Siyaset an polîtîka (ji yewnanî: Πολιτικά, politiká, 'karûbarê bajaran') komek çalakiyan e ku bi girtina biryarên di koman de, an celebên din ên têkiliyên hêzê di nav kesan de, wek dabeşkirina çavkaniyan an statûyê ve girêdayî ne. Beşa zanista civakî ku li ser siyaset û hikûmetê lêkolîn dike, wekî zanista siyasî tê binavkirin.

Axaftina Mîxaîl Gorbaçov di rûniştina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, sal 1988.

Siyaset di çarçoveya “çareseriya siyasî” de dikare bi awayekî erênî were bikaranîn., ku ji lihevhatin û bêşiddetiyê pêk tê an jî dikare wekî "huner an zanista hukûmetê" bê binav kirin, lê bi gelemperî têgînek neyînî jî hildigire. Têgeh bi awayên cûrbecûr hatiye pênase kirin, û nêzîkatiyên cihêreng di bingeh de jî dihewîne, digel pirsa ka divê ew bi berfirehî an sînordar, bi ezmûnî an normatîf were bikar anîn, û ka nakokî an hevkarî jê re girîngtir e.

Siyaset bi taybetî qada jiyana giştî, lê beşek jî qada jiyana taybet (bihevrejiyan) a welatiyan, kiryar û xebatên ji bo rêvebirina civakê li hundir û derve û her wiha avakirina îrade û biryargirtinê di derbarê mijarên civakê de bi rê ve dibe.[1][2][3] Bi awayên razber, di zanista siyasî de behsa "belavkirina nirxan (madî, wekî pere, an ne-madî, wekî demokrasî)" jî tê kirin.[4]

ÇavkanîBiguhêre

  1. Manfred G. Schmidt: Politik. In: Derselbe: Wörterbuch zur Politik. 2., vollständig überarbeitete und erweiterte Auflage. Kröner, Stuttgart 2004, ISBN 3-520-40402-8, S. 538–539.
  2. Eintrag: Politik. In: Klaus Schubert, Martina Klein: Das Politiklexikon. 7., aktualisierte und erweiterte Auflage. Dietz, Bonn 2020 (online auf bpb.de).
  3. Thomas Bernauer u. a.: Einführung in die Politikwissenschaft: Studienkurs Politikwissenschaft. Nomos, Baden-Baden 2009, S. 32.
  4. Frank Schimmelfennig: Internationale Politik. Schöningh, Paderborn 2010, S. 19–21.