Iraq

Welatekî Rojhilata Navîn
(Ji Îraq hate beralîkirin)
الجمهورية العراقية
al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya
Komara Iraqê
Alaya Iraqê Nîşana Iraqê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Allahu Akbar
Sirûda netewî: Mawtini [1]
Iraq (orthographic projection).svg
Zimanên fermî Erebî, Kurdî [2]


Paytext Bexda [3]
33°20′Bk 44°26′Rh / 33.333°Bk 44.433°Rh / 33.333; 44.433
Bajarê mezin Bexda
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Berhem Salih
Adil Ebdulmehdî
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

438.317 km2
1,1
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

38.146.025 kes
71.5 kes/km2
Serxwebûn - 1'ê kewçerê 1919 ji Împeratoriya Osmanî.
- 3'ê kewçerê 1932 ji Brîtanya.
Dirav Dînarê îraqî
Dem UTC+3
Nîşana înternetê .iq
Koda telefonê 964
Iraq-CIA WFB Map.png

Iraq an jî Îraq[4] (bi soranî: Êraq; bi erebî: العراق al-‘Irāq) an jî Komara Iraqê (bi erebî: الجمهورية العراقية al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navê dewleteke federal di Rojhilata Navînê de ye. Başûrê Kurdistanê di nav sinorên Iraqê de ye.

DîrokBiguherîne

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.

Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpê kirin ku Suriyeyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Îraqê. Iraq di bin hikûmraniya İngilîzan de bû û baregehên İngilîzan ji aliyê mesihiyên Sûryanîve dihatin parastin[5]. Her wiha İngiîzan xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên Iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiya Jontirkan de bûn. Dîroknasê kurd Nejat Abdulla dibêje;

Li vê derê di bin mandateriya İngîlîzan de ji cotmeha 1922yê heta 1933yê keyaniya Îraqê dike û dewletê birêve dibe.

Serdema Feyselê yekemBiguherîne

  Gotara bingehîn: Keyaniya Kurdistanê

Di navbera İngilîzan û Melîk Feysel da, li sala 1930ê de peymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê, dewleta Îraqê êdî azad dibe û dibe endamê Cemiyeta Neteweyan.

Berî şerê cîhanê yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de micadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina Almanan bo rojhilata navî di gulana 1941ê de Brîtanyayê cardîn Îraq dagir kir û hikûmeteke nêzî xwe ava kir. Li sala 1955ê de hikûmeta Îraqê bi armanca alikariya berxwedanê û aboriyê bi Tirkiyeyê re Pakta Bexdayê destnîşan kir. Îran, Pakistan û Brîtanya jî tevlî vê hevpeymanê bûn.

Li sala 1968ê de bi rêberiya hindek pisporên leşkerî derbeya leşkerî pêkhat, di encamê grûbeke têkildarî partiya Bees bû desthilat. Di nav vê grûbê de jî Sedam Huseyn jêhatî bû û xwe dida pêş.

Polîtîkayên derveBiguherîne

Parêzgehên IraqêBiguherîne

Parêzgehên Iraqê:

 

OlBiguherîne

97 % ji akinciyên îraqî misilman in; 60 % - 65 % şiî û 35 % - 37 % sunî ne. 3 % mesihî û êzîdî ne. [6]

TêkildarBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Sirûda neteweyî ya kurdan Ey Reqîb e
  2. Zimanê fermî li Kurdistanê kurdî ye wek asûrî, turkmenî û ermenî
  3. Serbajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêr e
  4. Rojnameya Evro, Dihok; rojnameya War, Dihok.
  5. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:145
  6. [www.cia.gov/library/publications/the-world-factbook/fields/2122.html]

Girêdanên derveBiguherîne

  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)