Şebenga siyasî

(Ji Panelîsta siyasî hat beralîkirin)

Şebenga siyasî awayekê berçavkirina pçgehên cidacida yên hizir û baweriyên siyasî li ser hêlekê an zêdetir ji hêlekê ye. Jibo ko şebengeka siyasî hebit, dibê komeka hizirên cidacida li ser babetekî bi tenê hebin. Sîstemên siyasî yên wesa ko piraniya xelkî bi awayekê gelek eşkira û zelal li ser hindek babetan dabêşî desteyekê an yeka dî dibin û çi destekên dî nakevin navbera wan (mîna lihevnegirtinên navbera netweperweran) bi awayê şebenga siyasî nahên sinfandin.