Zimanê inglîzî
Zimanê inglîzî yan zimanê îngilîzî (bi inglîzî: English) zimanê serekî yê welatên Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Keneda, Awistralya, Zelandaya Nû û hin welatên din e. Inglîzî zimanekî ji binemala zimanên hindo-ewropî ye. Li gelek welatên din jî wek zimanê fermî û herwisa li piraniya welatên dinyayê wek zimanê duyem tê bikaranîn. Ew niha bûye zimanê serekî yên têkiliyên navneteweyî.
Inglîzî | ||
---|---|---|
English | ||
Welatên lê tê axaftin | Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada, Awistralya, Nû Zelanda û 94 welatên din tê axiftin | |
Herêm | Brîtanya, DYA û gelek welatên cihanê | |
Axiverên zimanê zikmakî | Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | en | |
ISO 639-2 | eng | |
ISO 639-3 | eng | |
![]() ji sedî yên înglîzîaxêv 80-100% 60-80% 40-60% 20-40% 0.1-20% jimare tune (Antarktîka û Korêya Bakur) |
Inglîzî zimanekî germanî ya rojavayî ye ku yekem car li Înglistanê destpêka Serdema Navîn hate axaftin. Ew di sedsala 21ê de bûye zimanê sereke yê nîqaşa navneteweyî. Navê zimên ji bi latînî: Angli (bi inglîzî: Angles) e, yek ji gelên kevnar ên germanî ye ku koçî Înglistanê (bi inglîzî: England) dike, beşa Brîtanya Mezin a ku pişt re li ser navê wan hate kirin. Navê vî gelî bi eslê xwe ji Anglia, nîvgiravek li Deryaya Baltîk e. (Di hin zimanan de, Anglia niha navekî ê Înglistanê ye.)
Zimanê inglîzî xizmekî nêzîkî zimanê frîsî û zimanê saksonî yê jêrîn e. Bandora zimanên din ên germanî, bi taybetî zimanê vîkîngan (bi inglîzî: Old Norse, zimanekî germanî yê bakur) û latînî û fransî li ser vokabulera inglîzî jî bi awayekî berbiçav diyar e.
DîrokBiguhêre
Biguhêre
Inglîzî di bêhtirî 1400 salan de pêşve diçû. Forma herî pêşîn a inglîzî komeke zaravayên germanî ya rojava bû ku di sedsala 5an de ji hêla koçberên anglo-saksonî ve hat anîn Brîtanya Mezin. Ji vê forma destpêkê re inglîziya kevn (bi inglîziya kevn: Ænglisc; bi inglîzî: Old English an jî Anglo-Saxon) dibêjin.
Çêbûna inglîziya navîn di dawiya sedsala 11an de dest bi dagirkirina normanan a Îngilistanê dike (1066). Ziman di bin bandora fransiya kevn (bi fransî: ancien français, bi inglîzî: Old French), nemaze devoka wî ya normaniya kevn (bi inglîzî: Old Norman) de dimîne.
Inglîziya nûjen a paşînBiguhêre
Destpêka inglîziya nûjen a paşîn (bi inglîzî: Early Modern English) di dawiya sedsala 15an de çêdibe. Dema guherîna mezin a dengdêran e. Di destpêka Dema Nûjen, li çapxaneyên Londonê King James Bible (bi kurdî: Încîla Key James) çap dikin. Ev ziman zimanê William Shakespeare bû.
Inglîziya nûjen a îroBiguhêre
Înglîziya nûjen (bi inglîzî: Modern English) ji sedsala 17an ve bi saya Împeratoriya Brîtanî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hemû cîhanê belav dibe û mezin dibe. Bi saya hemû cureyên medyaya nivîskî û elektronîk yên van welatan, inglîzî bûye zimanê sereke yê navneteweyî. Inglîzî li gelek herêman û warên pîşeyî yên wekî zanist, navîgasyon, û dadwerî lingua franca ye. Inglîzî yek ji zimanên fermî di Neteweyên Yekbûyî de û yek ji zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê ye.
Berfirehbûna zimanê inglîzîBiguhêre
Zimanê inglîzî îro li seranderê cihanê ji aliyê 340 milyon kesî weke [zimanê zikmakî] tê axaftin, ango 340 milyon kes inglîzîaxêv in. Eger kesên ku inglîzî weke zimanê duyemîn diaxivin jî werin jimartin, wê demê hejmara inglîzîaxêvan digihijê 510 milyon kesan.
Li Yekîtiya Ewropayê inglîzî zimanekî fermî ye. (Tiqandina ser herêman derbasî gotarên li ser wan herêman dikê)
|
Welatên ku inglîzî zimanê fermî anjî de-facto-fermî ye. Welatên ku inglîzî zimanek fermî ye lê ji hêla pirraniyê ve nayê axaftin |
Zimanê fermîBiguhêre
Inglîzî zimanê fermî yê van dewletan e. Hejmarên li paş dewletan hejmara kesên ku inglîzî zimanê wan ê zikmakî ye:
|
|
Wekî din zimanê inglîzî yek ji 23 zimanê fermî yê Yekîtiya Ewropayê, zimanê fermî yê Yekîtiya Afrîkayê, yê Rêxistina Dewletên Amerîkayê û yek ji şeş zimanên fermî yê Neteweyên Yekbûyî ye.
Bikaranînên dinBiguhêre
Inglîzî weke zimanê danûstandinê li van dewlet û herêman tê bikaranîn:
BinêreBiguhêre
Girêdanên derveBiguhêre
- National Clearinghouse for English Language Acquisition Girêdana arşîvê 2013-11-13 li ser Wayback Machine
- Accents of English from Around the World Girêdana arşîvê 2011-04-29 li ser Wayback Machine Hear and compare how the same 110 words are pronounced in 50 English accents from around the world - instantaneous playback online
- The Global English Survey Project A survey tracking how English is used by non-native speakers around the world
- 6000 English words recorded by a native speaker Girêdana arşîvê 2008-09-15 li ser Wayback Machine
- More than 20000 English words recorded by a native speaker
FerhengBiguhêre
- Merriam-Webster's online dictionary
- Oxford's online dictionary Girêdana arşîvê 2007-06-05 li ser Wayback Machine
- dict.org
- English language word roots, prefixes and suffixes (affixes) dictionary
- Collection of English bilingual dictionaries
- Dictionary of American Regional English Girêdana arşîvê 2009-02-27 li ser Wayback Machine