyoneha kurdî Kurdistan. 75%-80î danîştuwanî em şare kurd in we hendêk ereb û turkmanî têdaye ke le willatanî xoyanewe hatûn.

Madeya 140Biguherîne

Piştî jinavbirin û rûxandina rejîma Sedam Huseyîn di sala 2003an de, kurd û ereban li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdî ne - weke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hîn deverên din - lê ji aliyê tevgera kurdî weke beşek ji Kurdistanê tên hesibandin, bi riyeke qanûnî werin çareserkirin. Ji bo vê yekê hin made di destûra Îraqê hatin bicihkirin. Destpêkê madeya 58an ya destûra Îraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140ê ya destûra Îraqê. Li angora madeya 140 jî ew meseleya wan deverên arêşedar – û ji wan jî bajêrê Kerkûkê – bi sê qonaxan tê çareserkirin.

Di qonaxa yekem de divê kurdên awarebûyî vegerin cihên xwe yên berê û bihên qerebokirin û erebên ku ji cihên xwe hatine derxistin li cihên xwe yên berê vegerin û ew jî bihên qerebokirin. Di qonaxa duyem de divê serhejmarî bihê encamdan û di qonaxa sêyem jî de gerek referandum bihê sazkirin, da ku bihê naskirin ka dê çarenivîsa evan deveran çi be. Ev prosesa han li gor made divîyabû di dawiya sala 2007a de bi dawî bihata, lê ji ber hinek pirsgirêkan (bi fermî pirsgirêkên teknîkî, lê di rastiyê de pirsgirêkên siyasî, yanî lihevnekirina kurd û ereban) bo şeş mehan hate paşvexistin û pîştî şeş mehan dîsa nehat bicihkirin û dîsa hate paşvexistin[çavkanî pêwîst e].

Rewşa îro ya Kerkûkê (2020)Biguherîne

Gundên qezaya Kerkûkê di sala 1957an deBiguherîne

Kerkûk (qeza):

Navdarên bajêrBiguherîne

Her wisa binêreBiguherîne

Pirsa Kerkûkê

ÇavkanîBiguherîne

  • Ebdulla Xefur (2001). Pêristî gundekanî Kurdistan - Pêristî gundikanî Başûrî Kurdistan leser jimêrî salî 1957da. Stokholm.