Open main menu
מדינת ישראל
Îsraêl
Ala Îsraêlê Nîşana Îsraêlê
(Ala) (Nîşan)
LocationIsrael.svg
Zimanên fermî Îbranî û erebî


Paytext Orşelîm
31°47′Bk 35°13′Rh / 31.783°Bk 35.217°Rh / 31.783; 35.217
Sîstema siyasî Komar
 - Serokkomar
 - Serokwezîr
Reuven Rivlin
Benyamîn Netanyahu
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

20.991 km2
2
Gelhe
 - Giştî (2017)
 - Berbelavî

8.698.180 kes
392 kes/km2
Serxwebûn 14'ê gulanê 1948
Dirav Şekel (ILS)
Dem UTC +2
Nîşana înternetê .il
Koda telefonê +972

Îsraêl[1] (Îsraîl, Îsrayîl, Îzraîl) (bi îbranî: Derbarê ev deng מדינת ישראל ‎, lat. Medinat Jisra'el; bi erebî: دولة إسرائيل‎, lat. Daulat Isrā īl) dewleteke rojhilata navîn a ber sînorên Libnan, Sûriye, Urdun, Urduna Rojava, Misir û Xeze ye.

Rojavayê xwe digihêje Behra Spî. Ji hemû dewletên cîhanê de tenê li wir pirraniya gel ji gelê cihû pêk tê.

Bi saya plana UNO ya 1947an ji bo parkirina Fîlîstînê Îsraêl piştî dawiya bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê di roja 14ê gulanê 1948an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraêlî û erebî bûyereke sereke bû ji bo qewimandin û pêkhatina pirsgirêka rojhilata navîn, ya ku hê jî berdewam e.

Hejmara şêniyên wê 7 milyon e. Welatê Îsraêlê piştî Şerê Duyem ê Cihanî ku bû sedema kuştina 6 milyon cihûyan li Ewrûpayê hat damezrandin.

Zimanên fermî yên Îsraêlê hebrayî-cîhûkî (îvrît) û erebî ne.

Li gorî rêxistina NGO ya bi navê Freedom House ew tek dewleta demokrasiyê ye li rojhilata navîn (li gorî rewşa sala 2009an).[2]

Herwiha, li Îsraêlê hejmareke mezin kurd jî dijîn, ku ji wan re kurdên cihû tê gotin[çavkanî pêwîst e].

Naverok

NavBiguherîne

Kevintirîn çavkaniya ku peyva "Îsraêl" bikartîne dîreka Merenptah a ji dema Misira kevnare ye û îro li Muzeya Misirî (Qahîre) tê parastin. Nivîsa li ser tê texmînkirin ku di sala 1211an B. Z. hatiye çêkirin behsa şerekê dike li dijî geleke bi navê Îsraêl. Li gorî etîmolojiya gelan a tewratê peyva "Îsraêl" tê wateya "şervanên Xweda". Yakûb (patrîk) vê navê wergirt piştî ku li hemberî dijminekî nediyar biserket. Neslên piştî wî (12 eşîr) weke "zarokên Îsraêlê", "Îsraêlît" an bi kurtasî "Îsraêl" hatin binavkirin. Wek gelek navên samî, ev nav jî ji fîîleke dema bihûrî û navekê pêk tê. Fîîl wek 'şerkirin', nav jî weke 'Xweda' kare bê bi nav kirin. Herwiha, ev pevy kare wek hevok bê fehmkirin jî û li gorî vê yekê tê du wateyan:

  • Xweda hikm dike / Bila Xweda hikm bike
  • Xweda (ji bo me) şer dike / Bila Xweda (ji bo me) şer bike

Navê fermî yê welatê ji wir ve tê û weke "Medinat Israêl" derbas dibe.

Navên din ên alternatîv ên ku di dema damezirandina dewletê de dihatin giftûgokirin Eretz Israêl (Welatê Pîroz), Zion, Yûdea û Yûdeaya Nû bûn.

ErdnigarîBiguherîne

Îsraêl weke li ser pireke erdnigarî ya di nava Asya û Efrîqa de, li ber ava rojavayê ya Behra Spî ye. Li gorî vê yekê ji aliyê erdnigariyê ve dikeve nava Asyaya pêşîn, lê ji aliyê jeolojîk ve beşeke Efrîqa ye, ji ber ku li ser lewheya qit'eyî ya efrîqî disekine. Li rojavayê, lewheya erebî peyda ye û sînora her dû lewheyan ji Wadiya Urdun pêk tê, ya ku beşeke qelişa mezin a vekirina efrîqî ye. Li bakûrê Îsraêlê Libnan, li bakûr-rojhilata wê Sûriye, li rojhilata wê Urduna rojava û Urdun, li başûr-rojavayê wê Xeze û Misir û li başûrê wê behra sor hene.

DîrokBiguherîne

Piştî salên 1880an de ji welatên Ewropaya Rojhilat ve bo herêma Filîstinê koça hindek cihûyan çêbû. Jixwe herêma Filîstîn ji berê were ji cihûyan herêmeke pîroz bû. Li sala 1897ê de yekemîn Kongreya Siyonîst li vê derê hate lidarxistin û di vê kongreyê de banga avakirina welatekî cihû hate kirin. Ev herêm di wî wextî de di bin kontrola osmaniyan de bû û koça cihûyan her berdewam dikir. Heta 1914ê hejmara cihûyan gehişte 85 hezar kesan, yanî 12% nifûsa herêmê cihû bûn[3]

Piştî şerê yekê cîhanî û ji nav çûna Împeratoriya Osmanî û peymana Sykes-Pikot, axa osmanî hate dabeşkirin di navbeyna Fransa û Îngilistan da. Filistîn bo Îngilistan çû. Hîngê Îngilîza gelek harî siyonîsta kirin ji bo damezrandina welatê cihûyan bi rêka Deklarasiyona Balfur(1916) û koçberiya cihuyan ji dewletên Polonya, Romanya, Rusya hwd û dewletên Ewropî yên dî bo Filistînê berdewam kir. Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Hevpeymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe Îsraêl jî di nav herêma Filistînê de bû.

Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937ê de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Li sala 1939ê de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêm kirin û kontrol kirin. Lê ev biryar jî ji layê cihûyan nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir[4].

Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê bir hizûra Neteweyên Yekgirtî. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb stand. Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraîl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî 75% axa Filistînê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji Xeze bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî Urduna rojava jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hate parvekirin[5]. Bi vî şerî axa dîrokî ya Filistînê bû sê parçe: Îsraêl, Urduna rojava, û Şirîta Xezeyê.

Krîza di navbera Misir û Îsraîlê de her roja diçû zêdetir dibû. Binketina şerê 1948ê û krîza Sûveyşê hêj di dilê Cemal Ebdulnasir de mabû. Dixwast tola van şeran bistîne û axa Ereban ji Îsraîlê bistîne. Her wisa Îsraîlê jî dixwast hemû Filistînê bixe nav dewleta xwe. Li sala 1967ê de Misirê astenga Akabeyê ji bo rêgirtina sefîneyên Îsraîlî girt. Di vî wextî de Urdun û Suriyeyê bi Misirê hevpeymanên şerî kirin. 5 xizîrana 1967ê de hêzên hewayî yên Îsraîlê hemû hêzên hewayî yên Misirê îmha kirin. Îsraîlê nîvgirava Sînayê, Kanala Sûveyşê, Quds,Xeze, Urduna Rojava û Girên Colanê dagir kirin. Lê bi dûçûna peymana Neteweyên Yekgirtî dê Îsraîl ji axên dagir kirî derkeve. Lê dê bi temamî derkeve an ji hindek cihan derkeve zêde aşkera nekiribûn.

Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên Îsraîlî yên li derdora Kanala Sûveyşê. Di vî wextî de jî leşkerên Suriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya DYAyê ev rewş guherî û bi serketina Îsraîlê bidawî bû. Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên Ereb û OPECê ambargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. 2 sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraîl pêkahtin û Îsraîl ji axên dagirkirî derket. Li sala 1978ê de di navbera Misir û Îsraîlê de hevdîtin hatin kirin û hevpeymana Camp David hate kirin, Bi dûçûna vê hevpeymanê Îsraîl ji nîvgirava Sînayê hêzên xwe vekişand û Misirê jî Îsraîl nasî.

GelheBiguherîne

Di dawiya sala 2011an de jimara gelheya Îsraêlê (teva herêmên îşqalkirî) 7.837.500 bû, ji wan nêzî 5.901.000 cihû (75%) û 1.611.100 jî ereb bûn[6].

Li ser lîsteya welatên serbixwe li gorî jimara gelheyê  Îsraêl di sala 2011an de raya 97em digire (hema piştî Swîsreyê). Ji gelheyê nêzî 91% li herêmên bajarî, 25% jî li bajarên mezin ên welêt dijîn. Gelhe her sal 1% meztir dibe, nêzî 70% li herêmên derveyî bajaran jidayikbûne û 30% jî ji 14 saliyan biçûktir in. Bi guraniya gelheyê be, li ser her metrekareyekî 300 kes dijî.[7]

Mirov hemwelatiyê bi rêya serlêxistinê an jî bi jidayikbûnê distîne. Bi saya yasaya vegerînê her cihû kare xwe li Îsraêlê bi cih bike û mafê hemwelatiyê bixwaze.

OlBiguherîne

 
Orşelîm: Navenda sê olên cîhanê

Îsraêl ji aliyê olî ve xwediyê taybetiyên bêhempa ye, ji ber ku weke navenda sê olên mezin ên cîhanê tê zanîn û lewra bona olên cihûtî, xirîstiyantî û misilmantî warekî pîroz e. Ji bilî vê yekê, Îsraêl tek dewlet e ku ola pirraniya gelheyê cihû ye. Îsraêl dewleteke cihû ye, lê ne dewleteke teokrasî; li wir olên din jî azad in.

Li gorî daxuyaniyên wezareta hindurî ya îsraêlî heta 31'ê berfanbarê 2006'an ji 7,1 mîlyon nîştecîhanên Îsraêlê 80,01% cihû ne, ji van dîsa 94,6% wek cihûyên bi bawer qeydkirî ne.[8] Kesa/kesê ku bavê wê/bavê wî cihûyekî oldar e, bi xwe jî kare xwe wek cihûyeke oldar bi nav bike. Cihûyên oldar ên ku li Urduna rojava dijîn wek 'bê îman' tên hesibandin. Ji xeynî vê yekê, 0,5% cihûyên ku bûne xirîstiyan jî hene û ji wan 4,9% ji aliyê olê ve ne qeydkirî ne. Herwiha, 19,7% ê gelheyê ereb in ku ji wan 83% misilman, 8,5% erebên xiristiyan û 8,3% drûs û yên din in (bûdîst, hîndu, samarîtan).[9]

Li gorî qanûna vegerandinê[10] kesên ku dayika wan cihû ye an jî derbasî ola cihûtî bûne weke cihû têne hesibandin û lewra karin xwe li Îsraelê bi cih bikin. Cihûyên bê bawerî û ateîst jî dikevin nava wan, lê jimara wan ne diyar e.

ÇavkanîBiguherîne

  1. Şirîn (1996) English-Kurmanji/Kurmancî-Inglîzî Word List.
  2. chenrechte/38794/demokratische-staaten Belawbûna dewletên demokratîk, Navenda komara Elmanya ji bo perwerdehiya siyasî, dîtin: 23'ê îlonê 2009
  3. Albert Hourani, Arap Halkları Tarihi,r:341
  4. Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388
  5. Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419
  6. [http://www.cbs.gov.il/www/yarhon/b1_e.htm The State of Israel, Central Bureau of Statistics, dîtin: 5'ê tîrmehê 2012}}
  7. {{internetquelle| url= http://www.swissjews.ch/pdf/de/factsheet/SIG_Fa ctsheet_Israel_Bevoelkerung_Religionen20121.pdf Factsheet: Israel. Gelhe û Ol, Schweizerischer Israelitischer Gemeindebund (Yekbûna Komelên Îsraêlî-Swîsrî, dîtin: 27'ê sermawêzê 2012
  8. Israel – Central Bureau of Statistics: „Statistical Abstract of Israel 2007 – Introduction“ (PDF) r. 1, dîtin: 27'ê sermawezê 2012.
  9. Israel – Central Bureau of Statistics: „Israel in figures 2007“, r. 10 wek PDF kare bê dîtin.
  10. Agahiyên derheqê qanûna vegerê karin li ser vê rûpelê bên dîtin: Webcitation.org.

Girêdanên derveBiguherîne


  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)