Herêma Kurdistanê

herêma otonom a kurd li Iraqê
Ji bo maneyên din li Kurdistan (cudakirin) binêre.

Herêma Kurdistanê[1] rêveberiya îdarî ya li ye ku di nav sinorên Iraqê de ye. Li Herêma Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Xaneqîn û Zaxo hene ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne birêvebirin.

ھەرێمی کوردستان Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Herêma Kurdistanê
هەرێمی کوردستان Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Ey Reqîb Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Herêma Kurdistanê li ser nexşeyê
Map
Paytext
36°11'Bk, 44°0'Rh
Zimanên fermî
Rêveberî demokrasiya parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 46.861 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 6.171.083 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Dînarê Iraqî
  • Demjimêr
    Koda telefonê +964
    Malper
    https://gov.krd/, http://www.italy.gov.krd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    •      Herêma Kurdistanê
    •      Herêmên nakok
    •      Herêmên xwestin û di bin kontrolê de ne
    •      Herêmên xwestin
    •      Iraqê mayî

    Li navenda Silêmaniyê qasî 900.000 kes dijîn[çavkanî hewce ye]. Parêzgeha Kerkûkê, ji Çemçemal, Leylan, Sengaw, Qadirkerem, Daquq, Tûzxûrmatû, Pirdê, Teq teq, Axçeler, Şwan û Heskerê pêk tê. Li navenda Kerkûkê qasî 1.100.000 kes dijîn[çavkanî hewce ye]. Pêncem Parêzgeha Xaneqînê, ji Neftxane, Kelar, Kifrî, Celewla, Qêretû, Bemo, Hecîler û Şakilê pêk tê.

    Li Başûr bi tenê rêyeke hesin heye. Ew ji bajarê Hewlêr ber bi Kerkûk, Tûzxûrmatû, Celewla, Bakûbayê ve diçe Bexdayê. Di van salên dawîyê da dewleta Iraqê vê riya hesîn xirab kir. Bi wateya coxrafî Başûrê Kurdistanê perçeya Kurdistanê başûrê Torosan e.

    Dîrok biguhêre

      Gotara bingehîn: Dîroka Başûrê Kurdistanê

    Ger tarîxa giştî ya Başûrê Kurdistanê mirov bîne ser ziman, mirov kare here heta dema mediyan û ji wê jî bibihure. Hîmê wê di demên berî zayînê de hatine avêtin. Pêşketina wan, heta roja me berdewam kiriye. Di dema mediyan de Kurdistan bûye yekqat û bi wê yekîtiya xwe re herêmên dora xwe jî kirine bin destê xwe de. Di dema mediyan de, kurdan berê desthilatdariya xwe dane bi herêmên Anatolyayê de jî. Seferên ku kirine nimûneya vê ne. Şerê di neqeba keyê Lîdyayê Alyêt û keyê medî Qiyaqser de, nimûneya vê yekê ye. Piştre kurê Qiyaqser Astiyag bi keça keyê Atiyag, Aryanîs re dizewicê. Ev zewac, weke peymaneka aşîtiyê ya di naqabîna wan de ye.

    Lê medî li ser desthilatdariyê demeka dirêj namînin. Li qasrê şer û pevçûnên ku dibin, piştre ku êdî gihiştine asta bûna xanedantiyê pers jî tevlî dibin. Bi piştgiriya Harpagos Darîus ku ji aliyê bav ve kurd û ji aliyê dê ve pers bû tê ser keyîtiyê. Ew desthilatdariya mediyan ji holê rakiriye. Piştre dîsa kurd wekê xwe dimînin û desthilatdariya kurdan dimîne. Lê ew hêza wan namîne. Piştî mediyan bi dusadsalî re xanedana pers Aqamanîşan, bihêz dibe ku derkeve pêş. Ku kurd piştgiriya nedine nikare derkeve pêş û mezin bibe. Peymaneka wan bi kurdan re çêdibe û bi wê re ew êdî derdikeve pêş. Lê di qasrê de û di ji derve bi hêzî kurd serwerê wê ne. Hebûna qamanîşan heta dema Sasaniyan tê. Rêveberiya aqamanşan dewra Sasaniyan tîne. Sasanî jî bê kurd nikarin mezin bibin û xwe li ser lingan bigirin. Di dema Aqamanîşan da hatina Îskenderê Mekedonî ya li Kurdistanê, hingî kurd li ber wî disekinin. Xwe dispêrin Zagrosan. Bi zagrosan û Çiyayê Araratê kurd, pişta wî li Kurdistanê bi hêza wî re dişikênin.

    Di van deman de Başûrê Kurdistanê li pêşiya Rojhilatê Kurdistanê ye. Di dema Sasaniyan de Başûrê Kurdistanê hê bêhtir derketiye pêş. Herêmên wê, nêzî herêma Botanê ya Bakûrê Kurdistanê bi pêş dikeve û li herêmên din jî belav dike. Herêma Kurdistanê ya korak ku îro jê re Kerkuk tê gotin jî, di wê demê de derdikeve pêş. Lê piştî hatina Îslamê re pirr seferên ereban lê dibin. Bi wan seferan re gelek eşîrên wan diçin li wan herêman bicih dibin. Lê herêm piştre jî, wekê xwe dimîne. Herêma Başûrê Kurdistanê di dema Îslamê de bi rêveberiya îslamî ya li Baxdayê re pêşketinakê dibe. Piştî derketina "mezhebê şîa", bi Rojhilata Kurdistanê re di xetekê û wekhevîyekê de bi pêş dikeve. Bakûr û Başûrrojava jî bi hev re ku Cizîra Botan navenda wan e bi pêş dikevin. Piştî Şerê Çaldiranê, bextê Başûrê Kurdistanê bi Rojhilata Kurdistanê re di xetekê de dibe. Şerê Çaldiranê, kurdan dike du qat. Piştî wî şerî re heta sadsalên 17em û 18em, pêşketina ku hin bi hin desthilatiya kurdan li ser herêmên wan kêm dikin rû didin. Bi wê re serhildanên kurdan dibin. Serhildana Şêx Mahmudê Rawandûzî, di vê yekê de destpêkeke mezin ya dîrokî ye. Başûr û Rojhilata Kurdistanê dike qada xwe ya serhildan û Şêx Mahmudê Rawandûzî serî hildide. Çend ku ew hêza Safevî bi osmaniyan re dibe yek û piştre têk dibin jî, tesîra wî mezin be li pêşketinên piştre yên Kurdistanê.

    Osmaniyan û Safeviyan, piştî Şerê Çaldiranê re levkirina wan ya pêşî li ser temenê şerkirina wan ya li ber kurdan, di cara pêşî de di dema Şêx Mehmudê Rawandûzî li ber wî dide. Şêx Mahmudê Rawandûzî Zagrosan ji xwe re dike navend. Lê ew jî bi hîleyan tê têkbirin. Piştî wî re Şêx Abdulrahman, serhildana wî Başûrê Kurdistanê dike rewşa dî ya nû de. Heta ku dem tê dema Şêx Mahmudê Berzencî, Başûrê Kurdistanê di pêşketineke mezin de be. Di dema Şêx Mahmudê Berzencî de brîtanî hatine Kurdistanê û serdest bûne. Dema ku Şêx Mahmudê Berzencî doza keyîtiya xwe li Kurdistanê ardê dike ji Brîtanyayê re û brîtanî jê re dibêjin "na", êdî ew bi wan re dikeve şer. Lê têk diçe. Piştî têkçûna wî re kurd, êdî bi rêveberîyeke ereb ku kurdan di bin de bi bêstatû têne hiştin, tên bicihkirin. Kurd, di wê demê de heta demên piştre jî li ber wê rêveberiyê di tekoşînê de dibin, heta ku dem tê dema rêveberiya Basê ya ku komkujiyên mezin li ser serê kurdan dide lidarxistin.

    Dewleta Kurdan biguhêre

      Gotara bingehîn: Dewleta Kurd (1918-1919)
     
    Kurdistana Berzenci di sala 1918

    Bi hilweşîna Împeratoriya Osmanî re di Çirî 1918 de, Şêx Mehmûdê Berzencî xwest ku ji Osmaniyan qut bibe û di bin çavdêriya Keyaniya Yekbûyî de Kurdistana başûr a xweser çêbike. Ew wekî serokê hukûmatê ji alîyê civata navdarên kurda li herêma Silêmanîyê hate bijartinê, û hema ku Keyaniya Yekbûyî Kerkûkgirt (25 Çirî 1918) wî eskerên Osmanî yên li navça xwe hazir girtin û bidawîbûna hukumê Osmanî îlan kir, soza dilsoziya bi Britanyayi re dan. Herêmên din ên kurd jî şopandin, wekî Rania û Keuisenjaq.

    Helwesta Osmanî ew bû ku herêm hîn jî bi qanûnî di bin serweriya wan de bû, tevî agirbestê. (Agahiyên bêtir: Pirsa Mûsilê) Wan dewleta kurdî nas nekir. Berevajî vê yekê, karbidestên Keyaniya Yekbûyî yên li qadê, tevî ku bi fermî di warê Başûrê Kurdistanê de siyasetek baş diyarkirî tune, hevkariya Kurd qebûl kirin hilbijartin.

    Mehmûd Barzanji ji hêla Britanya ve wekî parêzgarê herêma B ya Kurd hate destnîşankirin, ku ji başûrê Çemê Zabê ya Piçûk heya tixûbê Osmanî-Qacaran yê kevn dirêj dibe. Berzenci hewl da ku bandora xwe li derveyî herêma xwe ya diyarkirî berfereh bike, û alîkariyên Brîtanî bikar anî, ji bo meaş dabîn kir û alîkariya başkirina ji wêraniyên şer kir, ji bo ku bingeha hêza xwe yek bike, dilsoziya serokeşîran bikire. Vê yekê bû sedem ku têkiliyên bi Britanyayê xerab bibin, û di 23 gulan 1919 de, Berzenci 300 şervanên eşîrî raber kir, serperiştên Brîtanî derxistin û xwe wekî "Mîrê hemî Kurdistanê" îlan kir, û yekem serhildanên Mehmûd Berzenci dest pê kir.

    Di destpêka serhildanê de, Kurdan bi kemîna serketî ya stûnek Britanya ya sivik ku ji cemçemal dûr ket, hin serfirazî dîtin. Li her du aliyên sînor, eşîran ji bo ykêx Mehmûd xwe îlan kirin. Serhildan ne domdar bû: Rayedarên Brîtanî du tugayên ku di 500-ê hêza Kurd de li Pasyan Bazyan di 18ê hezîranê de têk birin, civandin û di 28-an de Helebce dagir kirin, dewleta kurdî bidawî kir.

    Şêx Mehmûdê Berzencî biguhêre

      Gotara bingehîn: Şêx Mehmûdê Berzencî
     
    Keyaniya Kurdistanê, 1923

    Şêx Mahmdê Berzencî, hate wê demê jî, li herêmê weke serok û key dijî. Di deme ku Brîtanî hatibûbûna wir, wî serweriya xwe bi wan dabû herêkirin. Demeka Dirêj, Şêx Mehmûdê Berzencî, Brîtanî jî, serweriya wî herê dikin. Lê ku piştre li wir, nift tê dîtin, êdî ew poltîkaya ku wê Kurdistanê pê biqat were meşîn, wê bidina devrê de. Armanc, dest danêna ser di demên pêş de. Polîtikayên ku wê temenê roja me rewşa roja ya î ro biafirênin dikine meriyetê de. Bi wêre êdî ew rewşa Kurdistanê ya biqat ya biçar qat wê biafirandin li Konfaransa Lozanê û wê bê berdewam kirin.

    Başûrê Kurdistanê, piştî ku Şêx Mehmûdê Berzencî bahse desthiladariya Kurdistanî dike û dozê dike, êdî Brîtanî li ber wê di sekin in. Ew jî, rewşa dervî wê herê nakê. Dema ku Brîtanî li wê xwestaka wê sar dinerin, êdî ew bidest seknaka li nber dike û hate ku bi wan re dikeve şer de jî. Lê di dawiyê de ew tê diçê, û Îngiliz herêmê dikin rêveberiyaka arab de ku di wê demê de yekî bi navê "melik Faysal" Brîtanî tênina ser Herêmê û Herêma Başûrê Kurdistanê ji dikina bin destê wî de, Kurd, vê yekê ti demê herê nekin. Ji ber vê yekê, êdî hertimî di rewşa serhildaniyê de dibin.

    Şêx Mehmûdê Berzencî, têkçûna wê ya li Başûrê Kurdistanê û têkçûna Şêx Seîdê Pîranê li Bakurê Kurdistanê têkçûna wan, baxtê kurdistanê kifş dike. têkçûna herdûyan, wê têkçûna Kurdistanê ye demê wê biafirêne. Piştî bûna yekitiya svoyet, wê wê bandûra wê li Kurdistanê jî bibe. Piştre bi demekê re, sovyet dikeve herêma rojhilatê kurdistanê e û li wir Komara Mehabadê li wir tê avakirin. Ev rewş, wê bê destpêka avabûna rêveberiya başûrê Kurdistanê ya ku wê were hate roja me. Wê weke ku êdî ew xewne Şêx Mehmûdê Berzencî were li cih. Wî xwestibû ku rêveberiyaka Kurdistanî li wir ava bike. Hate Melîk Faysal ser rêveberiyê, wê hem di deme wî de û hem jî di demên piştî deme wî de wê li kurdistanê rewşaka pirr nexweş diafirêne. Yek bi yek, êdî divêt ku mirov li gor deme her rêveberêyê, nêzîkatiya wê ya li kurdistanê divêt ku mirov hildê dest. Hatye deme Kasim, wê rewş, hertimî dem bi dem li Kurdistanê buguharê.

    Îraqa piştî melîk Faysalê yekem re biguhêre

     
    Eşîrên kurd li ser nexşeyek ji hêla CIA ve di salên 1950 de. Navên bi sor navên eşîrên kurd in.

    Îraq, ne di deme Melîk Faysal de û ne jî di demên pişt wî re de gihişt aramiya xwe. Melîk Faysal, Sûnîyek bû. Li Îraqê ku sînorê wê hatibûbûna kifşkirin de Şiî jî hebû. Hate ku sal tê salên 1928an de, wê şiî jî li parlamane ku hate wê demê hatiya û ji 88 kesan pêk tê û 26 ji wan şîî bûn. Bi vê re, mirov karê bêje ku şiî jî di wê demê de xwediyê hêzeka xwe bûn. Lê kurd, li her qadê ji rêveberiyê hatina dûrkirin. Li herêmên wan jî ji rêveberiyê hatina dûrkirin. Di wê parlamene Îraqê de ti nîmînêrê kurd nebûn. Piştî Melîk Feysal re yê ku navê Hikmet Silêman derdikeve derkete pêş. Lê ew zêde namêne. Piştre ku dem tê sale 1936an, hewldanaka derbeyê li Îraqê pêk were. Yê ku wê hewldanê dike jî, ku bi eslê Kurd bû û navê wî Bekîr Sidqî bû, bidest darbe kir û bi ser jî ket. Bakîr Sidqî, hingî artiş, li pişta wî bû. Ew hêz û serokatiya Artêşa Îraqê di destê wî de bû. Lê piştî derbeyê wê bi carekê re ew hêz û komên di nav artişê de jî wê yek bi yek piştgiriya jê bikişênin. Di Bakîr Sidqî, hizir dikir ku li Îraqê, sê herêmên bi serê xwe biafirêne û ereb jî, û şîî jî û kurd jî bigihina mafê xwe yê desthilatdariyê. Bakîr sidqî piştgiriya kurdan hemûyan stand. Şîiyan jî piştgirî dayê de. Ku ne hemû konên araban jî bin, wê pirraniyên araban wê piştgîrya xwe bidinê de.

    Li herêmê ahang(deng) hin bi hin diguharî. Di wê demê de di naqabîna tirkî, Îran, û hêzên din yên herêmê û yên ku li herêmê xwedî hêz in, di nav wan de çûn û hatinak heya. Ew çûn û hatin, wê piştre ne bi gelekî re wê li Îranê li Sadabadê bi "Paxta Sadabadê" re biancam dibe. Berî wê jî, li ber kurdan dijtîyak pêş dikeve. Li Ber kurdên başûrê kurdistanê jî û yên rojhilatê Kurdistanê ew dijîtî pêş dikeve. Kurd jî, wê yekê hîs dikin. Deme ku Yekîtiya sovyet piştre bi hinekî ku dikeve Rojhilatêla Kurdistanê de û li wir "Komara kurd ya Mihabadê" ava dike, ji wê dijîtiyê fêr dike. Li başûrê Kurdistanê ew dijîtî, wê li dijî, rêveberiya nû ya Bakîr Sidqî jî, wê pêş bikeve. Îran, di pişt wê vekişîna piştgiriya li bakîr Sidqî de ya. Ji ber piştî ku piştgirî tê kişandin jî wî, êdî li ber Bakîr Sidqî Sûyîqastek pêk têk û bi ser dikeve û Bakîr Sidqî tê kuştin. Piştre Melîk Feysalê Duyemin wê rêveberiya desthilatdariyê dihilde dest. Piştre wî ji wî ku ahlê wî ya, wê Emîr Abdullah tê rêveberiyê û rêveberiya wî dide berdewam kirin.

    Şerê cihanê yê duyemin, di wê demê de bandûra wê li Îraqê jî heya. Wê pevçûnên di nav îraqê de ne sekin in. Di wê navberê de Îsrael hate avakirin û Bertekên ereban hatina nîşandin. Ji bo ku wan berteke bide sekinandin, dîsa kurd dibina kurban. Wê piştre ne bi gelekî re bi navbeynkariya Amerika û Brîtanyayê re wê di sale 1958'an de wê "Paxta Bexdadê" wê were mohrkirin. Ev paxt, piştî vakirina komara kurd ya Mihabadê û xûrîxandina wê re tê mohrkirin. Armanca wê Parxtê yê jî ew bû, ku wê rewşa ku ji bo kurdan hatiya afirandin ji holê rakê. Tirkî jî, Îran jî, û yekîtiya araban jî di wê paxtê de cih digirê. Di wê paxtê de, Kurd ji her aliyê ve tûna hatina hasibandin. Piştre di Îraqê nû ya piştî paxte baxdadê de, di temenê wê levkirina ku kurd têde nayêna hasibandin û ku piştgiriya Emarika; Îngiliztanê jî lê heya û wan welatan jî hin komîte şandina wê paxtê ji bo levkirinê û yekitiya sovyet jî tê xistin li wê paxtê de û bi wê yekê re ku li herêmê tê firehkirin, li gor levkirina wê, Abdulkerîm Kasim (sale 1958) ku weke mirovekê ku li ser tê levkirin ji bo Îraqê, tê ser serokkomariyê li Îraqê. Bi wê paxtê re ji Amarîka û Brîtanyayê re temenekî mazin jî afirî ku li ser wî temenî re muhadala wan ya li Libnanê bû. Piştre Partiya Baasê li gor wê paxtê bi piştgirî tê avakirin. Hemû hêzên ku di wê paxtê de cihgirtina, piştgiriya wan ji partiya nû ya Baasê re heya. Yekitiya Sovyet jî piştgiriya wê heya. Rojavan jî piştgiriya wan jê re heya. Tirkî jî, piştgiriya wê jê re pir mazin heya. Derde, tirkî ew e ku di wê partiyê û rêveberêyên wê yê serek de cih newê dayin li kurdan. Kurd, ku têde cih ne girin bi navê xwe re. Piştre ne bi gelek re piştî Abdulkerim Kasim re baasî û nîjadperestên arab bi hev re dikevina yektiyê de û piştre bi piştgiriya wan re Abdulselam Arif tê ser rêveberiyê û serokkomariyê. Abdulselam Arif, rojavavan bû. Piştgiriya amarika û Îngiliztan jê re pir mazin bû. Wî artiş jî dibin destê wî de bû. Piştre, di deme wî de çûna bi ser mirovên komonistan re, bi tememî û tesfîyakirina wan re rêveberiya Iraqî û arab tê avakirin. Ew rêveberî, hertimî li cem amarika û Brîtanî ya. Bi vê yekê re, rêveberiya bi partî ya baasê bi wê rengê êdî li Îraqê bicih dibe. Piştre wê ew rewş, di nav şîiyan û araban de jî bê sedeme nexweşiyan, ku ew nexweşî wî werina asta şerê ku wê piştre di nav îran û îraqê de bibe.

     
    Başûrê Kurdistanê, 1975
     
    Başûrê Kurdistanê, 2009
     
    Başûrê Kurdistanê, 2012
     
    Başûrê Kurdistanê, 2012

    Rewşa herêmê ya ku li dijî kurdistan tê afirandin, bi vê xate pêşketinê re tê afirandin. Başûrê kurdistanê, ne di deme Melik Fayselê yekem û ne jî di dem emelik Feysalê duyem de û ne jî di demên piştre de tê başkirin. Hertimî ew rewşa ku bi peymane Lozanê de hatiya afirandin û piştre tê berdewam kirin, li gor wê di xatekê de tê bi pêşveçûyin. Başûrê kurdistanê, li ber vê rewaş statûqûyî hertimî li berxwedide. Ev rewşa statûqûyê ya ku bi paxta baxdadê re tê afirandin, tirkî ji ber beşa kurdistanê ya ku kiriya nav sînorê de di nav de ya û di wê berdewamkirina rewşê ye bi hev re de bi hêzên din re di yekitiyekê de ya. Piştî baxte baxdadê, wê peymane Cezayîrê bê mohrkirin. Bi wê peymane jê re wê başûrê kurdistanê û tekoşîna wê ya azadiyê wê derbeyek amzin bixwe. Lê ev xate pêşveçûnê, hemû jî, di xatekê tê bi rê ve birin. Kurd, bi tememî ji aliyê xwe ve li dervî wê hatina hiştin. Mafê wan, ji ti aliyê ve nayê naskirin. Li Başûrê kurdistanê, ku çawa ku Melik feysalê yekem, bi şîiyan re dikeve têkiliyê de û wan di parlamenê de digihêne andaman, ti carî berê xwe nadê kurdan. Hertimî çûna bihêzî ya bi ser kurdan de heya. Nexweşiya berê ya di deme Şêx Mehmûdê Berzencî ku bi Brîtanî re bi şerkirina bi hev re afirî bû, piştî wê re, heman rewş hatibû afirandin û berdewam kirin. Paxta baxdadê, çendî ku hê bi tememî ne hatibe vekirin û hê hin ali û belgeyên wê veşartî jî bin, dii aslê xwe de ev paxt, di wê demê de derbeye dî ya li kurdan a û di berdêla bertekên li ber avakirina Îsrailê de firotina kurdan ya carek din a. Bi vê yekê re başûrê Kurdistanê, hate roje me jî bi pisgirêk a. Bi gîyane Peymana Lozanê, Paxta Sadabadê, Paxte Baxdadê û Peymana Cezayirê re di xate pêşveçûnê de li ber kurdan hatiya sekin in û mafê wan ji destê wan hatiya standin.

    Rêvebirin û siyaset biguhêre

      Gotara bingehîn: Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Partiyên Başûrê Kurdistanê biguhêre

    1. Partiya Demokrat a Kurdistanê
    2. YNK
    3. Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê
    4. Partiya Gel a Demokratî ya Kurdistanê
    5. Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan (1979-)
    6. Tevgera Goran
    7. PASOK
    8. Komela Îslamî ya Kurdistanê (30ê gulana 2002-)
    9. Piştiwananî Îslam le Kurdistan

    Parêzgehên Herêma Kurdistanê biguhêre

     
    Parêzgehên Herêma Kurdistanê bi Kurdiya Soranî û Kurmancî

    Ziman biguhêre

    Dîn biguhêre

    Aborî biguhêre

    Erdnîgarî biguhêre

    Herêma Kurdistanê xwedî rûpîvaneke nezîkî 40643 km2 e û ji sedî 10'e wê ji av pêk tê. Tixûbên wê bi êranê re 220 km, bi Sûriyê re 150 km û bi Tirkiyê re jî 352 km ne. Havînê germeke ziwa û zivistanê jî hewayeke honik carcaran jî hewayeke sar li herêmê çê dibe. Erdê herêm ji bakûr û rojhilat ve piranî ji çiyayan pêk tê, ji başûr û rojava ve jî erdên mexelî-rast hene. Afatên xwezayî wekî bahoza toz û lehî piranî çê dibin.[2]

     
    Nexşeya topografîk a Herêma Kurdistanê

    Riyên reş û asfalt biguhêre

    Ew riyên ku hene jî, ji bo leşkerî û berhemên Kurdistanê ku bikşînin herêma Araban çêkirine. Di herêma Başûr de riyên reş û hesin ên hên girîng û mezin ev in.

    1. Riya yekem, ji Dihokê dest pê dike ber di Zaxo ve diçe Xabûrê. Ji wir jî diçe Bakurê Kurdistanê.
    2. Riya duyem, Ji Dihokê diçe Elkeş, Mûsil, Kelek û Hewlêrê.
    3. Riya sêyem, ji Hewlêrê diçe Perdê, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û heta Bexdayê
    4. Riya çarem, ji Hewlêrê diçe Koyê, Ranya û digihe Qeladizê.
    5. Riya pêncem, ji Hewlêrê diçe Koyê û Silêmaniyê.
    6. Riya şeşem, ji Kerkûke diçe Çemçemal û Silêmaniyê.
    7. Riya heftem, ji Silêmanîye diçe Çemçemal, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê.
    8. Riya heştem jî, ji Kerkûkê diçe Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê. Wîlayeta Silêmaniyê, ji Mawet, Sêrdaş, Qeladiz, Herbet, Senger, Pêncûyî, Helepce, Qeredax, Seyidsadiq, Çarte, Dokan, Derbendîxan, Pişder, Bekreçê û Xurmalê pêk tê.

    Çavkanî biguhêre

    1. ^ "Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike". Rûdaw. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.
    2. ^ Der heqê Kurdistanê de (bi îngilîzî)