Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan

Bizûtinewey Îslami le Kurdistan anku Tevgera Îslamî li Kurdistanê (bi tîpên erebî: بزووتنةوي ئيسلامي له‌ كوردستان/ عيراق înglîzî: Islamic Movement in Kurdistan) rêxistineke Îslamî ya kurd a Îraqê ye, ya ku di sala 1979'yî de hate damezrandin. Serokê wê Irfan Elî Ebdûlezîz e.

Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan
SerokErfan Elî Ebdulezîz
AvakerOsman Ebdulezîz
DamezrandinSala 1987an
SergehHelebce
ÎdeolojîKurdayetiya îslamî
Helwesta siyasîMilê rastê
DînÎslamiya sunîtî
RengReş

Avabûn biguhêre

Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan li sala 1979ê ji aliyê Osman Ebdûlezîz li Helebçeyê hate damezrandin. Piştî Komkujiya Helebceyê 1988 tevlî şerê dijî Sedam Huseyn bû û derketin serê çiyayan. Bi awayeke aktîf beşdarî Serhildana Ranyayê bû. Heta Komkujiya Helebçeyê li dijî Sedam çalakiyên leşkerî nedikirin. Lê komkujiyê tesîreke mezin li tevgerê kir ku çekan hilbigirin. Piştî komkujiyê fetwaya cîhadê dide, hingê serok Osman Ebdûlezîz 66 salî bû.

Li sala 1992yê de beşdarî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bû, %5,1 deng stand lê ji ber benda %7 deng, beşdarî parlemana Kurdistanê nebû.

Helebçe girêdayî Silêmanî bû û YNK li Silêmanî desthilatdar bû. Ji ber vê hevrikî di navbera van herdu hêzan li Helebçeyê hebû. Osman Ebdûlezîzî li sala 1993yê li dijî Celal Telebanî fetwayek daxuyand ku Celal û piştgirên wî misliman nînin. Li ser vê YNKê li Helebçê dest bi operesyonê kir û endamên Bizutnewey ji Helebçê derxistin û Şêx Osmanê 71 salî jî binçav kir. Lê ji ber navdariya Şêx Osman hate berdan dîsa. Li sala 1994ê PDK û YNK dest bi şerekî dijwar kirin li dijî hev. Ji ber vê fersend hêzên Bizutnewey êrîş bir ser Helebçê û hêzên YNKê ji bajêr hatin derxistin. Heta sala 1998ê desthilata Bizutnewey li Helebçeyê berdewam kir.[1] Piştî pêkhatina PDK û YNKê li sala 1998ê givaş li ser Bizutnewey peyda bû ku desthilata Helebçeyê berde. Bi rêberiya Irfan Ebdûlezîz, partiyê hêzên xwe ji Helebçeyê vekêşa û navenda xwe bir Hewlêrê.

Parçebûn biguhêre

Selahedîn Behadîn li sala 1994ê piştî fetwaya cîhadê ya Osman Ebdûlezîz li dijî rêjima Sedam Huseyn ji Bizutnewey Îslamî cuda bû û Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê damezrand.

Piştî mirina Osman Ebdûlezîz li sala 1999ê di partiyê de fikrên cuda derketin holê. Brayê Osman Ebdûlezîz, Elî Ebdûlezîz her çend rêvebirina partiyê wergirtibe ser xwe jî, nerazîbûn kêm nedibûn.

Di encamê de ev rêxistin li sala 2001ê bû sê parçe; Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan bi rêberiya Elî Ebdûlezîz, Komela Îslamî ya Kurdistanê bi rêberiya Elî Bapîr, Piştiwananî Îslam le Kurdistan bi rêberiya Mela Krêkar hatin ava kirin.

Piştî parçebûnê Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan wek tevgereke biçûk li Başûrê Kurdistanê ma ye

Têkiliyên rêxistinê biguhêre

Osman Ebdûlezîzî li sala 1992yê Mela Krêkar wek berpirsiyarê partiyê şand Ewropayê. Bi vê pêngavê têkiliyên Bizutnewey li gel gelek rêxistinên mislimanan çêbûn heta ku tê angaşt kirin ku li gel El-Qaîdeyê jî têkilî danibin.[2] Her wiha hinek komên leşkerî yên El-Qaîdeyê hatine ava kirin.[3]

Li gulana sala 1996ê ji aliyê Necmettin Erbakan banga hatina Tirkiyeyê bo Osman Ebdûlezîz hat û ew jî çû Tirkiyeyê ji bo têkiliyan.

Serokên rêxistinê biguhêre

  • Osman Ebdûlezîz(1979-1999)
  • Elî Ebdûlezîz (1999-2007)(brayê Osman Ebdûlezîze, piştî nexweş ketina Şêx, dibe rêvebirê partiyê)
  • Irfan Elî Ebdûlezîz (2007-)(kurê Elî Ebdulezîz e=

Mijarên têkildar biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Islamic Movement of Kurdistan Iraq Part 1 (bi îngilîzî), roja gihiştinê 28 gulan 2023
  2. ^ "Kürdistan İslami Hareketi". Mepa News (bi tirkî). 29 gulan 2020. Roja gihiştinê 28 gulan 2023.
  3. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/140120216. Roja gihiştinê 28 gulan 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)